KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Cotmehê
  • Çarşem, 2 Cotmehê
  • Pêşem, 3 Cotmehê
  • Înî, 4 Cotmehê
  • Şemî, 5 Cotmehê
  • Led, 6 Cotmehê
  • Duşem, 7 Cotmehê
  • Sêşem, 8 Cotmehê
  • Çarşem, 9 Cotmehê
  • Pêşem, 10 Cotmehê
  • Înî, 11 Cotmehê
  • Şemî, 12 Cotmehê
  • Led, 13 Cotmehê
  • Duşem, 14 Cotmehê
  • Sêşem, 15 Cotmehê
  • Çarşem, 16 Cotmehê
  • Pêşem, 17 Cotmehê
  • Înî, 18 Cotmehê
  • Şemî, 19 Cotmehê
  • Led, 20 Cotmehê
  • Duşem, 21 Cotmehê
  • Sêşem, 22 Cotmehê
  • Çarşem, 23 Cotmehê
  • Pêşem, 24 Cotmehê
  • Înî, 25 Cotmehê
  • Şemî, 26 Cotmehê
  • Led, 27 Cotmehê
  • Duşem, 28 Cotmehê
  • Sêşem, 29 Cotmehê
  • Çarşem, 30 Cotmehê
  • Pêşem, 31 Cotmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 98-108

Cotmeh

Sêşem, 1 Cotmehê

Nava civînêda pesinê Te bidim (Zeb. 22:22).

Wê baş be ku civatêda em bi dengê bilind kilama bistirên û cabên rind hazirkirî bidin. Bona hineka çetin e ku ber kesên din kilama bistirên yan cabên xwe bidin. Gelo ev yek tera jî çetin e? Heger erê, were em bivînin ku çi alî hineka kiriye wekî tirsa xwe alt kin. Hineka têderxistiye wekî kilam alî wan dike bi dil û can bistirên. Gava em civatada kilama dibêjin, gerekê nêta meye sereke ev be, ku em pesinê Yehowa bidin. Çaxê tu xwe bona civatê hazir dikî, kilama jî hazir ke. Dîna xwe didê ku gotinên kilama çawa têma civînêva girêdayî ye, û nefikire ku tu baş nastirî. Bona hineka çetin e ser civatê caba xwe bidin. Lê çi dikare alî te bike? Timê hazir be ku caba xwe bidî. Baş e gava tu kin û hêsa caba xwe didî. Yehowa gelek xîreta me dişêkirîne gava em ser civata navê Wî rûmet dikin. w22.04 7-8 ¶12-15

Çarşem, 2 Cotmehê

Xudan piştovanê min e û ez natirsim (Îbrn. 13:6).

Xebera “piştovan”, ya ku vê rêzêda hatiye xebitandinê, tê hesabê çaxê merivek diçe hewara kesekî. Bîne ber çevê xwe, ku Yehowa çawa bi lez diçe hewara kesekî, yê ku ketiye tengasiyê. Bi texmîna te, gelo ev xeber nîşan nake, wekî Yehowa hazir e û dixwaze bibe Piştovanê me, dêmek Alîkarê me? Belê! Hergê Yehowa tevî me ye, em dikarin nava telî-tengiyada jî bi şabûnê sebir kin. Gelo Yehowa çawa alî me dike? Seva ku caba vê pirsê bistînin, were em dîna xwe bidine kitêba Îşaya, çimkî gelek tiştên ku Îşaya pêxember ji bîna ber Xwedê nivîsîbû, bona me ne jî. Usa jî, Îşaya bi gotinên hêsa şirovekiribû, ku Yehowa yekî çawa ye. Mesele, serê 30 ya kitêba Îşaya bîne ber çevê xwe. Vî serîda, Îşaya pê meselên xweş zelal kiribû, ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike. Ewî nîşan kiribû, ku Yehowa (1) duayên me dibihê û caba wan dide, (2) rêberiya me dike û (3) him niha, him jî axiriyêda wê me kerem ke. w22.11 8 ¶2-3

Pêşem, 3 Cotmehê

Ji wan tengasiya netirse, kîjanê bêne serê te . . . Heta mirinê amin bimînin, ezê kofiya jiyînê bidime te (Eyan. 2:10).

Îsa civatên Simîrna û Filadelfyayêra got, wekî ewana zêrandina netirsin, çimkî aminiya wan wê bê xelatkirinê (Eyantî 3:10). Gerekê em hazir bin, wekî emê rastî peyketina bên û gerekê ber zêrandina sebir kin (Metta 24:9, 13; 2 Korintî 12:10). Gelo Îsa çira wanra besa peyketina kir? Kitêba Eyantî îda pêşda gotibû ku “roja Xudanda”, dêmek rojên meda, xizmetkarên Xwedê wê rastî peyketina bên (Eyantî 1:10). Kitêba Eyantî serê 12 besa şerê ezmana dike. Ev şer derbêra paşî vê yekê destpêbû, çaxê Îsa bû Padşê Padşatiya Xwedê. Mixayîl, dêmek Îsa û melekên wî miqabilî Mîrê-cina û cinên wî şer kirin (Eyantî 12:7, 8). Axiriyêda, dijminên Xwedê ji ezmên hatine avîtinê. Lema ser erdê gelek kul-derd û xezebên mezin pêşda hatin (Eyantî 12:9, 12). w22.05 5 ¶12-13

Înî, 4 Cotmehê

Cem Xwedayê me Xudan neheqî . . . nîne (2 Dîr. 19:7).

Dîwanên Yehowa hertim rast û heq in. Ew tu car firqiyê nake orta meriva. Yehowa li gora bejn-bal, dewlemendtî yan feresetên meriva, safîkirinê nake, hela bibaxşîne wî yan na (1 Samûyêl 16:7; Aqûb 2:1-4). Tu kes nikare zorê Yehowa bike yan jî ruşetê bide wî, seva ku ew tiştekî bike. Ew tu cara ser hîmê êmosiyên xwe safîkirina nake (Derketin 34:7). Belê, Yehowa Hakimê herî baş e, çimkî ew derheqa me û halê me her tiştî zane (Qanûna Ducarî 32:4). Nivîskarên Nivîsarên Îbranî, rind zanibûn wekî baxşandina Yehowa mexsûs e. Çawa ku ferhengekêda tê gotinê, wana xebereke Îbranî “xût tenê wî çaxî didane xebatê, gava xeberdan derheqa baxşandina ji Xwedê diçû”, wana “ev xeber tu car nedidane xebatê gava xeberdan derheqa baxşandina ji meriva diçû”. Tenê Yehowa dikare bi temamî bibaxşîne wan gunekara, yên ku tobe dikin. w22.06 4 ¶10-11

Şemî, 5 Cotmehê

Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve (Metlk. 22:6).

Heger tu zarên xwe tenê mezin dikî yan heger mêrê te Şedê Yehowa nîne, bawer be ku aminiya te xûşk-bira qewî dike. Heger hûn difikirin ku zarên we hînkirina we qebûl nakin, hûn dikarin çi bikin? Bîr nekin ku seva hînkirina zara, wext lazim e. Gava meriv toximekî diçîne, ew carna berxwe dikeve hela rojekê toxim wê bibe dareke berdar yan na. Ev yek destê merivda nîne, lê dîsa jî ew dikare av bide, wekî mecala darê hebe ku mezin be (Markos 4:26-29). Mîna vê yekê, hûn diqewime berxwe dikevin hela gotinên we, digihîjin dilê zarên we yan na. Hemikî, axiriyêda zar xwexa safîkirinê dikin. Lê dîsa jî gava hûn çi ji destê we tê dikin ku wan hîn kin, hûn mecaleke baş didine wan, wekî bibine dostên Yehowa. w22.04 19-20 ¶16-17

Led, 6 Cotmehê

Berî wêranbûnê kubarî tê û berî ketinê ruhê babaxîyê (Metlk. 16:18).

Çaxê Silêman Padşa bi aminî Yehowara xizmet dikir, ewî nihêrandina rast hindava xwe xwey dikir. Xortaniya xweda, ewî sînorên xwe bi milûktî qebûl dikir û ji Yehowa rêberî dixwest (1 Padşatî 3:7-9). Gava Silêman teze destpêkiribû padşatiyê bike, ewî zanibû wekî pozbilindî çiqas xirab e. Sed heyf ku paşê, Silêman li gora vê şîreta xwe ne dijît. Paşî çend salên padşatiya xwe, ew kubar-babax bû û qanûnên Yehowa înkar kir. Mesele, yek ji van qanûna ev bû ku gerekê padşa “jina zêde neke” wekî dilê wî ser riya rast sar nebe (Qanûna Ducarî 17:17, ÎM). Silêman guh neda vê qanûnê û xwera 700 jin û 300 carî anîn (1 Padşatî 11:1-3). Silêman dibeke difikirî ku her tişt bin kontrola wîda ye. Wext şûnda, ew ji Yehowa dûr ket û rastî gelek kul-derda hat (1 Padşatî 11:9-13). w22.05 23 ¶12

Duşem, 7 Cotmehê

Yê ber min rast, wê bi baweriyê bijî û heger ew paşda vekişe, ez wî begem nakim (Îbrn. 10:38).

Roja îroyîn lazim e ku hemû meriv safîkirineke ferz bikin. Gelo ewana wê Yehowa Xwedê ça Hukumdarê himzor ser temamiya gerdûnê qebûl bikin, yan wê piştgiriya dijminê wî bikin, dêmek Mîrê-cina? Her kes gerekê vê safîkirinê bike. Axiriya her kesî vê yekêva girêdayî ye, ku ewana wê çi safî kin (Metta 25:31-33, 46). Wedê “tengasiya mezin”, ewana wê yan sax bimînin û jîyîna heta-hetayê bistînin, yan jî wê bêne qirkirinê (Eyantî 7:14; 14:9-11; Hezeqêl 9:4, 6). Heger te safî kiriye ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikî, te safîkirineke here baş kiriye. Niha tu dixwazî alî kesên din bikî ku ewana jî safîkirina rast bikin. Kesên ku bi aminî piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin, wê kerema bistînin. Wê baş be wekî em van rastiyên ferz rind lêkolîn bikin, wekî bikaribin bi aminî Yehowara xizmet kin û alî kesên din bikin, ku ewana jî bêne ser riya rastiyê û Yehowara xizmet kin. w22.05 15 ¶1-2

Sêşem, 8 Cotmehê

Xwezî li we, gava . . . we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûre buxdan li we bikin (Met. 5:11).

Gerekê em guh bidin dengê Yehowa, ne ku dengê dijmina. Gava Yehowa tevî Îbo xeber da, Îbo rind guh da wî. Yehowa dîna Îbo kişande ser qewata xwe û bi saya çend mesela wîra zelal kir, ku ew her tiştî divîne. Bi alîkariya çend pirsa, Yehowa Îbora da kifşê wekî ew çiqas bona wî xem dike. Îbo bi milûktî û razîbûnê cab da: “Min ji bo te guhva bihîstibû; lê niha jî çevên min te dîtin” (Îbo 42:5). Diqewime çaxê Îbo ew gilî gotin, ew hê nav xweliyêda rûniştî bû, bedena wî pêda birînada bû. Dîsa jî, Yehowa nîşan kir ku Ew Îbo hiz dike û ji wî razî ye (Îbo 42:7, 8). Îro jî dibeke meriv me nimiz kin û ça kesên bêqîmet hesab kin. Diqewime ewana îzinê bidine xwe ku navê me û teşkîleta me reş kin. Serhatiya Îbo nîşanî me dike, ku gava em rastî tengasiya tên, Yehowa bawer e ku emê wîra amin bimînin. w22.06 24 ¶15-16

Çarşem, 9 Cotmehê

Dewata Berx pêra gihîşt (Eyan. 19:7).

Çaxê Babîlona mezin bê kutakirinê, ser ezmana wê şabûneke gelek mezin be (Eyantî 19:1-3). Lê “dewata Berx” wê şabûneke diha mezin bîne. Kitêba Eyantîda hema ew e elametiya herî ferz. Pêşiya ku şerê Harmegedonê destpêbe, 144 000 kesên bijartî wê gişk îda ser ezmana bin. Lê dewata Berx wê derbêra destpênebe (Eyantî 21:1, 2). Dewata Berx wê paşî şerê Harmegedonê û qirkirina hemû dijminên Xwedê destpêbe (Zebûr 45:3, 4, 13-17). Gelo dewata Berx çi tê hesabê? Çawa ku zewacêda jin û mêr dibin yek, Îsa Mesîh jî wê zewaca sîmbolîkda tevî 144 000, yên ku ça “bûka” wî têne hesabê, bibine yek. Hingêda, Îsa wê tevî 144 000 hempadşayên xwe 1 000 salî ser dinyayê hukum bike (Eyantî 20:6). w22.05 17 ¶11-13

Pêşem, 10 Cotmehê

Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî . . . wî li ser karê wî bivîne (Met. 24:46, ÎM).

Îsa pêşda gotibû ku rojên axiriyêda, ewê “xulamê amin û serwaxt” kifş ke, wekî ew xwarina ruhanî bide me (Metta 24:45). Rêberê me Îsa Mesîh bi saya komeke mêrên kifşkirî, wextda xwarina ruhanî dide xizmetkarên Xwedê û kesên ku guh didine mizgîniyê. Ev mêr hukumî ser baweriya tu kesî nakin (2 Korintî 1:24). Ewana qebûl dikin wekî “serwêr û fermandarê” xizmetkarên Xwedê, Îsa Mesîh ye (Îşaya 55:4, ÎM). Ji sala 1919-da, xulamê amin bi saya cûre-cûre edebyeta alî xwendekarên teze dike, ku ewana xwarina ruhanî tem bikin. Sala 1921-da, xulamê amin kitêba “Lîrê Xwedê” derxist, ya ku alî kesên ku guh didane mizgîniyê, dikir, wekî rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz pêbihesin. Wede şûnda, gelek meriva Bavê meyî ezmana bi alîkariya cûre-cûre edebyeta nas kirine. Lê tu bi saya kîjan edebyetê derheqa Xwedê pêhesiyayî? w22.07 10 ¶9-10

Înî, 11 Cotmehê

Tê . . . heta-hetayê min ber Xwe bidî sekinandinê (Zeb. 41:12).

Tu kes mîna Yehowa merd nîne. Firqî tune tu çiqas bona Yehowa dikî, ewê timê diha zêde bona te bike (Markos 10:29, 30). Îro vê dinya xirabda jî, Yehowa soz dide wekî ewê jîyîneke xweş û bextewar bide te. Lê eva tenê destpêke. Tu dikarî heta-hetayê Bavê xweyî ezmanara xizmet kî. Hizkirina te û Wî wê diha mezin be, û tuyê jîyîna herheyî qazanc kî. Bi saya sonda tesmîlbûnê û bi saya nixumandinê, tu dikarî tiştekî gelek qîmet bidî Bavê xweyî ezmana. Ewî her tiştê qenc û her tiştê ku dilê te şa dike, daye te. Tu jî dikarî tiştekî gelekî qîmet bidî Xwedayê erd û ezmana, çi ku cem wî tune ye. Dêmek aminiya te û xwestina te ku wîra xizmet bikî (Îbo 1:8; 41:11; Metelok 27:11). Gelo jîyîneke ji vê jîyînê çêtir heye? w23.03 6 ¶16-17

Şemî, 12 Cotmehê

Cahil çawa dikare rîya xwe paqij xwey ke? Gava pê xebera Te miqatîyê li xwe bike (Zeb. 119:9).

Cahiltiyêda, xwestinên sêksûalî dikarin qewî bin, û dibeke kesên din zorê li te bikin wekî tu bênamûsiyê bikî. Mîrê-cina dixwaze ku tu li gora xwestinên xwe bijîyî. Gelo çi dikare alî te bike, wekî tu aliyê nav-namûsiyêda temiz bimînî? (1 Têsalonîkî 4:3, 4) Duayên xweda dilê xwe Yehowara veke. Wîra besa hestên xwe bike, û reca bike wekî ew qewatê bide te (Metta 6:13). Yehowa bîr nake “ku em xalî ne”, û ew dixwaze alî te bike, ne ku te sûcdar ke (Zebûr 103:13, 14). Nefikire ku tu dikarî problêmên xwe bê alîkariya kesekî safî kî. Dê-bavê xwera besa problêma xwe bike. Hemikî ne hêsa ye ku tu derheqa tiştên şexsî xeber dî, lê wê baş be ku tu vê yekê bikî. Xwendina Kitêba Pîroz û fikirandina ser prînsîpên Kitêba Pîroz wê alî te bikin, ku tu safîkirinên usa bikî, yên ku Yehowa xweş tên. Tuyê bivînî ku ne lazim e wekî bona her tiştî qeyde hebe, çimkî tuyê fem bikî, wekî Yehowa derheqa hine tişta çi difikire. w22.08 5 ¶10-12

Led, 13 Cotmehê

Heger merivek bona xwexatiya xwe . . . xem nake, ewî bawerî înkar kiriye (1 Tîmt. 5:8).

Serên malbeta gelek xîret dikin ku ebûra malbeta xwe bikin. Heger tu jî serê malbetê yî, tu diqewime ber xwe diketî wekî tuyê zarên xwe çawa têr kî û perê kirê yan krêdîta malê çawa bidî. Tu diqewime ditirsî ku heger tu xebata xwe unda kî, tuyê nikaribî xwera xebateke teze bivînî. Yan jî tu diqewime difikirî ku tu nikarî hine tişta ji xwe kêm kî û bi jîyîneke sade bijîyî. Pê tirsên vî cûreyî, Mîrê-cina gelek meriva ji Yehowa dûr xistiye. Mîrê-cina dixwaze me bide bawerkirinê ku Yehowa bona me xem nake û wê alî me neke wekî em ebûra malbeta xwe bikin. Lema jî dibeke em bifikirin ku gerekê em çi ji destê me tê bikin, wekî xebata xwe unda nekin. Serda jî, tirsên usa dikarin bibine sebeb ku em zirarê bidin dostiya xwe tevî Yehowa. w22.06 15 ¶5-6

Duşem, 14 Cotmehê

Eva gumana bona jiyîna me dibe lengereke hîmgirtî û amin (Îbrn. 6:19).

Em zanin wekî Yehowa ye “Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo” (Derketin 34:6). Yehowa heqiyê hiz dike (Îşaya 61:8). Gava ew divîne ku em êşê dikişînin, ew xemgîn dibe û hazir e ku li wexta rast hemû kul û derdên me kokêva rake (Yêremya 29:11). Em gelek hîviya wê rojê ne! Belê, menîk ku çima em Yehowa haqas hiz dikin, ev e. Dîsa çima em rastiyê hiz dikin? Riya rastiyê kareke mezin dide me. Mesele, bi saya rastiya Kitêba Pîroz, hêviya me heye. Çawa ku lenger gemiyê digire, wekî av lê nebe, hêviya me jî dikare wedê tengasiya alî me bike, wekî qewî bimînin. Rêza îroyîn nîşan dike, wekî Pawlosê şandî besa hêviya jîyîna ser ezmana dikir, ya ku Mesîhiyên kifşkirî hîviyê ne. Hêviya Mesîhiyên ku hîviya jîyîna ser erdê ne jî mîna lengerê ye (Yûhenna 3:16). Belê, hêviya jîyîna herheyî ser erdê, nêta jîyînê dide me. w22.08 14-15 ¶3-5

Sêşem, 15 Cotmehê

Bira ro ser hêrsa wera neçe ava (Efes. 4:26).

Seva ku em îtbariya xwe xûşk-bira bînin, gerekê em wana hiz bikin. Yekê Korintî serê 13 besa gelek xeysetên hizkirinê dike, yên ku dikarin alî me bikin, wekî em îtbariya xwe kesên din bînin, yan jî hergê me îtbariya xwe hindava wan unda kiriye, dîsa qazanc kin (1 Korintî 13:4-8). Mesele, rêza 4 dibêje ku “hizkirin dûmikdirêj û şîrin e”. Gava em gune dikin, Yehowa dîsa hindava meda bi sebir e. Hergê xûşk-birên me dilê me bi gotin yan kirên xwe bêşînin, gelo ne lazim e wekî em jî sebir kin? Rêza 5 eşkere dike, wekî hizkirin kînê najo. Lema jî gerekê em kînê nejon û şaşiyên berê yên xûşk û bira bîra xweda xwey nekin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Zû nexeyide” (Waîz 7:9, ÎM). Gerekê em bi çevê Yehowa ser xûşk-bira binihêrin. Yehowa wana hiz dike û hesab nake ku ewana çiqas car gune dikin. Gerekê em jî çev bidine Yehowa (Zebûr 130:3). Dewsa ku em dîna xwe bidin ser şaşiyên wan, gerekê em xeyset-hunurên wane baş bivînin (Metta 7:1-5). w22.09 3-4 ¶6-7

Çarşem, 16 Cotmehê

Wê tengasîke . . . çêbe (Dan. 12:1, ÎM).

Kitêba Daniyêl pêşda gotibû ku xilaziya rojên axiriyê, çi wê pey hev biqewime. Mesele, vê rêzêda tê gotinê ku Mixayîl, dêmek Îsa Mesîh cimeta Xwedê “diparêze”. Pareke vê pêxembertiyê destpêkir bê serî, gava sala 1914-da, Îsa hate kifşkirinê ça Padşê Padşatiya ezmanî. Daniyêlra usa jî hatibû gotinê, wekî Îsa Mesîh wê “rabe” wedê “tengasîke ji roja ku . . . heta îro nehatiye dîtin”. Ev “tengasî”, ‘tengasiya mezin’ e, ya ku Metta 24:21-da tê gotinê. Xilaziya vê tengasiyê, dêmek wedê Harmegedonê, Îsa Mesîh wê rabe ku xizmetkarên Xwedê biparêze. Kitêba Eyantî wana nav dike ça “elaleteke mezin”, ya ku ji “tengasiya mezin” hatiye (Eyantî 7:9, 14). w22.09 21 ¶4-5

Pêşem, 17 Cotmehê

Kê li ber min gune kirîye, ezê wî ji kitêba xwe resît kim (Derk. 32:33).

Hergê navê kesekî vê kitêbêda nivîsî be jî, Yehowa dikare vî navî temiz ke, çimkî ew nav ça bêjî pê qelemê nivîsî ye, ne ku pê hubirê (Eyantî 3:5). Heta ku navê me ser heta-hetayê pê hubirê bê nivîsandinê, em gerekê aliyê xweda her tiştî bikin, wekî navê me vê kitêbêda bimîne. Komek navê kîjana vê kitêbêda hatine nivîsarê, ew hene kesên ku hatine bijartinê, wekî tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Li gora giliyên Pawlosê şandî ku ewî “heval-xebatên” xwera ji Fîlîpyayê gotibû, navên kesên bi ruh kifşkirî, yên ku wê tevî Îsa serwêrtiyê bikin, niha kitêba jîyînêda nivîsî ne (Fîlîpî 4:3). Lê seva ku navên wan vê kitêba sîmbolîkda bimîne, ewana gerekê amin bimînin. Paşê, gava ewana mora xwe ya xilaziyê bistînin, yan pêşiya mirina xwe yan jî pêşiya destpêka tengasiya mezin, navên wan wê ser heta-hetayê vê kitêbêda bêne nivîsandinê (Eyantî 7:3). w22.09 14 ¶3; 15 ¶5-6

Înî, 18 Cotmehê

Xwezî li wan, yên ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin (Lûqa 11:28).

Qe cem te usa qewimiye? Besa xeberê, kesekî tera xwarineke temxweş çêkiriye. Lê ji bo vê yekê ku tu lez dikevî wekî cîkîda herî, yan jî hişê te ser tiştekî din e, tu xwarinê zû-zû dadiqurtînî. Paşî xwarinê tu fem dikî, wekî te çiqas zû xwar û dibêjî: “Xwezil min hêdî-hêdî bixwara û tema xwarinê hê rind têderxista”. Xwendina Kitêba Pîroz jî dikare usa be. Gelo te Kitêba Pîroz qe usa zû xwendiye ku te rind fem nekiriye, wekî ew dixwaze tera çi bêje? Lema jî Kitêba Pîroz hêdî-hêdî bixûne. Serhatiya bide ber çevê xwe, denga bibihê, û ser tiştên ku tu dixûnî, kûr bifikire. Ev yek wê bextewariya te zêde ke. Îsa “xulamê amin û serwaxt” kifş kiriye, wekî wededa xwarina ruhanî bide me, lema jî em ruhanîda tu car birçî namînin (Metta 24:45). Ser hîmê Xebera Xwedê, xulamê amin têr-tije xwarina ruhanî hazir dike (1 Têsalonîkî 2:13). w22.10 7-8 ¶6-8

Şemî, 19 Cotmehê

Em ji qerfê xwerazîya . . . têr bûne (Zeb. 123:4).

Kitêba Pîroz pêşda gotibû, ku rojên axiriyêda merivên usa wê gelek bin (2 Petrûs 3:3, 4). Ewana xulamên “xwestinên dilê xweye nepak” in (Cihûda 7, 17, 18). Gelo em ça dikarin xwe biparêzin, wekî nebin kesên qerfkar? Bona vê yekê, gerekê em xwe ji van meriva dûr bigirin, yên ku hertim buxdana davêjine kesên din (Zebûr 1:1). Mesele, em gerekê guh nedin rabera û kitêb û nemên wan nexûnin. Hergê em haş ji xwe tune bin, em hêsa dikarin ser kesên din bikine kute-kut û îtbariya xwe hindava Yehowa û rêberiya teşkîleta wî, unda kin. Seva ku em nekevine vê derecê, were em ji xwe bipirsin: “Gava ez elametî yan rêberîke teze distînim, gelo ez dikime kute-kut? Gelo ez birên cabdarda şaşiya digerim”? Wê baş be wekî em zû ser xwe bixebitin û ji xeyset-hunurên usa xwe dûr bigirin, wekî Yehowa ji me razî be (Metelok 3:34, 35). w22.10 20 ¶9-10

Led, 20 Cotmehê

Wê mala Îsraêlê nexwaze ku te guhdarî bike (Hezql. 3:7).

Ruhê Xwedê qewat dida Hezeqêl, wekî ew şixulê xwe bîne sêrî û dîwana Xwedê merivên serhişkra elam ke. Yehowa Hezeqêlra got: “Min rûyê te mîna rûyê wan û eniya te jî mîna eniya wan hişk kiriye. Min eniya te kiriye mîna almasekê, ji kevirê heste hişktir. Ji wan netirse û ji rûyê wan ziravqetî nebe, çimkî ew cimeteke raber e” (Hezeqêl 3:8, 9, DT). Dêmek, Yehowa Hezeqêlra usa digot: “Seva serhişkiya meriva eciz nebe. Ezê te qewî kim”. Paşî vê yekê, ruhê Xwedêyî pîroz rêberiya Hezeqêl dikir. Hezeqêl usa nivîsî: “Destê Xudan li ser minva xwurt [qewî] bû”. Jêra heftêk lazim bû, wekî xebera ku gerekê ew bigihîne meriva hîn be û rind fem bike (Hezeqêl 3:14, 15). Paşê, Yehowa ew bire deştekê ku wêderê “ruh kete hundurê [wî]” (Hezeqêl 3:23, 24). Hezeqêl îda hazir bû, wekî xizmetiya xwe destpêke. w22.11 4-5 ¶8-9

Duşem, 21 Cotmehê

Ya Xudan, heta kengê ezê li te bikim hewar û tê min nebihîzî? . . . Tu çima li ber haqas neheqiyê xemsar î? (Hebq. 1:2, 3, ÎM)

Hebaqûq pêxember rastî gelek telî-tengiya dihat. Carekê, ça tê kifşê ew hinekî kete şikê hela Yehowa bi rastî bona wî xem dike yan na. Yehowa guh da duayê xizmetkarê xweyî amin (Hebaqûq 2:2, 3). Paşî ku Hebaqûq anî bîra xwe, wekî Yehowa xizmetkarên xwe çawa xilaz dike, dilê Hebaqûq dîsa bi şabûnê tije bû. Giliyên wî nîşan dikin, ku ewî bawer dikir, wekî Yehowa bona wî xem dike û wê alî wî bike ku ew ber her tengasiyê sebir ke (Hebaqûq 3:17-19). Ew çi ders e bona me? Gava tu rastî çetinaya têyî, Yehowara dua bike. Dilê xwe wîra veke û xwe bispêre wî. Bawer be, ku Yehowa wê qewatê bide te, wekî tu bikaribî sebir kî. Gava tu destê wî jîyîna xweda bivînî, tuyê hê zêde baweriya xwe wî bînî. Hergê tu xwe tiştên ruhanî bigirî, tuyê nehêlî wekî tu zirar û dudilî te dûrî Yehowa xe (1 Tîmotêyo 6:6-8). w22.11 15 ¶6-7

Sêşem, 22 Cotmehê

Ez tera rast îro dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî (Lûqa 23:43, DT).

Îsa û du kesên sûcdarkirî, yên ku kêleka wî dardakirî bûn, hêdî-hêdî dest ji jîyîna xwe berdidan (Lûqa 23:32, 33). Van her du mêra qerfên xwe Îsa dikirin (Metta 27:44; Markos 15:32). Lê paşê, yekî ji wan fikira xwe guhast. Ewî got: “Îsa, min bîr bînî, gava bi Padşatiya xweva bêyî”. Îsa bi giliyên ji rêza rojê caba wî da. Ev giliyên Îsa dikarin alî me bikin ku bidine ber çevê xwe jîyîna Cinetêda wê çawa be. Hine tişt derheqa Cinetê em dikarin ji serwêrtiya Silêman Padşa pêbihesin, wedê kîjanî ku edilayî hebû. Usa jî ev yek ku Îsa ji Silêman mezintir e, me dide bawer kirinê, wekî ewê tevî hempadşên xwe keremên mezin ser însanetêda bibarîne (Metta 12:42). Lema jî, lazim e ku ‘pezên din’ bizanibin gerekê çi bikin, wekî bikaribin heta-hetayê Cinetêda bijîn (Yûhenna 10:16). w22.12 8 ¶1; 9 ¶4

Çarşem, 23 Cotmehê

Wê Xudan li ser hewara te keremê nîşanî te bide (Îşa. 30:19, ÎM).

Îşaya dil dide me, ku Yehowa wê guh bide hewar-gaziya me û bê hewara me. Usa jî, ewî gotibû: “Çaxê bihîst, wê bersiva [caba] te bide”. Belê, Bavê meyî ezmanî bi dil û can hazir e ku bê hewara me. Gelo ev yek alî me nake, ku em bi şabûnê sebir kin? Yehowa guh dide duayên her yekî ji me. Gelo em vê yekê ji ku zanin? Para pêşinda ya serê 30 ji kitêba Îşaya, Yehowa tevî hemû xizmetkarên xwe xeber dide, lema xebera “we” tê xebitandinê. Lê rêza 19-da, xebera “te” tê xebitandinê hindava merivekîda. Îşaya usa nivîsîbû: “Tê negirî. Hilbet wê Xudan . . . keremê nîşanî te bide. . . . Wê bersiva [caba] te bide”. Yehowa Bavekî dilovan e, lema jî ew bona her yekî ji me başqe xem dike û guh dide duayên me (Zebûr 116:1; Îşaya 57:15). w22.11 9 ¶5-6

Pêşem, 24 Cotmehê

Mîna mera serwaxt bin û mîna kevotka dilsax (Met. 10:16).

Gava em himberî miqabilîbûnê mizgîniyê bela dikin û meriva hîn dikin, dilê me rihet e û em şa dibin. Qirna yekêda, gava şandiyara hate qedexekirinê wekî mizgîniyê bela kin, wana safî kir ku berî pêşin guh bidin Xwedê. Wana belakirina mizgîniyê neda sekinandinê, û ji vê yekê şabûneke mezin distandin (Karên Şandiya 5:27-29, 41, 42). Hemikî, hergê şixulê me bê qedexekirinê, gerekê em wedê belakirina mizgîniyê fesal bin. Lê hergê em çi ji destê me tê bikin, ku xebera xêrê bela kin, Yehowa wê ji me razî be û dilê me wê rihet be. Bawer be ku wedê herî giranda jî, em dikarin dilrihet bin. Wextên usada, gerekê em bîr nekin wekî em hewcê edilaya Xwedê ne, edilayî û dilrihetiya ku tenê Yehowa dikare bide me. Lema jî çaxê nexweşî bela dibin, teşqelên tebiyetê diqewimin yan jî zêrandin destpêdibin, xwe bispêre Yehowa, û li gora rêberiya teşkîleta wî bimeşe. Bîne ber çevê xwe ku rojên xweş hîviya te ne. Kitêba Pîroz usa soz dide: “Xwedêyê edilayiyê wê tevî we be” (Fîlîpî 4:9). w22.12 21 ¶17-18

Înî, 25 Cotmehê

Merivê nû li ser xwe wergirin (Efes. 4:24).

Ji bo vê yekê, xîret lazim e. Mesele, em gerekê xîret bikin ku hunurên usa ça kîn, nefret û hêrs ji xeysetê xwe derxin (Efesî 4:31, 32). Lê çira ew cara dikare nehêsa be? Çimkî hunurên xirab diqewime gelek kûr nav meda rûniştibin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “sitqê dilê mêriv ji zarotîyêda xirab e” (Destpêbûn 8:21). Lazim e ku meriv paşî nixumandinê jî berdewam ke xeyset-hunurên xwe kontrol ke, yên ku nav wîda kûr rûniştine (Romayî 7:21-23). Yehowara dua bike û wîra bêje ku tu himberî kîjan xeysetê xirab şer dikî. Bawer bike wekî ewê guh bide te û alî te bike (1 Yûhenna 5:14, 15). Rast e, Yehowa xeysetê xirab wê bi keremetî ji te dûr nexe, lê ew dikare qewatê bide te, wekî tu serkevî (1 Petrûs 5:10). Hemikî lazim e, wekî tu li gora duayên xwe her tiştî bikî û xeysetên merivê kevin ji xwe dûr xî. Usa jî, îzinê nede wekî xwestinên xirab dilê teda mezin bin (Fîlîpî 4:8; Kolosî 3:2). w23.01 10 ¶7, 9-10

Şemî, 26 Cotmehê

Ewê ku Xwedê hiz dike, ew gerekê birê xwe jî hiz bike (1 Yûhn. 4:21).

Gava em mizgîniya xêrê bi dil û can bela dikin, em hizkirina xwe nîşan dikin. Em mizgîniyê hemûyara bela dikin. Firqî tune meriv ji çi miletî ne, ser çi zimanî xeber didin, kesîb, dewletî, xwendî yan nexwendî ne, ber çevê me gişk yek in. Lema jî em li gora qirara Yehowa hereket dikin, yê ku “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:4). Kesê ku hizkirina xwe xûşk-birara nîşan dike, îzbat dike, ku ew Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh hiz dike. Em bi dil û can dikevine heyra xûşk-bira, û gava ewana tengasiya dikişînin, em kêleka wan in û alî wan dikin. Gava merivê wanî hizkirî dimire, em diçin serxweşiya wan û dilbîniyê didine wan. Gava ewana nexweş dikevin, em diçin teseliya wan dikin. Û gava ewana dilteng in, çi ji destê me tê em dikin, wekî ber dilê wanda bên (2 Korintî 1:3-7; 1 Têsalonîkî 5:11, 14). Em timê bona wan dua dikin, çimkî em zanin ku “duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike” (Aqûb 5:16). w23.01 28-29 ¶7-8

Led, 27 Cotmehê

Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin (1 Têsln. 5:11).

Kesên ku şixulê avakirinêda dixebitin, wede şûnda dibine hoste, em jî mîna wan dikarin aliyê avakirina hevduda bibine hoste. Seva ku qewata xûşk-birên me zêde be, wekî ewana bikaribin ber tengasiya sebir kin, em dikarin wanra besa serhatiyên kesên amin bikin (Îbranî 11:32-35; 12:1). Seva ku em edilayê xwey kin, em gerekê besa hunurên baş yên xûşk-bira bikin. Çaxê problêm pêşda tên, em gerekê edilayê xwey kin û li hev bên (Efesî 4:3). Usa jî, em dikarin baweriya xûşk-bira qewî kin, ku dîna wan bidin ser gotinên Kitêba Pîroz, alîkariyê bidine wan û usa jî wan xûşk-bira bişidînin, yên ku ruhanîda sist bûne. Avakirina xûşk-bira me dilxweş dike. Her avayî zû yan dereng hildişê, lê avakirina xûşk-bira dikare heta-hetayê bimîne! w22.08 22 ¶6; 25 ¶17-18

Duşem, 28 Cotmehê

Xudan e yê serwaxtîyê dide, zanistî, bîlantî jî ji devê Wî dertên (Metlk. 2:6).

Îsa got ku bona femkirina Xebera Xwedê femkarî mera lazim e (Metta 24:15). Gelo femkarî çi ye? Bi saya femkariyê, em dikarin têderxin ku du fikir çawa hevva girêdayî ne û çawa ji hev cude ne û fikirên ku ne zelal têne kifşê, fem bikin. Usa jî, Îsa nîşan kir ku femkarî lazim e, wekî em fem bikin ku sozên Kitêba Pîroz çawa têne sêrî. Belê, bi saya vî hunurê ferz, em dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz kara herî mezin bistînin. Yehowa femkariyê dide xizmetkarên xwe. Lema jî wîra dua bike û alîkariya wî bixwaze, wekî tu vî hunurê ferz nav xweda pêşda bînî. Gelo tu çawa dikarî li gora duayên xwe hereket bikî? Ser tiştên ku tu dixûnî kûr bifikire û dîna xwe bidê, ku ew çawa van tiştava girêdayî ye, kîjan ku tu zanî. Lêkolîna bike ku meniya gotinên Kitêba Pîroz diha rind fem bikî û emirê xweda bînî sêrî (Îbranî 5:14). Hergê tu Kitêba Pîroz bi femkariyê bixûnî, çiqas here tuyê Kitêba Pîroz hê zêde fem bikî. w23.02 10 ¶7-8

Sêşem, 29 Cotmehê

Em bi wî dijîn, dimeşin û hene (Kar. Şand. 17:28).

Bide ber çevê xwe ku hevalê te şikilekî kevin pêşkêşî te dike. Lê ew şikil hinekî xirab bûye û hine tiştên biçûk gerekê bêne çêkirinê. Lê dîsa jî, qîmeta vê şikilê digihîje mîlyona dolara. Hilbet tu qîmeta wî şikilî zanî û dixwazî wî biparêzî. Yehowa Xwedê jî pêşkêşeke gelek qîmet daye me. Ev pêşkêş emirê me ye. Belê, gava Yehowa emirê Kurê xwe ça qurban berva da, Ewî nîşan kir ku ew jîyîna me gelek qîmet dike (Yûhenna 3:16). Yehowa Xwedê Kaniya jîyînê ye (Zebûr 36:9). Pawlosê şandî jî baweriya xwe vê yekê dianî. Ewî usa got: “Em bi wî dijîn, dimeşin û hene” (Karên Şandiya 17:25, 28). Lema jî em dikarin bêjin, ku emirê me dayîna Xwedê ye. Ew me hiz dike û her tiştê ku bona jîyînê lazim e, dide me (Karên Şandiya 14:15-17). Lê Yehowa seva ku emirê me xwey ke, keremeta nake. Dewsê ew dixwaze wekî em guh bidine sihet-qewata xwe, ku bikaribin berdewam kin jêra xizmet kin (2 Korintî 7:1). w23.02 20 ¶1-2

Çarşem, 30 Cotmehê

Hemû gotinên ku tera gotime, bona xwe pirtûkekêda binivîse! (Yêrem. 30:2)

Em bona Kitêba Pîroz ji Yehowa Xwedê gelek razî ne! Bi saya Xebera xwe, Yehowa şîretên baş dide me. Bi alîkariya van şîreta, em dikarin problêmên xwe safî kin. Usa jî, Xwedê hêvîke gelek xweş daye me. Ya herî ferz jî ev e ku Yehowa bi saya Kitêba Pîroz, gelek hunurên xwe mera eşkere kirine. Gava em derheqa hunurên wî difikirin, ew yek dilê me digire û em ji dil dixwazin bibin dostên wîyî nêzîk (Zebûr 25:14). Yehowa dixwaze wekî her kes wî nas bike. Demên berêda, ewî bi saya xewn, xeyala û meleka, xebera xwe digîhande meriva (Jimar 12:6; Karên Şandiya 10:3, 4). Lê hergê ev xewn-xeyal, yan gotinên meleka nehatana nivîsandinê, gelo meyê ew çawa bixwenda? Lema jî tiştên ku Yehowa dixwest, wekî em bizanibin, ewî bi saya pêxembera “pirtûkekêda” da nivîsandinê. Ji ber ku “rîya Xwedê kamil e”, em dikarin bawer bin, wekî ev mêtoda xeberdana wî tevî meriva, ya herî baş e (Zebûr 18:30). w23.02 2 ¶1-2

Pêşem, 31 Cotmehê

Xwezî li dayiya, ne ku li standiya (Kar. Şand. 20:35).

Xwera nêtên hêja dayne. Xwera nêtên usa bijbêre, yên ku wê baweriya te diha qewî bikin û alî te bikin ku tu bibî Mesîhiyê gihîştî (Efesî 3:16). Mesele, xwera nêtê dayne ku Kitêba Pîroz diha zêde bixûnî û lêkolîn bikî (Zebûr 1:2, 3). Yan jî, tu dikarî xwera bikî xeyset ku diha zêde dua bikî û duayên te ji dil bin. Dibeke lazim e wekî tu ser xwe bixebitî, ku wedederbazkirinên baş bijbêrî û wedê xwe rast xerc kî (Efesî 5:15, 16). Çiqas ku tu alî kesên din bikî, haqas tuyê ruhanîda pêşda herî. Mesele, tu dikarî xwera nêtê daynî ku alî xûşk-birên emirda mezin yan jî yên nexweş, bikî. Diqewime tu dikarî hine şixulên herrojîda alî wan bikî, yan jî nîşanî wan bikî ku çawa hacetên elektronîk bidine xebatê. Usa jî, gava tu merivara besa mizgîniya Padşatiyê dikî, tu nîşan dikî wekî tu wana hiz dikî (Metta 9:36, 37). Hergê mecala te hebe, xwera nêtê dayne wekî bibî xizmetkarê hertim. w22.08 6 ¶16-17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin