KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 108-118
  • Mijdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mijdar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Înî, 1 Mijdarê
  • Şemî, 2 Mijdarê
  • Led, 3 Mijdarê
  • Duşem, 4 Mijdarê
  • Sêşem, 5 Mijdarê
  • Çarşem, 6 Mijdarê
  • Pêşem, 7 Mijdarê
  • Înî, 8 Mijdarê
  • Şemî, 9 Mijdarê
  • Led, 10 Mijdarê
  • Duşem, 11 Mijdarê
  • Sêşem, 12 Mijdarê
  • Çarşem, 13 Mijdarê
  • Pêşem, 14 Mijdarê
  • Înî, 15 Mijdarê
  • Şemî, 16 Mijdarê
  • Led, 17 Mijdarê
  • Duşem, 18 Mijdarê
  • Sêşem, 19 Mijdarê
  • Çarşem, 20 Mijdarê
  • Pêşem, 21 Mijdarê
  • Înî, 22 Mijdarê
  • Şemî, 23 Mijdarê
  • Led, 24 Mijdarê
  • Duşem, 25 Mijdarê
  • Sêşem, 26 Mijdarê
  • Çarşem, 27 Mijdarê
  • Pêşem, 28 Mijdarê
  • Înî, 29 Mijdarê
  • Şemî, 30 Mijdarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 108-118

Mijdar

Înî, 1 Mijdarê

Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştên ku kêrî guhdara tên û karê didine wan (Efes. 4:29).

Mesîhî gerekê çêra nekin û giliyên xirab nedine xebatê. Lê dîsa hine cûrê xeberdanê hene, ji kîjana ku em gerekê xwe dûr bigirin. Mesele, gerekê em fesal bin wekî qerfê xwe milet, berek yan jî kûltûra kesên din nekin. Usa jî, em naxwazin bi gotinên xwe dilê meriva bêşînin. Bi giliyên xwe meriva hêlan ke û qewî ke. Dewsa ku gilî-gazina bikî û meriva sûcdar kî, payê wan bide. Bona Îsraêliya gelek menî hebûn ku şêkirdar bin, lê wana hertim dikire kute-kut. Heger em berdewam kin gazinên xwe bikin, ev yek dikare ser kesên din jî hukum ke. Bîne bîra xwe ku xebera xirab ya 10 cesûsa çawa bû sebeb ku hemû Îsraêlî destpêkirin ser Mûsa bikine kute-kut (Jimar 13:31–14:4). Lê gava em payê meriva didin, her kes karê distîne. Lema jî mecala bigere, wekî ji dil payê meriva bidî. w22.04 8 ¶16-17

Şemî, 2 Mijdarê

Ji bûyinêva ez hatime spartin li te, hê ji malzarokêva, Xwedayê min tu yî (Zeb. 22:10, ÎM).

Bi hezara sala, Yehowa alî gelek zara û cahila kiriye ku ew bibine dostên wî. Bi alîkariya Yehowa zarên we jî dikarin bibine dostên wî (1 Korintî 3:6, 7). Lê heger zarên we îro bi dil û can Yehowara xizmet nakin jî, bawer bin ku çevê Yehowa wê riya wan be (Zebûr 11:4). Heger ewana bi gaveke biçûk nîşan kin, wekî ‘dilê wan bona jîyîna herheyî hazir e’, Yehowa wê destê wan bigire (Karên Şandiya 13:48; 2 Dîrok 16:9). Ew dikare alî we bike ku hûn wedê rastda, dêmek gava zarên we hewce bin, tiştê rast bêjine wan (Metelok 15:23). Yan jî, Yehowa dikare ser dilê xûşk yan birakî hukum ke, wekî ew dîna xwe bide zarên we û alî wan bike. Gava zarên we îda mezin bin jî, Yehowa dikare tiştekî usa bîne bîra wan, çi ku biçûktayêda we ewana hîn kiribû (Yûhenna 14:26). Heger hûn zarên xwe pê gotin û kirên xwe berdewam kin hîn kin, Yehowa wê we xelat ke. w22.04 21 ¶18

Led, 3 Mijdarê

Wî ziyayî hêrsa xwe . . . rakir (Eyan. 12:17).

Mîrê-cina nikaribû biçûya ser ezmana, lema ew hêrsa xwe ser Mesîhiyên bijartîda dirijîne, yên ku ser erdê mane. Ewana wekîlên Padşatiya Xwedê ne, û “şedetiya bona Îsa didin” (2 Korintî 5:20; Efesî 6:19, 20). Sala 1918-da, buxdan avîtine ser heyşt birên cabdar, wana kirine kelê û gelek sal dane wan. Usa dihate kifşê ku tê bêjî şixulê wan birên bijartî hatibû “kuştinê”, dêmek sekinandinê (Eyan. 11:3, 7-11). Lê destpêka sala 1919, salek paşî ku birên me ketibûne kelê, ewana nişkêva hatine azakirinê û paşê sûcê wan dîwanêda hate betalkirinê. Birên me derbêra vegeriyan ser şixulê Padşatiyê. Ji wê demêva, Mîrê-cina berdewam dike hicûmî hemû xizmetkarên Xwedê dike, û ewî bi sîmbolîk ‘çemekî’ zêrandinê li ser wan berdaye (Eyantî 12:15). Lema mera bi rastî jî sebir û bawerî lazim e (Eyantî 13:10). w22.05 5-6 ¶14-16

Duşem, 4 Mijdarê

Reqema yên ku hatibûne morkirinê min bihîst . . . sed çil çar hezar hatibûne morkirinê (Eyan. 7:4).

Xewn-xeyalekêda, Yûhennayê şandî du koma divîne, yên ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin û jîyîna herheyî distînin. Koma pêşin ji 144 000 meriva ye. Ewana ser erdê têne bijartinê, wekî tevî Îsa Mesîh ser ezmên padşatiyê bikin (Eyantî 5:9, 10; 14:3, 4). Xewn-xeyalêda, ewana tevî Îsa Mesîh ser ezmana “li ser çiyayê Siyonê” sekinî ne (Eyantî 14:1). Nava qirnada, bi hezara meriv têne bijartinê, wekî bibine para koma ji 144 000 bijartiya (Lûqa 12:32; Romayî 8:17). Lê Yûhennara hatibû gotinê wekî rojên paşinda, kesên ku ji vê komê ser erdê mane wê hindik bin (Eyan. 12:17). Ewana wedê tengasiya mezin wê ji erdê bêne hildanê, û ser ezmana koma ji 144 000 wê îda temam be. Ewana wê li ezmana tevî wan yên ku berê ji mirinê hatibûn rakirinê û tevî Îsa, padşatiyê bikin (Metta 24:31; Eyantî 5:9, 10). w22.05 16 ¶4-5

Sêşem, 5 Mijdarê

Xwazî te guh bida qanûnên min! (Îşa. 48:18, DT)

Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku ewana nihêrandina rast ser xwe xwey kin. Ewî wanra usa got: “Her têlekî porên serê we jimartî ne” (Metta 10:30). Ev rêz nîşan dike ku Bavê meyî ezmana bona me xem dike û me qîmet dike. Ev yek alî me dike, wekî em hindava xweda nihêrandina rast xwey kin, îlahî heger em xweda bawer nînin û xwe bêkêr hesab dikin. Yehowa îzinê dide ku em wîra xizmet kin û dixwaze jîyîna heta-hetayê bide me, em gerekê tu car vê yekêda dudilî nebin. Weke 15 sal pêşda, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Gerekê em derheqa xwe zêde nefikirin û xwe qure nekin. Ji aliyê dinva jî, em gerekê nefikirin ku em bêkêr in. Lazim e ku em derheqa xwe rast bifikirin û him qewata xwe him jî kêmasiyên xwe bizanibin”. w22.05 24-25 ¶14-16

Çarşem, 6 Mijdarê

Bona wan hîvî dikim . . . wekî hemû jî bibine yek (Yûhn. 17:20, 21).

Gava em xîret dikin, wekî edilayê pêşda bînin, em aliyê xweda alîkariyê didin vê yektiyê (Metta 5:9; Romayî 12:18). Her car çaxê em gava pêşin davêjin, wekî edilayê tevî xûşk-bira pêşda bînin, em cineta ruhanî dixemilînin. Em gerekê bîr nekin, wekî her kesê ku cineta ruhanîda ye, raste-rast ji aliyê Yehowava hatiye kişandinê nava hebandina rast (Yûhenna 6:44). Hela bifikire: Hergê Yehowa hemû xizmetkarên xwe haqas qîmet dike, gelo ne lazim e, wekî em edilayî û yektiyê nav xweda pêşda bînin û bi vî cûreyî dilê Yehowa şa kin? (Îşaya 26:3; Hagay 2:7) Yehowa gelek kerema ser xizmetkarên xweda dibarîne. Gelo em çawa dikarin ji van kerema bi temamî karê bistînin? Çi ku em ji Xebera Xwedê hîn dibin, em gerekê kûr ser vê yekê bifikirin. Lêkolîn û fikirandina kûr wê alî me bike, ku em hunurên Îsa nav xweda pêşda bînin û “hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin” (Romayî 12:10). w22.11 12-13 ¶16-18

Pêşem, 7 Mijdarê

Ezê li fesadiyên [neheqiyên] wan biborînim û îda ezê sûcên wan ne bîra xweda bînim (Yêrem. 31:34).

Gava em qebûl dikin ku Yehowa baxşandiye me, edilayî dikeve dilê me û îsafa me îda me sûcdar nake. Em tenê wî çaxî xwe usa texmîn dikin, gava baxşandina ji Yehowa distînin (Karên Şandiya 3:19). Çaxê Yehowa dibaxşîne me, ew hindava meda usa ye, ça bêjî me qe ber wî gune nekiribû û ew îzinê dide wekî em dîsa bibine dostên wî. Çaxê Yehowa dibaxşîne me, ew vî guneyî îda tu car nade rûyê me û me ceza nake (Îşaya 43:25). “Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e”, Yehowa gunên me ji me haqas dûr dixe (Zebûr 103:12). Gava em tînin ber çevê xwe ku Yehowa çiqas afûkar e, dilê me bi razîbûnê tije dibe, usa nîne! (Zebûr 130:4) Lê Yehowa hazir e ku bibaxşîne kê? Yehowa hazir e ne tenê gunên biçûk, lê gunên mezin jî bibaxşîne. Yehowa Efirandar, Qanûndar û Hakimê me ye, ew rind zane hela kê hêjayî baxşandinê ye. w22.06 5 ¶12-14

Înî, 8 Mijdarê

Ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin (Îbrn. 11:6).

Yehowa hêvîke xweş daye kesên ku wî hiz dikin. Zûtirekê ewê nexweşî, şîn û mirinê bi temamî bide hildanê (Eyantî 21:3, 4). Ewê alî kesên milûk bike wekî ewana dinê bikine cinet (Zebûr 37:9-11). Usa jî, Xwedê wê rê veke wekî em hê nêzîkî wî bin. Hêvîke çiqas xweş e! Gelo em çima îtbariya xwe van sozên Xwedê tînin? Çimkî em zanin ku Yehowa timê xweyê sozên xwe ye. Lema jî em Yehowada “guman” in (Zebûr 27:14). Em vê yekê nîşan dikin, çaxê bi sebir û şabûnê hîviyê ne, heta ku Yehowa nêta xwe bîne sêrî (Îşaya 55:10, 11). Were em timê Yehowara amin bimînin û bawer bin, ku “wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin”. w22.06 20 ¶1; 25 ¶18

Şemî, 9 Mijdarê

Berî xwestina we, Bavê we zane çi wera lazim e (Met. 6:8).

Em dikarin bawer bin ku serê malbetê, dêmek Yehowa, wê li gora prînsîpa ku ewî 1 Tîmotêyo 5:8-da daye nivîsarê, bona me xem bike. Yehowa him me him jî malbeta me hiz dike, lema jî em dikarin bawer bin ku Ewê bona hewcên me xem bike (Metta 6:31-33). Yehowa bi rastî jî yekî gelek destvekirî ye! Çaxê ewî erd çêdikir, ewî ne tenê tiştên usa çêkir, yên ku bona jîyînê lazim in, lê gelek tiştên din jî, ji kîjana em lezetê distînin (Destpêbûn 2:9). Heger tiştên ku destê meda hene carna kêm bin jî, wê baş be ku em dîna xwe bidinê, wekî Yehowa me dîsa jî birçî nahêle (Metta 6:11). Gerekê em bîr nekin wekî tiştên ku em îro qurban dikin, qe beramberî wan kerema nabin, yên ku Yehowa ça îro dide me usa jî axiriyêda wê bide. Serda jî, ewê jîyîna heta-hetayê bide me (Îşaya 65:21, 22). w22.06 15 ¶7-8

Led, 10 Mijdarê

Xwarina giran bona merivên gihîştî ye (Îbrn. 5:14).

Xêncî kesên ku rastiyê teze hîn dibin, em jî hewcê xwarina ruhanî ne, wekî Kitêba Pîroz û Yehowa rind nas bikin. Pawlosê şandî zelal kiribû, ku xwarina usa alî me dike wekî em “qencî û xirabiyê ji hev” derxin. Îro dinyayêda normên nav-namûsiyê gelek ketine, lema jî carna hêsa nîne ku em guh bidin qanûnên Yehowa. Lê bi saya xwarina ruhanîye temxweş, Îsa qewatê dide me, wekî em serkevin. Çevkaniya vê xwarinê, Xebera Xwedê ye. Mîna Îsa em jî navê Xwedê rûmet dikin (Yûhenna 17:6, 26). Mesele, ji sala 1931, em xwe ça “Şedên Yehowa” nav dikin. Bi saya vî navî, ku me ji Kitêba Pîroz standiye, em nîşan dikin wekî em çiqas nêzîkî Bavê xweyî ezmana ne (Îşaya 43:10-12). Xêncî vê yekê me navê Xwedê “Welgerandina Dinya Tezeda” hemû ciyên wêda daye xebatê. w22.07 11 ¶11-12

Duşem, 11 Mijdarê

Xebera Te çira gavên min e û ronaya şiverîyên min e (Zeb. 119:105).

Mizgîniya Padşatiya Xwedê jî pareke rastiyê ye. Îsa Mesîh rastiya derheqa Padşatiyê beramberî xizneke veşartî kir. Li gora Metta 13:44, Îsa usa got: “Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Erdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hemû hebûka xwe difiroşe û wî erdî dikire”. Ev mêr vê xiznê nedigeriya, lê gava dît, ewî mal-halê xwe firot ku vê xiznê qazanc ke. Gelo çira? Ewî zanibû ku ev xizne ji hemû tiştên ku cem wî hebûn, qîmettir e. Çimkî çi ku dinya pêşkêşî me dike, nikare şabûneke usa bide me, ça xizmetiya Yehowara dide me. Him jî, hêviya me heye ku emê heta-hetayê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda bijîn. Usa jî, dostiya me tevî Yehowa, hêjayî her qurbankirina ye, lema jî em bi dil û can xîret dikin, wekî “her aliyava li wî xweş bên” (Kolosî 1:10). w22.08 15 ¶8-9; 17 ¶12

Sêşem, 12 Mijdarê

Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim? (Destp. 39:9)

Gelo Ûsiv ji ku zanibû wekî bênamûsî ber çevê Xwedê gunekî giran e? Qanûna Mûsa, kîderê ku dihate gotinê “Zinîyê nekî”, weke 200 sal şûnda Îsraêliyara hate dayînê (Derketin 20:14). Rast e ev qanûn hê nehatibû dayînê, dîsa jî Ûsiv rind fem dikir ku Yehowa ser zinîyê, dêmek ser bênamûsiyê çawa dinihêre. Mesele, Ûsiv bêşik zanibû ku Yehowa zewac bi jinekê û mêrekî saz kiribû. Diqewime ewî bihîstibû, wekî Yehowa namûsa Sarayê çawa du cara parastibû (Destpêbûn 2:24; 12:14-20; 20:2-7). Gava Ûsiv ser van tişta difikirî, ewî têderdixist, wekî ber çevê Xwedê çi rast e û çi na. Ûsiv Xwedê hiz dikir, lema jî ewî dixwest li gora prînsîpên Yehowa bijîta. w22.08 26 ¶1-2

Çarşem, 13 Mijdarê

Gelek kesên nav toza erdêda wê hişyar bin. Wê hinek bigihîjin jîyana herheyî (Dan. 12:2, ÎM).

Berê em difikirîn ku ev rêz besa saxkirina sîmbolîk dike, dêmek rabûna ruhanî ya xizmetkarên Xwedê rojên axiriyêda. Lê niha em fem dikin ku ev rêz besa rabûna miriya dike, ya ku wê dinya tezeda destpêbe. Em çira usa difikirin? Çawa Îbo 17:16-da tê gotinê, xebera “ax” tê hesabê “warê miriya”, dêmek mezel. Lema jî em fem dikin ku Daniyêl 12:2 besa rabûna miriya dike, ya ku wê paşî xilazbûna rojên axiriyê, dêmek paşî şerê Harmegedonê destpêbe. Usa jî, Daniyêl 12:2, dibêje ku hine kes wê rabin bona “jîyîna herheyî, ÎM”. Ev tê hesabê wekî merivên ku wedê serwêrtiya 1 000 salî ji mirinê bêne rakirinê, Yehowa û Îsa Mesîh nas bikin, yan jî berdewam kin “nas kin” û guh bidin wan, wê jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhenna 17:3). w22.09 21 ¶6-7

Pêşem, 14 Mijdarê

[Hizkirin] her gav bawer dike (1 Korn. 13:7).

Ev gotin hemikî nayê hesabê, ku Yehowa dixwaze wekî em çevgirtî îtbariya xwe kesên din bînin. Mena vê gotinê ev e, ku gerekê em îtbariya xwe wana bînin, çimkî wana îzbat kiriye ku ewana bi îtbar in. Belê, wext lazim e îtbarî bê qazanckirinê. Seva ku em îtbariya xwe xûşk-bira bînin, gerekê em wana rind nas bikin. Lema jî wedê civata tevî wan xeber din. Tevî wan derkevine xizmetiyê. Hindava wanda bi sebir bin û mecalê bidine wan ku îzbat bikin, wekî ewana merivne bi îtbar in. Serîda, gava tu kesekî teze nas dikî, dibeke tu wîra derbêra derheqa tiştên şexsî gilî nekî. Çiqas ku dostiya we qewî be, haqas diqewime tu xwe îda hê rihet texmîn kî û dilê xwe wîra vekî (Lûqa 16:10). Lê hergê kesek dilê te bêşîne, gerekê tu çi bikî? Derbêra heleqetiya xwe tev wî nebire, lê hine wede bidê. Usa jî, seva şaşiyên hineka, nefikire ku xûşk-birên din jî bi îtbar nînin. w22.09 4 ¶7-8

Înî, 15 Mijdarê

Çevên Xudan, li hemûya rûyê erdêva fir dibe [dinihêre] (2 Dîr. 16:9).

Rûspîkî bi navê Mîgêl, difikirî ku hine birên cabdar neheqiyê li wî dikin. Lê dîsa jî, ew serxwe ma û aliyê xweda her tişt dikir, wekî êmosiyên xwe kontrol ke. Ewî timê dua dikir, wekî Yehowa ruhê pîroz û qewatê bide wî, ku ew bikaribe sebir ke. Usa jî, ewî edebyetên meda înformasiya usa digeriya, ya ku dikaribû alî wî bike. Ew çi ders e bona me? Hergê tu difikirî ku xûşkek yan birak neheqiyê li te dike, rihet bimîne û zû nexeyde. Dibeke tu nizanî ku sebeb çi bû, wekî ewî usa xeber da yan usa kir. Lema jî dilê xwe Yehowara veke û alîkariyê ji wî bixwaze, wekî tu bikaribî ser vê çetinayê bi cûrekî mayîn binihêrî. Şaşiya wî bibaxşîne û nefikire wekî nêta wî xirab e (Metelok 19:11). Bîr neke ku Yehowa halê te divîne, û ewê qewatê bide te, wekî tu bikaribî sebir kî (Waîz 5:8). w22.11 21 ¶5

Şemî, 16 Mijdarê

Ez . . . tevî durûya rê naçim (Zeb. 26:4).

Tevî wan hevaltiyê bike, yên ku Yehowa hiz dikin. Ça me pêşda got, hevalên ku tu xwera dijbêrî wê li ser pêşdaçûyîna te hukum bikin (Metelok 13:20). Birakî bi navê Cûlyên, yê ku niha rûspiyê civatê ye, usa dibêje: “Gava ez cahil bûm, wedê xizmetiyê min xwera hevalên baş dîtin. Ew mizgînvanên xîret bûn, û wana alî min kir bivînim, wekî xizmetî tiştekî çiqas xweş e. Usa jî min fem kir ku gava min tenê tevî kesên qasî xwe hevaltî dikir, min nikaribû hevalên baş xwera qazanc kira”. Hergê tu fem bikî ku kesek civatêda bona te hevalekî baş nîne, gerekê tu çi bikî? Qirna yekêda jî kesên usa hebûn. Lema jî, Pawlosê şandî Tîmotêyora gotibû, wekî ew xwe ji kesên ku li gora xwestina Xwedê najîn, dûr bigire (2 Tîmotêyo 2:20-22). Dostiya me tevî Yehowa gelek qîmet e, lema jî gerekê em îzinê nedin ku kesek vê dostiya me sist bike. w22.08 5-6 ¶13-15

Led, 17 Mijdarê

Ji merivê axmax dûr keve (Metlk. 14:7).

Gelek meriv şîretên Xwedê nefret dikin, lê em riya Xwedê û qanûnên wî gelek hiz dikin. Seva ku em diha zêde van qanûna qîmet kin, wê baş be ku em axiriya guhdarîkirinê û neguhdarîkirinê, beramberî hev kin. Hilbet te dîtiye, wekî kesên ku bîlaniya Yehowa înkar dikin, rastî çiqas çetinaya tên. De niha bide hesabê xwe, ku jîyîna te çiqas ji ya wan çêtir e, çimkî tu guh didî Xwedê û li gora prînsîpên wî dijîyî (Zebûr 32:8, 10). Her kes dikare bîlaniya Yehowa qazanc ke, lê ew zorê tu kesî nake, wekî bîlaniya wî qebûl kin. Dîsa jî, ew dîna me dikişîne ser vê yekê, ku çi tê serê wan meriva, yên ku guh nadin bîlaniya wî (Metelok 1:29-32). Ewana wê “berê emelên xwe bixwin”. Wext şûnda, cûrê jîyîna wan wê xem û tengasiya wanara bîne û axiriyêda jî wê bêne qirkirinê. Lê Yehowa wan merivara yên ku guh didin şîretên wîye bîlan, usa soz dide: “Yê guh dide min wê sax-silamet bijî û ji sawa xirabîyê tevhev nebe” (Metelok 1:33). w22.10 21 ¶11-13

Duşem, 18 Mijdarê

Xwezî li wan hemûyên ku ji Xudan xof dikin û rîya Wîda dimeşin (Zeb. 128:1).

Em ji Yehowa ditirsin, dêmek em haqas qedirê wî digirin ku em naxwazin dilê wî bi kirên xwe bêşînin (Metelok 16:6). Kitêba Pîroz nîşanî me dike ku bi dîtina Xwedê çi rast e û çi ne rast e, û gelek ferz e ku em xwe li van prînsîpa bigirin (2 Korintî 7:1). Hergê em van tişta bikin, çi ku Yehowa hiz dike, û tiştên ku ew nefret dike, nekin, emê bextewar bin (Zebûr 37:27; 97:10; Romayî 12:9). Bes nîne wekî kesek tenê bizanibe ku hukumê Yehowa heye, wekî qanûna dayne; gerekê ew usa jî li gora van qanûna bijî (Romayî 12:2). Gerekê em pê rabûn-rûniştina xwe nîşan kin, wekî em bi rastî bawer in ku qanûn-prînsîpên Yehowa bona kara me ne (Metelok 12:28). Dawid jî usa difikirî, lema jî ewî Yehowara got: “Tê rîyên emir minva eyan kî. Şabûneke mezin e li ber dîndara Te, heta-hetayê xêr û xweşî destê Teyî rastêda ye” (Zebûr 16:11). w22.10 8 ¶9-10

Sêşem, 19 Mijdarê

Kur nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tenê wan tiştên ku dibîne Bav dike, ew jî dike (Yûhn. 5:19).

Nihêrandina Îsa hindava xwe rast û bi milûktî bû. Pêşiya ku ew hate ser erdê, ewî xizmeta Yehowada gelek tiştên baş kiribû. Bi destê Îsa, “her tiştên li erd û ezmana efirîne” (Kolosî 1:16). Usa tê femkirinê ku gava Îsa hate nixumandinê, tiştên ku ewî tevî Bavê xwe kiribû hatin bîra wî (Metta 3:16; Yûhenna 17:5). Dîsa jî, Îsa xwe qure nedikir. Ewî xwe tu cara ji kesên din bilindtir nedigirt. Ewî şagirtên xwera got ku ew nehatiye dinyayê “ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Metta 20:28). Usa jî, Îsa bi milûktî qebûl kir ku ew “nikare xweserîxwe tiştekî bike”. Belê, Îsa yekî gelek milûk bû, û wê baş be ku em çev bidine wî. w22.05 24 ¶13

Çarşem, 20 Mijdarê

[Cem] Xudan vegerin (Îşa. 55:7, ÎM).

Pêşiya ku bibaxşîne kesekî Yehowa hildide hesab hela kesê gunekar zanibû wekî kirên wî şaş in yan na. Îsa ev yek rind zelal kiribû (Lûqa 12:47, 48). Merivê ku hemdê xwe xirabiyê dike, dêmek ewê ku rind zane wekî kirên wî ber çevê Xwedê xirab in, gunekî giran dike. Vê derecêda Yehowa dikare safî ke wekî nebaxşîne wî (Markos 3:29; Yûhenna 9:41). Lê gelo hêvî heye ku ewê bê baxşandinê? Belê! Yehowa hildide hesab, hela kesê gunekar bi rastî ji dil tobe dike yan na. Tobekirin ev e, gava meriv “fikir, nihêrandin û nêta xwe diguhêze”. Merivê ku tobe dike, bona kirên xweye xirab yan jî bona ku ewî tiştên rast nekiriye, poşman dibe û dilteng e. Ew him seva gunê xwe, him jî seva vê yekê ku ewî heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab kir, xemgîn e. w22.06 5-6 ¶15-17

Pêşem, 21 Mijdarê

Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê (2 Tîmt. 3:12).

Dijminên me bi saya mêdya û malperên sosyalî, derheqa teşkîleta me û birên cabdar derewa bela dikin (Zebûr 31:13). Hine bira hatine girtinê û ça zulmkar hatine dîwankirinê. Qirna yekêda, buxdan avîtine Pawlosê şandî û lê girtin. Çaxê Pawlosê şandî Romêda kete kelê, hine xûşk-bira pişta xwe dane wî û îda piştgiriya wî nedikirin (2 Tîmotêyo 1:8, 15; 2:8, 9). De bide ber çevê xwe Pawlos çiqas xemgîn bû û dilê wî gelek êşiya. Ew gelek car bona wan rastî zulmiyê dihat û emirê xwe dikire bin xofê (Karên Şandiya 20:18-21; 2 Korintî 1:8). Sed heyf ku wana pişta xwe da wî. Lema jî, em ecêbmayî namînin ku Mîrê-cina îlahî hicûmî ser birên cabdar dike. Bi saya hicûmkirinên usa, ew dixwaze aminiya wan bişkêne û me bitirsîne (1 Petrûs 5:8). Berdewam kin xûşk-bira biparêzin û bi aminî piştgiriya wan bikin (2 Tîmotêyo 1:16-18). w22.11 16-17 ¶8-11

Înî, 22 Mijdarê

Tu ji Xwedê natirsî? (Lûqa 23:40)

Ça kifş e, ev mêrê ku tobe kir, Cihû bû. Cihûya bawer dikir, ku Xwedê yek e, lê kesên ji miletên din bawer dikirin, wekî gelek xudan hene (Derketin 20:2, 3; 1 Korintî 8:5, 6). Hergê mêrên sûcdarkirî ji miletên din bûna, dibeke ewî usa yê dinra bigota: “Tu ji xudana natirsî”. Usa jî, Îsa ne ku bona miletên din, lê “tenê bona pezên mala” Îsraêlê, hatibû şandin (Metta 15:24). Xwedê Îsraêliyara eyan kiribû, ku ewê miriya rake. Dibeke mêrê tobedar ev yek zanibû. Xêncî vê yekê, gotinên wî nîşan dikin, ku ewî bawer dikir, wekî Yehowa wê Îsa ji mirinê rake, seva ku ew Padşatiya Xwedêda serwêrtiyê bike. Ew bawer bû ku Yehowa wê wî jî ji mirinê rake. Çawa Cihû, evî mêrî bêşik zanibû ku Yehowa merivên pêşin Adem û Hewa cinetêda ser erdê cîwar kiribûn. Lema jî, ça tê kifşê ewî fem dikir, wekî Cineta derheqa kîjanê ku Îsa Lûqa 23:43-da digot, baxçekî bedew e, ser rûyê erdê (Destpêbûn 2:15). w22.12 8-9 ¶2-3

Şemî, 23 Mijdarê

Van hemûya her gav . . . dua dikirin (Kar. Şand. 1:14).

Em jî hewcê ruhê Xwedê ne, seva ku em bikaribin xizmetiya xwe bînin sêrî. Gelo çira? Çimkî Mîrê-cina miqabilî me şer dike, wekî em xizmetiya xwe bidine sekinandinê (Eyantî 12:17). Mîrê-cina çiqas jî ji me qewattir e, yeke em bi saya xizmetiya xwe serdikevin! (Eyantî 12:9-11) Gelo çawa? Gava em xizmet dikin, em nîşan dikin, wekî em Mîrê-cina natirsin. Çiqas em xizmet dikin, haqas Şeytan dide der. Em dikarin bawer bin, wekî ruhê pîroz qewatê dide me û Yehowa ji me razî ye (Metta 5:10-12; 1 Petrûs 4:14). Belê ruhê Xwedê dikare qewatê bide me, wekî em serkevin (2 Korintî 4:7-9). Hergê usa ye, em çawa dikarin berdewam kin ruhê Xwedê bistînin? Lazim e ku em her gav bona ruhê pîroz dua bikin û bawer bin, ku Yehowa wê duayên me bibihê. w22.11 5 ¶10-11

Led, 24 Mijdarê

Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yên bêpergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe (1 Têsln. 5:14).

Hergê em gelek xîret bikin, wekî tevî xûşk-bira edilayêda bin, emê usa îzbat kin ku em bi rastî wana hiz dikin. Em dixwazin baxşandinêda çev bidine Yehowa Xwedê. Yehowa hîşt wekî Kurê wî bona gunên me emirê xwe bide. Lema jî, hergê kesekî himberî me gune kiribe, gerekê em jî hazir bin wekî wî ji dil bibaxşînin. Em naxwazin mîna wî xulamê xirab bin, yê ku Îsa meteloka xweda besa wî kiribû. Axayê wî deynê wîye mezin baxşandibû wî, lê hela hê paşî vê yekê jî, ewî xulamî nexwest deynekî biçûk yê xulamekî din, bibaxşîne (Metta 18:23-35). Hergê orta te û xûşk yan birakîda problêmek pêşda bê, gelo tu dikarî gava pêşin bavêjî, wekî hûn pêşiya Bîranînê li hev bên? (Metta 5:23, 24) Kesên ku usa dikin nîşan dikin, wekî ewana ji dil Yehowa û Îsa Mesîh hiz dikin. w23.01 29 ¶8-9

Duşem, 25 Mijdarê

Yê ku alîkarîya kesîb dike, ew deyn dide Xudan (Metlk. 19:17).

Rûspî dikarin bi saya pirsên layîq fem bikin, hela xûşk-bira hewcê çi ne (Metelok 20:5). Gelo cem wana êpêce nan, av, derman û tiştên din hene? Gelo dibeke ewana îda xebatê unda dikin, yan jî perê kiriya wan xilaz dibe? Gelo wanra alîkarî lazim e, ku aliyê dewletêda komekê bistînin? Yehowa dixwaze, ku em gişk qenciyê bikin û hevdu qewî kin (Galatî 6:10). Hela hê tiştekî biçûk jî, hergê ji dil be, dikare ser kesekî ku nexweş e qayîm hukum ke. Mesele, zar dikarin şikila neqiş kin, seva ku dilê birakî şa kin. Cahil dikarin bona xûşkekê tiştên bona malê bikirin, yan jî şixulên din bikin. Xûşk-birên din dikarin kesekî nexweşra xwarinê çêkin. Hinek xûşk-bira razîbûna xwe bi saya smsa nîşan dikin. Hergê em “dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin”, emê aliyê xweda qencîke mezin bikin (1 Têsalonîkî 5:11). w22.12 22 ¶2; 23 ¶5-6

Sêşem, 26 Mijdarê

Hûn lap xalifî ne! (Mark. 12:27)

Sadûqiya her pênc kitêbên pêşin yên Nivîsarên Îbranî rind nas dikirin. Lê dîsa jî çevên wana bona rastiyên ferz, kor bûn. Mesele, gava derheqa rabûna miriya pirs dane Îsa, ewî cabeke hewas da wan. Ewî wanra got: “Lê derheqa rabûna miriyada, çima we Kitêba Mûsada nexwendiye serhatiya dara diriyêda ku çawa Xwedê Mûsara dibêje: ‘Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im’?” (Markos 12:18, 26). Sadûqiya ev yek gelek cara xwendibû. Lê pirsa Îsa eşkere dikir ku wana rastîke ferz qebûl nedikir. Wana bawer nedikir ku kesên mirî wê rojekê dîsa vegerin jîyînê (Lûqa 20:38). Em ji gotinên Îsa çi hîn dibin? Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em dixwazin dîna xwe bidin ser dersên ku em ji rêzekê yan ji serhatîkê hîn dibin. Em dixwazin ne tenê rastiyên sereke fem bikin, lê usa jî rastî û prînsîpên kûr, yên ku ça bêjî veşartî ne. w23.02 11 ¶9-10

Çarşem, 27 Mijdarê

Elaleta şedaye giran dora me girtiye (Îbrn. 12:1).

Hemû şede, derheqa kîjana rêza îroyînda tê gotinê, rastî tengasiyên giran hatin, lê Yehowara amin man (Îbranî 11:36-40). Gelo sebir û xîreta wan badîhewa bû? Hemikî na! Rast e, wana pêkhatina hemû sozên Xwedê bi çevê xwe nedîtin, lê wana dîsa jî hêviya xwe Yehowa dianî. Usa jî, wana zanibû ku Yehowa ji wan razî ye, lema jî dudilî nedibûn ku wê pê çevê xwe bivînin çawa sozên Wî, wê bêne sêrî (Îbranî 11:4, 5). Aminiya wan dikare me hêlan ke, wekî em jî hêviya xwe hindava Yehowa unda nekin. Îro halê dinyayê çiqas diçe diha xirab dibe (2 Tîmotêyo 3:13). Roj bi roj, Mîrê-cina xizmetkarên Xwedê dicêribîne. Çi jî hebe, were em bi dil û can Yehowara xizmet kin û dudilî nebin, wekî “em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin” (1 Tîmotêyo 4:10). w22.06 25 ¶17-18

Pêşem, 28 Mijdarê

Xûna minê çi karê bide . . . ? Gelo xalîyê pesinê Te bide? (Zeb. 30:9)

Menîk ku çira em gerekê miqatî sihet-qewata xwe bin, ew e ku em dixwazin heta ku me tê, Yehowara xizmet kin (Markos 12:30). Lema jî em tiştên usa ku dikarin zirarê bidin sihet-qewata me, nakin (Romayî 12:1). Hilbet, carna destê meda nîne ku em nexweş nekevin. Lê em xîret dikin ku miqatî siheta xwe bin, çimkî em dixwazin Bavê xweyî ezmanara nîşan kin, wekî em qîmet dikin jîyîna ku ewî daye me. Ji bo nexweşî û emirê mezin dibeke em îda nikarin ça berê gelek tişta bikin. Lema jî dibeke em bona halê xwe xemgîn in û berxwe dikevin. Lê dîsa jî, em gerekê heta ku destê me tê, rind miqatî siheta xwe bin. Gelo çira? Çimkî em emirda çiqas mezin bin jî, yan em çiqas nexweş bin jî, em dikarin mîna Dawid Padşa pesinê Yehowa Xwedê bidin. Halê me çawa be jî, emirê me ber çevê Yehowa gelek qîmet e û zanebûna vê yekê dilê me rihet dike! (Metta 10:29-31) Hergê em bimirin jî, hizreta dilê Yehowa ew e, ku me dîsa ji mirinê rake (Îbo 14:14, 15). Belê, heta ku em sax bin, em dixwazin bi dil û can sihet û jîyîna xwe biparêzin. w23.02 20-21 ¶3-5

Înî, 29 Mijdarê

Kî ku kifiriya Ruhê Pîroz bike, tu car li wî nayê baxşandinê (Mark. 3:29).

Gelo kesên ku dikevine nava elaleta mezin, paşî ku ewana ji Harmegedonê sax derbaz bin, navên wan wê hela hê kitêba jîyînêda hebe? Belê! (Eyantî 7:14). Îsa gotibû wekî kesên ku bi sîmbolîk ça pez têne hesabê “wê herine jiyîna heta-hetayê” (Metta 25:46). Dîsa jî, kesên ku ji Harmegedonê derbaz bin wê jîyîna herheyî derbêra nestînin. Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, Îsa “wê şivantiyê li wan bike, wan bibe ser kaniyên ava jiyînê”. Kesên ku rêberiya Îsa qebûl kin û wedê dîwankirina xilaziyê ça merivên amin bêne hesabê, navên wan wê kitêba jîyînêda ser heta-hetayê bêne nivîsandinê (Eyantî 7:16, 17). Merivên ku bi sîmbolîk têne hesabê bizin, wê Harmegedonêda bêne qirkirinê. Navên wan kitêba jîyînêda tune. Îsa gotibû ku ewana wê ser heta-hetayê bêne kutakirinê (Metta 25:46). Bi rêberiya Xwedê, Pawlosê şandî jî gotibû ku ewana wê “wêranbûna heta-hetayê bibînin” (2 Têsalonîkî 1:9; 2 Petrûs 2:9). w22.09 16 ¶7-8

Şemî, 30 Mijdarê

Wextê her tiştî heye (Waîz 3:1, ÎM).

Tebiyetêda, malbet dikarin hêsa bin û şabûnê bistînin. Ev yek wê alî wan bike, wekî ewana diha zêde hevdu hiz bikin. Yehowa ciyên gelek xweş û bedew çêkirine, kîderê ku em dikarin hêsa bin û lezetê bistînin. Gelek malbet hiz dikin mêşe, deşt û zozanada, ser çiya yan jî ber devê berê wedê xwe derbaz kin. Dinya tezeda, dê-bav û zar wê ji tiştên ku Yehowa efirandine, hê zêde şabûnê bistînin, çi ku wana emirada nekiribû. Wî çaxî, emê ji heywana netirsin, û ewê jî ji me netirsin (Îşaya 11:6-9). Karên destê Yehowa wê me heta-hetayê şa bikin (Zebûr 22:26). Lê dê-bavno, hûn dikarin îro jî alî zarên xwe bikin, wekî ewana ji tebiyetê şabûnê bistînin. Hergê hûn bi saya efrîna alî zarên xwe bikin, ku ewana Yehowa diha baş nas bikin, ewana wê tevî giliyên Dawid Padşa qayîl bin, yê ku got: “Xudano, nava xwedêyada yekî mîna Te tune, ne jî mîna kirên Te, kir hene” (Zebûr 86:8). w23.03 25 ¶16-17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin