Sibat
Şemî, 1 Sibatê
Ezê we bibihêm (Yêrem. 29:12, DT).
Gava Hizqiya Padşa giran nexweş bû, ewî ji Yehowa lava dikir, ku wî qenc bike. Paşê Yehowa caba wî da û wî qenc kir (2 Padşatî 20:1-6). Ji aliyê dinva, gava Pawlosê şandî ji Xwedê reca kir, ku “derzîkê” ji bedena wî derxe, Yehowa ew qenc nekir (2 Korintî 12:7-9). Hêrodes Padşa dixwest Aqûb û Petrûsê şandî bikuşta. Petrûs hate xilazkirinê, lê Aqûb hate kuştinê (Karên Şandiya 12:1-11). Dibeke em bifikirin, “Gelo çira Yehowa Petrûs xilaz kir, lê Aqûb xilaz nekir?” Kitêba Pîroz derheqa vê yekê tiştekî nabêje. Lê em dikarin bawer bin, ku “neheqî” cem Yehowa tune ye (Qanûna Ducarî 32:4). Carna Yehowa caba duayên me usa nade, çawa ku em dixwazin. Lê em bawer in, ku Yehowa her tiştî timê li gora hezkirin û heqiyê dike, lema jî gava ew caba duayên me bi cûrekî din dide, em ber xwe nakevin (Îbo 33:13). w23.11 21 ¶6
Led, 2 Sibatê
Serwaxtiya jorin, . . . guhdar e (Aqûb 3:17, DT).
Aqûb ji bîna ber Xwedê nivîsî, wekî merivên bîlan hazir in guhdar bin. Bifikire ev yek çi tê hesabê. Em gerekê ji dil hazir bin guh bidine wan meriva, kîjanara Yehowa hukum daye. Hemikî, Yehowa naxwaze wekî em guh bidine wî merivî, yê ku ji me dewa dike, wekî em qanûnên Wî biteribînin (Karên Şandiya 4:18-20). Dibeke mera diha hêsa ye guh bidine Yehowa, ne ku meriva. Gelo çira? Çimkî Yehowa timê rêberiya bêqisûr dide me (Zebûr 19:7). Lê merivên xweyîhukum qisûrdar in. Dîsa jî, Bavê meyî ezmana hukum û cabdarî daye dê-bava, serwêrên dewletê û rûspiyên civatê (Metelok 6:20; 1 Têsalonîkî 5:12; 1 Petrûs 2:13, 14). Gava em guh didine wan, bi vê yekê em guh didine Yehowa. w23.10 6 ¶2-3
Duşem, 3 Sibatê
Ev xeberne amin û rast in (Eyan. 21:5).
Hergê em derheqa qewata Yehowa bifikirin, emê baweriya xwe diha qewî kin. Bêşik qewata wî heye, wekî hemû sozên xwe bîne sêrî. Xwedê çi dibêje, tîne sêrî, çimkî qewata wî bêsînor e (Îbo 42:2; Markos 10:27; Efesî 3:20). Mesele, ewî soz dabû Birahîm û Serayê, ku emirê wanî mezinda wê kurek wanra bê bûyînê (Destpêbûn 17:15-17). Usa jî, ewî Birahîmra soz dabû, ku wê welatê Kenanê bide zureta wî. Gelek sala zureta Birahîm, dêmek Îsraêlî, Misirêda çawa dîl bûn, lema jî usa dihate kifşê ku ev sozê Xwedê wê tu car neyê sêrî. Lê sozê Yehowa hate sêrî! Ewî Meryema bikirra got, ku ewê Kurê Wî bîne dinyayê. Bi vê yekê, sozê ku Yehowa bi hezara sala pêşda baxçê Êdênêda dabû, hate sêrî! (Destpêbûn 3:15) Çaxê em derheqa sozên Yehowa, yên ku îda hatine sêrî, difikirin, ev yek baweriya me qewî dike, wekî qewata wî heye sozê xweyî derheqa dinya teze jî bîne sêrî (Yêşû 23:14; Îşaya 55:10, 11). w23.04 28 ¶10-12
Sêşem, 4 Sibatê
Ya Xudan, duayê min bibihê! Guh bide hêwarza min (Zeb. 143:1).
Yehowa duayê Dawid bihîst û wî xilaz kir (1 Samûyêl 19:10, 18-20; 2 Samûyêl 5:17-25). Em jî dikarin vê yekêda bawer bin (Zebûr 145:18). Yehowa cara usa caba duayên me nade çawa ku em dixwazin. Pawlos ji Xwedê reca dikir, wekî ew ji stirûya ku bedena wîda bû, lê xilaz ke. Pawlosê şandî sê cara hema derheqa vî derdê xwe dua kir. Gelo Yehowa caba duayên wî da? Erê, lê ne usa çawa ku Pawlos hîviyê bû. Dewsa ku ji vî derdî lê xilaz ke, Yehowa qewat da wî, wekî ew bikaribe timê bi aminî wîra xizmet ke (2 Korintî 12:7-10). Cara dibeke em jî caba duayên xwe usa nestînin, çawa ku em dixwazin. Lê em dikarin bawer bin, wekî Yehowa rind zane, ku ça bi cûrê lapî baş alî me bike. Ew “dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin” (Efesî 3:20). Lema jî, ew dikare ne ku çawa em dixwazin û difikirin, lê cûrekî mayîn caba me bide. w23.05 8-9 ¶4-6
Çarşem, 5 Sibatê
Ew wext nêzîk dibe, ku hemûyên mezelada wê dengê wî bibihên û ji mirinê rabin (Yûhn. 5:28, 29).
Carna em gerekê derheqa sozê rabûna miriya bifikirin. Gelo çira? Çimkî rojekê her kes dikare nexweşîke giran bikeve, yan jî merivekî xweyî hizkirî unda ke (Waîz 9:11; Aqûb 4:13, 14). Hêviya rabûna miriya alî me dike, wekî em himberî derdên usa sebir kin (1 Têsalonîkî 4:13). Kitêba Pîroz dibêje, wekî Bavê meyî ezmana me nas dike û me gelekî hiz dike (Lûqa 12:7). Yehowa Xwedê me usa baş nas dike, ku ewê me vegerîne jîyînê xût bi wan xeyset-hunura, kîjan ku pêşiya mirinê cem me hebûn. Ew me gelek hiz dike, û ew dixwaze jîyîna heta-hetayê bide me. Hergê em bimirin jî, ewê me ji mirinê rake! Çira em dikarin baweriya xwe sozê rabûna miriya bînin? Çimkî em dudilî nabin, wekî Kesê ku ev yek soz daye, him dixwaze û him jî qewat û feresetê Wî heye, ku sozê xwe bîne sêrî. w23.04 8-9 ¶2-4
Pêşem, 6 Sibatê
Her sal [Ûsiv û Meryem] bona Cejina Derbazbûnê diçûne Orşelîmê (Lûqa 2:41).
Ûsiv û Meryemê tevayî xîret dikirin, wekî dostiya xwe tevî Yehowa hê qewî kin. Wana fem dikir, ku çiqas ferz e malbetêva Yehowara xizmet kin (Lûqa 2:22-24; 4:16). Wana meseleke gelek baş jin-mêrara hîştiye! Hergê zarên we hene, dibeke wera cara çetin e herin civata, yan jî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Û îlahî dibeke diha çetin e, ku jin-mêr wede bivînin wekî tevayî dua kin û Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Lê bîr nekin, gava hûn tevayî Yehowara xizmet dikin, hûn diha nêzîkî hevdu û Yehowa dibin. Lema jî xizmetiya Yehowa daynin ser ciyê pêşin! Hergê zewaca weda çetinayî hene, diqewime wera hewas nîbe qulixkirina tevî malbetê tevayî derbaz kin. Hergê usa ne, hûn dikarin kin û hewas tiştekî usa şêwir kin, çi ku we herda xweş tê. Ev gav dikare alî we bike, wekî hûn diha zêde hevdu hiz bikin û him jî xwestina we zêde be, ku tevayî Yehowara xizmet kin û şixulên ruhanîda kar bikin. w23.05 22 ¶7-8
Înî, 7 Sibatê
Obadya ji Xudan gelekî ditirsiya (1 Padş. 18:3, ÎM).
Bi saya tirsa ber Xwedê, Obadya yekî rast, heq û bi îtbar bû. Lema jî padşa ew kire nobedarê qesirê (Beramber ke Nehemiya 7:2). Usa jî tirsa ber Xwedê alî wî dikir, ku ew yekî gelek mêrxas be. Ew hêna serwêrtiya Ahab Padşada dijît, yê ku gelekî zulm bû (1 Padşatî 16:30). Jina Ahab Îzabêl, Baelra xizmet dikir. Ewê Yehowa nefret dikir, lema jî her tişt dikir, wekî hebandina Yehowa kuta ke. Ewê hela hê gelek pêxemberên Xwedê jî da kuştinê (1 Padşatî 18:4). Gava Îzabêl pêxemberên Xwedê digeriya wekî wana bikuje, Obadya “sed pêxemberên Xudan pêncî pêncî di şikeftada veşartin û ew bi nan û av kirin” (1 Padşatî 18:13, 14, ÎM). Hergê Îzabêl derheqa vê yekê pêbihesiya, bêşik Obadya wê bihata kuştinê. Hemikî, Obadya dibeke ditirsiya û nedixwest bimire, lê ewî ji emirê xwe zêdetir Yehowa û xizmetkarên wî hiz dikir. w23.06 16 ¶9-10
Şemî, 8 Sibatê
Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku . . . vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî (Îşa. 48:17, DT).
Çawa berê, Yehowa îro jî bi saya Kitêba Pîroz û serê civatê, Kurê xwe Îsa, rêberiyê cimeta xwe dike. Gelo îzbatî hene ku Yehowa îro bona rêberiyê cimeta xwe bike, usa jî meriva dide xebatê? Belê. Were dîna xwe bidinê ku ji sala 1870 û paşê çi qewimî. Çarlz Têîz Rassêl û hevalên wî fem kirin, ku bona sazkirina Padşatiya Xwedê, sala 1914 wê saleke ferz û mexsûs be (Daniyêl 4:25, 26). Ewana ser hîmê Kitêba Pîroz hatibûn ser vê fikirê. Eşkere ye ku Yehowa rêberî lêkolîna wan dikir, çimkî sala 1914-da, tiştên ku dinyayêda qewimîn îzbat kirin, wekî Padşatiya Xwedê îda hatiye sazkirinê û serwêrtiyê dike. Şerê Hemdinyayêye I destpêbû. Paşê, nexweşî bela bûn, gelek ciyada erdhej û xelayî dibûn (Lûqa 21:10, 11). Belê, Yehowa bi saya wan lêkolînkarên Kitêba Pîroz, alî cimeta xwe dikir, wekî ewana Kitêba Pîroz fem kin. w24.02 22 ¶11
Led, 9 Sibatê
Tengasîyên yê rast gelek in, lê Xudan ji hemûya xilaz dike (Zeb. 34:19).
Mîna xizmetkarên Yehowa, em bawer in wekî Xwedê me hiz dike û dixwaze ku em bi jîyîneke gelek xweş bijîn (Romayî 8:35-39). Usa jî, em bawer in ku hergê em li gora Kitêba Pîroz bijîn, emê timê karê bistînin (Îşaya 48:17, 18). Lê hergê em nişkêva bikevine tengasiyê, gerekê em çi bikin? Mesele, diqewime neferekî mala me dilê me êşandiye. Yan em ji nexweşîke giran diçerçirin û nikarin li gora dilê xwe Yehowara xizmet kin. Yan teşqeleke tebyetê zirareke mezin daye me. Yan jî bona baweriya xwe em rastî peyketina tên. Gava em dikevine tengasiyên usa, dibeke em berxwe dikevin û difikirin: “Ev bela çira hate serê min? Qey min gune kiriye? Qey Yehowa îda min kerem nake?” Gelo tu jî carna usa difikirî? Hergê erê, berxwe nekeve. Gelek xizmetkarên Yehowa jî carna xwe usa texmîn dikirin (Zebûr 22:1, 2; Hebaqûq 1:2, 3). w23.04 14 ¶1-2
Duşem, 10 Sibatê
Min qirar kir, qanûnên Te xwey kim, ji her-heyê heta xilazîyê (Zeb. 119:112).
Gava em rastî cêribandinekê tên, em derbêra înkar dikin her fikir û kirên ku dikare zirarê bide heleqetiya me tevî Xwedê. Yehowa dixwaze wekî em bi dil û can guh bidine wî (Romayî 6:17). Rêberiya Yehowa timê bona kara me ye, û qanûnên wî nayêne guhastinê (Îşaya 48:17, 18; 1 Korintî 6:9, 10). Mîrê-cina dixwaze aliyê êmosiyalî û fîzîkîda ser me hukum ke, wekî baweriya me sist ke. Nêta wî ev e, ku me “hûfî xwe ke”, dêmek heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke (1 Petrûs 5:8). Qirna yekêda, xizmetkarên Xwedê ji bo aminiya xwe rastî peyketina dihatin, ewana dihatine lêdanê û hela hê dihatine kuştinê jî (Karên Şandiya 5:27, 28, 40; 7:54-60). Heta roja îro jî, Mîrê-cina pey cimeta Xwedê dikeve. Mesele, xûşk-birên meye ji Rûsyayê û welatên din, rastî zulmiyê û peyketina tên. Mîrê-cina xêncî hicûmkirinên eyan, yên veşartî jî dide xebatê (Efesî 6:11). w23.07 15-16 ¶6-9
Sêşem, 11 Sibatê
Her aliyada bigihîjine sêrî (Efes. 4:15).
Çiqas tu Xebera Xwedê lêkolîn dikî, haqas hê zêde hizkirina te hindava Yehowa mezin dibe. Ev hizkirin te hêlan dike, wekî wan tişta, çi ku hîn dibî, bînî sêrî. Bi alîkariya prînsîpên Kitêba Pîroz, tu safîkirinên baş dikî. Tu dixwezî wekî Xwedê ji te razî be, lema jî tu emirê xwe diguhêzî. Çawa ku zar çev didine bavê xwe, tu jî çev didî Bavê xweyî ezmana (Efesî 5:1, 2). Dibeke em ji xwe dipirsin: “Gelo ji wî çaxîva, gava ez bûme Şedê Yehowa, hizkirina min hindava Yehowa diha qewî bûye? Gelo ez çev didime Yehowa ku hê zêde hizkirinê hindava xûşk-bira bidime kifşê?” Hergê hizkirina teye “berê” sar bûye, xemgîn nebe. Qirna yekêda, ev yek hate serê şagirtên Îsa Mesîh jî. Îsa ew înkar nekirin û ew me jî înkar nake (Eyantî 2:4, 7). Ew zane ku em dikarin hizkirina xweye berê dîsa ava kin. w23.07 8 ¶2-3
Çarşem, 12 Sibatê
Tu Xudano, qenc û afû kir î (Zeb. 86:5).
Petrûsê şandî gunekî giran kir. Pêşiyê Petrûs gelek xweda bawer bû û got, ku hergê şandiyên din terka Îsa bidin jî, ewê tu car terka wî nede (Markos 14:27-29). Paşê, Petrûs çend cara xewra çû û hişyar nema (Markos 14:32, 37-41). Axiriyêda, gava meriv hatin ku Îsa bigirin, Petrûs ew hîşt û reviya (Markos 14:50). Xilaziyêda jî, Petrûs sê cara înkar kir ku ew Îsa nas dike û hela hê ser vê derewê sond jî xwar (Markos 14:66-71). Gava Petrûs fem kir ku ewî gunekî çiqas mezin kiribû, ewî çi kir? Ewî teyax nekir û kele-kel giriya (Markos 14:72). Dewsa vê yekê Îsa hevalê xwe ne ku sûcdar kir bona şaşiyên wî, lê jêra got ku ewê cabdariyên hê mezin bistîne (Yûhenna 21:15-17). Petrûs zanibû ku ewî gunekî giran kiribû, lê dîsa jî, ewî xwe bêkêr hesab nedikir. Gelo çira? Çimkî ew bawer bû ku Axayê wî, Îsa, gumana xwe wî nebirîbû (Romayî 8:38, 39). w24.03 18-19 ¶13-15
Pêşem, 13 Sibatê
Geleke mêrxas bi destê wê hatine kuştinê (Metlk. 7:26).
Ji bo bênamûsiyê meriv dikare şermî be, xwe bêkêr hesab ke, nişkêva giran derkeve û malbeta xwe unda ke. Lema jî, diha baş e teglîfkirina ‘jina axmax’ înkar kî û neçî mala wê. Bênamûsî dikare meriva ça ruhanîda usa jî fîzîkîda bikuje (Metelok 7:23). Metelok 9:18 dibêje: “Mêvanên wê gelîyê dîyarê mirîyada ne”. Hergê usa ye, çira gelek meriv dikevine vê telikê? (Metelok 9:13-18) Gelek car pornografiya dibe menî ku meriv bênamûsiyê dikin. Hinek difikirin ku pornografiya tiştekî ne xirab e. Lê ev yek ne rast e. Pornografiya zirareke mezin tîne. Him jî hêsa nîne terka vê bidin. Şikilên bênamûsiyê mîna jerê hişê merivada dimînin. Usa jî pornografiya xwestinên xirab dilda pêşda tîne û mîna agir gur dike (Kolosî 3:5; Aqûb 1:14, 15). Belê, gelek kesên ku pornografiyayê dinihêrin axiriyêda bênamûsiyê dikin. w23.06 23 ¶10-11
Înî, 14 Sibatê
Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne (Dan. 2:44, DT).
Dibeke dewletên din bixwazin Împêriya Hemdinyayê, dêmek Anglo-Amêrîkayê alt bikin, lê ewê nikaribin dewsa wê bigirin. Em vê yekê zanin, çimkî “kevirê” ku tê hesabê Padşatiya Xwedê, wê nigên heykel hûrdexweşî ke, yê ku tê hesabê Anglo-Amêrîka (Daniyêl 2:34, 35, 44, 45). Gelo tu bawer dikî, ku pêxembertiyên Xwedê derheqa nigên ji hesin û heriya sor, rast in? Hergê erê, ev yek wê ser cûrê jîyîna te hukum ke. Tuyê vê dinyayêda pey hebûkê nekevî, çimkî tu zanî wekî ev dinya xirab, wê zûtirekê bê kutakirinê (Lûqa 12:16-21; 1 Yûhenna 2:15-17). Femkirina van pêxembertiyên Xwedê wê alî te bikin, ku tu şixulê belakirina mizgîniyê û hînkirinê, qîmet kî (Metta 6:33; 28:18-20). Paşî lêkolînkirina vê pêxembertiya Xwedê, ji xwe bipirse: “Gelo safîkirinên min nîşan dikin wekî ez bawer dikim, ku Padşatiya Xwedê wê demeke nêzîkda hemû serwêrtiyên meriva kuta e?” w23.08 11 ¶13-14
Şemî, 15 Sibatê
Awa ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide (Rom. 14:12).
Bi milûktî qebûl ke wekî emir, sihet-qewat û dereca te, dikarin mecalên te sînor kin. Mîna Barzîllay, gava sihet-qewata me xirab be, em gerekê qebûl kin, ku hine tişt emê îda nikaribin bikin (2 Samûyêl 19:35, 36). Mîna Mûsa, alîkariyê qebûl ke û hergê dibe, hine cabdariya bide kesên din (Derketin 18:21, 22). Merivê milûk tiştên ji qewata xwe der ji xwe dewa nake, çimkî ev yek dikare bibe menî, ku ew hal bikeve. Em gerekê bona safîkirinên nebaş yên merivên din, xwe cabdar texmîn nekin. Em nikarin dewsa kesên din safîkirina bikin û wana ji axiriya kirên wane xirab biparêzin. Mesele, dibeke kur yan qîza te safî ke îda Yehowara xizmet neke. Ev safîkirin dikare dilê dê-bava gelekî bêşîne. Lê dê-bavên ku xwe ji bo safîkirinên nebaş yên zarên xwe sûcdar dikin, barekî giran datînin ser pişta xwe. Yehowa naxwaze wekî ewana barekî usa hildin ser xwe. w23.08 29 ¶11-12
Led, 16 Sibatê
[Şimşon] ji pîrekekê [jinekê] hez kir û navê wê Delîla bû (Hakim. 16:4).
Şimşon mîna me, yekî gunekar bû, lema jî ewî cara safîkirinên nebaş dikir. Îlahî ji bo safîkirineke nebaş gelek tiştên xirab hatin serê wî. Hine wext şûnda, çaxê Şimşon çawa hakim xizmet dikir, ewî “newala Sorekêda jinekê hez kir û navê wê Delîla bû”. Pêşiya vê yekê, Yehowa îzin da Şimşon, wekî ew bibe dergîstiyê qîzeke Filistî, çimkî ewî miqabilî “Filistiya mecalê digeriya” ku wana bikuje. Paşê, Şimşon li bajarê Filistiya, Gazayêda mala qavekêda ma. Hingê Xwedê qewat da Şimşon, wekî ew himberî Filistiya şer bike (Hakimtî 14:1-4; 16:1-3). Lê dereca wî tevî Delîlayê cude bû, çimkî diqewime Delîla Îsraêlî bû û heleqetiya tevî wê, mecal nedida wî, wekî miqabilî Filistiya şer bike. Delîlayê ji Filistiya gelek pere qebûl kir, wekî Şimşon bixapîne û bide destê wan. w23.09 5 ¶12-13
Duşem, 17 Sibatê
Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe (Metlk. 19:11).
Bi saya femkariyê, em dikarin milûk bin. Gava yek hicûmî baweriya kesekî femkar dike, ew xwegirtinê nîşan dike. Fikirên meriva mîna berê kûr in. Dêmek, gava kesek tiştekî dipirse, gelek car nêta pirsa wî tiştekî din e. Lema jî pêşiya ku caba wî bidin, diha baş e em ser nêta pirsa wî bifikirin (Metelok 16:23). Dîna xwe bidinê ku Gîdeon ça caba Efrayîmiya da. Wana bi hêrs pirsî, ku ewî çira bêyî wan miqabilî dijminên Îsraêlê şer kir. Gelo ewana çira hêrs ketin? Gelo ji bo wê yekê qedirê wan ket? Firqî tune menî çi bû, dîsa jî Gîdeon wana fem kir û cabeke nerm da wan. Paşê hêrsa wan danî û bîna wan fire bû (Hakimtî 8:1-3). w23.09 16 ¶8-9
Sêşem, 18 Sibatê
Ez şabûna Wîye her roj bûm (Metlk. 8:30).
Tu bav û kur mîna Yehowa û Îsa hevdu hez nakin. Gava Xwedê didît kurê wî çiqas êşê dikişîne, dilê wî gelek dişewitî. Mirina zarê bona dê-bava êşeke gelek giran e. Hemikî em baweriya xwe rabûna miriya tînin, lê ev yek nayê hesabê, ku gava merivê meyî hezkirî dimire, em êşê nakişînin. Mîna vê yekê, Yehowa gelek êş kişand, gava Kurê wîyî ezîz bihara sala 33 D.M.-da, cefa kişand û mir (Metta 3:17). Pêşiya Êvara Bîranînê mecala me heye wedê hînbûna şexsî yan jî Qulixkirina Tevî Malbetê, diha zêde derheqa qurbanê lêkolîn bikin. Roja Bîranînê, Şêwirkirina Kitêba Pîroze Şebeqê temaşe bikin. Hergê em dilê xwe bona Bîranînê hazir kin, emê bikaribin alî kesên din bikin, ku ewana jî karê ji vê yekê bistînin (Ezra 7:10). w24.01 11 ¶10-12
Çarşem, 19 Sibatê
[Xwedê] wê xwexa we . . . qewat ke (1 Pet. 5:10).
Cûrek ku çawa em dikarin ji Yehowa qewatê bistînin, ew e, wekî Wîra dua bikin. Ew dikare qewateke usa bide me, kîjan ku ji qewata me der e (2 Korintî 4:7). Usa jî, gava em Xebera Xwedê dixûnin û kûr ser difikirin, em qewatê distînin (Zebûr 86:11). Xebera Xwedê “zor e” (Îbranî 4:12). Hergê tu Yehowara dua bikî û Xebera wî bixûnî, ewê qewatê bide te wekî tu çetinayada ser kevî, şabûna xwe unda nekî, yan jî cabdarîke mezin bînî sêrî. Dîna xwe bidin ku çawa Yehowa alî Ûnis pêxember dikir. Yehowa cabdarîke ne hêsa da Ûnis, lê ewî ev cabdarî înkar kir û pê gemiyê çû cîkî din. Lema jî, ji bo vê safîkirinê hindik mabû ew û merivên ku tevî wî gemiyêda bûn, firtonêda bimirana. Çaxê ew ji gemiyê hate avîtinê, mesîkî gelek mezin wî daqurtand, û ew kete ciyê terî, dêmek zikê mesî. Ûnis çi kir wekî dilbîniyê bistîne? Ewî dua kir (Ûnis 2:1, 2, 7). w23.10 13 ¶4-6
Pêşem, 20 Sibatê
Axiriya her tiştî nêzîk bûye (1 Pet. 4:7).
Rast e Petrûsê şandî nemên xwe Mesîhiyên qirna yekêra nivîsî, lê dîsa jî Yehowa nemên wî kire para Xebera Xwe, wekî em jî bikaribin karê bistînin (Romayî 15:4). Gelek meriv baweriya xwe pêxembertiyên Kitêba Pîroz naynin. Ji bo vê yekê ku em gelek wext derheqa axiriya vê dinyayê xeber didin, hine meriv cara qerfên xwe me dikin. Hinek jî dibêjin, ku roja Xwedê wê tu car neyê (2 Petrûs 3:3, 4). Hergê em tiştên usa wedê xizmetiyê, ser xebatê, yan jî ji neferên malê bibihên, şik dikare bikeve dilê me û baweriya me sist ke. Gelo giliyên Petrûs çawa dikarin alî me bikin? Dibeke hine meriv difikirin, ku Yehowa kutakirina vê dinya xirab derengî dixe. Giliyên Petrûs tînin bîra me, wekî nihêrandina Yehowa ser wede ji nihêrandina meriva gelek cude dibe (2 Petrûs 3:8, 9). Bona Yehowa hezar sal mîna rojekê ye. Ew sebir dike û naxwaze ku kesek qir be. Lê gava roja wî bê, ev dinya xirab wê qir be. w23.09 26-27 ¶2-5
Înî, 21 Sibatê
Gerekê em hê gelekî guh bidine wan tiştên me bihîstine, wekî em ji wan nexalifin (Îbrn. 2:1).
Gelo çira Pawlosê şandî neme Mesîhiyên Îbranîra nivîsî, yên ku Cihûstanêda diman? Diqewime ji bo van du meniyên sereke. Ya pêşin, ewî dixwest wana hêlan ke, çimkî gelek ji wan li gora dîn û baweriya Cihû mezin bibûn. Dibeke serwêrên rêlîgî qerfên xwe wana dikirin ku ewana bibûne şagirtên Îsa Mesîh. Gelo çira? Çimkî ne paristgeha wan, ne qurbangeha wan û ne jî kahîn hebûn wekî wêderê xizmet kin. Ev yek dikaribû Mesîhiya dilteng kira û baweriya wan sist kira (Îbranî 3:12, 14). Hine ji wan diqewime difikirîn, wekî vegerin nava dînê Cihûya. Ya duda, Pawlosê şandî wan xizmetkarên Xwedê yên Îbranîra got, wekî ewana xîret nakin ku “xwarina giran” bistînin, dêmek rastiyên teze, yan jî yên kûr fem bikin (Îbranî 5:11-14). Usa dihate kifşê, wekî hinek ji wan hê pey Qanûna Mûsa diçûn. w23.10 24-25 ¶3-4
Şemî, 22 Sibatê
[Hesab ke] kulfetên cahil çawa xûşkên xwe, weke şîrê helal (1 Tîmt. 5:2).
Hine xûşk safî dikin azep bimînin (Metta 19:10-12). Em bawer in, ku Yehowa û Îsa kesên nezewicî gelekî qîmet dikin. Ser temamiya dinyayê, xûşkên azep bona civatên xwe keremên mezin in. Ewana meriva hez dikin û dikevine heyra kesên din. Ewana bona geleka dibin xûşk û dayîkên ruhanî (Markos 10:29, 30). Hineka bûne xizmetkarên hertim. Kesên ku şixulê belakirina mizgîniyêda kar dikin, heçî zef xûşkên meye xîret in (Zebûr 68:11). Gelo tu dikarî xwera nêtê daynî, wekî bibî xizmetkara hertim? Mesele, tu dikarî bibî pêşeng, ser proêktên avakirinê kar bikî, yan jî Beytelêda xizmet kî. Derheqa nêta xwe Yehowara bêje. Ji kesên din bipirse ku ewana ça gihîştine vê nêtê, û pêbihese ku tu gerekê çi bikî, wekî bigihîjî vê nêtê. Paşê xwera grafîkê çêke, wekî bigihîjî nêtên xwe. Hergê tu bibî xizmetkara hertim, wî çaxî xizmetiyêda wê gelek derên teze û hewas ber te vebin. w23.12 22 ¶16-17
Led, 23 Sibatê
Gerekê pêşiyê nav hemû miletada mizgînî bê belakirinê (Mark. 13:10).
Tengasiya mezin nêzîk dibe, lema jî gelek ferz e ku em gura rêberiya derheqa belakirina mizgîniyê bikin. Lê hergê em bona problêmên matêrîalî ber xwe dikevin yan jî bona şixulê belakirina mizgînê rastî peyketina tên, dibeke ne hêsa ye, ku em dîna xwe bidine xizmetiyê. Lê çi dikare alî me bike, wekî em pêşiya her tiştî dîna xwe bidine şixulê Yehowa. Qe bîr neke ku “Xudanê Karîndar” tevî meye. Hergê em şixulê Padşatiyê jîyîna xweda daynin ser ciyê pêşin, Yehowa wê alî me bike. Lema jî em gerekê tu tiştî netirsin (Hagay 2:4). Yehowa dixwaze, wekî em dîna xwe bidine şixulê xizmetiyê ya ku dikare emirê meriva xilaz ke. Hagay xizmetkarên Yehowa hêlan dikirin ku tezeda paristgeha Xwedê ava kin. Yehowa soz da wekî ewê wana kerem ke (Hagay 2:18, 19). Belê, hergê em berî her tiştî dîna xwe bidine şixulê ku Yehowa daye me, ewê xîreta me kerem ke. w23.11 16 ¶8; 17 ¶11
Duşem, 24 Sibatê
Hemûya gune kir (Rom. 3:23).
Gava Pawlosê şandî Romayara neme nivîsî, ewî got ku hemû meriv gunekar in. Lê hergê usa ye, meriv çawa dikare çevê Xwedêda rast yan jî bêsûc bê hesabê? Gelo meriv çawa dikare qebûlkirina Xwedê qazanc ke? Pawlos mesela Birahîm da xebatê, wekî caba vê pirsê zelal ke. Gava Birahîm welatê Kenanêda bû, çira Yehowa ew ça yekî rast nav kir? Gelo menî ew bû ku Birahîm gura Qanûna Mûsada bû? Hemikî na! (Romayî 4:13) Çaxê Xwedê got ku Birahîm yekî rast e, hingê Qanûna Mûsa hê tune bû. Ev Qanûn paşî 400 salî zêdetir derket. Lê çira Xwedê ew ça yekî rast hesab kir? Yehowa qenciya xwe wîra da kifşê û ji bo baweriya wî ew ça merivekî rast nav kir (Romayî 4:2-4). w23.12 3 ¶4-5
Sêşem, 25 Sibatê
[Çi] dilê teda ne bike (1 Dîr. 17:2).
Hema “wê şevê” gava Natan ev yek gote Dawid Padşa, Yehowa Natanra got, wekî Dawid wê paristgehê ava neke (1 Dîrok 17:3, 4, 11, 12). Çaxê Dawid ev yek bihîst, ewî çi kir? Ewî pere û gelek tiştên din hazir kir, wekî kurê wî Silêman avakirinê destpêke (1 Dîrok 29:1-5). Çaxê Yehowa gote Dawid ku ewê paristgehê ava neke, hingê Ewî peymanek tevî wî girêda. Yehowa soz da Dawid, ku yek ji zureta wî, wê heta-hetayê serwêrtiyê bike (2 Samûyêl 7:16). Dinya tezeda wedê Serwêrtiya Îsaye Hezarsalî, gava Dawid pêbihese ku Îsa Mesîh padşê ji zureta wî ye, ewê gelekî şa be! Em ji serhatiya Dawid hîn dibin, ku hergê em nikaribin li gora xwestina dilê xwe Yehowara xizmet kin, ew dikare şixulekî din bide me û keremên mezin ser meda bibarîne. w23.04 16 ¶8-10
Çarşem, 26 Sibatê
Xudan cimeta Xwe ji ber Xwe navêje (Zeb. 94:14).
Gava tirs dikeve dilê me, wî çaxî hine rêzên Kitêba Pîroz dikarin dilê me rihet kin. Mesele, kitêba Îbo, Zebûr û Metelok, yan jî giliyên Îsa, yên ku kitêba Metta serê 6-da hatine dayînê, dikarin me bişidînin. Çiqas em Yehowara dua bikin û Xebera wî bixûnin, haqas emê berdiliyê ji Wî bistînin. Em gerekê bawer bin, ku rojên giran û çetinda Yehowa wê kêleka me be. Ewê tu car me tenê nehêle (Zebûr 23:4). Yehowa soz daye, ku ewê me qewî ke, alî me bike û dilê me rihet ke. Belê, Yehowa kesên ku xwe dispêrin wî, diparêze û rihetiya dil dide wan (Îşaya 26:3). Lema jî, îtbariya xwe Yehowa bîne û alîkariya wî qebûl ke. Hergê tu usa bikî, tuyê wedê çetinda qewatê bistînî ku rabî ser piya! w24.01 25 ¶16-17
Pêşem, 27 Sibatê
Tu çekeke ku li dijî [miqabilî] te bê çêkirin wê kêr neyê (Îşa. 54:17, ÎM).
Ev giliyên ji bîna ber Xwedê, ya ji rêza rojê îro têne sêrî. Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê: “Wê hemû lawên te aliyê Xudanva hatibin hînkirinê û wê silameta lawên te zef be. Tuyê bi rastiyê bizexm [qewî bî]; . . . tuyê netirsî û tuyê dûrî bêzarbûnê bî [sawê nekeve ser te], çimkî wê nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:13, 14). Ev gilî bona hêna me ne jî. Mîrê-cina, “xwedayê vê dinyayê” jî, nikare şixulê hînkirinê, yê ku Şedên Yehowa dikin, bide sekinandinê (2 Korintî 4:4, ÎM). Hebandina temiz hatiye vegerandinê, û ewê tu car dîsa xirab nebe. Ewê heta-hetayê bimîne. Tu çekê ku miqabilî me tê çêkirinê, wê ser nekeve! w24.02 4 ¶10
Înî, 28 Sibatê
Ewê ku dê-bavê xwe ji min zêdetir hez dike, nehêjayî min e (Met. 10:37).
Sonda tesmîlbûyîna me Yehowara, bona me gelek ferz e. Ev sond ser safîkirin û rabûn-rûniştina me malbetêda jî, hukum dike. Em hemikî cabdariyên xweye malbetê, ku li gora Kitêba Pîroz in, bi dil û can tînin sêrî, lê em tu car xwestinên neferên xwe ser dewakirinên Yehowara nagirin (Metta 10:35, 36; 1 Tîmotêyo 5:8). Lema jî carna lazim e ku em safîkirinên usa bikin, kîjan ku dibeke merivên me xweş neyên, lê dilê Yehowa şa dikin. Malbeta pêşin Yehowa saz kiribû, û ew dixwaze malbeta me bextewar be (Efesî 3:14, 15). Hergê em bi rastî dixwazin bextewar bin, em gerekê van tişta bikin, çi ku Yehowa dixwaze em bikin. Lema gava tu bona malbeta xwe xem dikî û hindava wanda bi hezkirin û qedir î, dudilî nebe wekî Yehowa qîmet dike qurbanên te, ku tu dikî, wekî wîra xizmet kî (Romayî 12:10). w24.02 18 ¶11, 13