KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es25 rûp. 26-36
  • Adar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Adar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
  • Binserî
  • Şemî, 1 Adarê
  • Led, 2 Adarê
  • Duşem, 3 Adarê
  • Sêşem, 4 Adarê
  • Çarşem, 5 Adarê
  • Pêşem, 6 Adarê
  • Înî, 7 Adarê
  • Şemî, 8 Adarê
  • Led, 9 Adarê
  • Duşem, 10 Adarê
  • Sêşem, 11 Adarê
  • Çarşem, 12 Adarê
  • Pêşem, 13 Adarê
  • Înî, 14 Adarê
  • Şemî, 15 Adarê
  • Led, 16 Adarê
  • Duşem, 17 Adarê
  • Sêşem, 18 Adarê
  • Çarşem, 19 Adarê
  • Pêşem, 20 Adarê
  • Înî, 21 Adarê
  • Şemî, 22 Adarê
  • Led, 23 Adarê
  • Duşem, 24 Adarê
  • Sêşem, 25 Adarê
  • Çarşem, 26 Adarê
  • Pêşem, 27 Adarê
  • Înî, 28 Adarê
  • Şemî, 29 Adarê
  • Led, 30 Adarê
  • Duşem, 31 Adarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
es25 rûp. 26-36

Adar

Şemî, 1 Adarê

Guman . . . me rûreş nake (Rom. 5:5).

Hemikî dinya teze hê nehatiye. Lê were em bifikirin wekî îro gelek tişt hene, kîjan ku berê tune bûn, mesele steyrk, bax, heywan û usa jî meriv. Lê îro tu kes wan tiştada dudilî nabe. Îro ew hemû tişt hene, çimkî Yehowa ew efirandine (Destpêbûn 1:1, 26, 27). Bîr neke, nêta Xwedê ew e, ku sozê xwe derheqa dinya teze bîne sêrî û ew wê eseyî vê yekê bike! Dinya tezeda, emê sihet-qewat bin û heta-hetayê bijîn. Em dikarin sed selefî bawer bin, wekî roja Xwedê wê bê. Çawa ku îro erd û ezman heye, dinya teze jî wê hebe (Îşaya 65:17; Eyantî 21:3, 4). Heta ku dinya teze bê, çi ji destê te tê bike, wekî baweriya xwe diha qewî kî. Timê bona qurbana Îsa razî be û derheqa qewata Yehowa bifikire. Her tiştî bike, wekî diha nêzîkî Yehowa bî. Hergê tu usa bikî, tuyê jî nava wanda bî, “yên ku bi baweriyê û sebirê sozên Xwedê war dibûn” (Îbranî 6:11, 12). w23.04 31 ¶18-19

Led, 2 Adarê

Min tera negot, hergê tu bawer bikî, tuyê rûmeta Xwedê bivînî? (Yûhn. 11:40)

Paşê Îsa dîna xwe da ezmên û ber hemûya dua kir. Ewî dixwest bona vê yekê rûmetê bide Yehowa. Paşê Îsa bi dengê bilind got: “Lazar, derkeve!” (Yûhenna 11:43). Û Lazar ji tirbê derket! Îsa keremeteke usa kir, kîjan ku bona meriva tiştekî nebûyî bû. Ev serhatî baweriya me hindava rabûna miriya diha qewî dike. Gelo çawa? Îsa Mertayêra got: “Birê teyê ji mirinê rabe” (Yûhenna 11:23). Îsa mîna Bavê xwe, him dixwaze him jî dikare vî sozê xwe bîne sêrî. Ji hêsirên wî tê kifşê, ku ew bi dil û can dixwaze mirinê û êşa dila ji bo derdê mirinê, bi temamî bide hildanê. Çaxê Lazar ji tirbê derket, carekê jî hate îzbatkirinê, ku qewata Îsa heye wekî miriya vegerîne jîyînê, û usa jî giliyên ku Îsa Mertayêra gotibû, ji rêza rojê baweriya me qewî dikin. Gelek menî hene, ku em baweriya xwe sozê Yehowa bînin, derheqa rabûna miriya. w23.04 11-12 ¶15-16

Duşem, 3 Adarê

Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin, wan hemûya ku dilê rast gazî dikin (Zeb. 145:18).

Gerekê em bîr nekin, wekî Yehowa wê nêta xwe wextda bîne sêrî. Nêta wî ev e, ku hemû problêma bide hildanê, ji bo çi jî em kul-derda dikişînin, mesele teşqelên tebiyetê, nexweşî û mirinê. Yehowa wê nêta xwe bi saya Padşatiya xwe bîne sêrî (Daniyêl 2:44; Eyantî 21:3, 4). Lê heta hingê, Yehowa dihêle ku Mîrê-cina serwêrtiya vê dinyayê bike (Yûhenna 12:31; Eyantî 12:9). Hergê Yehowa problêmên dinyayê niha bide hildanê, wê usa bê kifşê, ku bin serwêrtiya Mîrê-cinada her tişt baş e. Rast e, em hîviyê ne ku sozên Yehowa Xwedê bêne sêrî, lê ew me bê alîkarî nahêle, ewê bê hewara me. w23.05 8 ¶4; 9-10 ¶7-8

Sêşem, 4 Adarê

Bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin (Kols. 4:6).

Em ça dikarin alî kesên din bikin, ku ewana jî karê ji Êvara Bîranînê bistînin? Berî pêşin em gerekê wana teglîf kin. Hemikî em wan meriva gazî ser Bîranînê dikin, rastî kîjana ku xizmetiyêda tên. Lê xêncî wan, wê baş be ku em nasên xwe jî gazî ser Bîranînê bikin, mesele cînar û merivên xwe, hevalxebatçî û hevaldersxanên xwe û kesên din. Wê baş be, em vê yekê xwera binivîsin. Hergê belgên teglîfkirinê yên neşirkirî têra me nakin, em dikarin lînka vê teglîfkirinê merivara bişînin. Dibeke em gelek ecêbmayî bimînin, ku çiqas meriv wê bixwazin bêne ser Êvara Bîranînê! (Waîz 11:6) Dibeke pirsên kesên ku em teglîfî ser Bîranînê dikin, hebin, îlahî hergê ewana cara pêşin têne ser civîneke me. Were em pêşda bifikirin, ku ewana dikarin çi bipirsin û xwe li gora vê yekê hazir kin. Hela hê paşê vê yekê gava meriv tê ser Êvara Bîranînê, cem wî gelek pirs dikarin pêşda bên. Were em çi ji destê me tê, bikin, ku alî wan meriva bikin, dilê kîjana bona jîyîna heta-hetayê hazir e, wekî ewana jî ji Êvara Bîranîna Mirina Îsa karê bistînin (Karên Şandiya 13:48). w24.01 12 ¶13, 15; 13 ¶16

Çarşem, 5 Adarê

Hûn mîna mijê ne, hew dinihêrî heye, hew dinihêrî tune (Aqûb 4:14).

Kitêba Pîroz besa heyşt meriva dike, yên ku ji mirinê hatibûn rakirinê. Van her serhatiya kûr lêkolîn ke. Bifikire, tu ji wan çi dikarî hîn bî. Ji xwe bipirse: Her serhatî çawa nîşan dike, ku xwestin û qewata Xwedê heye, wekî kesên mirî vegerîne jîyînê. Û derheqa saxkirina Îsa kûr bifikire, kîjan ku here ferz bû. Bi seda meriv bûne şede, ku Îsa ji mirinê hate rakirinê, û ev yek bûye hîmê baweriya me (1 Korintî 15:3-6, 20-22). Em bona sozê Yehowaye derheqa rabûna miriya gelekî şêkirdar in! Em bawer dikin ku ewê sozê xwe bîne sêrî, çimkî him xwestin û him jî qewata wî heye. Em nihada, bi dil û can dixwazin baweriya xwe hindava rabûna miriya diha qewî kin. Usa emê diha nêzîkî Xwedê bin, yê ku ev sozê xweş daye me: ‘Merivê teyê ji mirinê rabe’ (Yûhenna 11:23). w23.04 8 ¶2; 12 ¶17; 13 ¶20

Pêşem, 6 Adarê

Bi milûktî tevî Xwedêyê xwe rê herî! (Mîx. 6:8, DT)

Mena xeberên “şkestî” û “milûktî” yeke. Hergê em şkestî bin, emê bi zêdeyî derheqa xwe nefikirin û fem kin ku hene tişt, çi ku qewata me nagihîjê bikin. Hergê em milûk bin, emê merivên din ser xwera bigirin (Fîlîpî 2:3). Bi esilê xwe, merivê şkestî milûk e jî. Gîdeon yekî şkestî û milûk bû. Gava melekê Yehowa Gîdeonra got ku ewê cimeta Îsraêlê ji Midyana xilaz ke, ewî got: “Malbeta min li Manaşşê, yên herî xizan in [ne eyan in] û ez mala bavê xweda yê herî biçûk im” (Hakimtî 6:15). Ew difikirî ku ew kêrî vê cabdariyê nayê, lê Yehowa usa nedifikirî. Bi alîkariya Yehowa, Gîdeon cabdariya xweda serketî bû. Rûspî çi ji destê wan tê dikin, wekî şkestî û milûk bin (Karên Şandiya 20:18, 19). Ewana bona fereset û cabdariyên xwe payê xwe nadin. Û ji bo qisûr û kêmasiyên xwe, nafikirin ku ewana bêqîmet in. w23.06 3 ¶4-5

Înî, 7 Adarê

Ewê serê te bihincirîne (Destp. 3:15).

Hela hê hezar sal zêdetir maye, wekî serê Mîrê-cina bê hincirandinê (Eyantî 20:7-10). Lê heta ku ev yek biqewime, Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku hine tişt wê biqewimin. Ya pêşin, serwêrên dinyayê wê elam kin: “Dinê seqirî û bêxofî ye”! (1 Têsalonîkî 5:2, 3) Nişkêva, koalîsya mileta wê hicûmî ser rêlîgiyên qelp bike û tengasiya mezin wê destpêbe (Eyantî 17:16). Paşî vê yekê, Îsa Mesîh wê dîwana meriva bike û peza ji bizina veqetîne (Metta 25:31-33, 46). Wê demê, Mîrê-cina wê miqabilî Yehowa derê. Ew xizmetkarên Yehowa nefret dike, lema jî ewê ser koalîsya mileta hukum ke, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike ça Gog ji welatê Magogê, ku ew hicûmî ser hebandina rast bike (Hezeqêl 38:2, 10, 11). Wexta rastda, kesên bijartî ku ser erdê mane, wê herin ser ezmana, wekî tevî Mesîh û ordiya wî şerê Harmegedonêda kar bikin. Bi vê yekê tengasiya mezin wê kuta be (Metta 24:31; Eyantî 16:14, 16). Paşê, Serwêrtiya Mesîhe Hezarsalî wê destpêbe (Eyantî 20:6). w23.10 20-21 ¶9-10

Şemî, 8 Adarê

Xulamê te ji zaroktiya xweva ji Xudan ditirse (1 Padş. 18:12, ÎM).

Îro gelek xizmetkarên Yehowa wan welatada dijîn, kîderê ku şixulê me qedexekirî ye. Rast e ewana qedirê dewletê digirin, lê mîna Obadya, ew xûşk-birên qîmet dîsa jî berdewam dikin Yehowara xizmet kin û wîra amin bimînin (Metta 22:21). Ewana tirsa ber Xwedê bi vê yekê didine kifşê, ku gura Xwedê dikin, ne ku gura meriva (Karên Şandiya 5:29). Lema jî ewana berdewam dikin mizgîniyê bela kin û dizîkava civînên xwe tevayî derbaz dikin (Metta 10:16, 28). Ewana xem dikin, ku hemû xûşk-bira xwarina ruhanî bistînin. Were em dîna xwe bidine mesela birê me Hênrî, yê ku welatekî Afrîkayêda dijî. Wêderê şixulê me wedekî hatibû qedexekirinê. Wî çaxî Hênrî dixwest edebyetên me xûşk-birara bive. Ewî nivîsî: “Bi esilê xwe, ez yekî şermoke me. Lê Yehowa mêrxasiya ku minra lazim bû da min”. Hergê tirsa ber Xwedê dilê teda hebe, tu jî dikarî mîna Hênrî mêrxas bî! w23.06 16 ¶9, 11

Led, 9 Adarê

Bi merivekî gune kete dinê (Rom. 5:12).

Çaxê Adem û Hêwa miqabilî Xwedê rabûn, diqewime usa hate kifşê, ku Mîrê-cina riya Xwedê girt, wekî qirara Wî hindava meriva û erdê neyê sêrî. Dibeke Mîrê-cina difikirî ku Yehowa nikare xweyê sozê xwe be. Diqewime ew difikirî ku Xwedê wê bona pêkanîna qirara xwe Adem û Hêwayê bide kuştinê û dewsa wan, jin û mêrekî bêqisûr biefirîne. Lê hergê Xwedê usa bikira, Mîrê-cina wê bigota ku Xwedê derewa dike. Gelo çima? Çimkî li gora Destpêbûn 1:28, Yehowa gotibû Adem û Hêwayê, wekî dinya wê bi zureta wan tije be. Dibeke Mîrê-cina usa jî difikirî, ku Yehowa wê bihêle wekî Adem û Hêwa zarên qisûrdar bînin dinyayê, yên ku wê qet negihîştana bêqisûrtiyê (Waîz 7:20; Romayî 3:23). Bê şik, vê derecêda Mîrê-cina wê bigota, ku Yehowa xweyê sozê xwe nîne. Gelo çira? Çimkî dinya wê bi merivên kamil tije nebûya. Û bi vê yekê, qirara Xwedê ya esilî wê nehata sêrî. w23.11 6 ¶15-16

Duşem, 10 Adarê

Ji nivîsarê derneyên (1 Korn. 4:6).

Yehowa bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe, rêberiya zelal dide me. Ne jî lazim e ku em tiştekî serda zêde kin (Metelok 3:5-7). Lema jî em ji tiştên ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, dernakevin û li gora nihêrandina xweye şexsî qeyda danaynin. Mîrê-cina dixwaze meriva bi înformasiya “derewe pûç” û “edetên meriva û sixirên vê dinyayê” bixapîne û ji rê derxe (Kolosî 2:8). Qirna yekêda, Mîrê-cina meriva bi saya cûre-cûre tişta dixapand. Mesele, bi saya fîlosofiya, hînkirinên Cihûya yên ne li gora Kitêba Pîroz, û bi saya vê yekê, ku xizmetkarên Xwedê gerekê berdewam kin li gora Qanûna Mûsa bijîn. Mîrê-cina dixwest meriva ji Kaniya bîlaniya rast, dêmek ji Yehowa dûr xe. Îro Mîrê-cina bi saya têlêvîziyonê û întêrnêtê, înformasiya qelp û nûçeyên nerast bela dike, yên ku carna ji aliyê serwêrên polîtîkî tên. w23.07 16 ¶11-12

Sêşem, 11 Adarê

Çawa mezin in, Xudano, kirên Te! Gelekî kûr in şêwirên Te! (Zeb. 92:5)

Yehowa pirsa miqabilîbûna Mîrê-cina û merivên pêşin, gelek baş safî kir. Mîrê-cina ne jî dikaribû bifikiriya, ku Yehowa çi dikare bike. Yehowa hîşt ku Adem û Hêwayêra zar bibin. Û çimkî Yehowa derewa nake, giliyên wî rast hatine sêrî. Yehowa îzbat kir, ku ew her tiştîda rast û serfiraz e. Ew bawer bû ku sozê wî wê bê sêrî û soz da wekî ewê bi saya kirînê, ji zureta Adem û Hêwayê kesên guhdar xilaz ke (Destpêbûn 3:15; 22:18). Mîrê-cina ev yek qet hilneda hesab! Gelo çira? Çimkî Yehowa ji hezkirina mezin, Îsa ça qurban bona me berva da (Metta 20:28; Yûhenna 3:16). Ev hunur bal Mîrê-cina tune ye, ew tenê xwe hez dike. Dêmek, bi saya kirîna Îsa Mesîh çi mecal wê vebin? Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî ya Mesîh, çawa ku Yehowa berêda qirar kiribû, cinetêda ser erdê wê merivên kamil û guhdar bijîn. w23.11 6 ¶17

Çarşem, 12 Adarê

Xwedê wê dîwana . . . bike (Îbrn. 13:4).

Em guh didine qanûna Yehowa hindava pîroziya emir û xûnê. Gelo çira? Çimkî Yehowa dibêje wekî xûn tê hesabê emir, dêmek pêşkêşeke gelek qîmet, kîjan ku ewî daye me (Qanûna Kahîntiyê 17:14). Gava Yehowa îzin da wekî meriv goştê heywana bixwin, ewî temî da wan wekî xûnêva nexwin (Destpêbûn 9:4). Çaxê ewî Qanûna Mûsa da Îsraêliya, ewî ev temî carekê jî wanra da (Qanûna Kahîntiyê 17:10). Û qirna yekêda, Yehowa bi saya koma rêberiyê got, ku bira hemû xizmetkarên wî dûrî xûnê bin (Karên Şandiya 15:28, 29). Gava em bona sihet-qewata xwe safîkirinekê dikin, em bi hazirbûnê guh didine vê temiyê. Em usa jî bi xîret li gora qanûnên Yehowaye derheqa nav-namûsiyê dijîn. Pawlosê şandî şîret daye me, ku em xwestinên bedenêye nerast “bikujin”. Dêmek, em gerekê çi ji destê me tê bikin, wekî xwe dûrî tiştên bênamûs bigirin. Em wan tişta, çi ku dikare berbi bênamûsiyê bive, ne dikin, ne jî dinihêrin (Kolosî 3:5; Îbo 31:1). w23.07 15 ¶5-6

Pêşem, 13 Adarê

Dilê xwe ji pîrekêra [kulfetêra] vekir (Hakim. 16:17).

Diqewime Şimşon usa ser Delîlayê bengî bû ku têdernedixist, wekî nêta wê xirab e. Delîlayê gelek car zorê wî dikir, wekî ew jêra bêje, ku meniya qewata wî çida ye. Axiriyêda ewî sira xwe jêra vekir û got ku meniya qewata wî çi ye. Sed heyf, şaşiya Şimşon bû sebeb, ku ewî ser wedekî qewata xwe û qebûlkirina Xwedê unda kir (Hakimtî 16:16-20). Şimşon diha zêde îtbariya xwe Delîlayê anî, ne ku Yehowa. Axiriyêda ji bo vê yekê, ewî gelek êş kişand. Filistiya ew girt û çevên wî kor kirin. Wana ew bire Gazayê û avîtine kelê, kîderê ku ewî dergehên bajêr rakiribû. Wêderê ewî mîna xulamekî genim dihêra. Paşê, Filistî bona cejinê top bûn. Wana xudanê xwe Dagonra qurbaneke mezin anî, çimkî wana bawer dikir, wekî ewî Şimşon daye destê wan. Wana Şimşon ji kelê derxist û birine wêderê kîderê ku kêf dikirin, wekî qerfên xwe wî bikin û “kêfxweş” bin (Hakimtî 16:21-25). w23.09 5-6 ¶13-14

Înî, 14 Adarê

Çi li ber çevê hemû meriva qenc e, wê bikin (Rom. 12:17).

Dibeke hevalxebatçî yan hevaldersxanek ji me bipirse, ku çira em guh didine qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz. Hemikî, emê baweriya xwe biparêzin, lê yeke emê qedirê nihêrandina kesên din jî bigirin (1 Petrûs 3:15). Ferz ew e, ku em pirsên usa înkar nekin, lê mecalê bivînin, wekî nêta wî fem bikin. Meniya pirsa wî çi be jî, yeke em gerekê bi nermî caba wî bidin. Cabên me dikarin ser wî hukum kin, wekî ew ser nihêrandina xwe bifikire. Hergê hevalxebatçî ji me bipirse, ku em çira roja bûyînê derbaz nakin, em dikarin dîna xwe bidine wan tişta: Diqewime ew difikire ku îzina me qe tune kêf kin. Hergê em nêta pirsa wî fem kin, wê mera diha hêsa be caba wî bidin. Mesele, em dikarin payê wî bidin, ku ew dixwaze wekî ser xebatê heleqetiya orta xebatçiya timê baş be. Bi saya vê yekê diqewime mecala xeberdana baş vebe û emê bikaribin zelal wîra şirovekin, ku Kitêba Pîroz derheqa derbazkirina roja bûyînê çi dibêje. w23.09 17 ¶10-11

Şemî, 15 Adarê

Haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivên bêolîtiyê ji rê derkevin û ji ciyê xweyî şidiyayî bikevin (2 Pet. 3:17).

Bi rastî jî qedirekî çiqas mezin e, ku em dikarin ew wedê ku maye, mizgîniyê ser temamiya dinyayê bela kin. Petrûsê şandî me hêlan dike, wekî em “hîviya Roja Xwedê bin” (2 Petrûs 3:11, 12). Em çawa dikarin vê yekê bikin? Her roj dinya teze bidine ber çevê xwe û derheqa sozên Xwedê kûr bifikirin. Bidine ber çevê xwe, ku em hewa temiz dikişînin, xwarina temiz dixwin û silaveke şîrin didine merivên xwe, yên ku ji mirinê hatine saxkirinê. Usa jî bidine ber çevê xwe wan meriva, yên ku gelek wext pêşda dijîtin, û em wana derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz hîn dikin. Hergê em tiştên usa bidine ber çevê xwe, ew yek wê alî me bike ku em hîviya roja Xwedê bin û bawer bin, ku dinya teze nêzîk e. Em zanin çi hîviya me ye. Lema jî em gerekê “haş ji xwe hebin”, seva ku bi hînkirinên qelp neyêne xapandinê. w23.09 27 ¶5-6

Led, 16 Adarê

Çawa bawermendên Xudan gura dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek rast e (Efes. 6:1).

Îro dor-berê cahila gelek cahilên usa hene, yên ku “ne gura dê-bavada” nin (2 Tîmotêyo 3:1, 2). Gelo çira? Ewana difikirin, wekî dê-bav tiştên ku xwexa nakin, ji wana dewa dikin. Hinek jî difikirin ku şîretên dê-bavê wan îda kêrhatî nînin, çimkî dinya hatiye guhastinê, yan jî difikirin ku şîretên wana gelek sert in. Hergê tu cahil î, gelo tu jî usa difikirî? Diqewime cahilara hêsa nîne guh bidine vê temiya Yehowa ji rêza rojê. Lê çi dikare alî te bike, wekî guh bidî dê-bavê xwe? Tu dikarî ji Îsa, dêmek ji mesela herî baş, derheqa guhdarîbûnê hîn bî (1 Petrûs 2:21-24). Ew yekî bêqisûr bû, lê dê-bavê wî merivne qisûrdar bûn. Cara wana Îsa nerast fem dikir, yan jî şaşî berdidan, lê dîsa jî ewî qedirê wan digirt (Derketin 20:12). w23.10 7 ¶4-5

Duşem, 17 Adarê

Awa temiya pêşin ji dest sistî û bêkêriya wê hate betalkirinê (Îbrn. 7:18).

Pawlosê şandî şirovekir, wekî qurbanên li gora Qanûnê, nikarin gune bi temamî bidine hildanê. Lema jî, hukumê vê Qanûnê “hate betalkirinê”. Paşê, Pawlos çend rastiyên kûr wana hîn kir. Ewî anî bîra wan, wekî Xwedê “gumaneke hê qenc” daye wan, dêmek wana dikaribû ser hîmê qurbankirina Îsa Mesîh bi rastî “nêzîkî Xwedê” bin (Îbranî 7:19). Pawlos Mesîhiyên Îbranîra zelal kir, ku çira hebandina wane Mesîhîtî ji hebandina wane berê çêtir bû. Hebandina dînê Cihûya li gora Qanûnê, tenê “siya wan tişta ne, yên ku wê bên, lê rastî Mesîh e” (Kolosî 2:17). Sî tiştekî rêalî nîne, ev tenê forma tişta dide kifşê. Hema bi wî cûreyî hebandina Cihûya tenê siya hebandina rast bû. Seva ku Xwedê hebandina me qebûl ke, em gerekê fem bikin, ku ew ser hîmê çi gunên me dibaxşîne. w23.10 25 ¶4-5

Sêşem, 18 Adarê

Dema dawîda, wê Padşê Başûr bi Padşê Bakurra şer bike. Wê Padşê Bakur bi erebeyên şer, bi hespa, bi gelek gemiyara wek bagerê bê (Dan. 11:40, ÎM).

Kitêba Daniyêl serê 11 besa du padşên polîtîkîye qewî dike, yên ku hevdura ketibûne dewê. Gava em vê yekê û giliyên din ji Kitêba Pîroz beramberî hev dikin, em dikarin têderxin ku padşê bakurê, ev heye Rûsya û piştgirên wî, lê padşê başûrê tê hesabê Anglo-Amêrîka, dêmek Împêriya Hemdinyayê. Xizmetkarên Xwedê, yên ku bin hukumê padşê bakurêda dijîn, ji wî padşayî rastî peyketina tên. Hine Şedên Yehowa, ji bo baweriya xwe hatine zêrandinê û ketine kelê. Lê ev yek baweriya wan ne ku sist kiriye, lê diha qewî kiriye. Gelo çira? Çimkî xûşk-birên me zanin, wekî Daniyêl pêxember pêşda gotibû ku xizmetkarên Xwedê wê rastî peyketina bên (Daniyêl 11:41). Zanebûna vê yekê gumanê dide me û alî me dike Yehowara amin bimînin. w23.08 11 ¶15-16

Çarşem, 19 Adarê

Yê destê xwe li we dixe, ew li bîboka çevê min dixe (Zeker. 2:8, DT).

Yehowa me hez dike, lema jî ew hestên me fem dike û hazir e me biparêze. Gava em xemgîn dibin, ew jî xemgîn dibe. Lema jî em dikarin bawer bin, ku ew me dibihê gava em duada wîra dibêjin: “Mîna ronayîya çeva Tu min xwey ke” (Zebûr 17:8). Çev pareke bedenêye gelek nazik û qîmet e. Lema jî, gava Yehowa me beramberî bîboka çevê xwe dike, ça bêjî ew dibêje: “Her kesê ku xizmetkarên min dêşîne, ziyanê dide vê yekê, çi ku bona min gelek qîmet e”. Yehowa dixwaze wekî em bawer bin, ku ew me hez dike. Lê ew zane wekî ji bo cûrê jîyîna meye berê, diqewime em dudilî bin hela ew bi rastî me hez dike, yan na. Gelo çi dikare baweriya me qewî ke, ku em hezkirina Yehowada dudilî nebin? Dîna xwe bidê, ku Yehowa ça hezkirina xwe Îsara, kesên bi ruh bijartîra û me hemûyara nîşan dike. w24.01 27 ¶6-7

Pêşem, 20 Adarê

Destê Xwedayê me li ser me bû. Ewî em ji destên dijmina . . . rizgar [xilaz] kirin (Ezr. 8:31, ÎM).

Ezra didît ku Yehowa ça alî xizmetkarên xwe dike. Sala 484-da B.D.M., Ahaşveroş Padşa ferman da, wekî temamiya Împêriya Farisada hemû Cihû bêne kuştinê. Wî çaxî Ezra Babîlonêda dijît (Ester 3:7, 13-15). Emirê Ezra û hemû Cihûya, bin xofêda bû! Hemû herêmada, çaxê Cihû ev ferman bihîstin, wana rojî girt, şîneke mezin kirin û duada ji Yehowa alîkarî xwestin (Ester 4:3). Kesên ku dixwestin wana bikujin, xwexa hatine kuştinê. Bidine ber çevê xwe, ku Ezra û Cihûya çi ser xwe texmîn dikirin! (Ester 9:1, 2) Bê şik, evê yekê Ezra bona cêribandinên din jî hazir kir, rastî kîjana ku ew paşê hat û usa jî baweriya wî qewî kir, ku Yehowa dikare xizmetkarên Xwe biparêze. w23.11 17 ¶12-13

Înî, 21 Adarê

Xwedê bêyî kira wî rast hesab dike (Rom. 4:6).

Pawlosê şandî besa pêkanîna “kirên Qanûnê” dikir, dêmek Qanûna Mûsa. Xwedê ev Qanûn ser Çiyayê Sînayê dabû Îsraêliya (Romayî 3:21, 28). Ça tê kifşê, rojên Pawlosda hine Mesîhiyên Cihû bawer dikirin, wekî ewana gerekê hela hê xwe li Qanûna Mûsa bigirin. Pawlos pê mesela Birahîm îzbat kir, wekî seva ku meriv rast bê hesabê, hewce nîne ku ew xwe li Qanûna Mûsa bigire. Lê dewsê bawerî lazim e. Gava em baweriya xwe Xwedê û Mesîh tînin, Xwedê me qebûl dike. Ev yek hêlanîke mezin e. Aliyê dinva, mena xebera “kirên”, kîjan ku Aqûb serê 2-da tê gotinê, û “kirên Qanûnê” derheqa kîjanî Pawlos dibêje, ne mîna hev in. Aqûb dîna me dikişîne ser tiştên ku xizmetkarên Xwedê jîyîna xweye herrojîda dikin (Aqûb 2:24). Tiştên usa nîşan dikin, hela em bi rastî baweriya xwe Xwedê tînin yan na. w23.12 3 ¶8; 4-5 ¶10-11

Şemî, 22 Adarê

Mêr serê jinê ye (Efes. 5:23).

Xûşkên ku dixwazin mêr kin gerekê fesal xwera hevalzewac bijbêrin. Li ser vê yekê bifikire: Gava tu mêr kî, mêrê te wê bibe serê malê (Romayî 7:2; Efesî 5:33). Lema ji xwe bipirse: “Gelo ew Mesîhîkî ruhanîda gihîştî ye? Gelo Yehowa jîyîna wîda ciyê pêşin digire? Gelo ew safîkirinên bîlanî dike? Gelo ew şaşiyên xwe qebûl dike? Gelo ew qedirê jina digire? Gelo ew dikare ji aliyê ruhanî û matêrîalîda alî min bike û minra bibe hevalekî baş?” Belê, hergê tu bixwazî hevalzewacekî baş xwera bivînî, tu gerekê xwexa jî yeke baş bî. Kulfeta baş komekdara mêrê xwe ye (Destpêbûn 2:18). Ew Yehowa hez dike. Lema jî ew ber kesên din ser mêrê xwe xirab xeber nade, lê payê wî dide (Metelok 31:11, 12; 1 Tîmotêyo 3:11). Seva ku tu bona hevalzewacê xwe bibî kulfeteke baş, nihada hezkirina xwe hindava Yehowa mezin ke û usa jî malbetêda û civatêda alî kesên din bike. w23.12 22-23 ¶18-19

Led, 23 Adarê

Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike (Aqûb 1:5).

Yehowa soz dide, ku ewê bîlaniya xwe bide me, wekî em safîkirinên baş bikin. Bîlaniya Xwedê mera lazim e, îlahî bona safîkirinên ku ser temamiya jîyîna me hukum dikin. Ew usa jî qewatê dide me, wekî em sebir kin. Çawa ku Yehowa qewat dabû Pawlosê şandî, Ewê qewatê bide me jî, wekî em himberî tengasiyên xwe sebir kin (Fîlîpî 4:13). Mesele, ew bi saya malbeta meye ruhanî alî me dike. Êvara pêşiya ku Îsa emirê xwe berva bida, ewî bi dilşewatî dua kir. Ewî ji Yehowa lava dikir, wekî ew ber çevê meriva ça yekî ku kifiriya dike neyê hesabê. Dewsa vê yekê Yehowa birakî wî, dêmek melekek şand, ku dilê Îsa qewî ke (Lûqa 22:42, 43). Îro jî Yehowa dikare bi saya xûşk-bira, mesele yên ku mera têlê dixin yan jî serîkî me dixin, alî me bike. Em gişk dikarin mecala bigerin ku hevdu bi “gotineke qenc” qewî kin (Metelok 12:25). w23.05 10-11 ¶9-11

Duşem, 24 Adarê

Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin (1 Têsln. 5:11).

Çaxê kesên neaktîf têne ser Êvara Bîranînê, diqewime ewana ditirsin yan jî difikirin, wekî hatina wan wê xûşk-bira xweş neyê. Lema jî, were em dilê wan bi pirs yan gotinên xwe neêşînin û nebin sebeb ku ewana şerm bikin. Belê, ewana xûşk-birên me ne, û em gelek razî ne, wekî em dîsa dikarin ser Bîranînê tevî wan top bin (Zebûr 119:176; Karên Şandiya 20:35). Em şêkirdar in ku Îsa temî daye me, wekî em her sal Bîranîna mirina wî derbaz kin û em zanin ku ev yek çira usa ferz e. Em fem dikin, ku Êvara Bîranînê him bona me him jî bona kesên din çiqas kêrhatî ye (Îşaya 48:17, 18). Çaxê em diçin ser Êvara Bîranînê, em Yehowa û Îsara razîbûna xwe bona qurbanê didine kifşê, û hezkirina me hindava wan diha mezin dibe. Usa jî, yektiya me tevî xûşk-bira diha qewî dibe. Û em dikarin alî kesên din bikin, wekî ewana jî ji qurbanê karê bistînin. Lema jî, were em çi ji destê me tê bikin, ku bona Bîranîna îsal, dêmek bona roja here ferz ya temamiya salê, hazir bin! w24.01 14 ¶18-19

Sêşem, 25 Adarê

Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku . . . vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî (Îşa. 48:17, DT).

Gelo Yehowa çawa rêberiyê me dike? Ya pêşin, bi saya Xebera xwe, Kitêba Pîroz. Xêncî vê yekê, ew usa jî bi saya merivên ku ew kifş dike, rêberiyê me dike. Mesele, ew bi saya “xulamê amin û serwaxt”, xwarina ruhanî dide me, wekî em bikaribin safîkirinên baş bikin (Metta 24:45). Yehowa bi saya mêrên dine kifşkirî jî rêberiya me dike. Mesele, berpirsiyarên mihalê û rûspiyên civatê hêlanê didine me û me hîn dikin, wekî em bikaribin wedê çetinaya Yehowara amin bimînin. Em bona rêberiya ku van rojên axiriyêda distînin, gelek razî ne! Bi saya vê rêberiyê, em dikarin ser riya jîyînê bimînin û qebûlkirina Yehowa unda nekin. Dîsa jî, dibeke carna mera çetin be, wekî pey rêberiya Yehowa herin, îlahî gava ev rêberî pê merivên gunekar digihîje me. Derecên usada em gerekê bawer bin ku Yehowa rêberiyê cimeta xwe dike, û hergê em pey rêberiya wî herin, emê timê kerema bistînin. w24.02 20 ¶2-3

Çarşem, 26 Adarê

Zarokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi kira û rastiyê (1 Yûhn. 3:18).

Gava em Xebera Xwedê kûr lêkolîn dikin, hizkirina Xwedê dilê meda diha mezin dibe. Wedê xwendina Kitêba Pîroz, bifikire ku ew par derheqa Yehowa çi nîşan dike. Ji xwe bipirse: “Ev serhatî çawa nîşan dike, ku Yehowa min hiz dike û çawa alî min dike, ku ez Yehowa hiz bikim?” Usa jî gava em her roj Yehowara dua dikin û dilê xwe wîra vedikin, hizkirina hindava wî dilê meda hê mezin dibe (Zebûr 25:4, 5). Û Yehowa wê caba duayên me bide (1 Yûhenna 3:21, 22). Em usa jî gerekê hizkirina xwe hindava meriva jî mezin kin. Çend sal şûnda çaxê Pawlosê şandî bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî xortekî delal bi navê Tîmotêyo nas kir. Tîmotêyo Yehowa û meriva hiz dikir. Pawlos derheqa Tîmotêyo, Fîlîpyara usa got: “Ez dilê xwera yekî mîna [Tîmotêyo] nabînim, ku bona halê we mîna pêşewitîkî xem bixwe” (Fîlîpî 2:20). Pawlos payê Tîmotêyo dida, çimkî ewî xûşk-bira gelekî hiz dikir. Bêşik, xûşk-bira ji serlêdanên Tîmotêyo gelek şa dibûn (1 Korintî 4:17). w23.07 9 ¶7-10

Pêşem, 27 Adarê

Ezê . . . tu car te bernadim (Îbrn. 13:5).

Pêşiya ku cimeta Îsraêlê biketa Erdê Sozdayî, Mûsa pêxember mir. Gelo cimeta Xwedê îda bê xweyî û bê rêber ma? Na. Heta ewana amin diman, Yehowa bona hewcên wan xem dikir. Pêşiya mirina Mûsa, Yehowa wîra got ku Yêşû ça rêberê cimeta Îsraêlê kifş ke. Mûsa bi deha sala Yêşû hîn dikir (Derketin 33:11; Qanûna Ducarî 34:9). Usa jî serhezar, sersed, serpêncî û hela hê jî serdeh hebûn, yên ku rind rêberî cimetê dikirin (Qanûna Ducarî 1:15). Belê, Xwedê bona xizmetkarên xwe gelek baş xem dikir. Wedê Êlyas pêxemberda jî usa bû. Evî pêxemberî bi deha sala hebandina temizda rêberî Îsraêliya dikir. Lê paşê, Yehowa şixuleke din da wî û ew şande welatê Cihûdayê (2 Padşatî 2:1; 2 Dîrok 21:12). Gelo kesên amin, yên ku padşatiya Îsraêlêda dijîtin, bê rêberî man? Na. Êlyas pêxember hevalê xwe Êlîşa bi sala hîn kiribû. Yehowa berdewam dikir qirara xwe bîne sêrî, û ewî bona xizmetkarên xweyî amin xem dikir. w24.02 5 ¶12

Înî, 28 Adarê

Mîna zarên ronayê bijîn (Efes. 5:8).

Hine Mesîhiyên Efesî îda ronaya Kitêba Pîroz qebûl kiribû (Zebûr 119:105). Usa jî, wana terka edetên qelp û bênamûsiyê dabûn. Wana çev dida Xwedê û çi destê wan dihat, dikir ku Yehowara xizmet kin û dilê wî şa kin (Efesî 5:1). Mîna wana, pêşiya ku em derheqa rastiyê pêbihesiyana, em jî aliyê rêlîgî û nav-namûsiyêda teriyêda bûn. Diqewime hineka ji me cejinên usa kifş dikirin, yên ku rêlîgiya qelpva girêdayî bûn, lê hinek jî bi jîyîneke bênamûs dijîtin. Lê çaxê em pêhesiyan, ku çi ber çevê Xwedê reş e û çi na, me emirê xwe guhast. Hêdî-hêdî me cûrê jîyîna xwe guhast, wekî li gora qanûnên Yehowa bijîn. Ev yek kareke mezin mera anî (Îşaya 48:17). Rast e em dîsa jî rastî çetinaya tên, lê em gerekê xwe ji teriya ku em derketine, dûr bigirin û “mîna zarên ronayê bijîn”. w24.03 21 ¶6-7

Şemî, 29 Adarê

Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn (Fîlî. 3:16).

Dibeke tu difikirî wekî tu hazir nînî emirê xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê. Diqewime pêşiyê lazim e, wekî tu emirê xwe li gora prînsîpên Yehowa biguhêzî, yan jî baweriya xwe diha qewî kî (Kolosî 2:6, 7). Ne hemû xwendevan wek hev ruhanîda pêşda diçin û cahil jî cûre-cûre saliyên xweda xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê. Dewsa ku tu xwe beramberî kesên din bikî, bifikire ku tu ça dikarî ruhanîda pêşda herî û hine tiştada diha baş bî (Galatî 6:4, 5). Hergê tu hela hê hazir nînî emirê xwe tesmîl Yehowa kî, xwera nêt dayne, wekî evê gavê bavêjî. Ji Yehowa lava ke, wekî alî te bike hine guhastinên lazim bikî (Fîlîpî 2:13). Bawer be, ku Yehowa wê guh bide duayê te û alî te bike (1 Yûhenna 5:14). w24.03 5 ¶9-10

Led, 30 Adarê

Mêrno, bi femdariyê emirê xwe tevî jinên xwe derbaz kin (1 Pet. 3:7).

Carekê Sera gelek dilteng bû. Ewê dilê xwe Birahîmra vekir û bona diltengiya xwe wî neheq kir. Gelo Birahîm hêrs ket û jêra şer kir? Na. Ewî zanibû ku Sera wî ça serê malê qebûl dike û piştgiriya safîkirinên wî dike. Birahîm guh da wê û xîret kir, wekî bona derdê wê çarekê bivîne (Destpêbûn 16:5, 6). Em dikarin ji vê meselê çi hîn bin? Xwedê cabdariya safîkirinên malbetê tesmîlî mêra kiriye (1 Korintî 11:3). Lê pêşiya ku mêr safîkirinekê bike, wê baş be wekî ew jina xwe bipirse, hela ew derheqa vê yekê çi difikire, îlahî hergê ev yek wê ser jina wî jî hukum ke (1 Korintî 13:4, 5). Rojekê, nişkêva sê kes hatin cem Birahîm û ewî xwest mêvanhiziyê wanra bide kifşê. Ewî Serayêra got, ku şixulê xwe bihêle û zûskava nan bipêje (Destpêbûn 18:6). Serayê derbêra gura mêrê xwe kir û destpêkir haziriya bike. Kulfetno, hûn dikarin çev bidine Serayê û mîna wê piştgiriya safîkirinên mêrê xwe bikin. Hergê hûn usa bikin, zewaca weyê diha qewî be (1 Petrûs 3:5, 6). w23.05 24-25 ¶16-17

Duşem, 31 Adarê

Serwaxtiya jorin . . . bê hilekarî ye (Aqûb 3:17).

Paşî ku Gîdeon bû rêberê cimeta Îsraêlê, ewî gerekê guh bida rêberiyê û mêrxas bûya. Xwedê wîra got, ku ew qurbangeha Baal ya bavê xwe wêran bike (Hakimtî 6:25, 26). Paşê, Xwedê du cara jêra got, ku ew eskerên ordiya xwe kêm bike (Hakimtî 7:2-7). Paşê jî gotê, wekî ew şev hicûmî ser ordiya dijmina bike (Hakimtî 7:9-11). Rûspî gerekê guhdar bin. Rûspî bi dil û can rêberiya ji Kitêba Pîroz û teşkîleta Xwedê, qebûl dikin. Usa ewana bona kesên din dibine meseleke baş. Lê carna ne hêsa ye ku rûspî guh bidine rêberiyê. Mesele, dibeke rûspîkîra çetin be rêberiya teze qebûl ke û bide xebatê. Yan jî diqewime bal wî pirs pêşda bê, hela filan rêberî bi rastî baş e, yan na. Yan jî, dibeke ji wî bê xwestinê wekî ew cabdarîke usa bîne sêrî, ya ku dikare bibe sebeb ku ew bikeve kelê. Derecên usada, rûspî çawa dikarin guhdarîkirinêda çev bidine Gîdeon? Rind guh bide rêberiya teşkîletê û li gora wê yekê kar bike. w23.06 4-5 ¶9-11

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin