Gulan
Pêşem, 1 Gulanê
Wê temamiya dinyayêda bibe xelayîke giran (Kar. Şand. 11:28).
Mesîhiyên qirna yekê belabûyî nîbûn, çaxê ser temamiya erdê xelayî destpêbû. Dê-bav xemgîn dibûn, ku wê çawa xwarinê bona neferên xwe destxin. Gelo ev yek çawa ser kesên cahil, yên ku dixwestin diha zêde Yehowara xizmet kin, hukum bû? Dibeke ewana difikirîn, ku diha baş e, paşî xelayê nêtên xwe bînin sêrî. Xizmetkarên Xwedê li gora halê xweyî teze hereket dikirin. Wana çiqas ji destê wan dihat xizmetiya xwe berdewam dikirin. Û wana bi rezedilî dixwest tiştên ku cem wan hebûn, tevî xûşk û birên xweye Cihûstanêda parevekin (Karên Şandiya 11:29, 30). Ewên ku alîkarî standin, vê yekêda destê Yehowa dîtin (Metta 6:31-33). Wana xwe diha nêzîkî wan xûşk-bira texmîn dikir, yên ku alîkarî didane wan. Û ewên ku qurban dikirin, yan jî yên ku bi cûrekî din alîkarî didan, didîtin ku ev yek çiqas wana bextewar dike (Karên Şandiya 20:35). w23.04 16 ¶12-13
Înî, 2 Gulanê
Em zanin ku ew her tiştên ku em jê dixwazin dibihê, usa jî em zanin çi ku em jê dixwazin, emê bistînin (1 Yûhn. 5:15).
Cara Yehowa bi saya wan meriva jî, ku wîra xizmet nakin, alî xizmetkarên xwe dike. Mesele, seva ku Nehemiya vegere Orşelîmê û bajêr tezeda ava ke, Yehowa dilê Artahşaşt Padşa nerm kir, wekî ew Nehemiya berde (Nehemiya 2:3-6). Îro jî, Yehowa dikare bi saya kesên, ku xizmetkarên wî nînin, alî me bike. Yehowa heçî zef eşkere caba duayên me nade. Lê cabên ku em distînin alî me dikin, wekî em Bavê xweyî ezmanara amin bimînin. Lema jî dîna xwe bidê, ku Yehowa çawa caba duayên te dide. Cara em gerekê bifikirin, ku Yehowa çawa caba duayên me daye (Zebûr 66:19, 20). Em gerekê baweriya xwe bidine kifşê ne tenê gava Yehowara dua dikin, lê usa çaxê caba duayên xwe qebûl kin, firqî tune çi cûreyî em cab distînin (Îbranî 11:6). w23.05 11 ¶13; 12 ¶15-16
Şemî, 3 Gulanê
Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê (Zeb. 40:8).
Gava me jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kir, me soz da wî ku emê jêra xizmet kin û xwestina wî bînin sêrî. Em gerekê xweyê sozê xwe bin. Jîyîna li gora sonda tesmîlbûnê barekî giran nîne, çimkî Yehowa em efirandine wekî em li gora xwestina wî bijîn (Eyantî 4:11). Ewî em sûretê xweda efirandine û xwestin kiriye dilê me, wekî em jêra xizmet kin. Lema jî, em dikarin nêzîkî wî bin û ji pêkanîna xwestina wî şabûnê bistînin. Usa jî, gava em li gora xwestina Xwedê dijîn û çev didine Îsa, em “rihetiyê” distînin (Metta 11:28-30). Li ser hemû tiştên ku Yehowa bona te kirine, û ser qencî û keremên ku ewê ser teda bibarîne, kûr bifikire. Gava hezkirina hindava Xwedê dilê teda diha mezin be, wê tera diha hêsa be xwestina wî bînî sêrî (1 Yûhenna 5:3). Ya duda, çev bide Îsa. Ewî xwestina Xwedê anî sêrî, çimkî bona alîkariyê Yehowara dua dikir û dîna xwe dida keremên ku hîviya wî bûn (Îbranî 5:7; 12:2). Mîna Îsa, duada qewatê ji Yehowa bixwaze û jîyîna heta-hetayê bide ber çevê xwe. w23.08 27-28 ¶4-5
Led, 4 Gulanê
Tu ku dewlemendtiya şîrinayî, berbihêrî û sebira wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayiya Xwedê te dibe berbi tobekirinê? (Rom. 2:4)
Em gişk qedirê wan meriva digirin, yên ku sebirê didine kifşê. Gelo çira? Çimkî ewana bi sebir hîviya tiştekî disekinin. Gava em şaşiya dikin û merivên din hindava meda sebirê didine kifşê, em vê yekê dişêkirînin. Çaxê mera çetin bû rastiya Kitêba Pîroz fem kin, qebûl kin yan bînin sêrî, em gelek razî bûn ku dersdarê me hindava meda sebir dida kifşê. Lê heçî zef em ji Yehowa Xwedê razî ne, wekî ew hindava meda bi sebir e! Rast e, em qîmet dikin gava merivên din hindava meda bi sebir in, lê carna hêsa nîne ku em xwexa sebirê bidine kifşê. Mesele, gava em dikevine trafîkê, dêmek kîderê gelek avto ne, îlahî çaxê derengî dikevin, dibeke em sebira xwe unda dikin. Gava kesên din me eciz dikin, dibeke em gelek hêrs dikevin. Cara jî hêsa nîne wekî em bi sebir hîviya dinya teze bisekinin. Lê dîsa jî wan hemû derecada em gerekê sebirê bidine kifşê. w23.08 20 ¶1-2
Duşem, 5 Gulanê
Her kesî şand çadirên wan; lê belê wî sê sed meriv cem xwe hîşt (Hakim. 7:8).
Gîdeon guh da fermana Yehowa, û piraniya eskerên xwe şande malê. Diqewime ew usa difikirî: “Gelo ev guhastin bi rastî lazim e û kêrhatî ye?” Lê dîsa jî Gîdeon li gora rêberiya Xwedê hereket kir. Îro jî rûspî hazir in, ku mîna Gîdeon li gora rêberiya teşkîletê kar bikin (Îbranî 13:17). Gava tirs û xof hebûn jî, Gîdeon guhdariya Yehowa dikir (Hakimtî 9:17). Çaxê Yehowa dilê Gîdeon qewî kir, ew îda dudilî nedibû ku ew dikare cimeta Xwedê biparêze. Rûspiyên ku welatên usada dijîn, kîderê ku xizmetiya me qedexekirî ye, çev didine Gîdeon. Çiqas jî xof hebe ku ew bêne girtinê, xebata xwe unda kin yan jî hindava wanda zulmiyê bikin, yeke ewana bi mêrxasî şixulê civatê û belakirina mizgîniyê dikin. Wedê tengasiya mezin, rûspiyara wê mêrxasiya mezin lazim be, wekî berdewam kin li gora rêberiya teşkîletê kar bikin, hergê ew yek bona wan xof be jî. w23.06 5-6 ¶12-13
Sêşem, 6 Gulanê
Kesê ku min rûmet bike, ezê jî rûmet bikim (1 Sam. 2:30, ÎM).
Yehowa serhatiya Yehoyada Kitêba Pîrozda da nivîsandinê, wekî em ji wî hîn bin (Romayî 15:4). Yehoyada bona mala Xwedê qencî kiribû, lema jî Yehowa îzin da, wekî ew wêderê bê definkirinê, kîderê ku padşa dihatine definkirinê. Ev yek qedirekî gelek mezin bû (2 Dîrok 24:15, 16). Serhatiya Yehoyada dikare alî me hemûya bike, ku em tirsa ber Xwedê dilê xweda pêşda bînin. Rûspî dikarin mîna Yehoyada hişyar û amin bimînin û cimeta Xwedê biparêzin (Karên Şandiya 20:28). Yên ku emirda mezin in, dikarin ji Yehoyada hîn bin, ku hergê ew hurmetê bidin Yehowa û wîra amin bimînin, Yehowa wê wana bide xebatê, seva ku nêta xwe bîne sêrî. Yehowa hindava Yehoyada qenc bû. Kesên cahil dikarin çev bidine Yehowa û hindava yên emirda mezin qenc bin, qedirê wan bigirin û payê wan bidin, îlahî yên ku gelek sal bi aminî Yehowara xizmet dikin (Metelok 16:31). Were em bi aminî piştgiriya “rêberên xwe bikin û gura wanda bin” (Îbranî 13:17). w23.06 17 ¶14-15
Çarşem, 7 Gulanê
Devê rasta geleka têr dikin (Metlk. 10:21).
Gava tu safî dikî, wekî wedê civatê çend caba bidî, hinekî xwegirtî be. Hergê em destê xwe gelek car bilind kin, birê ku civatê derbaz dike, dikare mecbûr be ku ji me bipirse û ji bo vê yekê diqewime mecal nekeve destê kesên din, wekî caba xwe bidin. Ev yek dikare bibe menî ku kesên din destê xwe bilind nekin (Waîz 3:7). Gava wedê lêkolînê gelek xûşk-bira destê xwe bilind bikin, dibeke em nikaribin haqas car caba xwe bidin çiqas dixwazin. Carna jî, dibeke birê ku civatê derbaz dike, qe nikaribe hema carekê me pirs ke. Wî çaxî dibeke em bixeyîdin, lê em gerekê ser xwe bixebitin, wekî xeydê ji dilê xwe derxin (Waîz 7:9). Hergê nayê standinê wekî tu gelek car caba xwe bidî, rind guh bide cabên kesên din û paşî civînê pesinê wan bide. Çawa ku cabên te dikarin xûşk-bira qewî kin, usa jî gava tu payê wan bidî, tuyê dilê wan şa kî û wana qewî kî. w23.04 23-24 ¶14-16
Pêşem, 8 Gulanê
Ez dilda guman im, Xwedêyo (Zeb. 57:7).
Xebera Xwedê lêkolîn ke û ser wê kûr bifikire. Hergê koka baxekê kûr be, ewê qayîm bisekine. Usa jî, hergê em Xebera Xwedê kûr lêkolîn kin, emê baweriyêda qewî bimînin. Çiqas ku bax mezin dibe, koka wê jî diha kûr û mezin dibe. Gava em lêkolîn dikin û kûr difikirin, em baweriya xwe diha qewî dikin û bawer dibin ku riya Xwedê ya lape baş e (Kolosî 2:6, 7). Bifikire ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xweye berê kiriye û ew parastine. Mesele, Hezeqêl xeyalekêda dîna xwe dayê, ku melekekî çawa paristgeh çap dikir. Evê dîtinokê dilê Hezeqêl qewî kir, û em dikarin ji vê dîtinokê hîn bin, wekî li gora prînsîpên Yehowa derheqa hebandina rast, bijîn (Hezeqêl 40:1-4; 43:10-12). Hergê em rastiyên Xebera Xwedê lêkolîn bikin û ser wan kûr bifikirin, emê ji wana karê bistînin. Ev yek wê alî me bike mêrxas bin û bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin (Zebûr 112:7). w23.07 18 ¶15-16
Înî, 9 Gulanê
Bîlaniyê û femkariyê xwey ke (Metlk. 3:21, DT).
Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên merivên gihîştî hene. Wana Xwedê hez dikir û cûre-cûre cabdarî dianîne sêrî, ku bona cimeta Xwedê xem bikin. Îro jî merivên usa gihîştî malbet û civata teda hene (Îbranî 13:7). Îsa jî meseleke bêqisûr mera hîştiye (1 Petrûs 2:21). Serhatiyên van kesa rind lêkolîn ke û dîna xwe bide hunurên wane here baş (Îbranî 12:1, 2). Paşê bifikire, ku tu çida dikarî çev bidî wan. Mêrê aqil pêşiyê rind difikire û paşê kar dike. Lêkolîn ke, ku Yehowa derheqa filan tiştî çi difikire, û fem ke ku ev yek bona te çira kêrhatî ye. Paşê bi alîkariya van prînsîpa safîkirinên usa bike, ku dilê Yehowa şa dikin (Zebûr 119:9). Ev yek wê alî te bike, wekî bibî merivekî gihîştî (Metelok 2:11, 12; Îbranî 5:14). w23.12 24-25 ¶4-5
Şemî, 10 Gulanê
Her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin, yên ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktiyê bikin (1 Pet. 3:15).
Dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin, wekî ewana bi nermî caba wan meriva bidin, yên ku baweriya wan dikine bin şikê (Aqûb 3:13). Hine dê-bav wedê qulixkirina tevî malbetê, vê yekê zarên xwe hîn dikin. Ewana derheqa pirsên usa şêwir dikin, kîjan ku mektebêda dikarin pêşda bên û wana hîn dikin, ku çawa bi nermî û zelal caba xwe bidin. Hergê dê-bav zarên xwe pêşda hazir kin, ev yek wê alî wan bike, wekî ewana xwexa baweriya xweda îzbat bin û bikaribin merivên dinra şirovekin. Ser jw.org vê parêda, bi navê “Pirsên Cahila”, gelek gotarên kêrhatî hene. Ev gotar alî cahila dikin ku baweriya xwe diha qewî kin û hîn bin, wekî ewana bikaribin pê giliyên xwe caba meriva bidin. Wedê qulixkirina tevî malbetê, dê-bav û zar dikarin vê parê şêwir kin. Usa her kes wê hîn be baweriya xwe bi nermî biparêze. w23.09 17 ¶10; 18 ¶15-16
Led, 11 Gulanê
Ji qencîkirinê . . . aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der (Galt. 6:9).
Gelo tera çetin e ku bigihîjî nêteke xweye ruhanî? Hergê usa ne, tu tenê nînî. Mesele, Fîlîp dixwest duayên xwe baş kira û hê zêde dua kira, lê ewî bona dua wede nedidît. Lê nêta Êrîkayê ew bû, ku wededa here civînên bona xizmetiyê. Lê yeke ew timê derengî diket. Hergê tera çetin e bigihîjî nêta xwe, berxwe nekeve. Hela hê bona nêteke hêsa jî, meriv gerekê gelek qewat û wedê xwe xerc ke. Ev yek ku tu dixwazî bigihîjî nêteke xwe, dide kifşê wekî tu dostiya xwe tevî Yehowa qîmet dikî û dixwazî bi cûrê lapî baş wîra xizmet kî. Yehowa xîreta te qîmet dike (Zebûr 103:14; Mîxa 6:8). Lema jî li gora derece û qewata xwe nêtê dayne pêşiya xwe. w23.05 26 ¶1-2
Duşem, 12 Gulanê
Heger Xwedê pişta me ye, kî dikare miqabilî me be (Rom. 8:31).
Rast e cara dibeke tirs bikeve dilê merivên mêrxas jî, lê ewana îzinê nadin wekî ev tirs riya wan bigire, wekî safîkirinên rast bikin. Daniyêl xortekî gelek mêrxas bû. Ewî nivîsarên pêxemberên Xwedê lêkolîn kiribûn, mesele sozên ku Xwedê dabûn Yêremya pêxember. Ji vê lêkolînê, Daniyêl fem kir, ku azaya Îsraêliya ji dîltiya Babîlonê nêzîk e (Daniyêl 9:2). Gava Daniyêl didît ku pêxembertiya Kitêba Pîroz tê sêrî, baweriya wî hindava Yehowa diha qewî bû. Belê, merivên ku xwe dispêrin Xwedê, dikarin gelek mêrxas bin (Beramber ke Romayî 8:31, 32, 37-39). Ya lape ferz ev bû, ku Daniyêl gelek car Bavê xweyî ezmanara dua dikir (Daniyêl 6:10). Ewî gunên xwe dida rûyê xwe, dilê xwe Yehowara vedikir û timê alîkarî ji wî dixwest (Daniyêl 9:4, 5, 19). Mîna me hemûya, ew bi mêrxasî nehatibû bûyînê. Daniyêl pêxember lêkolîn dikir, dua dikir û xwe disparte Yehowa. Bi saya vê yekê ew dibû yekî mêrxas. w23.08 3 ¶4; 4 ¶7
Sêşem, 13 Gulanê
Bira ronaya we jî ber meriva şewq bide, wekî ewana kirên weye qenc bivînin û şikiriyê bidine Bavê weyî ezmana (Met. 5:16).
Gava em gura serwêra dikin, ev yek him mera him jî kesên dinra karê tîne. Gelo çawa? Merivên ku guh nadin qanûna, têne cezakirinê, lê em merivne guhdar in, lema jî ji vê yekê xweykirî ne (Romayî 13:1, 4). Çaxê em gura serwêrên dewletê dikin, merivên xweyîhukum dibêjin, ku Şedên Yehowa merivne baş in. Mesele, gelek sal pêşda, li Nîjeryayê, esker ketine Oda Civatê, çaxê civat derbaz dibû. Wana merivên usa digeriya, yên ku nedixwestin xercên dewletê bidin. Lê seresker eskerara got, ku ji wêderê derên û usa jî got: “Şedên Yehowa timê xercên dewletê didin”. Belê, her car gava tu guh didî qanûnê, tu dikarî navê xizmetkarên Yehowa bilind kî. Dereceke çetinda, ev yek dikare xûşk-birên me biparêze. w23.10 9 ¶13
Çarşem, 14 Gulanê
Wera sebir lazim e ku hûn emirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê wî (Îbrn. 10:36).
Hine xizmetkarên Yehowa îda gelek wext e hîviya xilaziya vê dinya xirab in. Bi nihêrandina hinek meriva, sozên Xwedê wê neyêne sêrî. Yehowa zane ku xizmetkarên wî ça xwe texmîn dikin, lema jî ewî Hebaqûq pêxemberra got: “Ji ber ku xewn, bona demek tê zane ye. Û bona dawî hatinê lez dike û ewê nerast dernekeve. Hergê dereng bikeve, li benda wê be; ji ber ku ewê muheqeq [bê şik] bê. Ew dereng namîne” (Hebaqûq 2:3). Gelo bi van giliya Xwedê dixwest tenê dilê Hebaqûq pêxember qewî ke, yan dilê me jî? Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî ev gilî gotine Mesîhiyên ku gelek hîviya dinya teze bûn (Îbranî 10:37). Dibeke em jî carna difikirin, ku sozên Xwedê wê neyne sêrî. Lê em dikarin bawer bin, wekî sozên Yehowa wê derengî nekevin. w23.04 30 ¶16
Pêşem, 15 Gulanê
Temamîya zarên Îsraêl miqabilî Mûsa . . . bîna xwe teng kir (Jimar 14:2).
Îsraêliya înkar dikirin ev îzbatî, yên ku eşkere dikirin, wekî Yehowa Mûsa kifş kiribû û pê wî wanra xeber dida (Jimar 14:10, 11). Dîsa û dîsa, wana rêberî û rola Mûsa qebûl nedikir. Lema jî axiriyêda Yehowa îzin neda vî nisilî, wekî bikevine Erdê Sozdayî (Jimar 14:30). Lê hine Îsraêliya rêberiya Yehowa qebûl dikirin. Mesele, Yehowa got: “Kaleb . . . tam gura min kir” (Jimar 14:24). Lema jî Xwedê ew xelat kir. Serda jî, Xwedê erdê ku Kaleb li Kenanêda xwest, da wî (Yêşû 14:12-14). Zarên Îsraêliyên ku beriyêda miribûn, wana jî rêberiya Yehowa qebûl dikir. Gava Yêşû dewsa Mûsa bû rêberê Îsraêliya, wana temamiya emirê wîda qedirê wî digirt (Yêşû 4:14). Axiriyêda, Yehowa ew kerem kirin û birin Erdê Sozdayî (Yêşû 21:43, 44). w24.02 21 ¶6-7
Înî, 16 Gulanê
Ewê ku Xwedê hiz dike, ew gerekê birê xwe jî hiz bike” (1 Yûhn. 4:21).
Çawa ku lêdana dilê me derheqa sihet-qewata me hekîmra eyan dike, ku dilê me çi halîda ne, usa jî hezkirina meye hindava kesên din nîşan dike, ku em Xwedê çiqas hez dikin. Hergê em têderdixin ku hezkirina me hindava xûşk-bira kêm bûye, ev yek eyan dike, ku hezkirina me hindava Yehowa jî kêm bûye. Lê gava em her roj hezkirina xwe xûşk-birara nîşan dikin, ev yek dide kifşê, ku hezkirina me hindava Xwedê qewî ye. Hergê hezkirina me hindava xûşk-birada dilê meda kêm dibe, ev yek problêmeke mezin e. Gelo çira? Çimkî ev nîşana vê yekê ye, ku ruhaniya me bin xofêda ne. Yûhennayê şandî eşkere gotibû: “Heger ewê birê xwe ku dibîne hiz nake, wê çawa bikaribe Xwedê hiz bike ku nabîne?” (1 Yûhenna 4:20). Ev yek çi ders e bona me? Seva ku Yehowa Xwedê ji me razî be, em gerekê “hevdu hiz bikin” (1 Yûhenna 4:7-9, 11). w23.11 8 ¶3; 9 ¶5-6
Şemî, 17 Gulanê
Dê bavê te pê te eşq bin (Metlk. 23:25).
Gava Yoaş Padşa cahil bû, bavê wî mir û Kahînê Mezin Yehoyada ew mezin dikir û derheqa Yehowa wî hîn dikir. Yoaş yekî bîlan bû, çimkî ewî guh dida şîretên Yehoyada. Ev yek alî Yoaş kir, wekî Yehowara xizmet ke û alî cimetê bike, ku ewana jî Yehowara xizmet bikin. Usa jî Yoaş hebandina rast vegerand (2 Dîrok 24:1, 2, 4, 13, 14). Hergê dê-bavê te yan kesekî din te hîn dikin, wekî tu Yehowa hez bikî û li gora prînsîpên wî bijîyî, ev yek tiştekî gelek qîmet e (Metelok 2:1, 10-12). Dê-bavê te dikarin bi cûre-cûre mêtoda te şîret kin. Gava tu guh didî şîretên ji Kitêba Pîroz û wana tînî sêrî, dê-bavê te şa dibin. Ya diha ferz jî ev e, ku Xwedê wê şa be û dostiya te tevî wî wê diha qewî be (Metelok 22:6; 23:15, 24). Belê, ev meniyên baş in, wekî çev bidine mesela Yoaş gava ew cahil bû. w23.09 8-9 ¶3-5
Led, 18 Gulanê
Ezê we bibihêm (Yêrem. 29:12, DT).
Yehowa soz dide ku ewê duayên me bibihê. Xwedayê me xizmetkarên xweye amin hez dike, lema jî ewê duayên wan tu car pişt guhê xweva nevêje (Zebûr 10:17; 37:28). Lê ev nayê hesabê ku ewê hemû xwestinên me bîne sêrî. Seva ku hine xwestinên me bêne sêrî, diqewime lazim be, ku em heta dinya teze hîviyê bin. Yehowa dîna xwe didê, ku xwestinên me ça nêta wîva girêdayî ne (Îşaya 55:8, 9). Nêta wî ew e, ku dinê bi merivên usa tije ke, yên ku guh didine wî û serwêrtiya wî. Lê Mîrê-cina difikire, hergê meriv serwêrtiyê bikin, halê wan wê diha baş be (Destpêbûn 3:1-5). Seva ku derewê Mîrê-cina eyan bûya, Yehowa îzin da, wekî meriv serwêrtiyê bikin. Lê bi rastî serwêrên dinê, bûne sebebên gelek problêma, rastî kîjana ku em îro tên (Waîz 8:9). Em zanin, ku Yehowa wê niha hemû problêmên dinyayê safî neke. w23.11 21 ¶4-5
Duşem, 19 Gulanê
Min tu kirî bavê gelek mileta (Rom. 4:17).
Yehowa soz dabû ku ewê bi saya Birahîm “gelek mileta” kerem ke. Gava Birahîm 100 salî bû û Serah 90 salî, kurê ku Xwedê soz dabû wan hê wanra nebibû. Li gora nihêrandina meriva, ev yek ça tiştekî nebûyî dihate kifşê. Ev bona Birahîm cêribandineke mezin bû. Lê “Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta” (Romayî 4:18, 19). Axiriya-axiriyê, ew çida guman bû, hate sêrî. Birahîm bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hizret hîviyê bû (Romayî 4:20-22). Em dikarin qebûlkirina Xwedê bistînin û çawa Birahîm bibine dostên Xwedê. Pawlos ser Birahîm usa gotibû: “Lê ev gotin ne tenê bona Birahîm hate nivîsarê, ku Xwedê ew rast hesab kir, lê belê bona me jî rastbûn wê bê hesabê, kîjanên wî bawer dikin, yê ku Xudanê me Îsa ji mirinê rakir” (Romayî 4:23, 24). Em gerekê mîna Birahîm baweriya xwe Yehowa bînin, tiştên qenc bikin û bawer bin ku hemû sozên Yehowa wê bêne sêrî. w23.12 7 ¶16-17
Sêşem, 20 Gulanê
Ser merimîya minda Te nihêrî û telî-tengîya min pê hesîyayî (Zeb. 31:7).
Gava tu rastî çetinayîke usa têyî, ku xof dikeve dilê te, bîr neke ku Yehowa haş ji tengasiya te heye û zane ku tu çi texmîn dikî. Mesele, Yehowa didît ku Misiriya ça Îsraêlî diçerçirandin û Ew “haş ji tengasîya wan” hebû (Derketin 3:7). Gava tu dikevî halekî xirab, diqewime tu zelal navînî, ku Yehowa tevî te ye. Lema jî dua bike wekî tu bivînî, ku ew çawa alî te dike (2 Padşatî 6:15-17). Bîne bîra xwe, wekî gotar yan jî cabeke ku te ser civînekê bihîstibû, çawa qewat dabû te. Yan jî bide ber çevê xwe, ku vîdêo yan jî kilamên me, ça dilê te şa kiribû. Usa jî bifikire, wekî xûşk yan birakî, çawa bi giliyên xwe, yan jî pê rêzeke xweş qewat dabû te. Carna, diqewime em bîr kin, ku hezkirina xûşk-bira û xwarina ruhanî pêşkêşên çiqas mezin in (Îşaya 65:13; Markos 10:29, 30). Belê, pêşkêşên usa nîşan dikin, wekî Yehowa me gelekî hez dike û ku em dikarin bi temamî îtbariya xwe wî bînin (Îşaya 49:14-16). w24.01 4-5 ¶9-10
Çarşem, 21 Gulanê
Keremê xulamên xwera bike, wekî em mêrkîmî xebera te xeber din (Kar. Şand. 4:29).
Pêşiya ku Îsa vegeriya ezmana, ewî şagirtên xwera dîsa got, wekî ewana “ji Orşelîmêda girtî temamiya Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê” derheqa wî şedetiyê bidin (Karên Şandiya 1:8; Lûqa 24:46-48). Hine wext şûnda, serwêrên Cihûya, Petrûs û Yûhennayê şandî girtin û birin ber dîwana herî bilind ya Cihûya. Wana ew girtin û wanra gotin, ku mizgîniyê bela nekin (Karên Şandiya 4:18, 21). Petrûs û Yûhennayê şandî gotin: “Ka hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê rast e ku em gura we bikin, ne ya Xwedê? Em nikarin bona wan tiştên ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (Karên Şandiya 4:19, 20). Gava Petrûs û Yûhenna hatine berdanê, şagirtên din dua dikirin. Belê, ev duayên wan li gora xwestina Yehowa bûn, lema jî Ewî caba duayê wan da (Karên Şandiya 4:31). w23.05 5 ¶11-12
Pêşem, 22 Gulanê
Ev e Kurê minî delal (Met. 17:5).
Yehowa û Kurê wîyî delal bi mîlyarda sala tevayî ne û orta wanda hezkirineke gelek qewî pêşda hatiye. Gerdûnêda dostiya orta wanda ya lape kevin e. Rêza roja îroyînda Yehowa eşkere got, ku ew Îsa çiqas hez dike. Ewî ne tenê got, ‘Ev e yê ku dilê min şa dike’, lê seva ku em jî fem bikin ku ew Îsa çiqas hez dike, ewî jêra got: “Ev e Kurê minî delal”. Yehowa Îsara firnaq dibû, îlahî ku ew hazir bû emirê xwe ça qurban berva bide (Efesî 1:7). Û Îsa jî rind zanibû, wekî Yehowa wî gelek hez dike. Lema jî, ewî çend cara bi bawerî got, wekî Xwedê wî hez dike (Yûhenna 3:35; 10:17; 17:24). w24.01 28 ¶8
Înî, 23 Gulanê
Navê qenc ji hebûka pir qenctir e (Metlk. 22:1).
Bide ber çevê xwe ku hevalekî te derheqa te tiştekî xirab gotiye. Tu zanî ku ev yek derew e, lê hine kes vê yekê bawer dikin. Hê xirab ew e, ku ew kes jî vê derewiyê hê zêde bela dikin, û gelekên din jî vê yekê bawer dikin. Gelo tuyê eciz nebî ji bo wê yekê, ku navê te hatiye xirabkirinê û meriv derheqa te xirab difikirin? Ev mesele alî me dike em fem bikin, ku gava navê Yehowa hate xirabkirinê, ewî çi ser xwe texmîn kir. Melekekî Hêwayêra, jina pêşinra, derheqa Xwedê tiştê derew got, û ewê jî wî bawer kir. Ji bo vê derewê, Adem û Hêwa miqabilî Xwedê derketin. Usa gune û mirin derbazî ser hemû meriva bûn (Destpêbûn 3:1-6; Romayî 5:12). Belê, ji bo derewiya Mîrê-cina, şer, mirin û hemû kul-derd dinyayêda bela bûne. Bê şik, seva vê yekê dilê Yehowa gelek dêşe. Lê dîsa jî, dilê wî bi hêrs û kînê tije nebûye, çimkî ew timê “Xwedayê xwezilî” ye (1 Tîmotêyo 1:11). w24.02 8 ¶1-2
Şemî, 24 Gulanê
Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim? (Destp. 39:9)
Tu ça dikarî çev bidî Ûsiv? Tu dikarî nihada safî kî, ku hergê tu bêyî cêribandinê tuyê çi bikî. Tiştên ku Yehowa nefret dike derbêra înkar ke û ji hişê xwe derxe (Zebûr 97:10; 119:165). Wedê cêribandina ev yek wê alî te bike gune nekî. Diqewime tu bawer dikî, ku te riya rast dîtiye û dixwazî bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kî. Lê dîsa jî, tiştek dibe sebeb ku tu emirê xwe tesmîlî Yehowa nakî û nayêyî nixumandinê. Dereca usada dîna xwe bide mesela Dawid Padşa û ji Yehowa reca bike: “Min enene ke, Xudano, dilê min zanibe, min bicêribîne û fikirên min bizanibe. Dîna xwe bidê, xa ez ne rîya xirabda me, rîya heta-hetayêda rêberîya min bike” (Zebûr 139:23, 24). Yehowa kesên “ku li wî digerin” xelat dike. Ev yek ku tu xîret dikî, wekî xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê, nîşanî Yehowa dike, ku tu wî digerî (Îbrn. 11:6). w24.03 6 ¶13-15
Led, 25 Gulanê
Îsara ne lazim e ku ew her roj . . . qurbana bide (Îbrn. 7:27).
Kahînê Mezin li ber Xwedê orteçiyê cimeta Îsraêlê bû. Gava konê pîroz hate tesmîlkirinê, Yehowa Harûn ça kahînê mezine pêşin kifş kir. Lê çawa ku Pawlos zelal kir, kahîn timê dihatine guhastinê “çimkî mirinê nehiştiye ku ewana timê bimana” (Îbranî 7:23-26). Ew kahînên mezin merivne qisûrdar bûn, lema jî hewce bû wekî wana bona gunên xwe qurban baniyana. Orta kahînên mezin yên Îsraêlê û Kahînê Mezin Îsa Mesîhda, firqîke mezin hebû. Îsa Mesîh çawa Kahînê meye Mezin, “konê rastda” xizmet dike, kîjan ku Yehowa saz kiriye, “ne ku meriva” (Îbranî 8:1, 2). Pawlos usa şirovekir: “Kahîntiya [Îsa] xilaz nabe, çimkî ew heta-hetayê dimîne”. Ewî got ku Îsa Mesîh yekî “bêqusûr, ji gunekara cudebûyî” ye. Usa jî ewî got, wekî “ne lazim e ku ew her roj . . . bona gunên xwe” qurbana bide, çawa ku kahînên mezin dikirin. w23.10 26 ¶8-9
Duşem, 26 Gulanê
Erd û ezmanê berê derbaz bûn (Eyan. 21:1).
“Ezmanê berê” ew serwêrtiyên polîtîkî ne, yên ku bin hukumê Mîrê-cina û cinên wîda nin (Metta 4:8, 9; 1 Yûhenna 5:19). Kitêba Pîrozda, “erd” dikare bê hesabê bineliyên erdê (Destpêbûn 11:1; Zebûr 96:1). Lema jî “erdê berê” tê hesabê merivên xirab. Yehowa wê halê “erd” û “ezmanê” ku hene, axiriyêda ne tenê diha baş ke, lê wê bi temamî biguhêze. Dewsê, ewê “ezmanekî nû”, dêmek serwêrtiya teze saz ke, û usa jî wê ‘erdekî nû’ saz ke, dêmek merivên rast, yên ku wê bin vê serwêrtiyêda bijîn. Yehowa wê meriva û dinyayê dîsa bigihîne bêqisûrtiyê. Çawa ku Îşaya pêşda gotibû, temamiya dinyayê wê mîna baxçê Êdênê bibe baxçekî xweş. Emê jî bêne nûkirinê, dêmek emê bi temamî bêne qenckirinê. Kesên seqet, ker, lal û kor wê qenc bin û hela hê mirî jî wê bêne rakirinê (Îşaya 25:8; 35:1-7). w23.11 4 ¶9-10
Sêşem, 27 Gulanê
Hazir bin (Met. 24:44).
Tengasiya mezin wê nişkêva destpêbe (Metta 24:21). Ew ji teşqelên tebiyetê cude dibe bi vê yekê, ku em zanin wekî ew roj wê eseyî bê. Weke 2 000 sal pêşda, Îsa temî da şagirtên xwe, wekî bona wê rojê hazir bin. Hergê em hazir bin, wê mera diha hêsa be vê dema çetinda teyax kin û alî kesên din bikin (Lûqa 21:36). Wî çaxî sebir lazim e, wekî em gura Yehowa bikin û bawer bin, ku ewê me biparêze. Lê hergê xûşk-birên me mal-milkê xwe unda kin, emê çi bikin? (Hebaqûq 3:17, 18) Hingê em gerekê dilşewat bin, wekî alîkariyê bidine wan. Yan jî bidine ber çevê xwe, ku em ji bo hicûmkirina koalîsya mileta tevî xûşk-bira maleke biçûkda dimînin (Hezeqêl 38:10-12). Wî çaxî hizkirina me hindava xûşk-bira gerekê gelek qewî be, wekî em tevayî wan çetinayada teyax kin. w23.07 2 ¶2-3
Çarşem, 28 Gulanê
Binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext (Efes. 5:15, 16).
Cotên zewicî dikarin çev bidine jin-mêrekî bi navê Ekîla û Priskîla, ku qirna yekêda dijîtin, kîjana civatêda gelek hiz dikirin (Romayî 16:3, 4). Wana tevayî şixul dikir, xizmet dikir û alî kesên din dikir (Karên Şandiya 18:2, 3, 24-26). Hewas ev e, ku gava Kitêba Pîroz besa Ekîla û Priskîlayê dike, navên wan hertim tevayî tê gotinê. Gelo hûn çawa dikarin çev bidine wan? Bifikirin derheqa van tişta, çi ku her kes ji we gerekê bike. Dewsa ku hûn her tiştî tenê bikin, wê baş be wekî hûn şixula tevayî bikin? Mesele, Ekîla û Priskîla tevayî diçûne xizmetiyê. Gelo hûn jî tevayî diçine xizmetiyê? Usa jî Ekîla û Priskîla tevayî dixebitîn. Diqewime hûn ser xebatekê naxebitin, lê hûn dikarin şixulên malê tevayî bikin (Waîz 4:9). Hergê hûn alî hev bikin, hûnê diha nêzîkî hev bin û mecala bivînin, wekî tevayî xeber din. w23.05 22-23 ¶10-12
Pêşem, 29 Gulanê
Gava ez tirsêda me, ez Teda guman im (Zeb. 56:3).
Cara tirs dikeve dilê her kesî. Mesele, seva ku ji destê Şawûl Padşa xilaz be, Dawid reviya bajarekî Filîstiya bi navê Gat. Lê hine wext şûnda, padşê Gatê, Akîş, bihîst ku Dawid “bi deh hezara” Filistî kuştibûn. Lema jî, Dawid ji Akîşê, Padşê Gatê gelekî tirsiya (1 Samûyêl 21:10-12, ÎM). Ew ditirsiya ku Akîş wê wî bikuje. Lê çi alî Dawid kir ku netirse? Zebûra 56 nîşanî me dike, ku çaxê Dawid li bajarê Gatê bû, ewî çi texmîn kir. Vê zebûrêda, Dawid him besa tirsên xwe kir, him jî got ku ew ça ji tirsên xwe xilaz bû. Em divînin ku gava tirs dikete dilê Dawid, ewî xwe disparte Yehowa (Zebûr 56:1-3, 11). Baweriya wî vala derneket. Bi alîkariya Yehowa, Dawid mecaleke baş da xebatê: Ewî xwe dewsa dîna danî! Lema jî Akîş Dawid nekuşt, lê xwest ku Dawid ji wêderê here. Usa Dawid ji mirinê xilaz bû (1 Samûyêl 21:13–22:1). w24.01 2 ¶1-3
Înî, 30 Gulanê
Yên ku bi wîra ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in (Eyan. 17:14, ÎM).
Gelo rêza rojêda derheqa kê tê gotinê? Ew kesên bijartî ne, dêmek bi ruh kifşkirî, yên ku ji mirinê hatine rakirinê! Nêzîkî xilaziya tengasiya mezin, çaxê bijartiyên paşin herine li ezmana, şixulê wanî pêşin wê ew be, ku şer bikin. Lê gava ewana herine li ezmana, ewana wê şerê paşinda tevî Îsa Mesîh û melekên wî, miqabilî dijminên Xwedê şer bikin. Hela bide ber çevê xwe: Hine kesên bijartî îda kal-pîr bûne. Lê gava ewana ji mirinê bêne rakirinê ça efrînên ruhaniye nemirî, ewana wê gelek qewî bin û tevî Îsa Mesîh miqabilî dijmina şer bikin. Paşî şerê Harmegedonê, ewana wê tevî Îsa alî meriva bikin, ku bigihîjine bêqisûrtiyê. Gava ewana hê ser erdê bûn, bona halxweşiya xûşk-bira kar dikirin, lê çaxê ewana îda li ezmana bin, wê bona wan şixulên diha mezin bikin. w24.02 6-7 ¶15-16
Şemî, 31 Gulanê
Awa ez dibêjim, bi saya Ruhê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinên binyata însên nekin (Galt. 5:16).
Hine meriv, yên ku hazir in xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê, dîsa jî xwe paş dixin. Dibeke ewana ditirsin ku paşî nixumandinê, wê gunekî giran bikin û ji civatê bêne derxistinê. Hergê ev tirs dilê teda jî heye, bawer be ku Yehowa wê alî te bike wekî tu bikaribî usa bijîyî, ça Wî xweş tê (Kolosî 1:10). Usa jî ewê qewatê bide te, wekî tu tiştên rast bikî. Yehowa îda alî gelek meriva kiriye (1 Korintî 10:13). Lema jî kesên ku ji civatê têne derxistinê, hindik in. Belê, Yehowa alî xizmetkarên xwe dike wekî ewana amin bimînin. Hemû meriv qisûrdar in, lema jî şaşiya dikin (Aqûb 1:14). Lê dîsa jî, gava tu têyî cêribandinê, tu xwexa safî dikî şaşiya bikî yan na. Tu xwexa dijbêrî ku çi cûreyî bijîyî. Hine meriv dibêjin, ku em nikarin hest û kirên xwe kontrol kin, lê ev yek ne rast e. Tu dikarî xwestinên xirab kontrol kî. w24.03 5 ¶11-12