KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es25 rûp. 37-46
  • Nîsan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nîsan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Nîsanê
  • Çarşem, 2 Nîsanê
  • Pêşem, 3 Nîsanê
  • Înî, 4 Nîsanê
  • Şemî, 5 Nîsanê
  • Led, 6 Nîsanê
  • Duşem, 7 Nîsanê
  • Sêşem, 8 Nîsanê
  • Çarşem, 9 Nîsanê
  • Pêşem, 10 Nîsanê
  • Înî, 11 Nîsanê
  • ROJA BÎRANÎNÊ
    Çaxê Ro Çû Ava
    Şemî, 12 Nîsanê
  • Led, 13 Nîsanê
  • Duşem, 14 Nîsanê
  • Sêşem, 15 Nîsanê
  • Çarşem, 16 Nîsanê
  • Pêşem, 17 Nîsanê
  • Înî, 18 Nîsanê
  • Şemî, 19 Nîsanê
  • Led, 20 Nîsanê
  • Duşem, 21 Nîsanê
  • Sêşem, 22 Nîsanê
  • Çarşem, 23 Nîsanê
  • Pêşem, 24 Nîsanê
  • Înî, 25 Nîsanê
  • Şemî, 26 Nîsanê
  • Led, 27 Nîsanê
  • Duşem, 28 Nîsanê
  • Sêşem, 29 Nîsanê
  • Çarşem, 30 Nîsanê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
es25 rûp. 37-46

Nîsan

Sêşem, 1 Nîsanê

Te ev çi serê min kir? . . . Te çima ez xapandim? (Destp. 29:25)

Xizmetkarên Yehowa yên berê jî rastî tengasiyên usa dihatin, ku ne jî hêviyê bûn. Dîna xwe bide serhatiya Aqûb. Bavê wî Îshaq dixwest, wekî ew qîza Laban xwera jintî bîne, kîjan ku merivê wanî nêzîk bû û Xwedêra xizmet dikir. Îshaq usa jî kurê xwe Aqûbra got, wekî Yehowa wê gelek wî kerem ke (Destpêbûn 28:1-4). Aqûb gura bavê xwe kir. Ew ji welatê Kenanê derket û çû mala Laban. Du qîzên wî hebûn, Lêa û Rahêl. Dilê Aqûb kete Rahêlê, qîza Labane biçûk. Seva ku Laban qîza xwe bide wî, Aqûb hazir bû heft sala bona wê bixebite (Destpêbûn 29:18). Lê sed heyf, tiştekî usa hate serê Aqûb, ku ew ne jî hîviyê bû. Laban ew xapand û qîza xweye mezin Lêa da wî. Ewî îzin da Aqûb, wekî ew heftêk şûnda Rahêlê jî bistîne, lê gerekê heft sala jî bona wê bixebitiya (Destpêbûn 29:26, 27). Laban xebatêda jî gelek car neheqî Aqûb dikir. Ewî 20 sala Aqûb kiribû xulamê xwe (Destpêbûn 31:41, 42). w23.04 15 ¶5

Çarşem, 2 Nîsanê

Hûn li Wîra dilê xwe vekin (Zeb. 62:8).

Gava em hewcê rêberiyê û berdiliyê ne, gelo em dikarin alîkariyê ji kê bixwazin? Em caba vê pirsê zanin, em dikarin Yehowa Xwedêra dua bikin. Yehowa dixwaze ku em “her gav dua bikin” (1 Têsalonîkî 5:17). Em dikarin aza dilê xwe wîra vekin û ji wî lava kin, ku rêberiya me bike (Metelok 3:5, 6). Yehowa gelek merd e, lema jî em kengê û çiqas bixwazin dikarin wîra dua bikin. Îsa zanibû wekî Yehowa duayên me gelek qîmet dike. Pêşiya ku ew hate ser erdê, ewî didît ku Bavê wî Yehowa, çawa caba duayên merivên amin dide. Mesele, gava Îsa kêleka Bavê xwe bû, ewî didît ku Ew çawa caba duayên Hanna, Dawid û Êlyas dide, çaxê wana ji dil dua dikir (1 Samûyêl 1:10, 11, 20; 1 Padşatî 19:4-6; Zebûr 32:5). Lema jî, Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana timê dua bikin û bawer kin, ku Xwedê dengê wan dibihê! (Metta 7:7-11) w23.05 2 ¶1, 3

Pêşem, 3 Nîsanê

Tirsa mêriv bona mêriv tele ye, lê Xudan bona yê Wîda guman sitar e (Metlk. 29:25).

Tirsa ber Xwedê alî Serekkahîn Yehoyada dikir, wekî ew amin bimîne û piştgiriya hebandina rast bike. Rojekê, qîza Îzabêlê, Atalya, textê padşatiya Cihûdayê bi destê zorê zeftî xwe kir. Seva ku bibe jin-padşa, Atalya hazir bû temamiya xeza padşê kuta ke, hela hê nebiyên xwe jî! (2 Dîrok 22:10, 11) Lê Yoaş, nebîkî wê, hate xilazkirinê. Yehoyada û jina wî Yehoşabeata, ew veşartin û xwey kirin. Bi vî cûreyî wana xeza padşatiya Dawid xwey kir. Yehoyada Yehowara amin ma û ji Atalyayê neditirsiya. Gava Yoaş heft salî bû, Yehoyada dîsa îzbat kir, ku ew Yehowara amin e. Ewî nêtek danî pêşiya xwe û hergê ev nêta wî bihata sêrî, Yoaş wê bibûya padşê qanûnî. Lê hergê nêta wî nehata sêrî, ewî dikaribû emirê xwe unda kira. Bi alîkariya Yehowa, ew gihîşte nêta xwe. w23.06 17 ¶12-13

Înî, 4 Nîsanê

Tê hîn bibî ku Yê Herî Berz [Jorin] ser padşatiya merivara serwêrtiya xwe didomîne û dilê wî kêra bixwaze, padşatiyê dide wî (Dan. 4:25, ÎM).

Nebûkedneser Padşa dikaribû Daniyêl ça dijminê xwe hesab kira û ew bikuşta. Lê Daniyêl netirsiya û xewna wî şirovekir. Gelo çi alî Daniyêl dikir wekî ew mêrxas be? Gava ew cahil bû, ew ji mesela dê-bavê xwe hîn dibû (Qanûna Ducarî 6:6-9). Daniyêl ne tenê Deh Temî, lê usa jî gelek tiştên hûr zanibû, kîjan ku diketine nava Qanûnê. Mesele, ewî zanibû, ku îzina Îsraêliya heye çi bixwin çi na (Qanûna Kahîntiyê 11:4-8; Daniyêl 1:8, 11-13). Xêncî vê yekê, Daniyêl derheqa terîxiya cimeta Xwedê zanibû, û usa jî haş ji pê hebû, ku çi hatibû serê wan meriva, yên ku gura Yehowa nekiribûn (Daniyêl 9:10, 11). Ewî emirê xweda didît, ku Yehowa û melekên wî, çawa alî wî dikirin (Daniyêl 2:19-24; 10:12, 18, 19). w23.08 3 ¶5-6

Şemî, 5 Nîsanê

Serwaxtî tevî şkestîya ye (Metlk. 11:2).

Rêvêkayê jineke jîr û bîlan bû. Ewê temamiya emirê xweda safîkirinên bîlanî dikir û zanibû, ku gavên xwe kengê û çawa bavêje (Destpêbûn 24:58; 27:5-17). Ewê qedirê kesên din digirt û hazir bû guh bide rêberiyê (Destpêbûn 24:17, 18, 65). Hergê tu mîna Rêvêkayê milûk bî û guh bidî kesên ku Yehowa bijartiye, wekî rêberiya me bikin, tuyê bibî meseleke baş him bona malbeta xwe, him jî bona civatê. Şkestîbûn hemû xizmetkarên Xwedêye gihîştîra lazim e. Ester jineke şkestî bû û her tişt usa dikir, çawa ku Xwedê dixwest. Gava ew bû jina padşê, dîsa jî ew nebû yeke kubar-babax. Ewê guh dida şîretên pismamê xwe Mordokay (Ester 2:10, 20, 22). Belê, gava hûn şîretên baş digerin û emirê xweda didine xebatê, vê yekêda şkestîbûna we tê kifşê (Tîto 2:3-5). Esterê şkestîbûna xwe bi cûrekî mayîn jî dida kifşê. “Ew qîzike bedew û bejin-balêda xase-xewan bû”, lê ewê dîna kesên din nedikişande ser xwe (Ester 2:7, 15). w23.12 19-20 ¶6-8

Led, 6 Nîsanê

Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane (1 Yûhn. 3:20).

Yehowa qe naxwaze wekî em xwe gelek sûcdar kin. Hergê em gunê xwe bidine rûyê xwe, tobe kin û gavên lazim bavêjin wekî dîsa wî guneyî nekin, em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê bibaxşîne me (Karên Şandiya 3:19). Paşî vê yekê, Yehowa naxwaze ku em berdewam kin xwe bona vî guneyî sûcdar kin. Ew zane ku hergê em berdewam kin xwe bona vê yekê sûcdar kin, ev yek dikare zirareke mezin bide me (Zebûr 31:10). Hergê em gelek xemgîn bin, dibeke em sist bin û reva jîyînê berdewam nekin (2 Korintî 2:7). Hergê em bi zêdeyî xwe sûcdar dikin, hingê em gerekê dîna xwe bidine vê yekê, ku Xwedê bi rastî dibaxşîne me (Zebûr 130:4). Gava Xwedê dibaxşîne kesê ku ji dil tobe kiriye, ew soz dide wî: “Êdî ez yê sûcên wan ne di bîra xweda bînim!” (Yêremya 31:34). Ev yek tê hesabê, ku Yehowa wê gunên teye berê nede rûyê te. Û hergê şaşiyên teye berê xizmetiya teye niha sînor dikin, dilteng nebe. Yehowa îda derheqa gunên te nafikire û gerekê tu jî ser wan nefikirî. w23.08 30-31 ¶14-15

Duşem, 7 Nîsanê

Qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin (1 Korn. 15:58).

Merivên ku wedê pandêmiya koronavîrûsê, diketine ber bayê înformasiya nerast, tirs û xof dikete dilê wan, lê Şedên Yehowa, yên ku guh didane rêberiya teşkîletê, ji wan tişta xweykirî bûn. (Metta 24:45). Em gerekê dîna xwe bidine tiştên ku “here qenc e” (Fîlîpî 1:9, 10). Hergê em gelek tiştava mijûl bin, wê wede û qewata me bona tiştên ferz nemîne. Şixulên herrojî, mesele xwarin, vexwarin, kêf, rihetî û xebat, dikarin me haqas mijûl bikin, ku em wedê xwe tenê ser van tişta xerc kin (Lûqa 21:34, 35). Usa jî em herroj nûçeyên derheqa protêsta û şer-dewên polîtîka dibihên. Hergê em timê van nûçeya binihêrin, dibeke em hiş û dilê xweda piştgiriya kesekî ji wan bikin. Mîrê-cina dixwaze bi cûre-cûre mêtoda baweriya me sist ke, wekî em ji rê derkevin. w23.07 16-17 ¶12-13

Sêşem, 8 Nîsanê

Vê yekê bona bîranîna min bikin (Lûqa 22:19).

Bona xizmetkarên Yehowa, Bîranîna Mirina Îsa roja lape ferz e, ya temamiya salê. Îsa temî da şagirtên xwe, ku tenê vê roja mexsûs kifş kin (Lûqa 22:19, 20). Êvara Bîranînê alî me dike, wekî em razîbûna xwe bona qîmeta qurbana Îsa bidine kifşê (2 Korintî 5:14, 15). Usa jî, Bîranîn mecaleke baş e, ku “em dil bidin ber hev” (Romayî 1:12). Û gelek merivên ku têne ser Êvara Bîranînê, hukum dike ev yek, çi ku ewana wêderê divînin û dibihên, û lema jî safî dikin Kitêba Pîroz hîn bin. Usa jî bifikirin, ku Êvara Bîranînê ça yektiya me diha qewî dike. Bê şik, Êvara Bîranînê bona me gelek mexsûs e û şabûneke mezin mera tîne! w24.01 8 ¶1-3

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Lûqa 19:29-44

Çarşem, 9 Nîsanê

Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê-tenê da, seva ku her kesê ku baweriya xwe wî tîne, nemire, lê jîyîna heta-hetayê bistîne (Yûhn. 3:16).

Çiqas hê zêde em derheqa qîmeta vê qurbanê difikirin, ya ku Yehowa û Îsa dane, haqas hê baş em fem dikin, ku her du jî çiqas me hez dikin (Galatî 2:20). Qurban ji bo hezkirinê hate dayînê. Îsa bona Yehowa gelek qîmet e. Lema jî, gava Yehowa îzin da, wekî Îsa bona me êşê bikişîne û bimire, Ewî îzbat kir, ku me gelek hez dike. Ça me dît, Yehowa hezkirina xwe venaşêre, lê eşkere dide kifşê (Yêremya 31:3). Yehowa em kişandine berbi xwe, çimkî ew me hez dike (Beramber ke Qanûna Ducarî 7:7, 8). Tu kes û tu tişt nikare me ji vê hezkirinê biqetîne (Romayî 8:38, 39). Gelo hezkirina Yehowa ser te ça hukum dike? w24.01 28 ¶10-11

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Lûqa 19:45-48; Metta 21:18, 19; 21:12, 13

Pêşem, 10 Nîsanê

Ew guman hebû, ku efirînê . . . aza bin (Rom. 8:20, 21).

Kesên bijartî hêviya jîyîna ser ezmana gelekî qîmet dikin. Yek ji wan, birê Frêdêrîk Frans bû. Carekê ewî derheqa vê gumanê usa got: “Bê şik, gumana me wê bê sêrî, û her kesê bijartî ji 144 000, wê xelata ku Xwedê soz daye, bistîne. Belê, xelata ku emê bistînin wê diha baş be, ne ku ça em didine ber çevê xwe”. Sala 1991-da, Frans usa got: “Heta îro jî [em] qîmeta vê hêviyê zanin. . . . Em çiqas wext hîviya wê bin jî, emê haqas zêde razî bin. Ev tişteke usa ye, wekî . . . hêja ye ku em hîviyê bin. Niha ez diha zêde hêviya me qîmet dikim”. Firqî tune em hîviya jîyîna herheyî ya ser ezmana, yan ser erdê ne, hêviya me dilê me şa dike. Û hêviya me dikare hê qewî û qewî be. w23.12 9 ¶6; 10 ¶8

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Lûqa 20:1-47

Înî, 11 Nîsanê

Xûna canega û nêriya tu car nikare guna resît ke (Îbrn. 10:4).

Ber konê pîrozê kevin qurbangeheke ji sifir hebû. Ser vê qurbangehê, heywan çawa qurban Yehowara dianîn (Derketin 27:1, 2; 40:29). Lê bi saya van qurbana, gunên cimetê bi temamî nikaribûn bihatana baxşandinê (Îbranî 10:1-3). Qurbanên ku timê dihatine dayînê, ev qurbana tek didane kifşê, ya ku axiriyêda wê hemû meriv ji guna xilaz kira. Îsa Mesîh zanibû ku Yehowa ew şande ser erdê, wekî ew emirê xwe ça qurban bona hemû meriva bide (Metta 20:28). Bi nixumandina xwe Îsa nîşan kir, wekî ew hazir e xwestina Yehowa bîne sêrî (Yûhenna 6:38; Galatî 1:4). Îsa “carekê bona her tim bedena xwe kire qurban”, wekî gunê her kesê ku baweriya xwe wî tîne, bê baxşandinê (Îbranî 10:5-7, 10). w23.10 26-27 ¶10-11

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Lûqa 22:1-6; Markos 14:1, 2, 10, 11

ROJA BÎRANÎNÊ
Çaxê Ro Çû Ava
Şemî, 12 Nîsanê

Pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa (Rom. 6:23).

Tenê bi saya kirînê meriv dikarin ji gune û mirinê xilaz bin (Zebûr 49:7, 8). Lema jî, Yehowa Kurê xwe Îsa şande ser erdê, wekî ew emirê xwe bona me berva bide. Em çiqas derheqa vê qurbana qîmet bifikirin, haqas hê zêde emê vê yekê qîmet kin. Lema jî emê dîna xwe bidinê, ku çira bona Yehowa û Îsa hêsa nîbû vê qurbanê bidin. Çaxê Adem gune kir, ewî mecala jîyîna heta-hetayê unda kir, ne tenê bona xwe, lê bona hemû zarên xwe jî. Îsa Mesîh hate ser erdê û emirê xwe ça qurban berva da, wekî tiştê undabûyî dîsa bikire. Çaxê Îsa ser erdê bû, “ewî gune nekir û zarê wîda hilekarî tunebû” (1 Petrûs 2:22). Îsa bêqisûr bû, lema jî qîmeta emirê wî û qîmeta emirê ku Adem unda kiribû, wek hev bûn (1 Korintî 15:45; 1 Tîmotêyo 2:6). w24.01 10 ¶5-6

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Lûqa 22:7-13; Markos 14:12-16 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Lûqa 22:14-65

Led, 13 Nîsanê

Ew ne ku pê xûna canega û nêriya, lê bi xûna xwe carekê bona her tim kete Ciyê Herî Pîroz û azabûna heta-hetayê dest anî (Îbrn. 9:12).

Çaxê Îsa hate saxkirinê, paşê ew paristgeha ruhanîda derbazî Ciyê Herî Pîroz bû. Îro em bi saya qurbana Îsa û bi saya vê yekê ku ew Kahînê Mezin e, dikarin Yehowa bihebînin. Îsraêlêda kahînê mezin pê xûna qurbanên heywana dikete Ciyê Herî Pîroz, yê ku pê destê meriva hatibû çêkirinê. Lê Îsa “hema xût kete ezmên”, dêmek ciyê ku ji hemû ciyên din pîroztir e, seva ku ber Yehowa bisekine. Wêderê ewî qîmeta emirê xweye fîzîkî û bêqisûr, Xwedêra eyan kir, û “pê xwequrbankirinê” gunê me hilda (Îbranî 9:24-26). Em gişk jî dikarin paristgeha ruhanîda Yehowara xizmet kin, firqî tune emê ser erdê, yan ser ezmana bijîn. w23.10 28 ¶13-14

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Lûqa 22:66-71

Duşem, 14 Nîsanê

De îdî em mêrkîmî nêzîkî textê Xwedêyî keremê bin (Îbrn. 4:16).

Bifikire ku Îsa ser ezmana ça Padşa û Kahînê Mezine dilovan, çi dike. Bi saya wî, em dikarin duada “nêzîkî textê Xwedêyî keremê bin”, wekî alîkarî û dilremiyê ji wî reca bikin (Îbranî 4:14, 15). Em gerekê her roj bifikirin ser van tişta, çi ku Yehowa û Îsa bona me kirine û heta niha jî dikin. Gerekê hezkirina wan ser hiş û dilê me kûr hukum kin û me hêlan kin, wekî bi xîret Yehowara xizmet kin (2 Korintî 5:14, 15). Mecaleke baş ku ça wanra razîbûna xwe bidine kifşê, ew e, ku alî meriva bikin, wekî ewana bibine Şedên Yehowa û şagirtên Îsa (Metta 28:19, 20). Pawlosê şandî jî bi vî cûreyî razîbûna xwe dida kifşê. Ewî zanibû wekî Yehowa “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:3, 4). w23.10 22-23 ¶13-14

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66

Sêşem, 15 Nîsanê

Îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk (Eyan. 21:4).

Em mizgîniyê merivara bela dikin. Lê em çawa dikarin xwe û kesên din bidine bawerkirinê, ku giliyên ji Eyantî 21:3, 4 wê bi rastî bêne sêrî? Seva ku em baweriya xwe vî sozê xweş bînin, Yehowa îzbatiyên vê yekê daye nivîsarê. Rêzên Kitêba Pîroz nîşan dikin, ku em dikarin baweriya xwe sozê Yehowa bînin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Hingê ewî li ser text rûniştî got: ‘Va ez her tiştî nû çêdikim’. Û minra got: ‘Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in’. Usa jî gote min: ‘Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî’” (Eyantî 21:5, 6a). w23.11 3 ¶3-5

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Lûqa 24:1-12

Çarşem, 16 Nîsanê

Dil bide xorta, ku aqilda giran bin (Tîto 2:6).

Bira dikare bi kinc û xemilandina xwe bide kifşê, ku ew yekî gihîştî ye. Gelek car, merivên usa modê derdixin, yên ku qedirê Yehowa nagirin û bi jîyîneke bênamûs dijîn. Mesele, ewana kincên usa derdixine modê, kîjan ku gelek teng in û mêra dikine mîna jina. Merivê gihîştî wê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz kinca xwera bijbêre û civatêda çev bidine meselên baş. Ji xwe bipirse: “Gelo safîkirinên min didine kifşê, wekî ez pêşiya ku kincekî bijbêrim, kûr difikirim û qedir hindava merivên din didime kifşê? Gelo kincxwekirina min nîşan dike, ku ez Şedê Yehowa me?” (1 Korintî 10:31-33). Xortê bîlan, wê him ber çevê xûşk-bira, him jî ber çevê Yehowa Xwedê, gelek qîmet be. w23.12 26 ¶7

Pêşem, 17 Nîsanê

Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye. Heger padşatiya min ji vê dinyayê bûya, berdestiyên minê şer kirana (Yûhn. 18:36).

Berê, padşê başûrê jî hicûmî ser xizmetkarên Yehowa dikir (Daniyêl 11:40). Mesele, wedê Şerê Hemdinyayê ya I û II, gelek bira hatine girtinê û gelek zarên Şedên Yehowa ji mektebê hatine derxistinê, çimkî wana tevnebûyînê xwey dikir. Van salên paşinda, aminiya xizmetkarên Yehowa, yên ku bin serwêrtiya vî padşîda dijîn, bi cûrên din hatine cêribandinê. Mesele, wedê bijartina serwêra, dibeke Mesîhîk bê cêribandinê, ku polîtîkek, yan jî partîke polîtîkî bijbêre. Dibeke ewana dengê xwe nedin jî, lê diqewime ewana hiş û dilê xweda piştgiriya kesekî bikin. Seva ku em bi temamî tevnebûyînê xwey kin, em gerekê rind dîna xwe bidine him kirên xwe, him jî hest û fikirên xwe! (Yûhenna 15:18, 19) w23.08 12 ¶17

Înî, 18 Nîsanê

Şikir Xudanra, Xwedêyê xilazkirê mera ku her roj barê me hildigire (Zeb. 68:19).

Reva jîyînêda em gerekê usa birevin, wekî “xelatê bistînin” (1 Korintî 9:24, ÎM). Îsa got: “Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we xwarin, vexwarinê û xemên vê dinyayêva girêdayî be” (Lûqa 21:34). Gelek rêzên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, wekî tu guhastinên lazim bikî, ku bikaribî reva jîyînêda serkevî. Em bawer in ku emê reva jîyînêda serkevin, çimkî Yehowa wê qewatê bide me (Îşaya 40:29-31). Lema jî bireve û mîna Pawlosê şandî çi ji destê te tê bike, wekî tu xelatê bistînî! (Fîlîpî 3:13, 14) Tu kes nikare dewsa te bireve, lê bi alîkariya Yehowa tu dikarî bigihîjî nêtê xwe. Yehowa dikare alî te bike, wekî tu barê ferz hildî û yên nelazim ji xwe dûr xî. Bi qewata Yehowa, tu dikarî reva jîyînêda serkevî! Netirse, Yehowa tevî te ye! w23.08 31 ¶16-17

Şemî, 19 Nîsanê

Qedirê dê û bavê xwe bigirî (Derk. 20:12).

Gava Îsa 12 salî bû, dê-bavê wî ew Orşelîmêda bîr kirin (Lûqa 2:46-52). Çaxê dê-bavê wî paşî cejinê, ji Orşelîmê vedigeriyane mal, wana dîna xwe nedayê ku Îsa tevî wan nîbû. Ewana borcdar bûn ku dîna xwe bidinê, hela hemû zarên wan tevî wan in, yan na. Çaxê Ûsiv û Meryemê Îsa dîtin, Meryemê Îsa neheq kir, ku rûyê wîda ewana tirsiyan û ber xwe ketin! Îsa dikaribû wanra bigota, ku ewana neheq in. Dewsa vê yekê, ewî rihet û bi qedir caba wan da, “lê wana fem nekir ewî çi got”, dîsa jî Îsa “gura wanda bû”. Cahilno, gava dê-bavê we şaşiya dikin, yan jî we fem nakin, gelo wera çetin e guh bidine wan? Hergê çetin e, çi dikare alî we bike? Bifikirin ku Yehowa çi ser xwe texmîn dike, gava hûn gura dê-bavê xwe dikin. Kitêba Pîroz dibêje, ku ev yek “li Xudan xweş tê” (Kolosî 3:20). Yehowa zane ku dê-bavê we cara we fem nakin, yan jî qeydên usa datînin, ku wera hêsa nîne guh bidine wan qeyda. Lê dîsa jî, gava hûn guh didine dê-bavê xwe, hûn dilê Xwedê şa dikin. w23.10 7 ¶5-6

Led, 20 Nîsanê

Milûk bin û şîrinayiya xwe hindava hemû merivada bidine kifşê (Tîto 3:2).

Diqewime hevalxebatçîk bêje, wekî Şedên Yehowa gerekê nihêrandina xwe hindava homosêksûaliyê biguhêzin. Diha baş e, ku em wîra şirovekin wekî em qedirê nihêrandina her kesî digirin (1 Petrûs 2:17). Paşê, em dikarin wîra zelal kin ku kara qanûnên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê çi ye. Hergê merivek tevî gotinên me razî nîne, em gerekê derbêra nebêjin, ku em zanin ew çi bawer dike. Mesele, dibeke hevaldersxanekî te bêje, ku ev tiştekî bêaqilayî ye, wekî baweriya xwe Xwedê bînin. Lê gelo ev yek tê hesabê ku ew êvolûsiyayê bawer dike û derheqa vê yekê gelek tişt zane? Dibeke ew tenê wan giliya dibêje, çi ku ji kesên din bihîstiye. Em dikarin ji jw.org jêra lînka gotarekê yan jî vîdêoyekê derheqa efirandinê bişînin. Paşê em dikarin derheqa van tişta xeber din. Belê, hergê em bi qedir caba wî bidin, ev yek dikare wî hêlan ke, ku nihêrandina xwe biguhêze. w23.09 17 ¶12-13

Duşem, 21 Nîsanê

Tu Xudano, qenc û afû kir î, hindava hemûyada xweyê huba mezin î, kîjan ku gazî Te dikin (Zeb. 86:5).

Hergê me şaşî kiriye jî, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê cabdariya bide me û me kerem ke. Ji bo vê yekê, gerekê em çi ji destê me tê bikin, wekî ji riya rast derneyên û berdewam kin îtbariya xwe Yehowa bînin (Metelok 28:13). Şimşon merivekî gunekar bû, lê dîsa jî ewî çi ji destê wî dihat, dikir, wekî Yehowara xizmet ke hela hê paşî vê şaşiya xwe jî, ku ewî derheqa qewata xwe, Delîlayêra gilî kir. Belê, Yehowa terka Şimşon neda û dîsa qewat da wî, wekî ew xwestina Wî bîne sêrî. Yehowa dîsa jî wî ça yekî bawermend hesab dikir û navê wî kire nava rêza merivên amin, yên ku Îbranî serê 11-da hatine nivîsarê. Belê, Bavê meyî ezmana gelek me hez dike û rojên çetinda dixwaze qewatê bide me! Ev yek dilê me rihet dike. Mîna Şimşon, were em ji Yehowa reca bikin û bêjin: “Min di bîra xweda bîne . . . min xwurt [qewî] bike” (Hakimtî 16:28). w23.09 7 ¶18-19

Sêşem, 22 Nîsanê

Hîviya Roja Xwedê bin û hatina wî lez xin (2 Pet. 3:12).

Em zanin ku roja Yehowa nêzîk e, lema jî em bi xîret mizgîniyê bela dikin. Lê hine derecada diqewime em ditirsin şedetiyê bidin. Gelo çira? Çimkî diqewime em ditirsin ku meriv wê çi bifikirin, yan jî tiştekî nebaş bikin. Ev yek hate serê Petrûs. Şeva pêşiya mirina Îsa, Petrûs tirsiya bêje, ku ew şagirtê Îsa ye û ewî çend cara Îsa înkar kir (Metta 26:69-75). Lê paşê, Petrûs tirsa ber meriva alt kir û bi dilekî qewî got: “Ji meriva netirsin û xwe unda nekin” (1 Petrûs 3:14). Giliyên Petrûs nîşan dikin, ku em dikarin ji tirsa ber meriva aza bin. Çi dikare alî me bike, ku em meriva netirsin? Petrûs mera dibêje: “Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin” (1 Petrûs 3:15). Dêmek, em dikarin ser vê yekê bifikirin, ku Îsa Mesîh Padşê me ye û qewata wî gelek mezin e. w23.09 27-28 ¶6-8

Çarşem, 23 Nîsanê

Heta navê qaviyê û her heramiyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê (Efes. 5:3).

Em gerekê berdewam kin miqabilî “kirên bêbere teriyê” şer bikin (Efesî 5:11). Eyan e ku gava kesek tiştên xirab û bênamûs dinihêre yan dibihê, yan jî derheqa tiştên usa xeber dide, ev hêsa dikare gune bike (Destpêbûn 3:6; Aqûb 1:14, 15). Dinya Mîrê-cina her tiştî dike, ku me bixapîne û me bide bawerkirinê, wekî tiştên ku ber çevê Yehowa reş in, bi rastî ne xirab in (2 Petrûs 2:19). Bi hezara sala, mêtoda Mîrê-cina ev e ku hişê meriva tevlihev ke, wekî ewana nevînin, ku çi rast e û çi na (Îşaya 5:20; 2 Korintî 4:4). Lema jî gelek fîlm, bernamên têlêvîziyonê û rûpêlên întêrnêtê, fikirên ku miqabilî qanûnên Yehowa ne, bela dikin. Mîrê-cina dixwaze, wekî em bifikirin ku kirên nepak bê ziyan in (Efes. 5:6). w24.03 22 ¶8-10

Pêşem, 24 Nîsanê

Evana xizmetkariya xwe mîna sî û sûretê wan tiştên ezmên dikin (Îbrn. 8:5).

Gava Îsraêlî ji cîkî derbazî cîkî din dibûn, wana konê pîroz tevî xwe dibir. Heta ku Orşelîmêda paristgeh bihata avakirinê, konê pîroz weke 500 salî hate xebitandinê (Derketin 25:8, 9; Jimar 9:22). Konê pîroz bona Îsraêliya ciyê sereke bû, kîderê ku Yehowa Xwedê dihebandin. Wêderê, wana qurban dianîn (Derketin 29:43-46). Lê konê pîroz usa jî tiştek diha mezin dihate hesabê. Konê pîroz “sî û sûretê” tiştên ezmanî bû û dida kifşê paristgeha ruhaniye girîng. Pawlosê şandî got, wekî konê pîroz “sûretek e bona zemanê niha” (Îbranî 9:9). Çaxê ewî neme Îbraniyara nivîsî, paristgeha ruhanî sala 29 D.M.-da îda hatibû avakirinê. Wê salê, Îsa Mesîh hate nixumandinê û paristgeha ruhanîda çawa Kahînê Mezin hate kifşkirinê (Îbranî 4:14; Karên Şandiya 10:37, 38). w23.10 25-26 ¶6-7

Înî, 25 Nîsanê

Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be (Fîlî. 4:5).

Seva ku em ber “bayê jîyînê” qewî bimînin, gerekê em nerm û berbihêr bin, dêmek hazir bin ku hînî derecên teze bin. Mesele, gava halê me tê guhastinê yan jî gava nihêrandin û safîkirinên me ji ya merivên din cude dibe, em gerekê merivne nerm bin û serwaxtî bidine kifşê. Çawa xizmetkarên Yehowa, em dixwazin serwaxt bin. Usa jî, em dixwazin berbihêr û dilovan bin. Derheqa Yehowa tê gotinê ku ew “Qeya ye”, çimkî ew yekî qewî ye (Qanûna Ducarî 32:4). Lê usa jî ew yekî serwaxt e. Gava halê vê dinyayê tê guhastinê, ew dîsa jî her tiştî dike, wekî xwestina xwe bîne sêrî. Yehowa em usa efirandine, ku em dikarin hînî guhastina bin. Ew bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dike, ku em hemû derecên jîyîna xweda safîkirinên baş bikin. Mesela Yehowaye şexsî û prînsîpên wî îzbat dikin, ku ew him mîna “Zinar” e, him jî yekî serwaxt û berbihêr e. w23.07 20 ¶1-3

Şemî, 26 Nîsanê

Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyên Te nefsa min şa dikin (Zeb. 94:19).

Kitêba Pîrozda, Yehowa xwe beramberî dayîkeke dilovan dike (Îşaya 66:12, 13). Bide ber çevê xwe, ku dayîk ça bi hezkirinê zara xwe dide ber dilê xwe û her tiştî dike, wekî lê rihet ke. Mîna vê yekê, gava tu dilteng dibî, bawer be ku Yehowa te hez dike û wê rihetiya dil bide te. Gava em şaşî dikin, ew dîsa jî me hez dike (Zebûr 103:8). Îsraêlî gelek car dilê Yehowa dêşandin, lê gava ewana poşman dibûn û tobe dikirin, Yehowa hindava wanda dilovan bû. Ewî wanra got: “Tu ber çevê min hêja û bi rûmet î û ez te hez dikim” (Îşaya 43:4, 5, ÎM). Xwedê nayê guhastinê. Hergê me gunên giran kiriye jî, gava em tobe dikin û vedigerin bal Yehowa, em divînin ku ew dîsa jî me hez dike. Yehowa soz dide ku ewê “bi zêdebarî bibexişîne” (Îşaya 55:7, ÎM). Usa jî Kitêba Pîroz dibêje, wekî guneyên me wê bêne baxşandinê û Yehowa wê rihetiya dil bide me (Karên Şandiya 3:19). w24.01 27 ¶4-5

Led, 27 Nîsanê

Destê Xwedayê min . . . ser min bû (Ezr. 7:28, ÎM).

Gava em rastî dereceke çetin tên, Yehowa dikare alî me bike. Mesele, gava em ji serkarê xebatê îzinê dixwazin wekî herine ser civata mezin, yan jî gava em dixwazin wekî ew sihetên xebatê biguhêze, ku em bikaribin herine ser civata, em dikarin bivînin ku Yehowa ça alî me dike. Dibeke em ecêbmayî bimînin, ku ev derece çiqas baş hate safîkirinê. Serhatiyên usa alî me dikin, ku em hê zêde xwe bispêrin Yehowa. Ezra bi milûktî ji Yehowa alîkarî dixwest. Her car çaxê wîra çetin bû cabdariyên xwe bîne sêrî, ewî bi milûktî Yehowara dua dikir (Ezra 8:21-23; 9:3-5). Ji ber ku Ezra xwe disparte Yehowa, kesên din jî bi dil û can piştgiriya wî dikirin û çev didane baweriya wî (Ezra 10:1-4). Gava em bona hewcên matêrîalî, yan jî bona sihet-qewata malbeta xwe xem dikin, em gerekê duada ji Yehowa alîkariyê bixwazin û bawer bin, ku ewê alî me bike. w23.11 18 ¶15-17

Duşem, 28 Nîsanê

Abram bawerîya xwe Xudan anî û wî ew yek jêra rastî hesab kir (Destp. 15:6).

Seva ku em ça kesên rast bêne hesabê, Yehowa nabêje ku gerekê em hema vê yekê bikin çi ku Birahîm kir. Gelek mecal hene ku em baweriya xwe bi kirên xwe nîşan kin. Civatêda em dikarin wan meriva silav kin, yên ku teze hatine, alîkariyê bidine xûşk-birên destteng û neferên xwera qenciyê bikin. Hergê em usa bikin, Xwedê wê ji me razî be û me kerem ke (Romayî 15:7; 1 Tîmotêyo 5:4, 8; 1 Yûhenna 3:18). Seva ku em baweriya xwe bi kirên xwe nîşan kin, mecaleke din ew e, ku bi xîret mizgîniyê bela kin (1 Tîmotêyo 4:16). Em gişk dikarin pê kirên xwe nîşan kin, wekî em bawer dikin ku hemû sozên Yehowa wê eseyî bêne sêrî û rêberiya wî ya here baş e. Hergê em usa bikin, em dikarin dudilî nebin ku Xwedê wê me rast hesab ke û me ça dostê xwe nav ke. w23.12 2 ¶3; 6 ¶15

Sêşem, 29 Nîsanê

Hêzdar [qewî] û mêrxas be (1 Padş. 2:2, ÎM).

Gava Dawid Padşa ber mirinê bû, ewî Silêmanra xeberên jorê nivîsî (1 Padşatî 2:1, 3). Ev şîret bona hemû birên ku dixwazin çev bidine Îsa, gelek ferz e. Seva ku ewana pêşdaçûyî bin, ewana gerekê hîn bin guh bidine qanûnên Xwedê. Usa jî ewana gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweyî herrojîda bînin sêrî (Lûqa 2:52). Çira gelek ferz e ku birên cahil bibine şagirtên Îsa yên gihîştî? Birên me him malbetêda him jî civatêda cabdariyên ferz tînin sêrî. Birên cahil, bê şik hûn jî dixwazin cabdariya bistînin. Diqewime te xwera nêt daniye, wekî bibî xizmetkarê hertim, berdestiyê civatê, û paşê bibî rûspiyê civatê. Dibeke tu usa jî dixwazî bizewicî û bibî bav (Efesî 6:4; 1 Tîmotêyo 3:1). Seva ku tu bigihîjî van nêta, gaveke ferz ew e, ku tu bibî Mesîhiyê ruhanîda gihîştî. w23.12 24 ¶1-2

Çarşem, 30 Nîsanê

Wext têrê nake, ku bona Gîdeyon . . . gilî kim (Îbrn. 11:32).

Yehowa berxên xweye qîmet tesmîlî rûspiyên civatê kirine. Ev mêrên amin gelek ji Yehowa razî ne, ku ew îtbariya xwe wan tîne û berxên xwe tesmîlî wan kiriye. Û ewana ser xwe dixebitin, wekî bibin şivanên li gora dilê Yehowa (Yêremya 3:15; 1 Petrûs 5:2). Em gelek razî ne ku civatên meda şivanên usa hene! Rûspî dikarin ji mesela Gîdeonê hakim gelek tişt hîn bin (Îbranî 6:12). Ewî xizmetkarên Xwedê him diparastin him jî şivantî wan dikir (Hakimtî 2:16; 1 Dîrok 17:6). Îro halê dinyayê gelek xirab e. Lema jî gelek ferz e ku rûspî xizmetkarên Xwedê bibine xweyî (Karên Şandiya 20:28; 2 Tîmotêyo 3:1). Em dikarin ji milûktî û guhdarîkirina Gîdeon gelek tişt hîn bin. Çaxê ewî cabdariyên xwe dianîn sêrî, lazim bû ku ew gelekî sebir bike. Hergê em rûspî nînin jî, em dikarin razîbûna xwe rûspiyara bidine kifşê û piştgiriya wan bikin (Îbranî 13:17). w23.06 2 ¶1; 3 ¶3

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin