Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
2-8 ADARÊ
FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 22-23
“Xwedê Birahîm Dicêribîne”
(Destpêbûn 22:1, 2) Pey van yekara, Xwedê Birahîm cêriband û got: “Birahîmo!” Birahîm got: “Lebê, ezî va me”. 2 Xwedê gotê: “Niha rabe kurê xweyî tayê tenêyî delal Îshaq hilde û here welatê Morîyayê, li wê derê li serê çîyakî, kîjanî ezê tera bêjim, bike dîyarîya tevayîşewatê”.
Çira Xwedê ji Birahîm Dewa kir, wekî Kurê Xwe Bike Qurban?
Werên em dîna xwe bidin giliyê Yehowa, ku gote Birahîm: “Niha rabe kurê xweyî tayê tenêyî delal Îshaq hilde û . . . bike dîyarîya tevayîşewatê” (Destpêbûn 22:2). Yehowa derheqa Îshaq got, wekî ew bona Birahîm gelek delal e. Yehowa zanibû wekî Birahîm gelekî Îshaq hiz dike. Yehowa jî Kurê xwe Îsa gelekî hiz dike. Ji bo hizkirina mezin, Yehowa du cara ji ezmana ser Îsa got: “Kurê minî delal” (Marqos 1:11; 9:7).
Xêncî vê yekê dîna xwe bidinê, wekî “Welgerandina Dinya Tezeda” Yehowa dibêje Birahîm: “Lava dikim”. Bi nihêrandina lêkolînkarekî Kitêba Pîroz, ev xeber dide kifşê, wekî “Xudan zane qîmeta xwestina wî çiqas giran e”. De bidine hesabê xwe xwestina Yehowa çiqas çetin bû bona Birahîm. Usa jî em nikarin bi temamî bidine ber çevê xwe, wekî Yehowa êşeke çiqas mezin texmîn dikir gava didît çawa Kurê wî diçerçire û dimire. Bêşik, pêşiya vê yekê Yehowa êşeke usa mezin texmîn nekiribû û wê îda ne jî texmîn ke.
Rast e xwestina Yehowa dikare mera galek sert û ecêbmayî bê kifşê, lê dîna xwe bidinê, Yehowa nehîşt, Birahîmê amin kurê xwe bike qurban. Yehowa Îshaq xilaz kir û nehîşt Birahîm derdê giran bivîne. Lê Ewî heyfa xwe Kurê xwe neanî û bona me hemûya berva da (Romayî 8:32). Gelo çira Yehowa qêmîş kir, Kurê xweyî delal kire qurban? Çimkî Ew dixwaze, “wekî em bi wî bijîn” (1 Yûhenna 4:9). Ev yek hizkirina gelek mezin e aliyê Xwedêda! Em jî hêlan dibin bi dil û can wî hiz bikin.
(Destpêbûn 22:9-12) Gava gihîştine wî cîyê ku Xwedê gotibûyê, Birahîm li wir gorîgehçêkir, qirş li ser wê cî kirin û kurê xwe Îshaq girêda, hilda danî li ser qirşêd gorîgehê. 10 Û Birahîm dest avîte kêrê, ku kurê xwe serjêke 11 lê milyaketê Xudan ji ezmên deng dayê û gotê: “Birahîm! Birahîm!” Ewî got: “Lebê, ezî va me”. 12 Milyaket gotê: “Dest nede kurik û tiştekî li wî neke, niha ez zanim ku tu ji Xwedê ditirsî, çimkî te bona min kurê xweyî tayê tenê na-na nekir”.
(Destpêbûn 22:15-18) Milyaketê Xudan cara duda ji ezmên deng da Birahîm 16 û got: “Ez bi nefsa xwe sond dixwim, Xudan dibêje, çimkî te ku ev tişt kir û kurê xweyî tayê tenê bona min na-na nekir, 17 ezê jî duayê li ser dua li te bikim, zureta te mîna steyrkêd ezmên û mîna qûma devê berê gelekî zêde kim û zureta teyê bajarêd neyarêd xwe zeftî xwe kin 18 û bi zureta te wê dua li hemû miletêd dinyayê bibe, çimkî te guhdarîya min kir”.
w12 15/10 23 ¶6
Guh Bide Xwedê, û Bivîne Ew Ça Sozên Xwe Tîne Sêrî
6 Yehowa Xwedê bona kara merivên gunekar, sond xwar û got: “Ez sax im” (Hezql. 17:16). Di Kitêba Pîrozda Yehowa Xwedê 40 derecada sond dixwe. Diqewime ya lape nas ev e, çaxê Xwedê Birahîmra sond xwar. Nava gelek salada Yehowa tevî Birahîm çend peyman girêda, dêmek soz da wî. Evê yekê îzbat dikir, wekî zureta sozdayî gerekê ji Îshaq kurê Birahîm pêşda bê (Destp. 12:1-3, 7; 13:14-17; 15:5, 18; 21:12). Paşî vê yekê Yehowa Birahîm cêriband û gote wî, wekî ew kurê xweyî hizkirî bike qurban. Birahîm derbêra gura Xwedê kir û hazir bû Îshaq bike qurban, lê melekê Xwedê ew da sekinandinê. Paşê Xwedê soz da wî: “Ez bi nefsa xwe sond dixwim . . . çimkî te ku ev tişt kir û kurê xweyî tayê tenê bona min na-na nekir, ezê jî duayê li ser dua li te bikim, zureta te mîna steyrkêd ezmên û mîna qûma devê berê gelekî zêde kim û zureta teyê bajarêd neyarêd xwe zeftî xwe kinû bi zureta te wê dua li hemû miletêd dinyayê bibe, çimkî te guhdarîya min kir” (Destp. 22:1-3, 9-12, 15-18).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 22:5) Û hingê Birahîm gote xulamêd xwe: “Hûn kerêva li vir bimînin, ez û kurikva heta dera han herin, hebandina xwe bikin û dîsa li ser weda vegerin”.
Yahowa Ew Navkir “Dostê Min”
13 Birahîm pêşiya ku ji xulamên xwe biqetiya, wanra got: “Hûn kerêva li vir bimînin, ez û kurikva heta dera han herin, hebandina xwe bikin û dîsa li ser weda vegerin” (Destp. 22:5, PKM). Bi vê yeke Birahîm çi dixwest bigota? Gelo Birahîm xulamên xwe dixapand çaxê digot, ku emê ser weda vegerin, ne axir ewî kurê xwe dibir ku bike qurban? Na. Kitêba Pîroz dibêje ku Birahîm derheqa çi difikirî. (Bixûne Îbranî 11:19.) Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “Birahîm dilê xweda digot, ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rake”. Belê, Birahîm bawer dikir ku Xwedê dikare mirî sax ke. Ewî zanibû ku ew û Sera emirda gelek mezin bûn, lê Yahowa bi qewata xwe usa kir ku wîra kur hate bûyînê (Îbrn. 11:11, 12, 18). Birahîm fem dikir ku bona Yahowa tiştekî çetin tune. Ew bawer bû ku wê rojê çi jî biqewime, yeke kurê wîyî hizkirî wê sax be, çimkî usa hemû sozên Yahowa wê bihatana sêrî. Lema Birahîm hate navkirinê “bavê hemû bawermendêd”!
(Destpêbûn 22:12) Milyaket gotê: “Dest nede kurik û tiştekî li wî neke, niha ez zanim ku tu ji Xwedê ditirsî, çimkî te bona min kurê xweyî tayê tenê na-na nekir”.
it-1 853 ¶5-6
Pêşdîtin
Xwedê dikare pêşda bivîne. Nihêrandineke din ev e, ku Xwedê safî dike kîjan tişta pêşda bivîne. Ev yek gerekê li gora qirara wî be û li gora vê yekê, ku Xwedê bi Xebera xwe derheqa xwe çi mera eyan dike. Ev ne ser hîmê hînkirina pêşdîtinê ye, çimkî gelek rêzên ji Kitêba Pîroz didine kifşê, wekî Xwedê pêşiyê derecê lêkolîn dike û paşê safî dike.
Destpêbûn 11:5-8-da derheqa Xwedê tê gotinê, wekî ewî dîna xwe da erdê, û dît hemû tiştên ku di Babîlonêda diqewimîn. Paşê li gora vê yekê ewî safî kir çi bike, seva ku nêt-meremên merivên zulm kuta ke. Çaxê Sodom û Gomora bi zulmiyê tije bûn, Yehowa derheqa safîkirina xwe gote Birahîm: “Dîna xwe bidimê, ka ew rast weke wê qare-qara xirabîyêd wane ku gihîştine min dikin, heger na, ku ez zanibim” (Dsp. 18:20-22; 19:1). Çaxê Birahîm hazir bû Îshaq bike qurban, hingê Xwedê diha rind ew nas kir û lema jî gotê: “Niha ez zanim ku tu ji Xwedê ditirsî, çimkî te bona min kurê xweyî tayê tenê na-na nekir” (Dsp. 18:19; 22:11, 12; beramber ke Nm. 9:7, 8; Gl. 4:9).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 22:1-18) Pey van yekara, Xwedê Birahîm cêriband û got: “Birahîmo!” Birahîm got: “Lebê, ezî va me”. 2 Xwedê gotê: “Niha rabe kurê xweyî tayê tenêyî delal Îshaq hilde û here welatê Morîyayê, li wê derê li serê çîyakî, kîjanî ezê tera bêjim, bike dîyarîya tevayîşewatê”. 3 Birahîm sibehê zû rabû, bona dîyarîya tevayîşewatê dar şkênandin, têra kerê xwe girêda, tevî xwe du xulam û kurê xwe Îshaq hildan, rabû çû wî cîyê ku Xwedê gotibûyê. 4 Roja sisîya Birahîm serê xwe bilind kir, dûrva ew cî dît. 5 Û hingê Birahîm gote xulamêd xwe: “Hûn kerêva li vir bimînin, ez û kurikva heta dera han herin, hebandina xwe bikin û dîsa li ser weda vegerin”. 6 Birahîm qirşê dîyarîya tevayîşewatê hilda, da pişta kurê xwe Îshaq û xwexa jî agir û kêr girtine destê xwe û her du hevra çûn. 7 Rêda Îshaq bavê xwe Birahîmra got: “Bavo!” Ewî got: “Lebê, ezî va me, kurê min”. Îshaq got: “Va ne qirş û agir, lê berxa bona dîyarîya tevayîşewatê kanê ye?” 8 Hingê Birahîm gotê: “Xwedê wê xwexa berxa dîyarîya tevayîşewatê bona xwe rê têra bibîne, kurê min” Û her du hevra rîya xweda çûn. 9 Gava gihîştine wî cîyê ku Xwedê gotibûyê, Birahîm li wir gorîgehçêkir, qirş li ser wê cî kirin û kurê xwe Îshaq girêda, hilda danî li ser qirşêd gorîgehê. 10 Û Birahîm dest avîte kêrê, ku kurê xwe serjêke 11 lê milyaketê Xudan ji ezmên deng dayê û gotê: “Birahîm! Birahîm!” Ewî got: “Lebê, ezî va me”. 12 Milyaket gotê: “Dest nede kurik û tiştekî li wî neke, niha ez zanim ku tu ji Xwedê ditirsî, çimkî te bona min kurê xweyî tayê tenê na-na nekir”. 13 Birahîm serê xwe bilind kir, dîna xwe dayê wê pişt wîva, va ye beranek stirûyêd wî ketibûne dirîyêd six mabû. Birahîm çû ew beran anî û dewsa kurê xwe gorîşewitandî kir. 14 Birahîm navê wî cîyî danî: “Xudanê wê rê têra bibîne”. Çawa heta niha tê gotinê: Li serê çîyayê Xudan, wê rê têra bê dîtinê. 15 Milyaketê Xudan cara duda ji ezmên deng da Birahîm 16 û got: “Ez bi nefsa xwe sond dixwim, Xudan dibêje, çimkî te ku ev tişt kir û kurê xweyî tayê tenê bona min na-na nekir, 17 ezê jî duayê li ser dua li te bikim, zureta te mîna steyrkêd ezmên û mîna qûma devê berê gelekî zêde kim û zureta teyê bajarêd neyarêd xwe zeftî xwe kin 18 û bi zureta te wê dua li hemû miletêd dinyayê bibe, çimkî te guhdarîya min kir”.
9-15 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 24
“Kulfet bona Îshaq”
(Destpêbûn 24:2-4) Hingê Birahîm gote xulamê mala xwedayî mezin, ku wekîlê hemû hebûka wî bû: “Hîvî dikim, destê xwe bike li bin renê hêta min, 3 ez te bi Xudan didime sondê, ku Xwedêyê erdê û Xwedêyê ezmên e, wekî tê kurê minra ji qîzêd kenanîya nexwezî, nava kîjanada ez dimînim. 4 Lê herî welatê min, ji nava pismamtîya min qîzekê kurê min Îshaqra bînî”.
“Ezê Herim”
Birahîm, Eliyezer da sondê, wekî ew ji welatê Kenaniya qîzekê seva Îshaq nexwaze. Çima? Çimkî cimeta Kenanî, Yehowa nedihebandin û ne jî qedirê wî digirtin. Birahîm zanibû, ku Yehowa wê wedê xweda wan meriya ceza ke, seva şixulên wane zulm. Lema jî Birahîm nedixwest, wekî kurê wî Îshaq tevî vê cimetê şixulên bênamûsiyêda tevgirêdayî be. Ewî usa jî zanibû, wekî sozên Xwedê gerekê ji Îshaq bihatana sêrî (Destpêbûn 15:16; 17:19; 24:2-4).
(Destpêbûn 24:11-15) Ewî berê êvarê, wî wextê ku qîz û bûk derdiketin av dikişandin, deve ji bajêr der ber bîrekê dane mexelê, 12 û got: “Ya Xudan, Xwedêyê axayê min Birahîm! Ez reca dikim, tê îro rîya min rast kî, axayê min Birahîmra huba xweye amin bide kifşê. 13 Ezê va li ser kanîya avê bisekinim û qîz-bûkêd binelîyêd vî bajarî wê bêne avê, 14 ez kîjan qîzêra bêjim: ‘Kerema xwe, cêrê xwe dayne ez avê vexwim’ û gava ew bêje: ‘Kerem ke vexwe û ez deveyêd te jî avdim’, bira hema ew jî bibe ew qîza ku te bona xulamê xwe Îshaq kifşkirî ye. Û bi vê yekê ez bizanibim, ku te axayê minra huba xweye amin da kifşê”. 15 Ewî hela hê xeberdana xwe kuta nekiribû, Rêvêka qîza Betûêlê kurê Mîlka jina Nehorê birayê Birahîm cêr li ser mila hat.
“Ezê Herim”
Eliyezer serhatiya xwe berdewam kir û got wekî pêşiya hatina wî ber bîrê, ew Yehowa Xwedêra dua kir. Ewî reca Yehowa kir, wekî Ew seva Îshaq qîzê bijbere. Gelo çawa? Eliyezer ji Xwedê xwest, wekî qîza ku gerekê bibe jina Îshaq, bê ber bîre. Çaxê ewê ji qîzikê avê bixwaze, ew gerekê hazir be ne ku tenê Eliyezerra avê bide, lê usa jî deveyên wîra (Destpêbûn 24:12-14). Ça hûn difikirin, kê hate ber bîrê û li gora giliyê Eliyezer kir? Ev Rêvêka bû! De niha bidine ber çevê xwe, Rêvêkayê çi ser xwe texmîn kir çaxê serhatiya Eliyezer bihîst!
(Destpêbûn 24:58) Hingê gazî Rêvêkayê kirin û gotinê: “Tê tevî vî merivî herî?” Ewê got: “Belê”.
(Destpêbûn 24:67) Îshaq Rêvêka bire konê dîya xwe Serayê, ew stand û ew bû kevanîya wî. Ewî ew hiz kir. Û baristanî kete dila, li pey mirina dîya wîra.
wp16.3 14 ¶6-7
“Ezê Herim”
Çend heftî pêşda Eliyezer jî pirseke usa dabû Birahîm: “Belkî qîzik nexwaze tevî min bê?” Birahîm caba xweda got: “Tu îdî ji wî sondê xwe aza yî” (Destpêbûn 24:39, 41). Di mala Bêtûêlda jî, xwestina Rêvêkayê hildidane hesab. Eliyezer gelek şa bû ku şixulê wî usa baş derbaz bû, lema jî roja din ewî îzin xwest seva ku tevî Rêvêkayê wegere Kenanê. Malbeta Rêvêkayê xwest, ku ew weke dehe roja tevî wan bimîne. Paşê wana tiştekî usa safî kir: “Em gazî keçikê kin û xebera devê wê bizanibin” (Destpêbûn 24:57).
Niha di jîyîna Rêvêkayêda pirseke mezin pêşda hat. Gelo ewê çi bêje? Dibeke ewê destpêkir lavaya bavê xwe û birê xwe bike, seva ku wê neşînin cîkî nenas? Yan jî ewê hesab kir ku ew qedirekî mezin e, wekî ew di wê qewimandinêda kar bike, kîjanî ku Yehowa rêberî kiribû? Ewê got: “Ezê herim” (Destpêbûn 24:58, DT).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 24:19-20) Gava ewî av têr vexwar, keçikê gotê: “Ez avê deveyêd tera jî bikişînim, wan jî têr avdim”. 20 Û pêra-pêra ava cêrda valayî kurn kir, dîsa bezî çû ji bîrê avê bikişîne, ewê bona hemû deveyêd wî av kişand.
“Ezê Herim”
Êvarekê çaxê Rêvêka cêrê xwe tije kiribû, kalemêrekî bi lez çû pêşiya wê. Ew gote Rêvêkayê: “Kerema xwe, avekê ji cêrê xwe nadî ez vexwim?”. Ew xwestineke usa bi qedir û bi milûktî bû! Rêvêkayê têderxist wekî ew kalemêr ji dûr hatiye. Lema jî ewê zûskava cêrê xwe ji milê xwe peya kir û da wî, wekî ew ava sar têr vexwe. Ewê dît wekî dehe devên wî mêrikî jî hebûn û kurnê wanî avê, vala bû. Rêvêkayê didît wekî ew kalemêr ça bi qedir lê dinihêre, û ewê xwest hê zêde hindava wîda merd be. Lema jî ewê got: “Ez avê deveyêd tera jî bikişînim, wan jî têr avdim” (Destpêbûn 24:17-19).
Dîna xwe bidin, Rêvêkayê ne got ku hine av wê bide deva, lê ewê got ku wana têr av de. Çaxê devek gelek tî ye, ew dikare 95 lîtira zêdetir avê vexwe! Niha bidine hesabê xwe hergê hemû deve usa tî bûna, Rêvêkayêra çiqas sihet lazim bû seva avê bide wan. Lê paşê ça hate kifşê deve haqas jî tî nîbûn. Lê gelo Rêvêkayê ev yek zanibû? Na. Ew hazir bû bi rezadilî bixebite seva ku mêvanhiziya xwe hindava wî kalemêrî bide kifşê. Ev kalemêr razî bû, ku qîzik alî wî bike. Paşê ew zûr bibû li wê dinihêrî, ku çawa Rêvêka virda-wêda diçe tê. Ew dîsa û dîsa dihat, cêrê xwe tije dikir û paşê devara vala dikir (Destpêbûn 24:20, 21).
wp16.3 13, spartin
“Ezê Herim”
Îda terî ketibû erdê. Tu ciya di vê serhatiyêda nayê gotinê ku Rêvêka bi siheta ber bîrê bû. Usa jî nayê gotinê, ku çaxê ewê xebata xwe xilaz kir, malbeta wê îda raza bû. Yan jî kesek lê digeriya û hatibû pey wê.
(Destpêbûn 24:65) Û ji xulêm pirsî: “Ew merivê deştêdayî ku ber bi me tê, ew kî ye?” Xulêm gotê: “Axayê min e” Û ewê xêlîya xwe hilda avîte li ser xwe.
“Ezê Herim”
Axiriya-axiriyê gihîşt ew roj, derheqa kîjanî ku me destpêka vê gotarê gilî kir. Karvana wan derbazî Necefê bû û îda berbi êvarê ewana nêzîkî cî dibûn. Hingê Rêvêkayê mêrikek di çolêda dît, yê ku ketibû mitala. Rêvêka leze-lez “ji devê peya bû” û hîviyê nîbû heta ku deve rûnê. Ewê ji Eliyezer pirsî: “Ew merivê deştêdayî ku ber bi me tê, ew kî ye?” Çaxê ew pêhesiya ku ew Îshaq e, ewê xêlîya xwe hilda û avîte li ser xwe (Destpêbûn 24:62-65). Çima? Bi wê yekê ewê qedirê xwe da kifşê hindava Îshaq ku gerekê bibiya mêrê wê. Îro tiştên usa îda ne modêrn e. Bi rastî jî çawa mêr usa jî jin, dersên kêrhatî dikarin ji Rêvêkayê hîn bin. Çimkî me her kesîra jî, xeyset-hunurên usa lazim in.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 24:1-21) Birahîm îdî kal bibû û rojêd xwe derbaz kiribûn. Xudan her alîyada ser Birahîmda barandibû. 2 Hingê Birahîm gote xulamê mala xwedayî mezin, ku wekîlê hemû hebûka wî bû: “Hîvî dikim, destê xwe bike li bin renê hêta min, 3 ez te bi Xudan didime sondê, ku Xwedêyê erdê û Xwedêyê ezmên e, wekî tê kurê minra ji qîzêd kenanîya nexwezî, nava kîjanada ez dimînim. 4 Lê herî welatê min, ji nava pismamtîya min qîzekê kurê min Îshaqra bînî”. 5 Xulam gotê: “Belkî qîzik naxwaze li pey min bê vî welatî, tu dixwazî ku ez kurê te vegerînime wî welatê ku tu jê derketî?” 6 Birahîm gote wî: “Hevza xwe bikî ku kurê min venegerînî wir. 7 Xudan, Xwedêyê ezmên, yê ku ez ji mala bavê min û ji wî welatê ez têda bibûm derxist im û tevî min xeberda û minra sond xwar got: ‘Ezê vî welatî bidime zureta te’, ewê milyaketê xwe pêşîya teva bişîne û tê ji wir qîzê kurê minra bînî. 8 Lê heger qîzik naxwaze ku li pey te bê, tu ji vê sonda min aza yî, tenê kurê min venegerînî wir”. 9 Hingê xulam destê xwe kire bin renê hêta axayê xwe Birahîm û ji ber wê yekêva sond xwar. 10 Xulêm ji deveyêd axê xwe dehe deve bar kirin. Çimkî hemû xêr-xizna axayê wî destê wîda bû. Ew rabû çû Aram-Naharaîmê , wî bajarê ku Nehor dima. 11 Ewî berê êvarê, wî wextê ku qîz û bûk derdiketin av dikişandin, deve ji bajêr der ber bîrekê dane mexelê, 12 û got: “Ya Xudan, Xwedêyê axayê min Birahîm! Ez reca dikim, tê îro rîya min rast kî, axayê min Birahîmra huba xweye amin bide kifşê. 13 Ezê va li ser kanîya avê bisekinim û qîz-bûkêd binelîyêd vî bajarî wê bêne avê, 14 ez kîjan qîzêra bêjim: ‹Kerema xwe, cêrê xwe dayne ez avê vexwim› û gava ew bêje: ‹Kerem ke vexwe û ez deveyêd te jî avdim›, bira hema ew jî bibe ew qîza ku te bona xulamê xwe Îshaq kifşkirî ye. Û bi vê yekê ez bizanibim, ku te axayê minra huba xweye amin da kifşê”. 15 Ewî hela hê xeberdana xwe kuta nekiribû, Rêvêka qîza Betûêlê kurê Mîlka jina Nehorê birayê Birahîm cêr li ser mila hat. 16 Qîzik yeke gelekî bedew û bikir bû, destê mêra hê lê neketibû. Ewa berjêrî ser kanîyê bû, cêrê xwe dagirt û hevraz hilkişîya. 17 Xulam bi lez çû pêşîya wê û gotê: “Kerema xwe, avekê ji cêrê xwe nadî ez vexwim?” 18 Ewê got: “Vexwe, xweyê min”. Û leze-lez cêr ji ser milê xwe danî û dayê ku vexwe. 19 Gava ewî av têr vexwar, keçikê gotê: “Ez avê deveyêd tera jî bikişînim, wan jî têr avdim”. 20 Û pêra-pêra ava cêrda valayî kurn kir, dîsa bezî çû ji bîrê avê bikişîne, ewê bona hemû deveyêd wî av kişand. 21 Ev meriva li ser wê ecêbmayî mabû, qet deng nedikir, difikirî digot: gelo rast Xudan rîya wî rast kirîye, yan na.
16-22 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 25-26
“Esaw Nixurtiya Xwe Difroşe”
(Destpêbûn 24:27, 28) Ew zar mezin bûn, Esaw bû merivekî çolê, nêçîrvanîyêda yekî jîrî serxwe. Lê Aqûb merivekî dûreşer û ji kona qet dernediket. 28 Îshaq Esaw hiz dikir, çimkî ewî nêçîrêd wî dixwarin, lê Rêvêkayê Aqûb hiz dikir.
it-1 1242
Aqûb
Îshaq gelek kurê xwe Esaw hiz dikir. Ew nêçîrvan bû, xeysetê xweda jî yekî hêrs û sert bû. Lê Aqûb ne mîna wî bû, ew dûrî şera bû, bêleke bû û konada dijît. Aqûb bi jîyîneke rihet dijît û pez diçêrandin. Ewî usa jî bi cabdarî şixulê din dikir. Dîya wî ew gelek hiz dikir (Dsp. 25:27, 28). Xebera Îbranî “tam”, Nivîsarên Pîrozda ciyê dinda jî tê dîtinê, û ser wan meriya tê gotinê, kîjana ku Xwedê qebûl dike. Mesele, merivên xûnxur yên beleke û dilpak hiz nakin, lê Yehowa soz dide, wekî axiriyê merivên bêleke wê edilayêda bin (Mtl. 29:10; Zb. 37:37). Îboyê ku dest ji aminiya xwe bernedida, yekî helal û bêleke bû (bi Îbranî “tam”) (Îb. 1:1, 8; 2:3).
(Destpêbûn 25:29, 30) Carekê Aqûb şorbe çêdikir, Esaw ji çolê kesirî hat. 30 Ewî gote Aqûb: “Bike qencî, ji wê şorba berkelêye sor, minra dagire ez bixwim, dilê min xava diçe”. Lema jî wîra gotin: “Edom”.
(Destpêbûn 25:31-34) Lê Aqûb gote wî: “Ka niha nixurtîya xwe bifiroşe min”. 32 Hingê Esaw got: “Ez va dimirim, kara min çi nixurtîyêda heye?” 33 Aqûb gotê: “De niha destê minda sond bixwe”. Ewî destê wîda sond xwar û nixurtîya xwe firote Aqûb. 34 Hingê Aqûb nan û şorba nîsika da Esaw, ewî xwar û vexwar, rabû çû. Bi vî awayî Esaw nixurtîya xwe bêhurmet kir.
Çira Em Gerekê Şêkirdar bin?
11 Yazix hine xizmetkarên berê, bêşêkir bûn. Mesele, rast e Esaw malbeteke usada mezin bû, ku Yehowa hiz dikirin û qedirê wî digirtin, lê yeke ewî tiştên pîroz qîmet nedikir. (Bixûne Îbranî 12:16.) Çida ew yek hate kifşê? Ewî bona tûsî şorbe, derbêra nixurtiya xwe firote birê xweyî biçûk Aqûb (Destp. 25:30-34). Rast e paşê ew gelek poşman bû, lê ewî hingê nixurtiya xwe qîmet nekir, û ne jî gerekê bikira kute-kut, gava keremê ku yê nixurîra diket, nestand.
it-1 835
Nixurî
Berê-berêda malbetêda kurê nixurî ciyê ferz digirt û pey mirina bavê, ew dibû malxê malê. Ewî du parê milkê bavê xwe distand (Qn.Dc. 21:17). Ûsiv birê xwe Rûbên, li gora nixurtiya wî ber sifrê da rûniştandinê (Dsp. 43:33). Carna Kitêba Pîrozda gava derheqa gelek bira tê gotinê, timê navê nixûrî ça yê pêşiyê nayê hildanê. Gelek car zara pêşiyê hesab nedikirin ça nixurî, lê ew zar hesab dikirin nixurî, kîjan ku pêşdaçûyî û xwedêxof bû. Bi vê yekê hindava wîda qedir didane kifşê (Dsp. 6:10; 1 Dr. 1:28; beramber ke Dsp. 11:26, 32; 12:4; binihêre MILK; HEQÊ NIXURTIYÊ).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 25:31-34) Lê Aqûb gote wî: “Ka niha nixurtîya xwe bifiroşe min”. 32 Hingê Esaw got: “Ez va dimirim, kara min çi nixurtîyêda heye?” 33 Aqûb gotê: “De niha destê minda sond bixwe”. Ewî destê wîda sond xwar û nixurtîya xwe firote Aqûb. 34 Hingê Aqûb nan û şorba nîsika da Esaw, ewî xwar û vexwar, rabû çû. Bi vî awayî Esaw nixurtîya xwe bêhurmet kir.
(Îbranî 12:16) Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çevder yan dinêhiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtiya xwe firot.
Pirsên Xwendevana
Niha werên em dîsa bixûnin Îbranî 12:16: “Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bênamûs be, yan mîna Esaw be, yê ku tiştên pîroz qîmet nekir û mafê nixurîtiya xwe, bona zike xwarin firot, DT”. Gelo Pawlos bi vê rêzê çi dixwest bigota?
Vê rêzêda Pawlos ne ku dîna Mesîhiya dida ser xeza kal-bavên Mesîh, lê ewî dixwest wana şîret kira, wekî “nigên xwe riya rastda” bavêjin. Ewana gerekê miqatî xwe bûna ku neketana nav bênamûsiyê, û “destê xwe ji kerema Xwedê” nekirana (Îbrn. 12:12-16). Lê hergê wana usa nekira, wê bibûna mîna Esaw, yê ku “tiştên pîroz qîmet nekir”, û bû yekî dinêhiz.
Esaw dijît hêna baveşîrada, û diqewime cara îzina wî hebû hela hê jî qurbana bîne (Destp. 8:20, 21; 12:7, 8; Îb. 1:4, 5). Lê Esaw bi binyata merivayî difikirî, lema ewî bona tase şorba nîsika pişta xwe da hemû keremên xwe. Diqewime ewî ew yek kir, çimkî nedixwest wî cefayî bikişîne, kîjan ku zureta Birahîm gerekê bidîta, çawa hatibû pêxembertîkirinê (Destp. 15:13). Esaw du jinên pûtparist anî, û bi vê yekê jî da kifşê ku ew dinêhiz bû û tiştên pîroz nedişêkirand. Ew du jin bûne kula dilê dê-bavê Esaw (Destp. 26:34, 35). Lê Aqûb çev neda birê xwe û jineke usa anî ya ku Xwedêyê rast diheband (Destp. 28:6, 7; 29:10-12, 18).
(Destpêbûn 26:7) Binelîyêd wî cîyî ku pirsa jina wî Rêvêkayê jê kirin, ewî got: “Xûşka min e”. Çimkî ew tirsîya ku wî bigota: “Jina min e”, digot: “Nebe rûyê Rêvêkayê da min bikujin, çimkî Rêvêka berbiçeve bedew bû”.
it-2 245 ¶6
Derewî
Kitêba Pîrozda tê sûcdarkirinê ev derewî, ya ku bi nêta xirab tê kirinê. Lê meriv borcdar nîne elametiya rast bide wan meriva, îzna kîjana tune derheqa vê yekê pêbihesin. Îsa Meshî got: “Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durêd xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigêd xweda pêpes kin û seyê jî vegerin we bidirînin (Met. 7:6). Lema jî Îsa her tişt ne digot û caba hine pirsa nedida, hergê evê yekê dikaribû zirar bihaniya (Met. 15:1-6; 21:23-27; Yûhn. 7:3-10). Hiha femdarî ye çima Birahîm, Îshaq, Rexab û Êlîşa hine derecada rastî nedigotin wan merivara, yên ku Yehowara xizmet nedikirin (Destp. 12:10-19; serê 20; 26:1-10; Yêşû 2:1-6; Aqûb 2:25; 2 Padş. 6:11-23).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 26:1-18) Li welêtda, li ser wê xelaya ku hêna Birahîmda bibû, xelayîke din bû, Îshaq çû Gêrarê cem padşê filistînîya Abîmelex. 2 Xudan wîva xuya bû û gotê: “Berjêrî Misirê nebe, wî welatîda bimîne, kîjanî ezê nîşanî te kim. 3 Vî welatîda xerîbîyêda bimîne, ezê tevî te bim û dua li te bikim. Çimkî ezê temamîya van welata bidime te û zureta te û wê sonda xwe, ya ku min bavê te Birahîmra sond xwarîye, bînime sêrî. 4 Ezê zureta te weke steyrkêd ezmên zêde kim û temamîya van welata bidime zureta te û bi zureta te wê dua li hemû miletêd dinyayê bibe. 5 Çimkî Birahîm guhdarîya dengê min kir, fermanêd min, temîyêd min, erf-edetêd min û hînkirinêd min qedandin”. 6 Îshaq Gêrarêda cî-war bû. 7 Binelîyêd wî cîyî ku pirsa jina wî Rêvêkayê jê kirin, ewî got: “Xûşka min e”. Çimkî ew tirsîya ku wî bigota: “Jina min e”, digot: “Nebe rûyê Rêvêkayê da min bikujin, çimkî Rêvêka berbiçeve bedew bû”. 8 Û gava ew wedekî dirêj li wir ma, padşê filistînîya Abîmelex rojekê pencerêra dîna xwe dayê, wê Îshaq tevî jina xwe Rêvêkayê kêf-henek dikirin. 9 Hingê Abîmelex gazî Îshaq kir û gotê: “Kifş e, ku eva jina te ye, te çima got: ‘Eva xûşka min e’?” Îshaq lê vegerand û gotê: “Min got, ku nebe rûyê wêda ez bême kuştinê”. 10 Hingê Abîmelex gotê: “Ev te çi danî li serê me? Hindik mabû ku ji nava cimetê yekî dest bavîta jina te û gune biketa stûyê me”.11 Abîmelex temî da temamîya cimeta xwe û got: “Kê qedirê vî merivî, yan jina wî keve, wê ese bê kuştinê”. 12 Îshaq wî welatîda erdê xwe reşand, Xudan serda barand, ewî wê salê sed car ber hilda. 13 Evî xwe rind girt, çiqas diçû xwe digirt û usa pêşda diçû, ku ewî gotina te xwe girt. 14 Bû xweyê kerî û garanêd pêz-dêwêr û gelek xulamêd wî hebûn, filistînîya hevsûdîya wî kirin. 15 Hemû ew bîrêd ku hêna bavê wîda, xulamêd bavê wî Birahîm vedabûn, filistînîya xitimandin, tijî xwelî kirin. 16 Abîmelex gote Îshaq: “Bihêle ji me dûr keve here, çimkî tu ji me derbaztir bûyî”. 17 Îshaq ji wir koç kir çû, konêd xwe deşta Gêrarêda danîn û li wir ma. 18 Îshaq dîsa ew bîr vedan, yêd ku hêna bavê wî Birahîmda hatibûne vedanê, kîjan ku pey mirina Birahîmra filistînîya tijî kiribûn, ewî dîsa ew navêd bavê xwe danîne li ser wan.
23-29 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 27-28
“Aqûb Kerema Xweye Qanûnî, Distîne”
(Destpêbûn 27:6-10) Rêvêkayê gote kurê xwe Aqûb: “Min hêja bihîst, ku bavê te çawa tevî birê te Esaw xeberda û got: 7 ‹Nêçîrekê minra bîne, pê xwarineke xweş çêke, ku ez bixwim û berî mirina xwe, li ber Xudan dua li te bikim›, 8 Niha bibihê lawo, guhê xwe bide ser min, ez çi tera dibêjim bike. 9 Rabe here nava kêrî, minra du karêd bizinaye rind bîne û ez pê wan bavê tera wê xwarina xweşe ku ew jê hiz dike çêkim, 10 tu jî bibe bide bavê xwe, ku ew bixwe û berî mirina xwe dua li te bike”.
w04 15/4 11 ¶4-5
Rêvêka; Kulfeteke Xwedêxof û Mêrxas
Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî Îshaq zanibû ku Esaw gerekê bibe xulamê Aqûb. Çi jî hebû Rêvêkayê û Aqûb zanibûn, wekî kerem para Aqûb e. Çaxê Rêvêkayê bihîst, wekî Îshaq dixwaze Esaw kerem ke wî çaxî gava ew wîra xwarineke xweş çêke, Rêvêka derbêra destpêdike tiştekî bike. Ewê xîreta xweye cahiltiyê unda nekiribû. Rêvêka dibêje Aqûb, wekî du bizinê cahil jêra bîne. Û ew xwarineke xweş çêdike kîjan ku mêrê wê hiz dike. Paşê Aqûb seva ku keremê bîstîne, gerekê xwe dewsa Esaw dayne. Aqûb qayîl nabe, çimkî ew zane hergê bavê wî evê yekê pêbihese wê nifira wî bike! Rêvêka ser ya xwe sekinî û got: “Lawo! Ew nifira bira li ser minda bê”. Paşê ewê xwarin çêkir, kinca Esaw Aqûb kir û şande cem Îshaq (Destpêbûn 27:1-17).
Kitêba Pîrozda nayê gotinê çira Rêvêkayê usa kir. Gelek meriv seva vê yekê wê sûcdar dikin, lê Kitêba Pîroz na. Îshaq jî Rêvêka sucdar nekir, gava pêdihese wekî Aqûb kerem sitand, û ewî hela hê destpêkir hê zêde wî kerem ke (Destpêbûn 27:29; 28:3, 4). Rêvêkayê zanibû pêxembertiya Yehowa derheqa kurên xwe, lema jî ewê her tişt kir, seva ku Aqûb wan kerema bistîne, kîjan ku bi rastî wîra diket. Ev yek qirara Yehowa bû (Romayî 9:6-13)
(Destpêbûn 27:18, 19) Aqûb çû cem bavê xwe û got: “Bavo!”. Ewî got: “Ez va me, tu kî yî lawo?” 19 Aqûb gote bavê xwe: “Ez nixurîyê te Esaw im, te çawa minra got, min usa jî kir, kerem ke, rabe rûnî nêçîra min bixwe û dua li min bike”.
w07 10/1 31 ¶2-3
Pirsên Xwendevana
Kitêba Pîrozda nayê gotinê çira Rêvêkayê û Aqûb usa kirin, lê femdarî ye, wekî ev derece nişkêva pêşda hat. Dîna xwe bidinê Xebera Xwedê ev kirê wan, ne sûcdar dike, ne jî heq derdixe. Lema jî em nikarin bêjin, wekî ser hîmê vê qewimandinê, îzin e derewa bikin. Lê dîsa jî Kitêba Pîroz evê derecê zelal dike.
Ya pêşin ji Kitêba Pîroz tê kifşê, wekî îzna Aqûb hebû ji bavê xwe dua bistîne, lê Esaw na. Çimkî pêşiya vê yekê Aqûb bi qanûnî îzna nixurtiyê ji birê xweyî cêvî stand, kîjanî ku nixurtiya xwe neşêkirand û tusî şorba nîsikara, guhast. Esaw “nixurtîya xwe bêhurmet kir” (Destpêbûn 25:29-34). Dêmek çaxê Aqûb hate cem bavê xwe ku dua bistîne, ev bi qanûnî wîra diket.
(Destpêbûn 27:27-29) Aqûb çû nêzîk, bav ramûsa. Îshaq kincê wî bîn kir, dua li wî kir û got: “Va ye bîna kurê min, mîna bîna mêrga Xudan dua lê kirî ye. 28 Bira Xwedê ji qiravîya ezmên, û ji qinyata erdê, genim û şerabêda te xinê ke. 29 Bira milet tera xulamtîyê bikin, cimet jî li ber te deverûya herin. Tu bibî axê biratîya xwe, zarêd dîya te jî li ber te deverûya herin. Yê nifira li te bike, nifir li wî be, yê dua li te bike, dua li wî be”.
it-1 341 ¶6
Kerem
Wedê berê, bav pêşiya mirina xwe dua li kurên xwe dikir. Duayên usa gelek ferz û qîmet bûn. Vî cûreyî Îshaq dua li Aqûb kir, çimkî ewî tirê ew nixuriyê wî ye. Îshaq soz da, wekî Aqûb wê qebûlkirî û pêşdaçûyî be. Hingê Îshaq îda emirda mezin bû û çevada belengaz bû, lema jî ewî ji Yehowa xwest, wekî kerema ser kurê wîda bibarîne (Dsp. 27:1-4, 23-29; 28:1, 6; Îbr. 11:20; 12:16, 17). Lê paşê gava Îshaq her tişt pêhesiya, ewî hê zêde Aqûb kerem kir (Dsp. 28:1-4). Gava Aqûb ber mirinê bû, ewî pêşiyê dua li du kurên Ûsiv kir, paşê jî kurên xwe kir (Dsp. 48:9, 20; 49:1-28; Îbr. 11:21). Usa jî Mûsa pêşiya mirina xwe dua temamiya cimeta Îsraêlê kir (Qn.Dc. 33:1). Van derecada ewan meriva pêxembertî dikirin. Hine derecada gava wana dua li kesekî dikir, wana destê xwe datanî ser serê wî merivî (Dsp. 48:13, 14).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 27:46-28:2) Paşê Rêvêkayê gote Îshaq: “Rûyê van qîzêd hîtîada, ez ji emirê xwe têr bûme, heger Aqûb jî qîzêd hîtîyaye mîna vane vî welatî bistîne, îdî ez çima dijîm?”
28 Hingê Îshaq gazî Aqûb kir, dua li wî kir, temî da wî û got: “Qîzêd kenanî nestînî. 2 Lê rabe here Paddan-Aramê, mala bavê dîya xwe Betûêl û ji wir ji qîzêd xalê xwe Laban, qîzê xwera bixwaze.
w06 15/4 6 ¶3-4
Çawa Heleqetiya Baş Malbetêda Xwey kin
Gelo Îshaq û Rêvêka zewacêda bextewar bûn? Çaxê kurê wan Esaw xwera jintî du qîzên ji cimeta Hîtîyayê anî, malbeta wanda problêmeke mezin pêşda hat. Rêvêkayê gote Îshaq: “Rûyê van qîzêd hîtîada, ez ji emirê xwe têr bûme, heger Aqûb [kurê wanî biçûk] jî qîzêd hîtîyaye mîna vane vî welatî bistîne, îdî ez çima dijîm?” (Destpêbûn 26:34; 27:46). Bi vî cûreyî ewê derdê dilê xwe eyan kir.
Îshaq hestên jina xwe hilda hesab û gote Aqub, wekî qîzên Hîtîyayê xwera jintî neyîne (Destpêbûn 28:1, 2). Belê Îshaq û Rêvêka dikaribûn gelêk pirsên jîyînêva girêdayî, safî kirana. Ewana bi rastî jî meseleke baş in bona me. Lê çi gerekê cotên zewicî bikin, seva ku orta hevda heleqetiya baş xwey kin?
(Destpêbûn 28:12, 13) Ewî xewnek dît, dîna xwe dayê wê pêpelîngek ser erdê danîye û serê wê gihîştîye ezmên. Û va ye milyaketêd Xwedê ser wêra hildikişîyan û peya dibûn. 13 Û awa Xudan ser wîra sekinîbû û digot: “Ez Xudan Xwedêyê kal-bavê te Birahîm û Xwedêyê Îshaq im. Ezê wî erdê ku te li ser paldaye bidime te û zureta te.
w04 15/1 28 ¶6
Fikirên Qîmet ji Kitêba Destpêbûn-II
28:12, 13: Mena xewna Aqûb çi ye, gava ew pêpelîngekê divîne? Diqewime ev “pêpelîng” ji kevir bû, kîjan ku berbi jor diçû. Bi sîmbolîk ew dihate hesabê hevgriêdana orta erdê û ezmên. Melek van pêpelîngara berjêr dibûn û hildikişyan. Ev yek dide kifşê, wekî melek roleke ferz dilîzin orta Xwedê û wan merivada, kîjana ku ew qebûl dike (Yûhenna 1:51).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 27:1-23) Gava Îshaq kal bû û ronaya çevada merim bû, ewî gazî kurê xweyî mezin Esaw kir û gotê: “Lawo!” Ewî got: “Ez va me, bavo!” 2 Îshaq gotê: “Ezî va kal bûme, nizanim kîjan rojê ezê bimirim. 3 Niha çekê xwe, tîr û kevanê xwe hilde derê çolê, nêçîrekê bona min bike û 4 xwarina xweşe ku ez jê hiz dikim, bona min çêke bîne ez bixwim, ku berî mirina xwe ez dua li te bikim”. 5 Rêvêkayê dibihîst, gava Îshaq ev yek kurê xwe Esawra digot. Gava Esaw çû çolê nêçîrê bike bîne, 6 Rêvêkayê gote kurê xwe Aqûb: “Min hêja bihîst, ku bavê te çawa tevî birê te Esaw xeberda û got: 7 ‘Nêçîrekê minra bîne, pê xwarineke xweş çêke, ku ez bixwim û berî mirina xwe, li ber Xudan dua li te bikim’, 8 Niha bibihê lawo, guhê xwe bide ser min, ez çi tera dibêjim bike. 9 Rabe here nava kêrî, minra du karêd bizinaye rind bîne û ez pê wan bavê tera wê xwarina xweşe ku ew jê hiz dike çêkim, 10 tu jî bibe bide bavê xwe, ku ew bixwe û berî mirina xwe dua li te bike”. 11 Aqûb gote dîya xwe Rêvêkayê: “Esawê birê min yekî pirçe, ezî rûtî nepirç im, 12 belkî bavê min bi desta min bipelîne, ez ber çevê wî derew derêm, hingê ezê li ser xweda nifirê bînim ne ku duayê”. 13 Dê gotê: “Lawo! Ew nifira bira li ser minda bê, tenê tu gura min bike, here kara bîne”.14 Aqûb çû kar anîn dane dîya xwe. Dê pê wan ew xwarina xweşe ku bavê wî jê hiz dikir çêkir. 15 Rêvêkayê kinca Esawê rind, ya kurê xweyî mezin, ku malda li cem wê bû, hilda li kurê xweyî biçûk Aqûb kir, 16 û postê kara jî avîte li ser desta û stukura wîye rûte nepirç, 17 xwarina xweşe çêkirî, nanê ku lêxistibû da destê kurê xwe Aqûb. 18 Aqûb çû cem bavê xwe û got: “Bavo!”. Ewî got: “Ez va me, tu kî yî lawo?” 19 Aqûb gote bavê xwe: “Ez nixurîyê te Esaw im, te çawa minra got, min usa jî kir, kerem ke, rabe rûnî nêçîra min bixwe û dua li min bike”. 20 Îshaq gote kurê xwe: “Te çawa usa zû nêçîr dît, lawo?” Aqûb gotê: “Xudan, Xwedêyê te nêçîr rastî min anî”. 21 Îshaq gote Aqûb: “Nêzîk were, ez bi desta te bipelînim, lawo, hela ka tu kurê min Esaw î, yan na?” 22 Aqûb nêzîkî bavê xwe bû, bavê bi desta ew peland û gotê: “Deng dengê Aqûb e, lê dest destêd Esaw in”. 23 Ewî tê dernexist kîjan e, çimkî destêd wî jî mîna destêd birê wî Esaw pirç bûn, hingê dua li wî kir
30 ADARÊ-5 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 29-30
“Zewaca Aqûb”
(Destpêbûn 29:18-20) Dilê Aqûb kete Rahêlê û got: “Ez bona qîza teye biçûk Rahêlê heft sala tera xulamtîyê bikim”. 19 Laban got: “Ya pake ez wê bidime te, ne ku bidime merivekî din. Cem min bimîne”. 20 Aqûb heft sala bona Rahêlê xulamtî kir. Ber çevê wî mîna çend roja derbaz bûn, haqasî jê hiz dikir.
w03 15/10 29 ¶6
Aqûb Tiştên Ruhanî Qîmet Dikir
Seva ku keçik nîşankirana gerekê qelenê wê bidana. Li gora Qanûna Mûsa, hergê mêr qîzek dixapand û serê xwe pêra datanî, gerekê 50 şêkil zîv qelenê wê bida. Lêkolînkarek navê kîjanî Gordin Wênxêm e, dibêje wekî qelenê vî cûreyî, “ya lape zef bû”. Lê gelek derecada qelen ji vê kêmtir bû (Qanûna Ducarî 22:28, 29). Aqûb nikaribû qelen bida, lema jî ewî got wekî dewsê wê cem Laban 7 sala bixebite. Li gora giliyê Wênxêm, “wedê Babîlona kewin xebatçî mehê şêkilek yan nîvê vê distand (seva heft sala 42-84 şêkil)”. Ça tê kifşê Aqûb dixwest seva Rahêlê bi merdanî qelen bide. Û Laban qayîl bû (Destpêbûn 29:19).
(Destpêbûn 29:21-26) Hingê Aqûb gote Laban: “Ka dergîstîya min bide min, çimkî rojêd min temam bûne, ku ez herime cem wê”. 22 Laban mesrefek danî, hemû merivêd wê derê civandin. 23 Lê gava bû êvar qîza xwe Lêa bir da Aqûb, ewî serê xwe wêra danî. 24 Laban carîya xwe Zîlpa jî çawa carî da qîza xwe Lêayê. 25 Sibehê zû, va ye: eva Lêa ye. Hingê Aqûb gote Laban: “Te ev çi serê min kir? Min bona Rahêlê tera xulamtî nekir? Te çima ez xapandim?” 26 Laban got: “Li cem me ev ne edet e, ku ya biçûk berî ya mezin bidine mêr.
w07 1/10 8-9
Lûrîna Xûşkên ku Mala Îsraêl Ava Kirin
Gelo Lêa safîkirina Bavê xwera razî bû? Yan ew mecbûr bû gora bavê xwe bike? Lê Rahêl wî çaxî ku bû? Gelo ewê zanibû, çi diqewime? Hergê belê, ew çi halîda bû? Gelo ew dikaribû miqabilî safîkirina bavê xweyî sert derketa? Kitêba Pîroz caba wan pirsa nade. Lê Aqûb ji bo vê qelpiyê gelek hêrs ket. Aqûb Labanra da kifşê, wekî hêrs ketiye, ne ku qîzên wîra. Ewî gote Laban: “Te ev çi serê min kir? Min bona Rahêlê tera xulamtî nekir? Te çima ez xapandim?” Laban caba wî da: “Li cem me ev ne edet e, ku ya biçûk berî ya mezin bidine mêr. Heftîyê temam ke, ezê ya din jî bidime te, li ber heft salêd dinva ku tu minra xulamtîyê bikî” (Destpêbûn 29:25-27). Usa Aqûb ne bi xwestina xwe bû dîlê pirejiniyê, ji bo çi jî hevsûdî orta du xûşkada pêşda hat.
it-2 341 ¶3
Zewac
Karê dewatê. Rast e Îsraêlêda gelek edetên mexsûs dewatêva girêdayî tune bûn, dîsa jî dewatê şabûneke mezin dianî. Roja dewatê, bûkê mala bavê xweda karê xwe dikir. Pêşiyê ewê serê xwe dişûşt û bizirê bînxweş xwe dixist (Beramber ke Rût 3:3; Hezql. 23:40). Ewê bi alîkariya kulfeta, kincê dewatê li xwe dikir. Pêşiyê ewê bistanbend li xwe dikir, paşê kincê sipî, kîjan ku li gora hebûna bavê wê, bedew neqişkirî bû (Yêrem. 2:32; Eyan. 19:7, 8; Zeb. 45:13, 14). Paşê hergê destê mala bavê wêda hebû, bûkê pê zêr-zîva xwe dixemiland, (Îşa. 49:18; 61:10; Eyan. 21:2), û xêliya dirêj davîte ser serê xwe, ya ku heta nigê wê dadiket (Îşa. 3:19, 23). Niha femdarî ye çima Laban karibû usa hêsa Aqûb bixapîne, û Aqûb jî qe têdernexist wekî dewsa Rahêlê Lêa dane wî (Destp. 29:23, 25). Rêvêkayê jî, xêlî avîte ser serê xwe, çaxê gerekê rastî Îshaq bihata (Destp. 24:65). Bi sîmbolîk ev yek dihate hesabê, ku bûk gura dergîstiyê xweda ne (1 Korn. 11:5, 10).
(Destpêbûn 29:27, 28) Heftîyê temam ke, ezê ya din jî bidime te, li ber heft salêd dinva ku tu minra xulamtîyê bikî”. 28 Aqûb usa jî kir, ewî heftê temam kir, Laban qîza xwe Rahêl jî çawa jin da wî.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 30:3) Ewê got: “Va ye carîya min Bîlha, here cem wê, bira ew li ser çokê min biwelide, ku zarê min ji wê hebin”.
it-1 50
Kirine Lawê Xwe
Rahêl û Lêayê hesab dikirin, wekî ew zarên ku cariyên wan Aqûbra anîn, zarên wan in, çimkî ewana pêşa wanda hatine bûyînê (Destp. 30:3-8, 12, 13, 24). Para wan zara mîna para zarên qanûnî dihatine dayînê. Ewana Aqûbra zarên helal bûn û çimkî carî jinên Aqûbra diketin, lema jî îzina Rahêl û Lêa hebû, zarên wan hesab kin ça zarên xweye helal.
(Destpêbûn 30:14, 15) Rojêd nandirûnê Rûbên çû nava zevîya, ewî gizêrêd beyanî dîtin û anî da dîya xwe Lêayê. Hingê Rahêlê gote Lêayê: “Kerema xwe, hinek ji wan gizêrêd beyanîye kurê xwe bide min jî”. 15 Lê Lêayê got: “Te mêrê min ji min standîye bes nîne, gizêrêd kurê mine beyanî jî dixwazî?” Rahêlê gotê: “Bira îşev ew tevî te razê, ji ber gizêrêd kurê teye beyanîva”.
w04 15/1 28 ¶7
Fikirên Qîmet ji Kitêba Destpêbûn-II
30:14, 15: Çima Rahêlê xwest gizêrên beyanî bixwe, ne ku tevî Aqûb şeva xwe derbaz ke? Wedê berê gizêrên beyanî, mêdîsînêda mîna narkotîkê didane xebatê, usa jî bona êşsivikkirinê. Xêncî wê yekê, dihate hesabê wekî ev gizêr hestên sêksûal gur dikin û jin hêsa dikare pê bimîne dêmek giran derkeve (Sitrana Silêman 7:13). Di Kitêba Pîrozda nayê şirowekirinê, ku çima Rahêlê xwest gizêrên beyanî bistîne. Diqewime ew difikirî, wekî ew gizêr wê alî wê bikin, giran derê û usa ewê îda ji bo bêzuretiyê şermî nebe. Lê çend sal şûnda Yehowa “betinê wê vekir” (Destpêbûn 30:22-24).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 30:1-21) Rahêlê dîna xwe dayê ku ew Aqûbra zara nayne, hevsûdî xûşka xwe kir û gote Aqûb: “Ka zara bide min, yan na ezê candim”. 2 Hêrsa Aqûb li Rahêlê rabû û gotê: “Çima stexula ez dewsa Xwedê digirim, ku berê zika ji ser te birîye?” 3 Ewê got: “Va ye carîya min Bîlha, here cem wê, bira ew li ser çokê min biwelide, ku zarê min ji wê hebin”. 4 Û wê carîya xwe Bîlha çawa jin da wî. Aqûb serê xwe wêra danî. 5 Bîlha pê ma û Aqûbra kurek anî. 6 Hingê Rahêlê got: “Xwedê li ser heqî û neheqîêda nihêrî, dengê min jî bihîst û kurek da min”. Lema navê wî danî Dan. 7 Carîya Rahêlê Bîlha dîsa pê ma kurê duda Aqûbra anî. 8 Rahêlê got: “Ez xûşka xwera ketime hucetê û min zora wê bir”. Û Navê wî danî Neftelî. 9 Lêayê gava dît ku ji zara hate birînê, carîya xwe Zîlpa çawa jin girt da Aqûb. 10 Carîya Lêayê Zîlpayê Aqûbra kurek anî. 11 Lêayê got: “Ez bextewar im!” Û navê wî danî Gad. 12 Carîya Lêayê Zîlpayê kurê duda Aqûbra anî. 13 Lêayê got: “Ez xwezilî me! Kulfetê xwezîya xwe li min bînin”. Û Navê wî danî Aşêr. 14 Rojêd nandirûnê Rûbên çû nava zevîya, ewî gizêrêd beyanî dîtin û anî da dîya xwe Lêayê. Hingê Rahêlê gote Lêayê: “Kerema xwe, hinek ji wan gizêrêd beyanîye kurê xwe bide min jî”. 15 Lê Lêayê got: “Te mêrê min ji min standîye bes nîne, gizêrêd kurê mine beyanî jî dixwazî?” Rahêlê gotê: “Bira îşev ew tevî te razê, ji ber gizêrêd kurê teye beyanîva”. 16 Êvarê Aqûb ji kewşên dihat, Lêa pêşîya wîda çû û gotê: “Tu gerekê tevî min razêyî, çimkî min tu bi gizêrêd kurê xweye beyanî kirêkirî yî”. Û ew wê şevê tevî wê raza. 17 Xwedê dengê Lêayê bihîst û Lêa pê ma kurê pênca Aqûbra anî. 18 Hingê Lêayê got: “Xwedê heqê min da min, çimkî min carîya xwe da mêrê xwe”. Û navê wî danî Îsaxar. 19 Lêa dîsa pê ma û Aqûbra kurê şeşa anî. 20 Hingê Lêayê got: “Xwedê pêşkêşeke baş da min, mêrê minê îdî cem min bimîne, çimkî min wîra şeş kur anîne”. Û navê wî danî Zebûlon. 21 Xilazîyê qîzek anî û navê wê danî Dîna.