KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Nîsan rûp. 1-7
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 13-19 NÎSANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 31
  • “Aqûb û Laban Peymana Edilayê Girêdan”
  • it-1 883 ¶1
  • Galêd
  • it-2 1172
  • Birca Qerewiliyê
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 1087-1088
  • Pût
  • w13 15/3 21 ¶8
  • Yehowa Sitara Me ye
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 20-26 NÎSANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 32-33
  • “Tu bona Keremên Xwe Şer Dikî?”
  • w03 15/8 25 ¶3
  • Tu bi Xîret Yehowa Digerî?
  • it-2 190
  • Topal
  • it-1 1228
  • Îsraêl
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w10 15/6 22 ¶10-11
  • Xeberdana Merîfetî, Edilayê Pêşda Tîne
  • it-1 980
  • Xwedê, Xwedayê Îsraêlê ye
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 27 NÎSANÊ-3 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 34-35
  • “Axiriya Xirab ji bo Hevaltiya Xirab”
  • w97 1/2 30 ¶4
  • Şekem; Bajar li Deştêda
  • lvs 124 ¶14
  • “Ji Qaviyê Birevin!”
  • w09 1/9 21 ¶1-2
  • Çaxê Hûn Xeyîdî ne
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 600 ¶4
  • Debora
  • w17.12 14
  • Pirsên Xwendevana
  • Hêna berêda, gelo ese bû wekî mêr nixurî bûya, seva ku biketa rêza wan kal-bava ji kîjana Mesîh gerekê bihata?
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Nîsan rûp. 1-7

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

13-19 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 31

“Aqûb û Laban Peymana Edilayê Girêdan”

(Destpêbûn 31:44-46) Niha were ez û tu peymanê girêdin û bira nava min û teda bibe şedetî”. 45 Aqûb kevirek hilda û ew heykel da sekinandinê. 46 Aqûb gote biratîya xwe: “Kevira top kin”. Wan kevir anîn qûç kirin û li wir cem qûçê nan xwarin.

it-1 883 ¶1

Galêd

Aqûb û Laban karibûn orta hevda edilayê xwey kn û lema jî peymana edilayê girêdan. Seva vê yekê Aqûb qûçkek çêkir û gote “birên” xwe, wekî heykelekî çêkin, serê kîjanî gerekê pen bûya, mîna sifrê. Paşê li ser vî heykelî wana nan xwar, çi ku nîşana wê yekê bû, ku wana peyman girêda. Bi zimanê Aramayî (Sûrayî), Laban navê vî ciyî danî “Yigar-Sahadût”, lê Aqûb navê Îbranî danî “Galêd”, nêta wan du giliya yek e. Laban got: “Eva qûça îro [bi Îbranî, gal] nava min û teda şede ye [bi Îbranî, êd]” (Dsp. 31:44-48). Ev qûç bona hemûya şedetî bû. Li gora rêza 49, navê wê bi Îbranî danîn “Mîspah”, yanê Birca Qerewiliyê. Ewê dianî bîra hemûya, wekî Aqûb û Laban soz dane hev ku edilayê xwey kin him orta hevda him jî malbetên xweda (Dsp. 31:50-53). Wede şûnda kevir bi vî cûreyî didane xebatê, ça şedên lal (Yêş. 4:4-7; 24:25-27).

(Destpêbûn 31:47-50) Laban navê wê qûçê danî Yigar-Sahadûta. Aqûb navê wê danî Galêd. 48 Hingê Laban got: “Eva qûça îro nava min û teda şede ye”. Lema navê wê Galêd hate danînê, 49 usa jî Mîspah çimkî wî got: “Xudan li ser min û teda binihêre, gava rûyê me hev du nekeve. 50 Heger tu dilê qîzê min bêşînî, yan jî jinêd başqe ser qîzêd minra bistînî, kes nava meda tune, lê Xwedê nava min û teda şede ye”.

it-2 1172

Birca Qerewiliyê

Navê qûçka kevira kîjan ku Aqûb çêkir, “Galêd” bû, çi ku dihate hesabê “Qûça Şedetiyê” û “Birca Qerewiliyê”. Laban got: “Xudan li ser min û teda binihêre, gava rûyê me hev du nekeve” (Dsp. 31:45-49). Eva qûça kevira şedê wê yekê bû, wekî Yehowa pey Aqûb û Laban dinihêrî, seva ku evê peymanê bîr nekin.

(Destpêbûn 31:51-53) Laban serda zêde kir û gote Aqûb: “Va ye ev qûça û ev heykelê ku min nava xwe û teda da sekinandinê. 52 Eva qûça şede ye, eva heykela şede ye, ku ez ji vê qûçê derbaz nebim, tu jî ji vê qûçê û heykelî derbaz nebî bona xirabîyê. 53 Bira Xwedêyê Birahîm û xwedêyê Nehor (xwedêyê bavê wan) nava meda hakim bin”. Aqûb pê Xofa bavê xwe Îshaq ad-qirar kir.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 31:19) Laban çûbû ku pezê xwe bibire, Rahêl pûtêd mala bavê xwe dizîn.

it-2 1087-1088

Pût

Li Mêzopotamyayê û der-dorê wê arxêoloja hine pût dîtin, çi ku roleke ferz dilîst bona wan meriya, yên ku hebûka mala bavê xwe war dibûn. Li ciyê bi navê Nûzî, arxêoloja kevirek dîtin, kîderê hatibû gotinê, hergê cem zeva ev pût hebûna, hingê gava xezûrê wî dimir, ewî dikaribû biçûya dîwanê û hebûka xezûr xwera bistanda (Ancient Near Eastern Texts, edited by J. Pritchard, 1974, rûp. 219, 220, û spartin 51). Diqewime lema Rahêl pûtên mala bavê xwe dizîkava hildabû. Ewê tirê ku îzina wê heye evê yekê bike, çimkî bavê wê nerast bû hindava mêrê wê Aqûbda (Beramber ke tevî Dsp. 31:14-16). Him jî niha femdarî ye çima Laban usa dixwest ewan pûta paşda vegerîne. Ewî hela hê birên xwe jî tevî xwe hilda û heft roja pey Aqûb ket, seva ku wan pûta paşda hilde (Dsp. 31:19-30). Hemikî Aqûb nizanibû ku Rahêlê ev pût hildabûn (Dsp. 31:32), ne jî tu ciya tê gotinê ku Aqûb ew pût didane xebatê, seva ku hebûka kurên Laban xwera hilde. Cem Aqûb pûtên usa tune bûn û ewî ne jî wana dida xebatê. Ew pût hatibûn kutakirinê, diqewime çaxê Aqûb bin baxekî mezin nêzîkî Şekemê hemû xudanên xerîb kuta kir, kîjan ku merivên wî dabûn wî, yan jî dibe ku hê pêşiya vê yekê hatibûn kutakirinê (Dsp. 35:1-4).

(Destpêbûn 31:41, 42) Bîst salî halê min mala teda aha bûye. Min çardeh sala bona her du qîzêd te tera xulamtî kir, şeş sala jî bona pezê te. Lê te dehe cara heqê min guhast. 42 Heger Xwedêyê bavê min, Xwedêyê Birahîm û Xofa Îshaq ne tevî min bûya, teyê niha ez rast destvala verêkirama. Xwedê zelûlîya min û xebat destê min dît û şeva derbazbûyî li te hilat”.

(1 Petrûs 2:18) Xulamno, bi xofkêşîke mezin gura axayêd xweda bin, ne ku tenê gura yêd qenc û berbihêrada bin, lê gura zulmkarada jî.

w13 15/3 21 ¶8

Yehowa Sitara Me ye

8 Çaxê Aqûb hate Haranê, xalê wî Laban, bi dilgermî ew qebûl kir û qîzên xwe Lêa û Rahêl, jintî da wî. Wede şûnda Laban bona kara xwe Aqûb dida xebatê û deh cara heqê wî diguhast! (Dsp. 31:41, 42) Aqûb ber vê neheqiyê teyax dikir û bawer dikir, ku Yehowa wê dîsa jî bona wî xem bike. Hema usa jî bû! Çaxê Xwedê gote Aqûb vegere Kenanê, hingê ew îda “xweyê kerîyêd pêze mezin, carîya, xulama, deva û kera” bû (Dsp. 30:43). Aqûb bi şikirdariyê Xudêra digot: “Ez ne hêjayî temamîya hub û aminîya teye qedîm im, kîjan ku te qûlê xwera kirine, çimkî ez bi şivdara destê xwe ji vê Ûrdunê derbaz bûm û niha bûme xweyê du para” (Dsp. 32:10).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 31:1-18) Aqûb xeberdana kurêd Laban bihîstin ku digotin: “Aqûb hemû hebûka bavê me bir û ji hebûka bavê me haqas hebûk top kir”. 2 Û Aqûb çev Laban ket, dîna xwe dayê ku Labanî hindava wîda ne yê berê ye. 3 Hingê Xudan gote Aqûb: “Vegere welatê kal-bavêd xwe, li cî-miskenê xwe, ezê tevî te bim”. 4 Aqûb çolê li ber pêz bû, ewî şand gazî Rahêlê û Lêayê kir 5 û gote wan: “Ez dîna xwe didime mirûzê bavê we, ew hindava minda ne yê berê ye. Lê Xwedêyê bavê min, tevî min bûye. 6 Weva jî eyan e, ku min bi temamîya qewata xwe bavê wera xulamtî kirîye. 7 Lê bavê we ez dixapandim, dehe cara heqê min guhast, lê Xwedê nehişt ku ew zîyanekê bide min. 8 Gava wî digot: ‘Bira yêd deq-deqî ber heqê teva bin›, hingê temamîya pêz, diza deq-deqî danîn. Lê gava wî digot: ‘Bira yêd şiv-şivî ber heqê teva bin’, hingê temamîya pêz, diza şiv-şivî danîn. 9 Bi vî awayî Xwedê heywanêd bavê we ji wî standin û dane min. 10 Carekê wextê pêz fela bû, min serê xwe bilind kir û xewnêda dîna xwe dayê, va ye kerî bi nêrîyêd şiv-şivî, deq-deqî û belek dihatine fela. 11 Hingê milyaketê Xwedê xewnêda minra got: ‘Aqûb!’ Û min got: ‘Lebê, ezî va me’. 12 Ewî got: ‘Kerema xwe, serê xwe bilind ke û dîna xwe bidê, vane hemû nêrîyêd ku pez bi wan têne fela, şiv-şivî, deq-deqî û belek in, çimkî min dît her tiştêd ku Laban serê te kirin. 13 Ez Xwedêyê Bêt-Êlê me, wê dera ku te heykel rûn kir û li wir minra ad-qirar kir, niha rabe ji vî welatî derê û vegere li cî-miskenê xwe’”. 14 Hingê Rahêlê û Lêayê lê vegerandin û gotinê: “Gelo îdî mala bavê meda, par û wartîya me heye? 15 Gelo bona wî em hesab nabin mîna xerîba? Çimkî ewî em firotin û perê me jî xwarin. 16 Lema jî ew hemû hebûka ku Xwedê ji bavê me stand, ya me û zarokêd me ye, niha her tiştêd ku Xwedê gotîye, bike”. 17 Aqûb rabû, jin û zarêd xwe li deva sîyar kirin. 18 Ewî hemû heywanêd xwe, hemû hebûka xweye ku qazinc kiribû û heywanêd xweyê ku li Paddan-Aramêda qazinc kiribû, hildan rêket, ku here cem bavê xwe Îshaq, welatê Kenanê.

20-26 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 32-33

“Tu bona Keremên Xwe Şer Dikî?”

(Destpêbûn 32:24) Aqûb tenê ma. Merivek heta sarê sibehê jêra kete destegulaşê.

w03 15/8 25 ¶3

Tu bi Xîret Yehowa Digerî?

Nivîsarên Pîrozda gelek serhatiyên wan meriya hene, yên ku qewat didane xebatê seva ku Yehowa bigerin. Yek ji wan meriya Aqûb bû, kîjan ku heta serê sibehê tevî melek ketibû gulaşê. Paşî wê yekê navê Aqûb hatibû guhastinê ser Îsraêl çi ku tê hesabê “Tevî Xwedê ketîyî hucetê”. Ev nav layîqî wî bû, çimkî ew tevî Xwedê ketibû “hucetê”, yan bi giliyê mayîn bêjin, ew bi “xîret ser ya xwe disekinî”, “hemû qewata xwe dida xebatê”. Melek ji bo xîreta wî, dua li wî kir (Destpêbûn 32:24-30, spartin).

(Destpêbûn 32:25, 26) Ewî dît ku li Aqûb nikare, ew li sêvika qarçika wî ket û dema destegulaşê Aqûb qarçikêda sist bû. 26 Hingê ewî gote Aqûb: “Min berde ez herim, çimkî va ye sibeh zelal dibe”. Aqûb got: “Heta tu dua li min nekî ez te bernadim”.

it-2 190

Topal

Aqûbê Topal. Çaxê Aqûb 97 salî bû, ew temamiya şevê tevî melekê Xwedê ketibû gulaşê. Aqûb melek bernedida, heta ewî dua li Aqûb nekir. Wedê gulaşê, melek li sêvika qarçika wî ket û qarçika wî sist bû. Paşî wê yekê Aqûb topal bû (Dsp. 32:24-32; Hs. 12:2-4). Wede şûnda topalbûna Aqûb dikire bîra wî, ku rast e ew tevî Xwedê [melekê Xwedê] û meriva, ketibû “hucetê”, lê bi rastî ew huceta tevî melekê Xwedêda, serneketibû. Aqûb tevî melek ketibû gulaşê, çimkî Xwedê hîştibû û ew li gora qirara wî bû. Usa Aqûb mecal sitand îzbat ke, ku fem dike, wekî kerema Xwedê çiqas ferz e.

(Destpêbûn 32:27, 28) Ewî gote wî: “Navê te çî ye?” Aqûb got: “Aqûb e”. 28 Ewî got: “Îdî navê te Aqûb neyê gotin, lê Îsraêl, çimkî tu Xwedê û merivara ketî hucetê û tu ser ketî”.

it-1 1228

Îsraêl

1. Ev heye navê Aqûb ku Xwedê dabû wî, gava ew 97 salî bû. Hema wê şevê, Aqûb deşta çemê Yaboqra derbaz bû, seva ku rastî birê xwe Esaw bê. Aqûb vê gulaşêda nesekinî, heta xilaziyê xwe qayîm digirt, û lema jî navê wî hatibû guhastinê ser Îsraêl, çi ku dida kifşê wekî Xwedê ew kerem kiribû. Aqûb navê wî cî danî Pinuêl, seva evê qewimandinê bîra xweda xwey ke (Dsp. 32:22-31; binihêre AQÛB № 1.) Wede şûnda Beytelêda, Xwedê dîsa carekê destûr kir, wekî navê Aqûb bi rastî hatiye guhastinê. Ji wî çaxî destpêbûyî heta xilaziya emirê wî, gelek car ser Aqûb digotin Îsraêl (Dsp. 35:10, 15; 50:2; 1 Dr. 1:34). Xebera “Îsraêl” di Kitêba Pîrozda 2 500 cara zêdetir hatiye nivîsarê, û gelek car bi vê xeberê didane kifşê cimeta Îsraêl, kîjan ku zuretên Aqûb bûn (Drk. 5:1, 2).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 32:11) Kerema xwe, min ji destê birê min Esaw xilaz ke, çimkî ez jê ditirsim, nebe ku ew bê, min, dê û zarokava xe.

(Destpêbûn 32:13-15) Aqûb şeva xwe li wê derê derbaz kir, rabû ji her tiştê xwe, birê xwe Esawra pêşkêş hazir kirin. 14 Dusid bizin, bîst nêrî, dusid mî, bîst beran, 15 sî devêd zayî ceşikêd wanva, çil çêlek, dehe boxe, bîst kerê mê û dehe yê nêr veqetandin.

w10 15/6 22 ¶10-11

Xeberdana Merîfetî, Edilayê Pêşda Tîne

10 Xeberdana merîfetî alîkariyê dide, wekî edilayê xwey kin. Bi rastî jî çaxê em ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, ku tevî meriya heleqetiya baş xwey kin, usa orta me baş dibe. Hergê em bi dil û can meriyara qenciyê dikin, pêşkêşa didin wan û mêvanhiziyê eyan dikin, ev yek alî me dike ku em hêsa dilê xwe hevra vekin. Bi vê yekê em ça bêjî “pirîskê êgir ser serê wî” top dikin, û mecalê didinê ku xeysetên xweye baş eyan ke, çi ku wê alî me bike hêsa problêmên xwe safî kin (Rm. 12:20, 21).

11 Aqûb pêxember fem dikir, ku çiqas ferz e qenciyê bikin. Birê wî Esaw usa ser wî hêrs bû, wekî Aqûb tirsiya ku ewê wî bikuje, û lema ji wî revî. Paşî gelek sala Aqûb vedigere. Esaw diçe ku rastî wî bê, û 400 meriv tevî xwe hildide. Aqûb bona alîkariyê Yehowara dua dike. Paşê ew gelek heywan pêşiya xwe dişîne, ku pêşkêşî Esaw bike. Bi wan pêşkêşa Aqûb gihîşte nêta xwe. Çaxê bira rastî hev hatin, dilê Esaw nerm bû, û ew reve-rev berbi Aqûb çû û xwe avîte pêsîra wî (Dsp. 27:41-44; 32:6, 11, 13-15; 33:4, 10).

(Destpêbûn 33:20) Li wir gorîgehek çêkir û navê wê danî Êl-Elohê-Îsraêl.

it-1 980

Xwedê, Xwedayê Îsraêlê ye

Paşî şerê Aqûb tevî melek li Pinuêlê, ewî navekî teze stand, dêmek Îsraêl. Çaxê ew tevî birê xwe Esaw li hev hat, ew li Sûkotê cîwar bû, paşê jî derbazî Şixemê bû. Li wir ewî ji zarên Hamorê erd kirî, û wêderê konê xwe vegirt (Dsp. 32:24-30; 33:1-4, 17-19). Ewî usa jî “gorîgehek çêkir û navê wê danî Êl-Elohê-Îsraêl” (Dsp. 33:20). Aqûb li ser gorîgehê navê xweyî tezê dêmek Îsraêl nivîsî, çi ku dida kifşê wekî ew evî navî qebûl dike û razî ye bona rêberiya Xwedê, kîjan ku alî wî kir sax-silamet vegere Erdê Sozdayî. Kitêba Pîrozda tu ciya, ev nav îda nayê dîtinê.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 32:1-21) Aqûb rîya xweda çû. Milyaketêd Xwedê rastî wî hatin. 2 Gava Aqûb ew dîtin got: “Eva zoma ordîya Xwedê ye”. Navê wê derê danî Mahanayîm. 3 Aqûb pêşîya xwe qasid şandine welatê Sêhîrê, topraxê Edomê, cem birê xwe Esaw. 4 Û temî da wan û got: “Aha bêjine xweyê min Esaw, ku xulamê te Aqûb aha dibêje: ‘Ez li cem Laban bûme, heta niha jî cem wî xerîbîyêda mame. 5 Ga, ker, kerîyêd pêz, xulam û carî min qazinc kirine. Niha ez dişînim, xwe xweyê xweva didime hesandinê, ku ez ber çevêd te keremê bibînim’”. 6 Qasid li ser Aqûbda vegerîyan û gotinê: “Em çûne cem birê te Esaw, va ye ew çarsid merivîva pêşîya teda tê”. 7 Aqûb gelekî tirsîya û tevîhev bû û rabû merivêd tevî xwe, pez û dewar, deve kirine du para. 8 Digot: “Heger Esaw li ser parekêda bigire û lêxe, hema paradin jê xilaz be”. 9 Hingê Aqûb got: “Ya Xwedêyê bavê min Birahîm û Xwedêyê bavê min Îshaq, Xudano! Ku te minra got: ‘Vegere welatê xwe, li watanê xwe, ezê qencîyê li te bikim!’ 10 Ez ne hêjayî temamîya hub û aminîya teye qedîm im, kîjan ku te qûlê xwera kirine, çimkî ez bi şivdara destê xwe ji vê Ûrdunê derbaz bûm û niha bûme xweyê du para. 11 Kerema xwe, min ji destê birê min Esaw xilaz ke, çimkî ez jê ditirsim, nebe ku ew bê, min, dê û zarokava xe. 12 Ne te gotîye: ‘Ezê eseyî qencîyê li te bikim û zureta te bikime weke qûma berê, ku ji gelekbûnê wê neyê jimarê’”. 13 Aqûb şeva xwe li wê derê derbaz kir, rabû ji her tiştê xwe, birê xwe Esawra pêşkêş hazir kirin. 14 Dusid bizin, bîst nêrî, dusid mî, bîst beran, 15 sî devêd zayî ceşikêd wanva, çil çêlek, dehe boxe, bîst kerê mê û dehe yê nêr veqetandin. 16 Her kerî, başqe-başqe, dane destê xulamêd xwe û gote xulama: “Pêşîya min herin, bira her kerî dûrî hev, li pey hev herin”. 17 Emir li yê pêşîyê kir û gotê: “Gava birê min Esaw rastî te bê û ji te bipirse: ‘Tu kê yî û tê kuda herî? Û evêd li pêşîya te yêd kê ne?’ 18 Hingê tu bêje: ‘Ev yêd xulamê te Aqûb in, evana pêşkêş xweyê xwe Esawra şandine, va ye ew xwexa jî li pey me tê’”. 19 Aha jî temî da yê duda, yê sisîya û hemûyêd ku li pey kerîya diçûn û got: “Aha bêjinê gava hûn rastî Esaw bên 20 û bêjinê: ‘Va ye xulamê te Aqûb jî li pey me tê’”. Çimkî ewî xwexa xwera digot: “Bi van pêşkêşêd ku ez berî xwe dişînim, ezê dilê wî bikirim, paşê rûyê wî bibînim, belkî ew min qebûl ke”. 21 Pêşkêş pêşîya wî çûn, lê Aqûb şeva xwe zomêda derbaz kir.

27 NÎSANÊ-3 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 34-35

“Axiriya Xirab ji bo Hevaltiya Xirab”

(Destpêbûn 34:1) Dîna, qîza Lêayê bû, ku Aqûbra anî bû, ew derket ku qîzêd wî welatî bibîne.

w97 1/2 30 ¶4

Şekem; Bajar li Deştêda

Xortên vî bajarî, derheqa Dînayê çi difikirîn, gava didîtin ku ew her gav tenê diçû wêderê? Kurê axayê wî welatî “ew dît, dest avîte wê û bi destê zorê ew rûreş kir”. Dînayê çima tevî Kenaniyên bênamûs, hevaltî dikir? Dibe ku ewê texmîn dikir ku hewcê hevaltiya wan e? Yan dibe ku ew mîna hine birên xwe, xweserîxwe bû? Bixûnin serhatiya ji Destpêbûn û fem bikin, ku ewê çiqas derd-kul û êş Aqûb û Lêayêra anî, bi hevaltiya xwe tevî Kenaniya (Destpêbûn 34:1-31; 49:5-7; binihêre “Birca Qerewiliyê”, 15 Hezîranê, sala 1985, rûpêla 1).

(Destpêbûn 34:2) Şixemê kurê Hamorê hîwî, axê wî welatî ew dît, dest avîte wê û bi destê zorê ew rûreş kir.

lvs 124 ¶14

“Ji Qaviyê Birevin!”

14 Şekem ew tişt dikirin, çi ku seva wî normal û tebiyetî bûn. Ewî Dîna begem kir, lema jî “dest avîte wê û bi destê zorê ew rûreş kir”. (Bixûne Destpêbûn 34:1-4.) Ji bo wê yekê hin ewê ziyan stand, hin jî malbeta wê (Destpêbûn 34:7, 25-31; Galatî 6:7, 8).

(Destpêbûn 34:7) Kurêd Aqûb gava bihîstin ew jî ji çolê hatin, bîna xwe teng kirin û gelekî hêrs ketin. Çimkî evî namûsa Îsraêlêra lîst, wekî dest avîte qîza Aqûb. Ewî tiştekî nebûyî kir.

(Destpêbûn 34:25) Roja sisîya, gava ewe hê êşêda bûn, du kurêd Aqûb, birêd Dînayê, Şimhûn û Lêwî, her yekî şûrê xwe hilda û ketine bajêr, tu kes dernekete pêşîya wan, hemû ku teva zarêd nêrîn kuştin.

w09 1/9 21 ¶1-2

Çaxê Hûn Xeyîdî ne

Gelek car meriva tirê bi kînajotinê, dilê wan rihet dibe. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje, wekî kurên Aqûb pêxemberê cimeta Îbranî, “bîna xwe teng kirin û gelekî hêrs ketin” (Destpêbûn 34:1-7). Ji bo hêrsa xwe, du kurên Aqûb safî kirin kînê bajon Şekemra û malbeta wîra. Bi derewiya xwe Şimhûn û Lêwî ketine bajarê Kenanê, Şekem û hemû mêrên vî bajarî kuştin (Destpêbûn 34:13-27).

Gelo bi vê xûnrêtinê problêm safî bû? Çaxê Aqûb pêhesiya derheqa kirên kurên xwe, ewî wana rezîl kir û got: “We ez li ber çevê binelîyêd kenanîya û pirîzzîya avîtim, ev bela anî serê min . . . wê topî ser min bin û min xin, ezê mala xweva dest û pîya herim” (Destpêbûn 34:30). Belê, wana bi kîna xwe problêm safî nekir, lê dikarin bêjin ku problêm hê zêde kirin; malbeta Aqûb gerekê fesal bûya wekî cînarên wanî hêrs tiştekî serê wan nekin. Lema jî seva ku tiştekî xirab neyê serê wan, Xwedê gote Aqûb ku cihê xwe bihêle û derbazî Beytelê be (Destpêbûn 35:1, 5).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 35:8) Xweykirîya Rêvêkayê, Divora mir, ew binîya Bêt-Êlê, bin mezêda hate definkirinê û navê wir hate danîn Alon-Baqût.

it-1 600 ¶4

Debora

1. Xweykiriya Rêvêkayê. Çaxê Rêvêka mala bavê xwe Bêtûêl hîşt, çû Palêstînayê, seva ku bibe jina Îshaq. Debora jî tevî wê çû (Dsp. 24:59). Gelek sal Deborayê mala Îshaqda carîtî dikir û diqewime paşî mirina Rêvêkayê ew mala Aqûbda dijît. Ça tê kifşê weke 125 sal şûnda paşî wê yekê, çaxê Îshaq Rêvêka jintî stand, Debora mir û bin baxekî mezin di Beytelêda hate definkirinê. Navê vî baxî “Alon-Baqût”, çi ku tê hesabê “Meza Şînê”, dide kifşê ku Aqûb û malbeta wî, Debora zef hiz dikirin (Dsp. 35:8).

(Destpêbûn 35:22-26) Gava Îsraêl li wî welatî dima, Rûbên çû dest avîte carîya bavê xwe Bîlhayê. Îsraêl ev yek bihîst . Donzdeh kurên Aqûb hebûn. 23 Kurên Lêayê: Nixurîyê Aqûb Rûbên, Şimhûn, Lêwî, Cihûda, Îsaxar û Zebûlon bûn. 24 Kurên Rahêlê: Ûsiv û Binyamîn bûn. 25 Kurên carîya Rahêlê, Bîlhayê: Dan û Neftelî bûn. 26 Kurên carîya Lêayê, Zîlpayê: Gad û Aşêr bûn. Evana bûn kurên Aqûbe ku Paddan-Aramda jêra bibûn.

w17.12 14

Pirsên Xwendevana

Hêna berêda, gelo ese bû wekî mêr nixurî bûya, seva ku biketa rêza wan kal-bava ji kîjana Mesîh gerekê bihata?

Edebyetên meda me çend cara besa vê pirsê kiriye. Îbranî 12:16-da tê gotinê, ku Esaw “tiştên pîroz qîmet nekir” û “mafê nixurîtiya xwe, bona zike xwarin [Aqûbra] firot, DT”. Ji vê yekê tê kifşê, ku çaxê Aqûb “mafê” nixurîtiyê stand, ew jî kete nava rêza kal-bava, ji kîjana Mesîh gerekê bihata (Met. 1:2, 16; Lûqa 3:23, 34).

Lê ji hine serhatiyên Kitêba Pîroz tê kifşê, ku mêr seva bikeve nav rêza wan kal-bava, ji kîjana Mesîh gerekê bihata, ese nîbû ku nixurî bûya. Were çend îzbatkirinên vê yekê şêwir kin:

Ji kurên Aqûb (Îsraêl) ku Lêayê jêra anî, nixurî Rûbên bû. Lê kurê pêşin ji Rahêlê, ya ku Aqûb gelek lê hiz dikir, Ûsiv bû. Çaxê Rûbên gune kir, maf, dêmek îzina nixurîtiyê, gihîşte Ûsiv (Destp. 29:31-35; 30:22-25; 35:22-26; 49:22-26; 1 Dîr. 5:1, 2). Lê yeke ewana herdu jî neketine nav rêza wan kal-bava, ji kîjana Mesîh gerekê bihata. Kurê Aqûb yê çara Cihûda, kîjan ku Lêayê jêra anî, kete nava vê rêzê (Destp. 49:10).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 34:1-19) Dîna, qîza Lêayê bû, ku Aqûbra anî bû, ew derket ku qîzêd wî welatî bibîne. 2 Şixemê kurê Hamorê hîwî, axê wî welatî ew dît, dest avîte wê û bi destê zorê ew rûreş kir. 3 Dilê wî kete qîza Aqûb Dînayê, bi dil û can ew begem kir û dilê wêra xeberda. 4 Şixem gote Hamorê bavê xwe: “Vê qîzikê minra bixwaze”. 5 Aqûb bihîst ku ewî qîza wî Dîna rûreş kirîye, lê çimkî kurêd wî çolê li ber kerîya bûn, qet deng nekir heta ku ew hatin. 6 Hamorê bavê Şixem, çû Aqûbra ku xeber de. 7 Kurêd Aqûb gava bihîstin ew jî ji çolê hatin, bîna xwe teng kirin û gelekî hêrs ketin. Çimkî evî namûsa Îsraêlêra lîst, wekî dest avîte qîza Aqûb. Ewî tiştekî nebûyî kir. 8 Hamor wanara kete xeberdanê û got: “Dilê kurê min Şixem ketîye qîza we, hîvî dikim, ewê bidine wî. 9 Bibine xizimê me. Qîzêd xwe bidine me, qîzêd me jî xwera bibin. 10 Tevî me bimînin, ev welatê ber we be, navda bimînin, tucaretîyê bikin, navda xwera xiznê qazinc kin”. 11 Şixem gote bav û birayêd keçikê: “Bira ez li ber çevê we keremê bibînim, hûn çi ji min bixwazin, ezê bidim. 12 Qelen û xelatêd giran bikine ser stûyê min, devê we çi bixwaze jî ezê bidim, tenê wê qîzê bidine min”. 13 Ewî ku xûşka wan Dîna rûreş kiribû, kurêd Aqûb bi hilekarî caba Şixem û bavê wî Hamor dan 14 û gotine wan: “Em nikarin vê yekê bikin, ku xûşka xwe bidine yekî nesinet. Eva mera qareke giran e. 15 Lê belê emê tenê bi vî şertî tevî we qayl bin, heger hûn bibine mîna me, ji we her qisimê mêr bê sinetkirinê, 16 hingê emê qîzêd xwe bidine we û qîzêd we jî xwera bînin, emê tevî we bimînin û bibine cimetek. 17 Lê heger hûn guhdarîya me nekin, neyêne sinetkirinê, emê qîza xwe hildin û herin”. 18 Ev gotina wan li Hamor û kurê wî Şixem xweş hat. 19 Ewî xortî ev yek derengî neêxist, çimkî ewî gelekî qîza Aqûb begem kiribû. Ew mala bavê xweda, yê herî xweyîqedir bû.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin