Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
2-8 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 39-40
“Mûsa Hûr bi Hûr Rêberiya Tîne Sêrî”
(Derketin 39:32) Bi vî cûreyî hemû şixulêd li ser Konê Şedetîyê, awa gotî Konê Civînê hate sêrî. Zarêd Îsraêl her tişt, çawa ku Xudan temî dabû Mûsa, usa jî kirin.
w11 15/9 27 ¶13
Gelo Yehowa Te Nas Dike?
13 Mûsa “merivekî gelekî şkestî bû, ji hemû merivêd li ser rûyê erdê” (Jm. 12:3). Ew bi hazirbûnê pey rêberiya Yehowa diçû (Drk. 7:6; 40:16). Mûsa îtbariya xwe Yehowa dianî û bi dil dewakirinên Yehowa dianî sêrî. Mesele, Yehowa hûr bi hûr şirovekir, ku çawa konê pîroz gerekê bê avakirinê. Yehowa hela hê jî got, wekî têl gerekê çi rengî bin û çiqas pevgirêk li ser tej gerekê hebin (Drk. 26:1-6). Hergê teşkîleta Xwedêda birê cabdar, hûr bi hûr rêberiya dide, dibeke ev yek te eciz ke. Lê Yehowa îtbariya xwe xizmetkarên xwe tîne û cabdariya dide wan. Hergê Yehowa rêberiya hûr bi hûr dide, dêmek meniya vê yekê heye. Mûsa eciz nedibû, gava Yehowa usa hûr bi hûr hemû tişt şirovedikir. Ew nedifikirî, ku Xwedê wî nimiz dike yan jî azaya wî sînor dike. Mûsa dinihêrî, wekî avakarên kon “her tişt, çawa ku Xudan temî dabû”, hema usa jî bikin (Drk. 39:32). Mûsa çiqas milûk bû! Ewî fem dikir, wekî ev şixulê Yehowa ye, lê ew xwexa hacet e destê wîda.
(Derketin 39:43) Mûsa dîna xwe da hemû tiştê çêkirî, ku va ye çawa ku Xudan temî dabû wana, usa jî kirine. Mûsa dua wan kir.
(Derketin 40:1, 2) Xudan tev Mûsa xeber da û gotê: 2 “Roja yekêye meha pêşin, Konê Şedetîyê, awa gotî Konê Civînê vegirî.
(Derketin 40:16) Mûsa her tişt çawa ku Xudan temî dabû usa jî kir.
w05 15/7 27 ¶3
Tu Her Tiştîda Amin î?
3 Îbranî 3:5-da tê gotinê: “Mûsa . . . xulamekî amin bû”. Gelo çima derheqa Mûsa usa hatiye gotinê? Çimkî wedê avakirina kon “Mûsa her tişt çawa ku Xudan temî dabû usa jî kir” (Derketin 40:16). Aminiya me jî Yehowara guhdarîkirinêda tê kifşê. Lê ne tenê bi vê yekê, ku em xwe telî-tengiyada qewî digirin, çimkî Îsa got: “Ewê ku nava tiştêd hindikîda amin e, nava tiştêd gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştêd hindikîda bêamin e, nava tiştêd gelekîda jî bêamin e” (Lûqa 16:10). Dêmek, em gerekê tiştên biçûkda jî aminiya xwe xwey kin.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Derketin 39:34) sergirtina ji çermêd beranaye sor rengkirî û serkêşa ji çermêd ga-mesî û perda navbirîyê,
it-2 884 ¶3
Çermê Ga-Mesî
Îsraêliya Çermê Ga-mesî ji ku Destdixistin. Xebera “tahaş” Kitêba Pîrozda tê hesabê yek ji cûrên ga-mesî. Lê Îsraêliya çermê ga-mesî ji ku destdixistin? Rast e ga-mesî diha zef Arktîkayêda û Antarktîkayêda dijîn, lê hine cûrên wan ciyê germda jî dijîn. Îro Bera Navberêda, usa jî avên germe dinda hine ga-mesî hene, ser kîjana dibêjin fokên-keşîş. Nava qirnada meriva ew qir dikirin, lema jî hejmara wan kêm bû. Lê ça tê kifşê, wedê berê Bera Navberêda û Bera Sorda ev heywan gelek bûn. Hela hê sala 1832-da jî kitêbekêda “Calmet’s Dictionary of the Holy Bible”, (rûp. 139) usa dihate gotinê: “Ser gelek giravên Bera Sor, kîjan ku dora nîvgrava Sînayê ne, ga-mesî dijîn” (Usa jî binihêrin “The Tabernacle’s Typical Teaching”, by A.J.Pollock, London, rûp. 47.)
(Derketin 40:34) Ewr Konê Civînê nixamt û rûmeta Xudan Konê Şedetîyê dagirt.
w15 15/7 21 ¶1
Ewê ku Timê Şixulê Me Divîne
Çaxê avakirina kon xilaz bû, “ewr Konê Civînê nixamt û rûmeta Xudan Konê Şedetîyê dagirt” (Drk. 40:34). Evê yekê zelal îzbat kir, wekî Yehowa şixulê wan qebûl kir! Bidine ber çevê xwe, Bisalêl û Oholîab çi texmîn kirin. Rast e navê wan xizmetkarên Xwedê ser tiştên wane çêkirî nehatibûn kolandinê, lê diqewime ewana gelek şa dibûn, gava dîtin, wekî Yehowa şixulê wan kerem kir (Mtl. 10:22). Dilê wan bi şabûnê tije dibû, çaxê wana didît ku sal pey salara çêkirina destên wan bona hebandina Yehowara dihate xebitandinê. Çaxê dinya tezeda Bisalêl û Oholiyab dîsa vegerin jîyînê, ewana wê gelek şa bin çaxê pêbihesin, wekî konê pîroz weke 500 sal bona hebandina rast didane xebatê!
Xwendina Kitêba Pîroz
(Derketin 39:1-21) Bona qulixkirina Cîyê Pîrozda, kincêd xizmetkarîyê, ji rîsê şîn, şîrk û sorê gevez çêkirin, usa jî bona Harûn kincêd pîroz çêkirin, çawa ku Xudan temî dabû Mûsa, 2 Êfod ji zêr, rîsê şîn, şîrk, sorê gevez û kitanê zirav-badayî çêkir. 3 Zêr zirav pen kirin û ew mîna rîs birîn, wekî xebata nitirandinêda tevî rîsê şîn, şîrk, sorê gevez û kitanê zirav bidine xebatê. 4 Sermilkêd hevvabûnê jêra çêkirin, ku ew her du serîyava dihatine hevvakirinê. 5 Benpişta li ser êfod jî mîna êfod hûnandî-nitirandî, ji zêr, rîsê şîn, şîrk, sorê gevez û kitanê zirav-badayî wêva hatibû çêkirinê, çawa ku Xudan temî dabû Mûsa. 6 Kevirêd onîks hazir kirin, nava qavêd zêrînda qaş kirin û li ser wan çawa mor tê kolandinê, usa navêd zarêd Îsraêl hatine kolandinê. 7 Û ew li ser sermilkê êfodva kirin, ku zarêd Îsraêlra bibine kevirêd bîranînê, çawa ku Xudan temî dabû Mûsa. 8 Rextsîng nitirandî wî cûrê çêkirina êfodda çêkirin. Ew ji zêr, rîsê şîn, şîrk, sorê gevez û ji kitanê zirav-badayî çêkirin. 9 Rextsîng du ta qatkirî çargoşe bû, dirêjaya wê bihustek û beraya wê jî bihustek, du ta qatkirî. 10 Li ser wê çar cêrge kevir qaş kirin. Cêrga ewlin: Sardîyon, topaz û zimrûd, 11 cêrga duda: Karbûnkûl, safîr û almas, 12 cêrga sisîya: Yaxonît, agat û amêstîs, 13 cêrga çara: Xrîzolît, onîks û yaspîs, evana qavê zêrda qaşkirî bûn. 14 Ev kevir donzdeh heb bûn, anegorî navêd zarêd Îsraêl, mîna morê kolayî ser her kevirî navekî wan hatibû kolandinê bona donzdeh qebîla. 15 Ser rextsîng zincîrêd badayî çêkirin, ew vegirtî ji zêrê xalis bûn. 16 Du qavêd zêr û du xelaqêd zêr çêkirin û ew her du xelaq, ser her du serê rextsîngva kirin. 17 Ew her du zincîrêd zêr, her du xelaqêd ser rextsîngva kirin. 18 Û her du serîyêd zincîraye din her du qavava kirin, paşê alîyê pêşîyêva sermilkê êfodva kirin. 19 Du xelaqêd zêrîne din çêkirin ew bin rextsîngva her du niçêd jêrinva alîyê êfodva kirin. 20 Du xelaqêd zêrîne din jî çêkirin, ew bin her du niçêd sermilkêd êfodva kirin. Alîyê pêşîyêva ber cîyê pêvakirîva ser benpişta êfodva kirin. 21 Bi qeytana şîn xelaqêd rextsîng xelaqêd êfodva kirin, ku ew ser benpişta êfod be û rextsîng ji êfod neqete, çawa ku Xudan temî dabû Mûsa.
9-15 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 1-3
“Nêta Diyariya”
(Qanûna Kahîntiyê 1:3) Heger qurbana wîye dîyarîya tevayîşewatê ji garanê ye, bira ew yê nêr û bêqusûr bîne li ber derê Konê Civînê, ku li ber Xudan bê qebûlkirinê.
(Qanûna Kahîntiyê 2:1) Heger yek dîyarîya nanî Xudanra bide, dîyarîya wî bira ji arê xas be, rûn serda ke û bixûrê dayne ser.
(Qanûna Kahîntiyê 2:12) Hevîrtirşk û hingiv çawa dîyarîyêd berê pêşin Xudanra dikarin bînin, lê li ser gorîgehê gerekê neyê şewitandinê bona bînxweşîyê.
it-2 525
Diyarî
Diyariya tevayîşewatê. Ewê ku ev diyarî Xwedêra dianî, tu pareke heywana qurbankirî xwera nedihîşt. (Beramber ke tevî Hkm. 11:30, 31, 39, 40.) Ev qurban dihatine hesabê hîvîkirin ji Yehowa, wekî ew diyariya gune paqijbûnê qebûl ke, kîjan ku carna tevî diyariya tevayîşewatê dianîn. Îsa Mesîh jîyîna xwe bi temamî ça diyariya tevayîşewatê berva da.
it-2 528 ¶4
Diyarî
Diyariya nanî. Diyariyên nanî tevî diyariyên din dianîn. Ev hebûn diyariyên heleqetiyê, diyariyên tevayîşewatê û diyariyên ji guna paqijbûnê. Ev hemû diyarî usa jî ça berên pêşin dianîn; carna ew diyarî başqe-başqe qurban dikirin (Drk. 29:40-42; Qn.Kh. 23:10-13, 15-18; Jm. 15:8, 9, 22-24; 28:9, 10, 20, 26-28; serê 29). Evan diyariya îzbat dikir, wekî Yehowa bi merdanî cimeta xwe kerem dike. Gelek car tevî nanê diyariya şewatê rûnê lêdayî û bixûr dianîn. Diketine nava diyariyên vî cûreyî usa jî arê xas, genimê qelandî, nanê loş yan jî bokon yên ku firnêda, tavêda yan ser sêlê dipetin. Pareke nanê diyariyê datanîn ser qurbangeha bona tevayîşewatê. Pareke wê keşîşa dixwar. Lê diyariyên heleqetiyê ewên ku dianîn, wana dixwar (Qn.Kh. 6:14-23; 7:11-13; Jm. 18:8-11). Tu nanê diyariya şewatêda, gerekê hevîrtirşk yan “hingiv” (ça tê kifşê, dims, kîjan ku ji hêjîra yanê ji êmîşên din distandin) nekirana nav, ji bo kîjana hevîr hildihat (Qn.Kh. 2:1-16).
(Qanûna Kahîntiyê 3:1) Heger qurbana yekî dîyarîya heleqetîyê ye û ew dewara nêr be yan mê be, ew gerekê heywana bê qusûr Xudanra bide.
it-2 526 ¶1
Diyarî
Diyariyên heleqetiyê (yan diyariyên edilayê). Diyariyên heleqetiyê, bi sîmbolîk dihatine hesabê edilaya orta Yehowa û xizmetkarê wî. Ewê ku diyarî dianî û malbeta wî, ji vê diyariyê dixwarin (li gora edet, hewşa konê pîrozda dora tej bona nanxwarinê çadir lêdixistin. Lê çaxê paristgeh hate avakirinê, hingê xwarinxane jî çêkirin). Keşîşê ku ev diyarî qurban dikir, pareke vê diyariyê distand. Para din jî keşîşên dinra diket, kîjana ku vê rojê konê pîrozda xizmet dikirin. Yehowa bîna xweş ji bezê şewitandî qebûl dikir. Xûna ku dihate hesabê emir, para Yehowa bû. Usa keşîş, xizmetkarên ku diyarî dianîn û Yehowa ça bêjî tevayî ber sifrekî nan dixwarin. Evê yekê dida kifşê, wekî orta wanda edilayî hebû. Hergê merivê ku ji vê sifrê nan dixwar, ji bo menîkî li gora Qanûnê netemiz bûya, yan goştê ku wedê wî derbaz bibû dixwar, (hewa germda goşt destpêdikir genî dibû), ew meriv gerekê bihata kuştinê. Bi wî kirê xwe ewî merivî sifre heram dikir, çimkî yan xwexa netemiz bû, yan jî ev çi ku ber çevê Yehowa netemiz dihate hesabê, dixwar. Bi vê yekê ewî merivî bêqediriya xwe hindava tiştên pîroz dida kifşê (Qn.Kh. 7:16-21; 19:5-8).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 2:13) Hemû dîyarîyêd xweye nanî xwê kî û xwêya peymana Xwedêyê xwe ji nava dîyarîyêd xwe kêm nekî, tevî hemû hedîyêd xwe xwê jî bidî.
(Hezeqêl 43:24) û tuyê wan nêzîkî ber XUDAN bike û wê kahîn xwê bavêjin ser wan û wekî pêşkêşiya şewitandinê bin, wê wan ji XUDANRA pêşkêş bikin.
w04 15/5 22 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê
2:13: Çima lazim bû, wekî “tevî hemû hedîyêd xwe xwê jî” bînin? Xwê dianîn ne bona tema diyariyê. Xwê tê xebitandinê, wekî tişt gelek wext bêne xweykirinê. Ça tê kifşê xwê tevî diyariyê dianîn, çimkî ew sîmbola bêqisûrtiyê û temzayê bû.
(Qanûna Kahîntiyê 3:17) Eva nava nisilêd weda, cî-warêd weda bibe qeyde-qanûna heta-hetayê, ku tu car ne bez bixwin, ne jî xûnê’”.
it-1 813
Bez
Hîm bona qanûnê. Çaxê Qanûn qewatêda bû, hingê xûn û bez tenê para Yehowa bûn. Xûn tê hesabê emir, kaniya kîjanî ku Yehowa ye (Qn.Kh. 17:11, 14). Bez dihate hesabê pareke lape baş ji heywên. Çaxê bende bezê heywana qurban dikir, ewî dida kifşê wekî dixwaze parên herî baş bide Yehowa, çimkî Ew hêja ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî bez ser qurbangehê dişewitandin, ça “dîyarîya xurê şewatêye bînxweş” bona Yehowa (Qn.Kh. 3:11, 16). Lema jî hergê kesekî bez dixwar, ewî qanûn diteriband û para Yehowa xwera hildida. Ew meriv dihate kuştin, çimkî miqabilî Yehowa derdiket. Rast e îzin tune bû bez bixwin, lê dikaribûn ew bona cûre-cûre hewcedariya bidine xebatê. Dikete nava vê yekê bezê heywanê mirî yan devexwarî jî (Qn.Kh. 7:23-25).
w04 15/5 22 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê
3:17: Îzin tune bû Îsraêliya bezê heywana bixwarana, çimkî ew dihate hesabê pareke herî baş û qîmet. Usa cimetê fem dikir, ku tiştên herî baş Yehowara dikevin (Destpêbûn 45:18). Em jî gerekê tiştên herî baş bidine Yehowa (Metelok 3:9, 10; Kolosî 3:23, 24).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 1:1-17) Xudan ji Konê Civînê gazî Mûsa kir û gote wî: 2 “Tevî zarêd Îsraêl xeber de û bêje wan: ‘Gava yekî ji we qurbanekê Xudanra bide, bira ew qurbana we ji garanê be yan ji kêrî. 3 Heger qurbana wîye dîyarîya tevayîşewatê ji garanê ye, bira ew yê nêr û bêqusûr bîne li ber derê Konê Civînê, ku li ber Xudan bê qebûlkirinê. 4 Bira ew destê xwe dayne li ser serê dîyarîya tevayîşewatê ku bê qebûlkirinê, bona kewandina gunêd wî. 5 Bira ew canega li ber Xudan serjêke û kurêd Harûnne kahîn xûnê hildin bireşînine li ser her alîyêd gorîgeha li ber derê Konê Civînê. 6 Bira dîyarîya tevayîşewatê post ke û çîtî-çîtî hûr ke. 7 Hîngê kurêd kahîn agir daynine li ser gorîgehê û qirşa bidine li ser êgir. 8 Kurêd Harûnne kahîn bira wan çîtîya, serî û donva bidine li ser wan qirşêd agirê li ser gorîgehê. 9 Lê navdil û niga jî, bira yê dîyardar pê avê bişo û kahîn gişkî li ser gorîgehê bişewitîne, çawa dîyarîya tevayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan. 10 Heger qurbana wîye dîyarîya tevayîşewatê ji kêrî ye, awa gotî ji pêz yan bizina ye, bira ew yê nêr û bêqusûr bide. 11 Wî li ber Xudan alîyê bakura gorîgehê serjêke û kurêd Harûnne kahîn xûna wî li ser her alîyêd gorîgehê bireşînin. 12 Û çîtî-çîtî hûr ke, serî û donva kahîn dayne li ser qirşêd agirê li ser gorîgehê. 13 Lê navdil û niga jî, bira yê dîyardar pê avê bişo û kahîn gişkî bîne li ser gorîgehê bişewitîne, çawa dîyarîya tevayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweşe bona Xudan. 14 Heger qurbana wîye dîyarîya tevayîşewatê bona Xudan ji teyreda ye, hingê bira qurbana xwe ji fatimoka yan jî ji cûcûkêd kewa bide. 15 Bira kahîn wê bîne ber gorîgehê, serî lê hilqetîne û başqe li ser gorîgehê bişewitîne û xûn kêleka gorîgehêda here. 16 Û qaqarûşka wê edebêva derxe alîyê rohilata gorîgehêva bavêje kozîdangê. 17 Ewê ji baskada vejene, bêyî ji hev qetandin, bira kahîn li ser gorîgehê, li ser darê ser êgir bişewitîne. Eva dîyarîya tevayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.
16-22 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 4-5
“Tiştê Lapî Baş Bide Yehowa”
(Qanûna Kahîntiyê 5:5, 6) Heger ji van yeka tiştekîda sûcdar be û xwe mikur bê, gunê xwe bide rûyê xwe, 6 bira bona gunê xweyî kirî Xudanra ji kêrî berxeke mê, yan jî kareke mê bona neheqîya xwe çawa dîyarîya paqijbûnê bîne. Bira kahîn bona gunê wî kewandinê bike.
it-2 527 ¶9
Diyarî
Diyariya paqijbûnê. Diyariya paqijbûna ji şaşiya usa jî dihate hesabê diyariya bona baxşandina guna, çimkî şaşî timê guneva girêdayî ne. Eva diyariya paqijbûnê cude dibû, çimkî mafê kesekî diparast. Dikete nava vê yekê mafê Yehowa yan jî mafê cimeta wîye pîroz. Nêta diyariya paqijbûnê ew bû, wekî mafê Yehowayî teribandî yan jî mafê merivê ku tobe dikir bê parastin, yan jî ew meriv ji cezakirina guna bê azakirinê (Beramber ke tevî Îşaya 53:10.)
(Qanûna Kahîntiyê 5:7) Heger dêstda tune, nikare ji ber neheqîya xweva pêz bîne, bira du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa Xudanra bîne, yek bona dîyarîya paqijbûnê, yek jî bona dîyarîya tevayîşewatê.
w09 1/6 26 ¶3
Ew Derecên Me Hildide Hesab
Qanûnêda dilşewatiya Yehowa dihate kifşê: “Heger dêstda tune, nikare ji ber neheqîya xweva pêz bîne, bira du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa Xudanra bîne” (Rêza 7). Gilî-gotin “Heger dêstda tune” tê hesabê “hergê ev destteng e”. Hergê Îsraêlî gelek kesîb bû û nikaribû berx bianiya, Xwedê qebûl dikir du fatimok yan du cûcûkên kewa.
(Qanûna Kahîntiyê 5:11) Lê heger dêstda tune, ew nikare du fatimoka yan du cûcûkêd kewa jî bîne, hingê bira yê gune kirîye bona hedîya xwe pareke êfayê ji deha yek arê xas çawa dîyarîya paqijbûnê bîne. Ne rûn bike ser ne jî bixûrê, çimkî eva dîyarîya paqijbûnê ye.
w09 1/6 26 ¶4
Ew Derecên Me Hildide Hesab
Lê hergê bende nikaribû hela hê du teyrede jî qurban kira? Hingê li gora Qanûnê ewî gerekê “bona hedîya xwe pareke êfayê ji deha yek [heyşt-nehe kas] arê xas çawa dîyarîya paqijbûnê” bianiya (Rêza 11). Bona merivên gelek kesîb Yehowa îzin da, wekî qurbana bêxûn, bona baxşandina guna bînin. Usa Îsraêla berêda kesîbiyê nikaribû riya mêriv bigirta, ku baxşandina guna bistîne û edilayê tevî Xwedê qazanc ke.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 5:1) Heger yek bê gazîkirinê li ber dîwanê, ewî tiştek bihîstibe yan şede be û vê yekê veşêre, hingê ew wî guneyî dike stûyê xwe.
Çev Bidine Xizmetkarên Yehowayî Amin
14 Em jî dikarin pêşiyê Yehowara amin bin û hin jî yên dinênara çaxê qenc in hindava wan. Mesele, dibeke tu zanî ku kesek ji civatê gunê giran kiriye. Dibeke tu dixwazî wîra amin bimînî, hela hê hergê ew hevalê te yan merivê teyî nêzîk e. Lê hergê tu çevê xwe dadî ser gunê wî, bi vê yekê neamin dimînî Xwedêra. Belê, aminiya te Yehowara gerekê ser ciyê pêşin be. Lema çev bide Natan, û qenc be hindava hevalê xwe. Şîret ke hevalê xwe yan merivê xweyî nêzîk ku alîkariyê ji rûspiya bixwaze. Hergê ew şîreta te qebûl nake, tu gerekê herî û bêjî rûspiya. Çimkî bi wê yekê tu aminiya xwe Xwedêra didî kifşê, û usa jî qencî hindava hevalê xwe yan merivê xweyî nêzîk. Lê rûspî wî merivî wê bi nermî şîret kin û rast kin. (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 5:1; Galatî 6:1.)
(Qanûna Kahîntiyê 5:15, 16) “Heger yek borcê xwe neqedîne û bê hemdê xwe hindava tiştêd Xudane pîrozda gune bike, bira ji ber neheqîya xweva ji kêrî beranekî bêqusûr, weke wî qîmetê teyî pê şêkilêd zîvîn kifşkirî, anegorî şêkilêd pîrozgehê Xudanra dîyarîya ji bervadayînê bîne. 16 Bira cirma wê zîyana ku daye tiştêd pîroz bikişîne, usa jî pareke ji pênc para li serda zêde ke, bide kahîn. Û kahîn bira pê wî beranê dîyarîya ji bervadayînê kewandinê bike û wê li wî bê baxşandinê.
it-1 1130 ¶2
Pîrozî
Heywan û Berên Erdê. Nixuriyên pêz, bizina û heywanên mezine din bona Yehowa pîroz dihatine hesabê, û îzin tune bû biguheriyana. Wana gerekê ev qurban kirana û pareke vê qurbanê kahînên pîrozkirîra diket (Jm. 18:17-19). Berên pêşin û dehek jî, usa jî hemû hedî û diyarî, dihatine hesabê pîroz (Drk. 28:38). Hemû tiştên ku Yehowara qurban dikirin, pîroz bûn. Îzin tune bû wana bona şixulên herrojî bidine xebatê. Meseleke vê yekê, qanûna derheqa dehekê bû. Hergê bende tiştek ça dehek başqe dikir û paşê xwexa yan jî neferekî wî bê hemdê xwe ji vê dehekê hevek hildida bona şixulên herrojî, hingê ewî merivî Qanûna derheqa pîroziyê, diteriband. Ewî gerekê ji keriyên pezên xwe beranekî bêqisûr qurban kira, heqê zirarê û serda jî 20 selef zêde bida. Usa ew hîn dibû hindava tiştên pîroz qedir bida kifşê (Qn.Kh. 5:14-16).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 4:27-5:4) Heger yekî ji milet bêhemdê xwe gune bike, ji wan temîyêd Xudanê xwe yekî neqedîne, ew gunekar dertê 28 û gava gunê wî wîva bê eyankirinê, bira bona gunê xweyî kirî bizineke bêqusûr qurban bîne. 29 Ew destê xwe dayne li ser serê dîyarîya paqijbûnê û dîyarîya paqijbûnê wî cîyê dîyarîya tevayîşewatê bê serjêkirinê. 30 Kahîn bira tilîya xwe wê xûnêda ke û li stirûyêd gorîgeha tevayîşewatê xe û xûna mayî jî birêje jêra gorîgehê. 31 Hemû bezê bizinê derxe, çawa bezê dîyarîya heleqetîyê tê derxistinê û kahîn wî bezî li ber Xudan li ser gorîgehê bona bînxweşîyê bişewitîne. Bi vî awayî kahîn bona wî kewandinê bike û li wî wê bê baxşandinê. 32 Lê heger berxê bona dîyarîya paqijbûnê bide, bira yeke mêye bê qusûr bîne. 33 Destê xwe dayne li ser serê dîyarîya paqijbûnê, di wî cîyê dîyarîya tevayîşewatê tê serjêkirinê, wê dîyarîya paqijbûnê serjêke. 34 Kahîn tilîya xwe xûna dîyarîya paqijbûnêda ke û li stirûyêd gorîgeha tevayîşewatê xe û xûna mayî jî birêje jêra gorîgehê. 35 Hemû bezê wê derxe, çawa bezê berxa dîyarîya heleqetîyê tê derxistinê û kahîn wî bezî tevî dîyarîyêd şewatêye bona Xudan li ser gorîgehê bişewitîne. Bi vî awayî kahîn bona gunê wîyî kirî kewandinê bike û li wî wê bê baxşandinê.
5 Heger yek bê gazîkirinê li ber dîwanê, ewî tiştek bihîstibe yan şede be û vê yekê veşêre, hingê ew wî guneyî dike stûyê xwe. 2 Heger yek ji nezanîya xwe tiştekî nepaqij keve, awa gotî cendekê rewirekî, cendekê heywanekî yan cendekê şûlikîkî nehelal keve, ew xwe diherimîne û sûcdar dike. 3 Heger yek ji nezanîya xwe kirêtîya mêriv keve, tiştekî kirêt ku mêriv dikare biherimîne, gava ew bizanibe hingê ewê sûcdar be. 4 Heger yek ji nezanîya xwe, pê devê xwe bona qencîyê yan xirabîyê sond bixwe, (çawa meriv pê sondêd xwe tiştêd pûç dibêjin), gava ew bizanibe, hingê ji van yekîda ewê sûcdar be.
23-29 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 6-7
“Eyankirina Şêkirdariyê”
(Qanûna Kahîntiyê 7:11, 12) Ev e qanûna dîyarîya heleqetîyê, ku yek Xudanra bide: 12 Heger bona razîdarîyê wê bide, hingê bira tevî dîyarîya razîdarîyê katêd rûnda stirayî bê hevîrtirşk û loşêd bê hevîrtirşke rûnkirî, katêd ji arê xasî rûnda stirayî bide.
Em ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê Çi Dersa Dikarin Hîn bin?
9 Dersa duda: Em Yehowara xizmet dikin, çimkî em ji wî razî ne. Seva evê fikirê zelal kin, were şêwir kin derheqa diyariya heleqetiyê, kîjan ku hebandina rastda Îsraêla berêda gelek ferz bû. Ji kitêba Qanûna Kahîntiyê, em pêdihesin, wekî Îsraêliya dikaribûn diyariya heleqetiyê baniyana, dêmek qurban “bona razîdarîyê” (Qan. Kah. 7:11-13, 16-18). Wana ew qurban dianîn ne seva vê yekê ku dihate dewakirinê, lê çimkî wana xwexa dixwest. Ew qurbana rezedilî wana dianî, çimkî wana Yehowa Xwedê hiz dikir. Ewê ku qurban dianî, malbeta wî û keşîşa gerekê goştê vê heywana qurbankirî bixwarana. Lê hine navdilê vê heywanê, tenê Yehowara diketin. Ew kîjan navdil bûn?
(Qanûna Kahîntiyê 7:13-15) Pêştirî kata, bira ew nanê xweyî hilatî jî dîyarî bîne, tevî wê dîyarîya xweye heleqetîyê ku bona razîdarîyê dide. 14 Ji wan hemû dîyarîya, yekê gerekê çawa dîyarîya berbirîkirinê bide Xudan. Eva para wî kahînî ye, yê ku xûna dîyarîya heleqetîyê direşîne. 15 Û goştê dîyarîya heleqetîya razîdarîyê, hema wê roja dayîda bê xwarinê, ji wê gerekê heta sibehê nemîne.
w00 15/8 15 ¶15
Qurbanên ku Xwedê Xweş Dihatin
15 Dîsa qurbaneke rezedilî ev diyariya heleqetiyê ye, derheqa kîjanî ku kitêba Qanûna Kahîntiyê serê 3-da tê gotinê. Ser vê diyariyê usa jî dihate gotin “diyariya edilayê”. Zimanê Îbraniye kevinda xebera “edilayî” tê hesabê ne tenê şer-dewa bidin hildanê, lê hê zêde tişt. Kitêbekêda “Studies in the Mosaic Institutions” usa tê gotinê: “Kitêba Pîrozda ev usa jî tê hesabê heleqetiya baş tevî Xwedê, serfirazî, şabûn û bextewarî”. Dêmek diyariya heleqetiyê dihate dayînê, wekî merivê xwedêxof razîbûna xwe bidine kifşê bona heleqetiya baş tevî Xwedê. Paşî wê yekê ça xûn û bez dihate qurbankirinê, kahîn û ewê ku diyarî dianî, dikaribûn ji vê qurbanê bixwarana (Qanûna Kahîntiyê 3:17; 7:16-21; 19:5-8). Bi vî cûrê sîmbolîk, kahîn, merivê ku qurban dianî û Yehowa Xwedê ça bêjî ser sifrekî nan dixwarin. Evê yekê dida kifşê, wekî orta wanda edilayî heye.
(Qanûna Kahîntiyê 7:20) lê ew kesê çaxê ne paqij e, ji goştê dîyarîya heleqetîya Xudan bixwe, ew kesa gerekê ji nava cimeta xwe bê undakirinê.
w00 15/8 19 ¶8
Qurbanên Pesindayînê ku Yehowa Xweş Tên
8 Lê çi em dikarin bêjin derheqa merivê ku qurban dianî? Qanûnêda hatibû gotinê, wekî her kesê ku tê bal Yehowa gerekê paqij be. Hergê kesekî ji bo menîkî gune bikira, ewî gerekê qurbana bona paqijkirina guna bianiya. Hingê Xwedê wê diyariya wîye tevayîşewatê yan diyariya heleqetiyê, qebûl kira (Qanûna Kahîntiyê 5:1-6, 15, 17). Ji vê yekê tê kifşê, wekî çiqas ferz e em timê ber çevê Yehowa temiz bimînin. Hergê em dixwazin hebandina me li Xwedê xweş bê, em gerekê derbêra gunên xwe bînin rûyê xwe. Wê baş be derengî nexin, ku bi saya “berpirsiyarêd civînê” û “dîyarîya ji gune paqijbûnê”, dêmek Îsa Mesîh, ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:14; 1 Yûhenna 2:1, 2).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 6:13) Agir timê gerekê li ser gorîgehê bişxule û vênesê.
it-1 833 ¶1
Agir
Konê pîrozda û paristgehêda. Bona hebandina rast Konê pîrozda û wede şûnda paristgehêda agir didane xebatê. Her şebeq û “berê êvarê” serekkahîn gerekê bixûr ser gorîgeha bixûrê bişewitanda (Drk. 30:7, 8). Li gora qanûna Xwedê agir ser gorîgeha diyariyên tevayîşewatê gerekê timê bişxuliya (Qn.Kh. 6:12, 13). Nava Cihûyada nihêrandina usa belabûyî ye, wekî cara pêşin Xwedê bi keremetî agir gorîgehê xist. Nivîsarên Pîrozda derheqa wê yekê nayê gotinê. Lê nivîsar e, ku Yehowa gote Mûsa, wekî kurên Harûn gerekê “agir daynine li ser gorîgehê û qirşa bidine li ser êgir” (Qn.Kh. 1:7, 8). Wana gerekê pêşiya ku heywan daniyana ser gorîgehê, ev yek bikira. Paşî wê yekê ça kahîntya Harûn kete qewatê û qurban hatin dayînê, agir ji Yehowa hate xwarê qurban şewitand. Diqewime ev agir ji wî ewirî bû, kîjan ku ser konê pîrozra bû. Dêmek ewî agirî, ne ku qirşa girt, lê “dîyarîya tevayîşewatê û bezê li ser gorîgehê şewitand”. Ça tê kifşê agirê ku paşî wê qewimandinê berdewam dikir bişxule, ev him agirê ji Xwedê bû, him jî agirê ku pêşda vêxistî bû (Qn.Kh. 8:14–9:24). Mîna wê yekê wedê tesmîlkirina paristgehê, çaxê Silêman dua kir, agir bi keremetî ji Yehowa hate xwarê û derbêra qurban şewitandin (2 Dr. 7:1; binihêre usa jî Hkm. 6:21; 1 Pd. 18:21-39; 1 Dr. 21:26, kîderê ku derecên din têne şirovekirinê, gava Yehowa agir dişand û qurbanên xizmetkarên xwe qebûl dikir).
(Qanûna Kahîntiyê 6:25) “Tevî Harûn û kurêd wî xeber de û bêje: ‘Ev e qanûna dîyarîya paqijbûnê: li ber Xudan kîderê ku dîyarîya tevayîşewatê tê serjêkirinê, wê derê jî gerekê dîyarîya paqijbûnê bê serjêkirinê. Eva ya here pîroz e.
si 27 ¶15
Kitêba Sisiyaye Kitêba Pîroz; Qanûna Kahîntiyê
15 (3) Diyariya bona gune paqijbûnê gerekê hingê bihata dayînê, gava kesekî ji bo nezaniyê gune dikir. Heywanên çi cûreyî gerekê bihatana qurbankirinê wê yekêva girêdayî bû, ku kî gune kiriye; kahîn, temamiya cimetê, merivê xweyîhukum, yan merivekî din. Diyariyên tevayîşewatê û heleqetiyê bi rezedilî bûn, lê diyariya ji gune paqijbûnê eseyî gerekê bihata dayînê (4:1-35; 6:24-30).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 6:1-18) Xudan Mûsara xeberda û got: 2 “Heger yek borcê xwe li ber Xudan neqedîne bi vî awayî xwe gunekar ke, awa gotî anemetê yekî înkar ke, yan tiştê li wî hatibe dayînê, yan tiştek şêlandibe, yan qelpî li wî kesî kiribe, 3 yan tiştekî undabûyî dîtibe înkar ke û derew sond bixwe, ji van hemûya yekîda gune bike, kîjan ku meriv dikin, 4 bona gunê kirî û sûcdarîya xwe gerekê ew tiştê şêlandî, qelpîya kirî, yan ew anemetê ku zeft biribû, yan ew tiştê undabûyî ku dîtibû, 5 yan her tiştî, hindava çida derew sond xwarîye, gişkî lê vegerîne. Bira çarîka pênca jî serda zêde ke bide wî kêra dikeve, li wê roja ku gunê xwe nas ke. 6 Û bira ew bona neheqîya xwe ji kêrî beranekî bêqusûr, weke wî qîmetê teyî kifşkirî, dîyarîya ji bervadayînê Xudanra bîne cem kahîn. 7 Kahîn bira bona wî li ber Xudan kewandinê bike, çi tiştîda wî neheqî kiribe wê li wî bê baxşandinê” 8 Xudan Mûsara xeberda û got: 9 “Emirî li Harûn û kurêd wî bike û bêje: ‘Ev e qanûna dîyarîya tevayîşewatê. Temamîya şevê dîyarîya tevayîşewatê bira li ser agirê ser gorîgehê be heta serê sibê û agirê gorîgehê bira timê li ser bişxule. 10 Kahîn bira çuxê xweyî kitanî bavêje li ser xwe û hevalkirasê kitanî jî li xwe ke, paşê wê kozîya şewitîye ji dîyarîya tevayîşewatê mayî, bira ji ser gorîgehê hilde bike kêleka gorîgehê. 11 Pey vê yekêra bira kincê xwe biguhêze, destekî mayîn li xwe ke, kozîyê ji zomê derxe der bibe cîkî paqij. 12 Agirê li ser gorîgehê gerekê bişxule û vênesê, kahîn bira her sibehê qirşa bide ser, dîyarîya tevayîşewatê û donê dîyarîyêd heleqetîyê li ser wê bişewitîne. 13 Agir timê gerekê li ser gorîgehê bişxule û vênesê. 14 Ev e qanûna dîyarîya nanî ku gerekê kurêd Harûn li ber Xudan pêşberî gorîgehê bidin. 15 Bira ew kulma xwe tijî arê xasî dîyarîya nanîda ke tevî rûnê wê û hemû bixûra li ser dîyarîya nanî hilde, li ser gorîgehê bona bîranînê bişewitîne. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan. 16 Lê herçê mayî bira Harûn û kurêd wî bixwin. Ew gerekê ewî bê hevîrtirşk li cîyê pîroz hewşa Konê Civînêda bixwin. 17 Ew gerekê pê hevîrtirşk neyê petinê, min eva ji dîyarîyêd xweye şewatê par da wan. Eva ya here pîroz e, mîna dîyarîya paqijbûnê û dîyarîya bervadayînê. 18 Her qisimê mêrînî ji rikinyata Harûn dikare jê bixwe. Ji dîyarîyêd şewatêye bona Xudan eva para we be, nava rikinyatêd weda bibe qeyde-qanûna heta-hetayê. Her çi ku lêkeve wê pîroz be’”.
30 MIJDARÊ-6 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 8-9
“Eyankirina Kerema Yehowa”
(Qanûna Kahîntiyê 8:6-9) Mûsa Harûn û kurava anîne nêzîk û ew pê avê şûştin. 7 Kiras li Harûn kir, benpişt da piştê, çux li wî kir, êfod jorda avîte ser, qeytana êfod da ser piştê û pê qeytana êfod ew şidand. 8 Paşê rextsîng avîte ser wî û Ûrîm û Tûmîm jî kirine ber rextsîng. 9 Papax da serê wî, berenîke zêrîn awa gotî kofîya pîroz avîte netika papax, çawa ku Xudan emir li Mûsa kiribû.
(Qanûna Kahîntiyê 8:12) Paşê Mûsa ew rûnê rûnkirinê hilda rête li ser serê Harûn û ew rûn kir, bona pîrozbûna wî.
it-1 1207
Kifşkirina Kahîna
Mûsa serê Harûn û kurên wî Nadab, Abîhû, Eleazer û Îtamar teşta sifirda ku hewşêda bû, şûştin (yan diqewime temî da wan ku serê xwe bişon), û kincê serekkahîntiyêye mexsûs li Harûn kir (Jm. 3:2, 3). Bi wan kinca dihate kifşê ku Harûn bona şixul û cabdariya mexsûs kifşkirî ye. Paşê Mûsa kon, tiştên têda, gorîgeha tevayîşewatê usa jî hewz û tiştên wêva girêdayî, pîroz kir, wekî bona hebandina Xwedê bidine xebatê. Xilaziyê Mûsa rûn berî ser serê Harûn da û usa ew kifş kir (Qn.Kh. 8:6-12; Drk. 30:22-33; Zb. 133:2).
(Qanûna Kahîntiyê 9:1-5) Roja heyşta Mûsa gazî Harûn kurava û rûspîyêd Îsraêl kir, 2 gote Harûn: “Xwera ji garanê bona dîyarîya paqijbûnê tenekî bêqusûr hilde û beranekî bêqusûr jî bona dîyarîya tevayîşewatê û van bîne li ber Xudan. 3 Tevî zarêd Îsraêl xeber de û bêje: ‘Nêrîkî ji bizina bona dîyarîya paqijbûnê hildin, tene û berxê yeksalîye bêqusûr jî bona dîyarîya tevayîşewatê, 4 usa jî canega û beranek jî çawa dîyarîya heleqetîyê li ber Xudan bê dayînê û dîyarîya nanîye rûnda stirayî, çimkî îro Xudanê weva xuya be’”. 5 Ew tiştê ku Mûsa emir li wan kir, hildan anîne li ber derê Konê Civînê û temamîya civînê hat li ber Xudan sekinî.
it-1 1208 ¶8
Kifşkirina Kahîna
Roja heyşta kahînên ku bi temamî bona xizmetiyê hazir bûn, cara pêşin xizmetkirina xwe destpêkirin (bê alîkariya Mûsa) û bona cimeta Îsraêlê xizmetiya kewandinê anîne sêrî. Kewandin lazim bû ne tenê bona gunekariya wan, lê usa jî bona neguhdariyê, ku wana golika zêrîn çêkir û dilê Yehowa êşand (Qn.Kh. 9:1-7; Drk. 32:1-10). Xilaziya xizmetkirina pêşin ya kahînên teze kifşkirî, Yehowa agir şande ser gorîgehê û da kifşê, wekî xizmetiya wane kahîntiyê qebûl û destûr kir. Bêşik ew agir ji stûna ewir hate xarê, kîjan ku ser konê pîrozra bû. Ewî agirî qurbana ser gorîgehê bi temamî şewitand (Qn.Kh. 9:23, 24).
(Qanûna Kahîntiyê 9:23, 24) Mûsa û Harûn ketine Konê Civînê û ji wir derketin dua li cimetê kirin. Rûmeta Xudan temamîya cimetêva xuya bû. 24 Hingê ji Xudan agir derket, dîyarîya tevayîşewatê û bezê li ser gorîgehê şewitand, cimetê ku ev yek dît şabûna kire qarîn û deverûya ketin.
Em ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê Çi Dersa Dikarin Hîn bin?
13 Dersa çara: Yehowa cimeta xwe kerem dike. Dîna xwe bidinê çi qewimî sala 1512 B.D.M., çaxê kon hate vegirtinê bin pala Çiyayê Sînayê (Derk. 40:17). Çaxê Harûn û kurên wî ça kahîn hatine kifşkirinê, ev derece Mûsa derbaz dikir. Cimeta Îsraêl tevayî top bûn, seva bivînin ew kahîn wê ça qurbanên xweye pêşin bidin (Qan. Kah. 9:1-5). Yehowa ça da kifşê, wekî koma kahînên teze qebûl kir? Çaxê Harûn û Mûsa dua li cimetê kirin, Yehowa jorda agir barand û bi temamî ew qurbana ser gorîgehê şewitand. (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 9:23, 24.)
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 8:6) Mûsa Harûn û kurava anîne nêzîk û ew pê avê şûştin.
w14 15/11 9 ¶6
Em Çima Gerekê Pîroz bin
6 Kahînên Îsraêlî gerekê temizaya fîzîkî xweyî kirana. Îro jî ev bona xizmetkarên Yehowa gelek ferz e. Ew merivên ku em tevî wan hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikin, dîna xwe didinê, wekî ciyê hebandina me çiqas temiz e û em ça bi maqûlî kinca li xwe dikin. Temizaya kahîna alî me dike ku fem bikin, wekî ewên ku hildikişin li ser çiyayê Yehowayî bilind, gerekê dilê xwe temiz xweyî kin (Bixûne Zebûr 24:3, 4; Îşa. 2:2, 3.) Hebandina me Xwedêra gerekê temiz be, dêmek fikir, dil û bedena me gerekê temiz bin. Lema jî wê baş be timê xwe bicêribînin û bêne guhastinê, seva ku pîroz bin (2 Korn. 13:5). Mesele, hergê Mesîhiyê nixumandî pornografiyayê dinihêre, ew gerekê pirsê bide xwe: “Ez pîroziyê xweyî dikim?” Paşê ev gerekê alîkariyê bixwaze û terka wî xeysetê mirdar bike (Aqûb 5:14).
(Qanûna Kahîntiyê 8:14-17) Û canegê dîyarîya paqijbûnê anî, Harûn û kurêd wî destêd xwe danîne li ser serê canegê dîyarîya paqijbûnê. 15 Mûsa ew serjêkir, tilîya xwe xûnêda kir û li stirûyêd her alîyêd gorîgehê xist, gorîgeh paqij kir û xûna mayî rête jêra gorîgehê, ew pîroz kir bona kewandinê li ser wê bike. 16 Û hemû bezê navdil, betanê cegerê, her du gurçika bezê wanva Mûsa hilda û li ser gorîgehê şewitand. 17 Lê tiştê ji canega mayî: Çermê wî, goşt edebêva ji zomê der li ser êgir şewitand, çawa ku Xudan temî dabû Mûsa.
it-2 437 ¶3
Mûsa
Xwedê Mûsa kifş kiribû ça orteçiyê peymana Qanûnê tevî Îsraêlê. Kifşkirina usa bilind tenê Mûsa û Îsa Mesîh ku bû Orteçiyê peymana nû, standibûn. Mûsa xûna heywanên qurbankirî, ser kitêba peymanê reşand. Evê kitêbê alîkîva dida kifşê Yehowa, û aliyê dinva jî cimet (kifş e ev rûspiyê cimetê bûn). Mûsa kitêba peymanê cimetêra xwend, cimetê jî caba xwe da û got: “Hemû xeberêd ku Xudan gotîye, emê bikin!” (Drk. 24:3-8; Îbr. 9:19). Mûsa ça orteçî, bi nimûşê ku Xwedê dabû, rêberiya avakirina konê pîroz û tiştên wê dikir. Xêncî wê yekê Mûsa kahîntî kifş kir, konê pîroz tesmîl kir, û Harûn bi rûnê xalis ça serekkahîn kifş kir. Mûsa usa jî rêberiya cejina ewlin dikir, kîjan ku kahînên teze kifşkirî, derbaz dikirin (Drk. serê 25-29; Qn. Kh. serê 8, 9).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 8:31–9:7) Mûsa gote Harûn û kurêd wî: “Goşt li ber derê Konê Civînê bikelînin û li wir pê nanê ji sela dîyarîya qewîn-qedîmkirinê bixwin, çawa li min hate emirkirin û gotin ku tenê gerekê Harûn û kurava bixwin. 32 Û ew goşt û nanê bermayî li ser êgir bişewitînin. 33 Heft roja ji derê Konê Civînê dernekevin, heta ku rojêd qewîn-qedîmkirina we temam nebin, çimkî qewîn-qedîmkirina weyê heft roja bikişîne. 34 Xudan emir kir aha bikin, çawa ku îro bona kewandina we hate derbazkirinê. 35 Awa heft roja, şev û roj gerekê hûn li ber derê Konê Civînê rûnên û nobedarîya Xudan bikin ku hûn nemirin, çimkî aha li min hatîye emirkirinê”. 36 Harûn û kurava her tişt usa kirin, çawa ku Xudan bi destê Mûsa emir kiribû.
9 Roja heyşta Mûsa gazî Harûn kurava û rûspîyêd Îsraêl kir, 2 gote Harûn: “Xwera ji garanê bona dîyarîya paqijbûnê tenekî bêqusûr hilde û beranekî bêqusûr jî bona dîyarîya tevayîşewatê û van bîne li ber Xudan. 3 Tevî zarêd Îsraêl xeber de û bêje: ‘Nêrîkî ji bizina bona dîyarîya paqijbûnê hildin, tene û berxê yeksalîye bêqusûr jî bona dîyarîya tevayîşewatê, 4 usa jî canega û beranek jî çawa dîyarîya heleqetîyê li ber Xudan bê dayînê û dîyarîya nanîye rûnda stirayî, çimkî îro Xudanê weva xuya be’”. 5 Ew tiştê ku Mûsa emir li wan kir, hildan anîne li ber derê Konê Civînê û temamîya civînê hat li ber Xudan sekinî. 6 Mûsa got: “Va çi ku Xudan emir kir ku bikin wekî rûmeta Xudan weva xuya be”. 7 Mûsa gote Harûn: “Nêzîkî gorîgehê be û dîyarîya xweye paqijbûnê û dîyarîya xweye tevayîşewatê bide, bona xwe û cimetê kewandinê bike, dîyarîyêd ji cimetê bide û bona wan kewandinê bike, çawa ku Xudan emir kir”.