Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
7-13 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 10-11
“Hizkirina Hindava Yehowa ji ya Hindava Malbetê Qewîtir e”
(Qanûna Kahîntiyê 10:1, 2) Kurêd Harûn, Nadab û Abîhû her yekî agirdanga xwe hilda, agir kirinê, bixûr kirine ser û li ber Xudan şaş agir dan, ku ev ne li gora qirara Xudan bû. 2 Û ji Xudan agir derket, wan xist û ew li ber Xudan mirin.
it-1 1174
Agirê Şaş
Agirê Şaş û Bixûr.Qanûna Kahîntî 10:1-da, xebera Îbranîye “zar” (ku jinanî tê gotinê “zarah”, çi ku tê hesabê “xerîb”), hatiye xebitandinê wê derecêda, çaxê kurê Harûn, Nadab û Abîhû “ne li gora qirara Xudan” agir ber Wî dan, û Yehowa bi agir qira wan anî (Qn.Kh. 10:2; Jm. 3:4; 26:61). Paşê, Yehowa gote Harûn: “Gava tu yan kurêd te bikevine Konê Civînê, şerab-araqê venexwin ku nemirin. Nava nisilêd weda ev yek qeyde-qanûna heta-hetayê be, wekî firqîya pîroz û nepîroz yan paqij û nepaqij ji hev derxin û wan hemû qeyde-qanûna li zarêd Îsraêl hîn kin, kîjanêd ku Xudan bi destê Mûsa emir li wan kirîye” (Qn.Kh. 10:8-11). Ça tê kifşê, Nadab û Abîhû serxweş bûn, lema jî wana îzin da xwe, ne li gora qirara Yehowa bi agir li ber wî bisekinin. Diqewime ev agir lema dihate hesabê şaş yanê bêqanûnî, çimkî wede, cî û cûrê dayînê layîq nîbûn. Û dibe ku xwexa bixûr jî usa çêkirî nîbû, çawa ku Derketin 30:34-35-da tê dewakirinê. Ew yek ku Nadab û Abîhû ji bo serxweşbûnê gune kirin, wana heq dernexist.
(Qanûna Kahîntiyê 10:4, 5) Hingê Mûsa gazî Mîşaêl û Elsafanê kurêd Ûzîêlê apê Harûn kirin û gote wan: “Herin birayêd xwe ji ber pîrozgehê hildin bibin ji zomê derxin”. 5 Ew çûn, çawa ku Mûsa gotibû ewana kirasêd wanva ji zomê derxistin.
(Qanûna Kahîntiyê 10:6, 7) Mûsa gote Harûn û kurêd wî Êlazar û Îtamar: “Porê serê xwe ser xweda neynin û kincê xwe neqelêşin, wekî nemirin û xezeba Xudan neyê serê temamîya civînê. Lê bira birayêd we, usa jî temamîya mala Îsraêl li ser wan bigirîn, kîjan ku Xudan şewitandin. 7 Hûn ji derê Konê Civînê dernekevin ku nemirin, çimkî rûnê Xudanî rûnkirinê li ser we ye”. Wana jî anegorî gotina Mûsa kir.
w11 15/7 31 ¶16
Gelo Hûn Ketine Rihetiya Xwedê?
16 Harûnê birê Mûsa, rastî çetinayîke mezin hat gava kurên wî Nadab û Abîhû bi agirê bêqanûnî ber Yehowa sekinîn û Yehowa ewana kuşt in. Bidine ber çevê xwe Harûn çi halîda bû! Hemikî mirinê destê Harûn ji kura qetand. Lê ne tenê ev. Yehowa temî da Harûn û kurên wîyî amin: “Porê serê xwe ser xweda neynin û kincê xwe neqelêşin [bona şînê], wekî nemirin û xezeba [Yehowa] neyê serê temamîya civînê” (Qn.Kh. 10:1-6). Ji wê derecê em hîn dibin, ku hizkirina me hindava Yehowa gerekê ji ya hindava neferên meyî neamin, zêdetir be.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 10:8-11) Xudan Harûnra xeberda û got: 9 “Gava tu yan kurêd te bikevine Konê Civînê, şerab-araqê venexwin ku nemirin. Nava nisilêd weda ev yek qeyde-qanûna heta-hetayê be, 10 wekî firqîya pîroz û nepîroz yan paqij û nepaqij ji hev derxin 11 û wan hemû qeyde-qanûna li zarêd Îsraêl hîn kin, kîjanêd ku Xudan bi destê Mûsa emir li wan kirîye”.
w14 15/11 17 ¶18
Em Gerekê Hemû Aliyava Pîroz bin
18 Seva ku pîroz bin em gerekê Xebera Xwedê kûr lêkolîn bikin û qirara wî bînin sêrî. Were şêwir kin mesela Nadab û Abîhû kurên Harûn, yên ku diqewime ji bo serxweşiyê ne li gora qirara Xwedê agir dan û hatin kuştinê (Qan. Kah. 10:1, 2). Dîna xwe bidinê Xwedê çi gote Harûn (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 10:8-11.) Gelo ev serhatî dide kifşê ku îzin tune pêşiya civatê hine îçke vexwin? Em bin Qanûna Mûsada nînin (Rom. 10:4). Hine welatada xûşk-birên me roja civatê wedê nanxwarinê hewek îçke vedixwin. Berê wedê Cejina Derbazbûnê çar kas şerav didane xebatê. Çaxê Îsa Êvara Bîranînê saz kir, ewî kase şerav da destê şagirtên xwe, çi ku bi sîmbolîk xûna wî dihate hesabê (Met. 26:27). Kitêba Pîroz qedexe dike serxweşiyê û gelek îçkevexwarinê (1 Korn. 6:10; 1 Tîmt. 3:8). Îsafa gelek Mesîhiya îzinê nade wan, wekî pêşiya civatê yan jî pêşiya şixulên ruhanîye din, hema hewek jî îçkê vexwin. Rast e derece û qeydên welata ji hev cude dibin, lê dîsa jî bona Mesîhiya ya lape ferz ew e, ku bikaribin “firqîya pîroz û nepîroz . . . ji hev derxin”, wekî rabûn-rûniştina pîroz xweyî kin û dilê Xwedê şa kin.
(Qanûna Kahîntiyê 11:8) Goştê wan nexwin, cendekêd wan nekevin, ew bona we ne helal bin.
it-1 111 ¶5
Heywan
Ev qedexekirin tenê bona wan meriya bû, kîjan ku bin Qanûna Mûsada bûn. Dêmek ev gilî ji Qanûna Kahîntiyê 11:8: “Ew bona we ne helal bin”, tenê bona Îsraêliya bû. Çaxê Îsa Mesîh emirê xwe berva da, ev Qanûn hate hildanê. Lê qedexekirinek bona hemû meriya qewatêda ma, kîjan ku paşî Sêlavê Nuhra hatibû dayînê (Kl. 2:13-17; Dsp. 9:3, 4).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 10:1-15) Kurêd Harûn, Nadab û Abîhû her yekî agirdanga xwe hilda, agir kirinê, bixûr kirine ser û li ber Xudan şaş agir dan, ku ev ne li gora qirara Xudan bû. 2 Û ji Xudan agir derket, wan xist û ew li ber Xudan mirin. 3 Wî çaxî Mûsa gote Harûn: “Ay bona çi Xudan xeberda û got: ‘Ezê nava yêd nêzîkî min dibin pîroz bim û li ber temamîya cimetê bême pesindayînê’”. Harûn xwe ker kir. 4 Hingê Mûsa gazî Mîşaêl û Elsafanê kurêd Ûzîêlê apê Harûn kirin û gote wan: “Herin birayêd xwe ji ber pîrozgehê hildin bibin ji zomê derxin”. 5 Ew çûn, çawa ku Mûsa gotibû ewana kirasêd wanva ji zomê derxistin. 6 Mûsa gote Harûn û kurêd wî Êlazar û Îtamar: “Porê serê xwe ser xweda neynin û kincê xwe neqelêşin, wekî nemirin û xezeba Xudan neyê serê temamîya civînê. Lê bira birayêd we, usa jî temamîya mala Îsraêl li ser wan bigirîn, kîjan ku Xudan şewitandin. 7 Hûn ji derê Konê Civînê dernekevin ku nemirin, çimkî rûnê Xudanî rûnkirinê li ser we ye”. Wana jî anegorî gotina Mûsa kir. 8 Xudan Harûnra xeberda û got: 9 “Gava tu yan kurêd te bikevine Konê Civînê, şerab-araqê venexwin ku nemirin. Nava nisilêd weda ev yek qeyde-qanûna heta-hetayê be, 10 wekî firqîya pîroz û nepîroz yan paqij û nepaqij ji hev derxin 11 û wan hemû qeyde-qanûna li zarêd Îsraêl hîn kin, kîjanêd ku Xudan bi destê Mûsa emir li wan kirîye”. 12 Mûsa gote Harûn û kurêd wîye mayî, Êlazar û Îtamar: “Ji dîyarîyêd şewatêye Xudanra dayî, dîyarîya nanî hildin û hinda gorîgehê bê hevîrtirşk bixwin. Çimkî eva ya here pîroz e. 13 Ewî li cîyê pîroz bixwin, eva para te û para kurêd te ye, ji dîyarîyêd şewatêye Xudanra dayî, çimkî minra aha hatîye emir kirinê. 14 Sersîngê dîyarîya hejandinê û pîlê dîyarîya berbirîkirinê tu cîkî li paqij tevî kur û qîzêd xwe bixwe. Çimkî evana ji qurbanêd dîyarîyêd heleqetîyê ne, alîyê zarêd Îsraêlda dayî, ew para te û kurêd te ne. 15 Pîlê dîyarîya berbirîkirinê û sersîngê dîyarîya hejandinê tevî bezê dîyarîya şewatê bira bînin li ber Xudan bihejînin, çawa dîyarîya hejandinê. Û bira eva bi qeyde-qanûna heta-hetayê para te û kurêd te be, çawa ku Xudan emir kir”.
14-20 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 12-13
“Dersên ji Qanûnên Derheqa Kotîbûnê”
(Qanûna Kahîntiyê 13:4, 5) Lê heger rîşîyê çermê bedena wî sipî ye, lê çermda kûr neçûye û pirç jî sipî nebûye, hingê bira kahîn heft roja yê xweyîpizik başqe ke. 5 Û roja hefta kahîn bira dîna xwe bide wî, heger pizik mîna xwe maye û li ser çerm bela nebûye, hingê kahîn bira cara duda jî wî başqe ke.
Kevin e Yan Axiriyê Eyan Dike?
• Başqekirina merivên nexweş.
Qanûna Mûsa şirovedikir wekî merivên bi kotîbûnê nexweş, gerekê ji yên dinêna bihatana başqekirinê. Tenê di qirna 14 û 15-da hekîm destpêkirin hîn bin evê prînsîpê bidine xebatê, çi ku kêrhatî derket (Qanûna Kahîntiyê serê 13 û 14).
(Qanûna Kahîntiyê 13:45, 46) Ewî xweyîpizika kotî gerekê kincêd wî pizinî bin, porê sêrî serda hatî û devê wî nixamtî be: ‘Ne paqij im! Ne paqij im!’ bike gazî. 46 Heta ku pizik ser wî hebe ew nepaqij bê hesabê. Ew ne paqij e, ew tenê gerekê bimîne û cîyê mayîna wî ji zomê der be.
We Zanibû?
Cihûyên berê gelek ditirsiyan ji wan meriya, yên ku bi kotîbûnê nexweş bûn. Ev nexweşiya xof, dikaribû him nêrvên meriya zeft kira, him jî wana ziyan û elewat bikira. Tu qenckirina nexweşiya kotîbûnê, tune bû. Seva ku merivên din ji wana nexweş nekevin, merivên kotî borcdar bûn wekî yên dinênara derheqa nexweşiya xwe elam kin, û xwe ji wana dûr bigirin (Qanûna Kahîntiyê 13:45, 46).
(Qanûna Kahîntiyê 13:52) Ew gerekê wî kincî, yan parçe, yan tiştekî hûnandî ji hirîyê yan kitan çêkirî, yan tiştekî ku ji çerm çêkirî be, li ser kîjanî eva leka hebe bişewitîne, çimkî eva kefikaya ji hevhildanê ye, gerekê ew ser agir bê şewitandinê.
(Qanûna Kahîntiyê 13:57) Lê wekî ew dîsa li ser wî kincî, yan parçeyî, yan tiştekî hûnandî, yan tiştekî ji çerm çêkirî kifş be, eva kefika ji hevhildanê ye, wî tiştê leke ser bişewitîne.
it-2 238 ¶3
Kefik
Kefikiya ser kinca û mala. Carna kincên hirî, kitan û tiştên ji çerm çêkirî kefikî dibûn. Qanûnêda dihate gotinê, wekî tiştên usa gerekê ji xwe dûr xin. Carna kefik paşî şûştinê unda dibû. Lê hergê ser kinca leke rengê zer, kesk yan sor dima, ev kefikî ya ji hevhildanê bû û ev tişt gerekê bişewitandana (Qn.Kh. 13:47-59). Hergê kefikî kûr biketa dîwarê malê, him jî rengê keskê zer yan sor bûya, hingê kahîn gerekê derê wê malê kilît kira. Kevirên ku kefik girtibûn, gerekê bihatana derxistinê û dîwar hindurva bihatana terişandinê. Kevirên vê malê gerekê ji şeher derxistana û bavîtana ciyê netemiz. Çaxê kefikê dîsa xwe davîte dîwarên malê, hingê elam dikirin ku ev mal nepaqij e û hildişandin, kevir-koçikên wê jî dibirine li ciyê netemiz. Lê gava elam dikirin ku mal paqij e, hingê li gora rêberiyê mal paqij dikirin (Qn.Kh. 14:33-57). Hinek meriv dibêjin, wekî ev kefik kîjan ku xwe davîte kinca û mala, cûrê nexweşiya karî bû, lê dîsa jî nikarin derheqa vê yekê sed selefî bêjin.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 12:2) “Tevî zarêd Îsraêl xeber de û bêje wan: ‘Heger kulfet pê bimîne kurekî bîne, hingê ew heft roja nepaqij be, weke wan rojêd ku ew edetê nexweşîya kulfetêda ye, ew nepaqij be.
(Qanûna Kahîntiyê 12:5) Lê heger qîzekê bîne, du heftîya nepaqij be weke edetê nexweşîya xwe, şêst şeş roja xwe xweyî ke heta ji xûna xwe paqij be.
w04 15/5 23 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê
12:2, 5: Çima jin paşî zaranînê “nepaqij” dihate hesabê? Organên cinsî usa hatibûn çêkirinê, wekî zarên bêqisûr dinê ketana. Lê ji bo gunekariyê, kîjan ku derbazî ser me bû, zureta qisûr û gunekar pêşda hat. Nepaqijbûnên wedelû mesele yên ji bo zaranînê, kirasa û rêtina meyayê, dikire bîra Îsraêliya, wekî ewana gunekar in (Qanûna Kahîntiyê 15:16-24; Zebûr 51:5; Romayî 5:12). Dewakirinên paqijbûnêva girêdayî alî Îsraêliya dikirin, ku fem bikin wekî ewana hewcê kirînê ne, kîjan ku wana ji gunekariyê aza ke û vegerîne kamiliyê. Usa Qanûn bû “terbetdarê . . . berbirî Mesîh” (Galatî 3:24).
(Qanûna Kahîntiyê 12:3) Û roja heyşta kurik bê sinetkirinê.
Kevin e Yan Axiriyê Eyan Dike?
• Wedê sinetkirinê.
Di qanûna Xwedêda dihate gotinê, wekî gedê virnî gerekê li roja heyşta bihata sinetkirinê (Qanûna Kahîntiyê 12:3). Cem zarên virnî, bi normal paşî heftiya pêşin, xûn destpêdike tîr be. Lema jî wedê berê, tişteke bêxof û baş bû, hergê meriv heftêk zêdetir hîviyê bûn û paşê zarên xwe sinet dikirin.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 13:9-28) Heger li ser yekî pizika kotî hebe, gerekê wî bibine cem kahîn. 10 Bira kahîn dîna xwe bidê, heger gilêya ser çerm sipî ye û pirça ser jî sipî bûye, gilêda jî goştê saxlem heye, 11 eva kotîbûna kevin e li ser çermê bedana wî maye, bira kahîn wî nepaqij elam ke û wî başqe ke, çimkî ew nepaqij e. 12 Û heger kotîbûn li çerm bela bûye û temamîya çermê nexweş ji sêrî heta niga, awa gotî li wan cîyêd ku çevê kahîn dibîne kotîbûnê hilda ye, 13 kahîn gava bibîne wekî kotîbûnê temamîya bedena wî girtîye, hingê ew yê nexweş paqij elam ke, çimkî temamîya xweva sipî bûye, ew paqij e. 14 Lê gava ser bedena wî goştê saxlem kifş be, ew nepaqij be. 15 Kahîn goştê saxlem ku bibîne wî merivî nepaqij elam ke. Goştê saxlem nepaqij e, ew kotîbûn e. 16 Lê heger goştê saxlem dîsa bê guhartinê sipî be, hingê ew meriv gerekê bê cem kahîn. 17 Û kahîn bira dîna xwe bide wî, heger pizika wî sipî bûye, hingê kahîn bira ewî xweyîpizik paqij elam ke, ew paqij e. 18 Heger ser çermê yekî bide der û pak be, 19 peyra dewsa derbûnê gilêya sipî, yan rîşîya sore-sipî bimîne, gerekê ew xwe nîşanî kahîn ke. 20 Kahîn ku dîna xwe bidê, wekî rîşî çermda kûr çûye û pirça ser jî sipî bûye, kahîn wî nepaqij elam ke. Eva pizika kotî ye ji derbûnê bela bûye. 21 Lê heger kahîn dîna xwe bidê wekî pirça ser ne sipî ye û çermda jî kûr neçûye lê qarîya ye, hingê kahîn bira wî heft roja başqe ke. 22 Û heger ew rîşî li çerm bela be, hingê bira kahîn nepaqijîya wî elam ke, eva pizika kotî ye. 23 Lê heger rîşî cîyê xweda bimîne û bela nebe, eva dexme ye daye der, kahîn bira wî paqij elam ke. 24 Yan heger çermê bedena yekî bişewite û dewsa dexma şewatê rîşîya sore-sipî yan xurû sipî lê bide der, 25 kahîn bira dîna xwe bidê, heger pirça li ser rîşîyê rengê xwe guhastîye sipî bûye û çermda jî kûr çûye, eva îdî kotîbûn e ji şewatê pêşda hatiye. Bira kahîn wî nepaqij elam ke, eva pizika kotî ye. 26 Lê heger kahîn dîna xwe bidê, wekî pirça li ser rîşîyê sipî nebûye û çermda kûr neçûye, lê hinekî qarîya ye, hingê kahîn wî heft roja başqe ke. 27 Roja hefta kahîn dîna xwe bidê, heger ewa li çerm bela bûye, hingê kahîn wî nepaqij elam ke, eva pizika kotî ye. 28 Lê heger rîşî di cîyê xweda maye û li çerm bela nebûye, hinekî qarîya ye, eva gilêya şewatê ye. Kahîn bira wî paqij elam ke, çimkî eva hewa şewatê ye.
21-27 KANÛNA PÊŞIN
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 14-15
“Bona Hebandina Rast Temzayî Tê Dewakirinê”
(Qanûna Kahîntiyê 15:13-15) Lê gava gemarjêçûyî ji gemarê xilaz be, ew gerekê bona paqijbûna xwe heft roja xwera bijmire, kincêd xwe bişo û bedena xwe jî pê ava çevkanîyê bişo û wê bibe paqij. 14 Û roja heyşta ew gerekê bona xwe du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa hilde li ber Xudan ber derê Konê Civînê bisekine û vana bide kahîn. 15 Kahîn ji van yekê bike dîyarîya paqijbûnê, yekê jî bike dîyarîya tevayîşewatê û kahîn bona gemarjêçûyîna wî kewandinê bike li ber Xudan.
it-1 263
Serşûştin
Îsraêlêda ji bo cûre-cûre meniya serşûştina li gora qanûnê dihate dewakirinê. Ew meriv dihatine hesabê “nepaqij”, yên ku ji kotîbûnê qenc bibûn, yên ku destên xwe dabûne tiştên merivê “gemarjêçûyî”, mêrê ku toxim jê çûbû, kulfeta ku kras lê hatibû yan jî ser xûnê vebibû, û usa jî ewên ku ketibûn heleqetiya sêksûal. Ewan hemûya gerekê li gora qanûnê serê xwe bişûştana (Qn.Kh. 14:8, 9; 15:4-27). Usa jî ewên ku diketinê çadira ku ciniyaz têda bû û ewên ku destê xwe dabûn ciniyaz, “nepaqij” dihatine hesabê û gerekê bi ava paqijbûnê serê xwe bişûştana. Lê derheqa wan meriva yên ku nedixwestin li gora qnûnê xwe paqij kin, usa dihate gotinê: “Heger yek ne paqij be û xwe paqij neke ew kesa bira ji nava civînê bê undakirinê. Çimkî ew Pîrozgeha Xudan diherimîne, ava paqijbûnê ne hate reşandinê li ser wî ew ne paqij e” (Jm. 19:20). Lema jî femdarî ye ku çima serşûştin bi sîmbolîk tê hesabê qazanckirina temizaya li Yehowa qebûl (Zb. 26:6; 73:13; Îş. 1:16; Hz. 16:9). Xebera Yehowa beramberî avê dibe, bi saya kîjanî ku em dikarin xwe temiz xweyî kin (Ef. 5:26).
(Qanûna Kahîntiyê 15:28-30) Lê gava ew ji gemarê bê birînê, hingê gerekê ewa heft roja xwera hesab ke û paşê paqij bê hesabê. 29 Roja heyşta eva du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa xwera hilde û vana bîne cem kahîn li ber derê Konê Civînê. 30 Kahîn yekê bike dîyarîya paqijbûnê û yekê jî bike dîyarîya tevayîşewatê, kahîn kewandinê li ber Xudan bike bona paqijbûna ji gemara wê.
it-2 372 ¶2
Kiras
Hergê kulfetek ne rojên kirashatinê ser xûnê vedibû, û ev yek “gelek roja” dikişand, wan hemû roja kulfet nepaqij dihate hesabê. Usa jî hemû tişt ser kjanî ku ew kulfet vedileziya û merivên ku dest didane wan tişta, nepaqij dibûn. Ji roja xilazbûna krasa paşî heft roja kulfet temiz dihate hesabê. Roja heyşta ewê du fatimok yan jî du cûcûkên kewa dianî dida kahîn. Kahîn kewandina paqijbûnê derbaz dikir bi vê yekê, ku yek dikire diyariya paqijbûnê û yek jî dikire diyariya tevayîşewatê (Qn.Kh. 15:19-30; binihêre TEMIZAYÎ).
(Qanûna Kahîntiyê 15:31) Bi vî awayî zarêd Îsraêl ji nepaqijaya wan xwey kin, wekî Konê minî Şedetîyêyî nava xweda neherimînin, nava nepaqijaya xweda nemirin’”.
it-1 1133
Ciyê Pîroz
2. Konê civînê û paşê paristgeh. Avayî bi temamî, hewşa konê pîroz û hewşên paristgehê ciyê pîroz bûn (Drk. 38:24; 2 Dr. 29:5; Kr.Şn. 21:28). Hewşêda tiştên lapî ferz ew bûn: Gorîgeha ku qurban ser didan û teşta sifir bona ava şûştin-veşûştinê. Ev tişt pîroz bûn. Tenê merivên ku li gora qanûnê paqij bûn, dikaribûn biketana hewşa konê pîroz. Anegorî vê yekê, merivên nepaqij nikaribûn biketana hewşên paristgehê. Mesele, gava kulfet nepaqij bû, ewê nikaribû destê xwe bida tiştên pîroz yan jî biketa ciyê pîroz (Qn.Kh. 12:2-4). Ça tê kifşê, konê pîroz hingê jî heram dibû, hergê cimeta Îsraêlê gelek wext nepaqij dima (Qn.Kh. 15:31). Ewên ku ji kotîbûnê paqij dibûn, dikaribûn qurbanên xwe bianiyana heta dergehê hewşa ciyê pîroz (Qn.Kh. 14:11). Hergê merivê nepaqij, diyariyên heleqetiyê dianî konê pîroz yanê paristgehê, dikaribû bihata kuştinê (Qn.Kh. 7:20, 21).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 14:14) Kahîn ji xûna dîyarîya bervadayînê hilde û gupika guhê wî merivîyî rastê xe ku paqij dibe, usa jî tilîya mezine destê wîyî rastê û pêçîya mezine nigê wîyî rastê.
(Qanûna Kahîntiyê 14:17) Kahîn ji wî rûnê destê wîda mayî, gupika guhê wî merivîyî rastê xe ku paqij dibe, usa jî tilîya mezine destê wîyî rastê û pêçîya mezine nigê wîyî rastê, li ser xûna dîyarîya bervadayînê xe.
(Qanûna Kahîntiyê 14:25) Paşê kahîn berxa dîyarîya bervadayînê serjêke û ji xûna berxa dîyarîya bervadayînê hilde gupika guhê wî merivîyî rastê xe ku paqij dibe, usa jî tilîya mezine destê wîyî rastê û pêçîya mezine nigê wîyî rastê.
(Qanûna Kahîntiyê 14:28) Û kahîn ji wî rûnê destê xweda gupika guhê wî merivîyî rastê xe ku paqij dibe, usa jî tilîya mezine destê wîyî rastê û pêçîya mezine nigê wîyî rastê, li ser xûna dîyarîya bervadayînê xe.
it-1 665 ¶5
Guh
Mûsara hatibû gotinê, wekî gava kahînên Îsraêlî bêne kifşkirinê, ew gerekê hine xûna beranê qurbankirî hilde û gupika guhê rastê ya Harûn û hemû kurên wî xe. Usa jî dest û nigê wane rastê xe. Ew nîşana wê yekê bû ku tesmîlbûyîna wane kahîntiyê gerekê hukum bûya ser wê yekê, ku ewana guh bidine ser çi, çi şixulî bikin û ça xwe bidine kifşê (Qn.Kh. 8:22-24). Mîna wê yekê, li gora Qanûnê gava merivê kotî ji nepaqijiya xwe temiz dibû, kahîn gerekê rûn û xûna peza diyariya bervadayînê, guhê wîye rastê xista (Qn.Kh. 14:14, 17, 25, 28). Tişteke mîna wê yekê dihate kirinê çaxê xulam bi rezedilî dixwest temamiya emirê xwe axayê xwera xulamtiyê bike. Wê derecêda xulam didane ber rexderî û axayê wî bi dirêşê guhê wî qul dikir. Ev nîşana ser guh eyan dikir xwestina xulam ku gura axayê xweda bimîne (Drk. 21:5, 6).
(Qanûna Kahîntiyê 14:43-45) Lê heger pey kevirderxistinêra, malterişandin û sîwaxkirinêra kefik dîsa xwe bavêje malê kifş be, 44 hingê kahîn bira bê dîna xwe bidê, heger kefik li malê bela bûye, eva îdî kefika ji hevhildanê ye malda, ew ne paqij e. 45 Gerekê ew mal bê xirabkirinê, kevirêd wê, darêd wê û hemû xwelîya wê ji bajêr der bê derxistin û avîtinê cîkî ne paqij.
g 1/06 14, çargoşe
Kefik; Him Heval, Him jî Dijmin!
GELO DERHEQA KEFIKÊ KITÊBA PÎROZDA TÊ GOTINÊ?
Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kefika ku xwe davîte dîwarên malê (Qanûna Kahîntiyê 14:34-48). Hinek difikirin, wekî ew kefik ku usa jî tê navkirinê “kefika ji hevhildanê”, cûrê nexweşiya karî bû. Lê ev sed selefî îzbatkirî nîne. Çi jî hebû, li gora Qanûna Xwedê, xweyê malê gerekê kevirên ku kefik girtibûn, derxistana, dîwarên hindurê malê biterişanda û ev kevir, usa jî xaliya terişandî ji şeher derxista, bavîta li ciyê netemiz. Hergê kefikê dîsa xwe bavîta dîwêr, hingê elam dikirin ku mal netemiz e û ew hildişandin. Rêberiyên usa hûr bi hûr, eyan dikirin wekî Yehowa cimeta xwe hiz dikir û bona halxweşiya wan xem dikir.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 14:1-18) Xudan Mûsara xeberda û got: 2 “Qanûna yê ji kotîbûnê paqijbûyî ev e: Wê roja paqijbûyî gerekê wî bibine cem kahîn. 3 Kahîn ji zomê derkeve û kahîn gava bibîne ku va ye yê kotî ji kotîbûna xwe qenc bûye, 4 hingê kahîn bira emir ke, bona merivê ku gere bê paqijkirinê du teyredeyêd helal bi saxî, dara erzê, rîsê sorê gevez û zoxa hûsopê bînin, 5 kahîn emir ke ku teyredekî ser ava ji çevkanîyêye derdana axînda bê serjêkirinê. 6 Paşê ew wê teyreda dudaye sax tevî dara erzê, rîsê sorê gevez û zoxa hûsopê hilde. Vana tevî teyreda sax, xûna wê teyredêda ke, ya ku li ser ava ji çevkanîyêda hate serjêkirinê. 7 Heft cara bireşîne li ser yê ku gere ji kotîbûnê bê paqijkirinê, wî paqij elam ke û teyreda sax berde çolê. 8 Ew merivê ku paqij dibe bira kincêd xwe bişo, pirça ser xwe hilde, avê li xwe ke û wê paqij be. Pey vê yekêra bikeve zomê û heft roja nekeve konê xwe. 9 Roja hefta dîsa hemû porê xwe kur ke, porê serê xwe, rûdana xwe, birîyêd xwe, awa gotî hemû pirça ser xwe hilde û kincêd xwe bişo, avê xwe ke paqij be. 10 Û roja heyşta du berxêd nêre bêqusûr, berxeke mêye yeksalîye bêqusûr û bona dîyarîya nanî ji dehe para sê par arê xas rûnda stirayî û logek jî rûn bira hilde, 11 kahînê ku paqij dike, merivê paqij dibe dîyarîyava li ber Xudan ber derê Konê Civînê bide sekinandinê. 12 Û kahîn berxekê hilde bona dîyarîya bervadayînê bide, wî rûnê derdanêda jî hilde, vana li ber Xudan çawa dîyarîya hejê bihejîne. 13 Berxê jî li wî cîyî serjêke, kîderê dîyarîya paqijbûnê û dîyarîya tevayîşewatê têne serjêkirinê, di cîyê pîrozda, çimkî dîyarîya paqijbûnê mîna dîyarîya bervadayînê kahînra dikeve. Eva ya here pîroz e. 14 Kahîn ji xûna dîyarîya bervadayînê hilde û gupika guhê wî merivîyî rastê xe ku paqij dibe, usa jî tilîya mezine destê wîyî rastê û pêçîya mezine nigê wîyî rastê. 15 Û kahîn ji wî rûnê derdanêda hilde bike li ser kefa destê xweyî çepê. 16 Û kahîn tilîya xweye rastê, wî rûnê destê xweyî çepêda ke û pê tilîya xwe ewî rûnî heft cara li ber Xudan bireşîne. 17 Kahîn ji wî rûnê destê wîda mayî, gupika guhê wî merivîyî rastê xe ku paqij dibe, usa jî tilîya mezine destê wîyî rastê û pêçîya mezine nigê wîyî rastê, li ser xûna dîyarîya bervadayînê xe. 18 Paşê kahîn wî rûnê destê wîda mayî bike ser serê merivê ku paqij dibe û bona wî li ber Xudan kewandinê bike.
28 KANÛNA PÊŞIN-3 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 16-17
“Roja Kewandinê û Tu”
(Qanûna Kahîntiyê 16:12) Paşê ji ser wê gorîgeha li ber Xudan agirdangê tijî kûra agir ke û du kulm tijî bixûra bînxweşe hûrlêdayî ke, bibe pişt perdê.
Em ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê Çi Dersa Dikarin Hîn bin?
4 Bixûne Qanûna Kahîntiyê 16:12, 13. Were Roja Kewandinê bidine ber çevê xwe: Serekkahîn dikeve kon. Ji sê carên vê rojê ew cara pêşin e, ku ew dikeve ciyê Herî Pîroz. Destekî wîda tasa bixûra bînxweş e, lê destê dinda agirdang bi kûrma agir tijî. Ew ber perdê disekine, ku ber şêmîka ciyê Herî Pîroz e. Ew bi qedir-hurmet, dikeve ciyê Herî Pîroz û ber gorîgeha peymanê disekine. Bi sîmbolîk ew ça bêjî ber Yehowa Xwedê disekine! Paşê ew kahîn fesal ew bixûra pîroz dike ser kûrma agir, û ew otax bi bîna xweş tijî dibe. Paşê cara duda ew dîsa dikeve ciyê Herî Pîroz, lê îda bi xûna heywanên qurbankirî. Dîna xwe bidinê, ew bixûrê dişewitîne pêşiya ku xûna qurbanên bona gune bîne.
(Qanûna Kahîntiyê 16:13) Bixûrê li ber Xudan bike li ser wî agirî, hingê dûyê bixûrê wê li ser qalpaxê baxşandinêyî li ser devê Sindoqa Şedetîyê bigire, wekî ew nemire.
Em ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê Çi Dersa Dikarin Hîn bin?
5 Em çi hîn dibin ji vê yekê, ku Roja Kewandinê bixûr didane xebatê? Kitêba Pîroz dibêje, wekî duayên xizmetkarên Yehowayî amin mîna bixûrê ne (Zeb. 141:2; Eyan. 5:8). Bînin bîra xwe, wekî serekkahîn gerekê bixûr bi qedir-hurmet bianiya ber Yehowa. Lema çaxê em Yehowara dua dikin, em gerekê bi qedirekî mezin û bi hurmet dua bikin. Em gelek dişêkirînin vê yekê, ku Efirandarê gerdûnê îzinê dide me nêzîkî wî bin, mîna zara ku nêzîkî bavê xwe dibe (Aqûb 4:8). Ew me ça dostên xwe hesab dike! (Zeb. 25:14). Em evî qedirî usa zef qîmet dikin, wekî tu car naxwazin dilê wî bêşînin!
(Qanûna Kahîntiyê 16:14, 15) Û xûna wî canegayî hilde pê tilîya xwe alîyê rohilatêva bireşîne li ser qalpaxê baxşandinê, heft cara pê tilîya xwe xûnê bireşîne li ber qalpaxê baxşandinê. 15 Paşê nêrîyê dîyarîya paqijbûnê ji ber gunê cimetêva serjêke û xûna wî bibe pişt perdê, pê xûna wî jî usa bike, çawa pê xûna canega kir, wê bireşîne li ser qalpaxê baxşandinê û li ber qalpaxê baxşandinê.
Em ji Kitêba Qanûna Kahîntiyê Çi Dersa Dikarin Hîn bin?
6 Bînin bîra xwe, wekî serekkahîn gerekê bixûr bişewitanda pêşiya ku qurban bianiya. Çaxê ewî usa dikir, îda ew bawer dibû, wekî Xwedê wê qurbanên ku ew wê bîne, qebûl ke. Lê ji vê yekê em çi hîn dibin? Çaxê Îsa ser erdê bû, pêşiya ku emirê xwe bida ça qurban, ewî gerekê tiştekî ferz bikira, çi ku ji xilazbûna însanetê ferztir bû. Lê ew çi bû? Ew gerekê amin û bêqisûr bijîta ser erdê, seva Yehowa qurbana wî qebûl ke. Îsa gerekê îzbat kira, ku jîyîna rast ew e, ku bijî usa ça Yehowa hîn dike. Ewî gerekê îzbat kira, ku hukumetiya Bavê wî rast e û cûrê serwêrtiya wî heq e.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Qanûna Kahîntiyê 16:10) Lê ew nêrîyê ku peşk jêra ket bê azakirinê, wî li ber Xudan sax bide sekinandinê ku bi wî kewandin bê kirinê û wî aza berdî berîyê.
it-1 226 ¶3
Bizina Azaberdanê
Çawa ku Pawlosê şandî şirovekir, çaxê Îsa jîyîna xweye kamil bona însanetê berva da, kara vê yekê ji “xûna canega û nêriya” mezintir bû (Îbr. 10:4, 11, 12). Vî cûreyî ew wek bizina azaberdanê bû, çimkî ewî “êşên me kişand”, û “ji ber gunehên me birîndar bû” (Îş. 53:4, 5; Mt. 8:17; 1 Pt. 2:24). Ewî gunên hemû meriya, yên ku baweriya xwe kirînê tînin, hilda ser xwe. Ewî nîşan kir, wekî Xwedê qirar kiriye, ku bi temamî gune bide hildanê. Vê derecêda bizina azaberdanê bi sîmbolîk qurbanbûna Îsa Mesîh tê hesabê.
(Qanûna Kahîntiyê 17:10, 11) Heger yekî ji mala Îsraêl, yan jî xerîbekî ku nava wanda dimîne xûna heywanekî bixwe, ezê berê xwe bidime ew kesê xûnxwar û wî ji nava cimeta wî unda kim. 11 Çimkî emirê her bînberî xûnêda ye û min ew da we ku hûn pê wê li ser gorîgehê kewandinê bona emirê xwe bikin, çimkî xûn bona emir kewandinê dike.
w14 15/11 10 ¶10
Em Çima Gerekê Pîroz bin
10 Bixûne Qanûna Kahîntiyê 17:10. Yehowa temî da Îsraêliya, ku xûnê nexwin. Ji Mesîhiya jî tê dewakirinê, wekî xwe dûrî xûna meriv û heywana bigirin (Kar. Şand. 15:28, 29). Em dilerizin gava difikirin, ku Xwedê dikare “berê xwe” bide me û me ji civatê derxe. Em Xwedê hiz dikin û dixwazin gura wî bikin. Hergê jîyîna me bin qeziyêda be jî, emê nekevine ber bayê merivên ku normên Xwedê hilnadin hesab û temiyên wî diteribînin. Em zanin ku meriv wê qerfa me bikin ji bo vê yekê ku em xwe ji xûnê dûr digirin, lê me miqerm safî kiriye gura Xwedê bikin (Cihûd. 17, 18).Gelo çi wê alî me bike, wekî xûnê nexwin û berî xwe nedin? (Qan. Dcr. 12:23).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Qanûna Kahîntiyê 16:1-17) Xudan pey mirina her du kurêd Harûnra, yêd ku ber Xudan sekinîn û mirin, Mûsara xeberda. 2 Xudan gote Mûsa: “Bêje birê xwe Harûn, ku her gav nekeve cîyê pîroz pişt perdê, li ber qalpaxê baxşandinêyî li ser sindoqê ku nemire. Çimkî ezê nava ewrda li ser qalpaxê baxşandinê kifş bim. 3 Awa pê çi Harûn dikare bikeve di cîyê pîroz: Pê canegakî bona dîyarîya paqijbûnê û pê beranekî bona dîyarîya tevayîşewatê. 4 Kirasê kitanîyî pîroz gerekê li xwe ke û hevalkirasê kitanî li wî be, benpişta kitanî bide pişta xwe û papaxê kitanî bide serê xwe. Evana kincêd pîroz in, gerekê xwe pê avê bişo û paşê van kinca li xwe ke. 5 Û ji civîna zarêd Îsraêl jî du nêrîya hilde bona dîyarîya paqijbûnê û beranekî jî bona dîyarîya tevayîşewatê. 6 Harûn wî canegayê dîyarîya paqijbûnê bona xwe bide û kewandinê bona xwe û mala xwe bike. 7 Û du nêrîya hilde li ber Xudan li ber derê Konê Civînê bide sekinandinê. 8 Hingê Harûn li ser wan her du nêrîya peşk bavêje, peşkekê bona Xudan, yekê jî bona azaberdana nêrî. 9 Û Harûn wî nêrîyê ku bi peşkavîtinê Xudanra ket, bike dîyarîya paqijbûnê. 10 Lê ew nêrîyê ku peşk jêra ket bê azakirinê, wî li ber Xudan sax bide sekinandinê ku bi wî kewandin bê kirinê û wî aza berdî berîyê. 11 Û Harûn wî canegayê dîyarîya paqijbûnê bona xwe bide, kewandinê bona xwe û mala xwe bike û canegayê dîyarîya paqijbûna xwe serjêke. 12 Paşê ji ser wê gorîgeha li ber Xudan agirdangê tijî kûra agir ke û du kulm tijî bixûra bînxweşe hûrlêdayî ke, bibe pişt perdê. 13 Bixûrê li ber Xudan bike li ser wî agirî, hingê dûyê bixûrê wê li ser qalpaxê baxşandinêyî li ser devê Sindoqa Şedetîyê bigire, wekî ew nemire. 14 Û xûna wî canegayî hilde pê tilîya xwe alîyê rohilatêva bireşîne li ser qalpaxê baxşandinê, heft cara pê tilîya xwe xûnê bireşîne li ber qalpaxê baxşandinê. 15 Paşê nêrîyê dîyarîya paqijbûnê ji ber gunê cimetêva serjêke û xûna wî bibe pişt perdê, pê xûna wî jî usa bike, çawa pê xûna canega kir, wê bireşîne li ser qalpaxê baxşandinê û li ber qalpaxê baxşandinê. 16 Û cîyê pîroz ji nepaqijî û hemû neheqîyêd gunêd zarêd Îsraêl paqij ke. Aha jî gerekê ew bona Konê Civînê bike ku cem wan nava nepaqijaya wanda ye. 17 Tu kes gerekê Konê Civînêda tunebe, gava ew bona kewandinê bikeve cîyê pîroz heta ku ew derê. Bi vî awayî ew xwe mala xwe û temamîya civîna Îsraêl paqij ke.