KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr25 Adar rûp. 1-11
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2025
  • Binserî
  • 3-9 ADARÊ
  • 10-16 ADARÊ
  • 17-23 ADARÊ
  • 24-30 ADARÊ
  • 31 ADARÊ–6 NÎSANÊ
  • 7-13 NÎSANÊ
  • 14-20 NÎSANÊ
  • 21-27 NÎSANÊ
  • 28 NÎSANÊ–4 GULANÊ
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2025
mwbr25 Adar rûp. 1-11

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

© 2024 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania

3-9 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 3

(Metelok 3:5)

5 Bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser hişê xwe.

(Metelok 3:6)

6 Hemû rîyên xweda tu Xwedê nas ke û Ewê hemû şiverîyên te rast-dûz ke.

(Metelok 3:7)

7 Tu li ber çevê xwe xwe serwaxt nebîne, ji Xudan xof ke û ji xirabîyê dûr be.

Îtbariya Xwe Yehowa Bîne

ijwbv 14 ¶4-5

Metelok 3:5, 6—“Gumana Xwe Nede li ser Hişê Xwe”

“Bi temamîya dilê xwe, xwe bispêre Xudan [Yehowa, DT]”. Em didine kifşê wekî îtbariya xwe Xwedê tînin, gava her tiştî usa dikin, çawa ku ew me hîn dike. Em gerekê bi temamî îtbariya xwe Xwedê bînin, dêmek bi temamiya dilê xwe. Gava Kitêba Pîrozda xebera “dil” tê xebitandinê, ev tê hesabê ku meriv hindurda yekî çawa ne, dêmek nêt, fikir, xwestin û êmosiyên wî. Lema jî bi temamiya dilê xwe îtbariya xwe Xwedê bînin diha zêde tişt tê hesabê, ne ku tenê hestên me. Ev yek tê hesabê, wekî bi temamî bawer bin, ku Efirandarê me zane ya lape baş bona me çi ye (Romayî 12:1).

“Gumana xwe nede li ser hişê xwe”. Em gerekê îtbariya xwe Xwedê bînin, çimkî em merivne gunekar in û nihêrandina me neqedandî ye. Hergê em îtbariya xwe tenê xwe bînin û îzinê bidine hestên xwe ku me kontrol kin, emê safîkirineke usa bikin, ya ku sêrîda dikare baş bê kifşê, lê axiriyêda dikare ziyanê bide me (Metelok 14:12; Yêremya 17:9). Bê şik, bîlaniya Xwedê ji ya me diha zêdetir e (Îşaya 55:8, 9). Lema jî hergê em usa bijîn, çawa ku Xwedê me hîn dike, wî çaxî emê pêşdaçûyî bin (Zebûr 1:1-3; Metelok 2:6-9; 16:20).

ijwbv 14 ¶6-7

Metelok 3:5, 6—“Gumana Xwe Nede li ser Hişê Xwe”

“Hemû rîyên xweda tu Xwedê nas ke”. Em gerekê hemû derecên emirê xweda û usa jî çaxê tiştekî ferz safî dikin, nihêrandina Xwedê hildin hesab. Seva vê yekê em gerekê duada rêberiyê ji wî bixwazin û li gora vê yekê bijîn, çi ku ew bi saya Xebera xwe, Kitêba Pîroz, mera dibêje (Zebûr 25:4; 2 Tîmotêyo 3:16, 17).

“Ewê hemû şiverîyên te rast-dûz ke”. Xwedê riya me bi vê yekê rast dike, ku alî me dike li gora normên wî bijîn (Metelok 11:5). Hergê li gora normên wî bijîn, emê ji gelek problêma xweykirî bin û diha bextewar bin (Zebûr 19:7, 8; Îşaya 48:17, 18).

be 76 ¶4

Berdewam ke Pêşda Here

Gava meriv emirê xweda rastî cûre-cûre dereca tê, ev dikare usa bifikire: “Ez îda rastî dereceke usa hatibûm û zanim çi bikim”. Gelo bi bîlanî ye usa bifikirin? Metelok 3:7-da usa tê gotinê: “Tu li ber çevê xwe xwe serwaxt nebîne”. Hemikî merivê serwaxt û cêribandî diha zêde tişta hildide hesab, çaxê gerekê tiştekî safî ke. Lê hergê em ruhanîda gihîştî ne, emê fem bikin, wekî ev yek ku em cêribandî ne, bes nîne, û bê keremên Yehowa emê nikaribin pêşdaçûyî bin. Belê, pêşdaçûyîna me wê hingê eyan be, hergê em hemû derecên emirê xweda rêberiya Yehowa bigerin, ne ku her tiştî hildin destê xwe û xweda bawer bin. Pêşdaçûyîna me vê yekêda wê bê kifşê, hergê em bawer bin wekî tu tişt bê îzina Yehowa nayê kirinê. Pêşdaçûyîna me usa jî wê ji heleqetiya meye nêzîk û qewî tevî Bavê meyî ezmana bê kifşê.

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 3:3)

3 Bira dilşewatî û rastî ji te dûr nekevin, van stûyê xweva girêde, li ser textê dilê xwe binivîse.

(Malaxî 2:7, ÎM)

7 Divê lêvên kahîn zanînê bipîarêze. Divê meriv li hînkirina devê wî bigerin. Çimkî ew qasidê Xudanê Karîndar e.

w06 15/9 17 ¶7

Fikirên Sereke ji Kitêba Metelok

3:3. Em gerekê dilşewatiyê û rastiyê qîmet kin û ça bêjî mîna moriyê biha bavêjine stiyê xwe. Usa jî em gerekê van hunura ser textê dilê xwe binivîsin, wekî ewana bibine para şexsiyeta me.

10-16 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 4

(Zebûr 51:6)

6 Belê Tu rastîyê dilê minda dixwazî. Dilê min kûr hînî serwaxtîyê ke.

(Metelok 4:23a)

23 Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be, çimkî kanîya emir ji wî dertê.

(Metelok 4:23b)

23 Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be, çimkî kanîya emir ji wî dertê.

“Miqatî Dilê Xwe be”

w12 1/5 32 ¶2

“Miqatî Dilê Xwe be!”

Em çira gerekê miqatî dilê xweyî sîmbolîk bin? Xwedê Silêman Padşa hêlan kir, ku binivîse: “Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be, çimkî kanîya emir ji wî dertê” (Metelok 4:23). Emirê meyî niha û axiriya me, halê dilê meyî sîmbolîkva girêdayî ye. Gelo çira? Çimkî Xwedê dilê me divîne (1 Samûyêl 16:7). “Merivê hindurê dilda”, dêmek em dilda çi cûreyî ne, roleke mezin dilîze vê yekêda, ku Xwedê wê me ça dostê xwe qebûl ke yan na (1 Petrûs 3:4).

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 4:18)

18 Lê belê rîya rasta mîna ronayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê, heta ku temamîya rojê ronayî dibe.

17-23 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 5

(Metelok 5:3)

3 Çimkî ji lêvên jina xerîb, çawa hingivê hêlûnê jê biniqite û devê wê jî ji rûn nermtir e,

(Metelok 5:4, 5)

4 lê axirî tel e mîna zirîçkê û biraye mîna şûrê dudevî. 5 Nigên wê berbi mirinê dibin û gavên wê digihînine dîyarê mirîya.

(Metelok 5:8)

8 Ji wê kulfetê xwe dûr xwey kin û nêzîkî derê mala wê nebin,

Xwe ji Bênamûsiyê Dûr Bigirin

w00 15/7 29 ¶1

Hûn Dikarin Dinya Bênamûsda Temiz Bimînin

Vê metelokêda merivê bênamûs tê eyankirinê ça “jina xerîb” yan jî qav. Xeberên wê, bi saya çi jî ew kesekî zeftî xwe dike, mîna hingiv şîrin in û ji bizirê zeytûnê nermtir in. Heçî zef derecada xeberdanên vî cûreyî dibine berbi bênamûsiyê. Were em dîna xwe bidinê, ku çi gilî dike qîzikeke xweşik bi navê Êmî, ya ku 27 salî ye û ça sêkrêtar dixebite: “Xebatçîk timê dîna xwe dide min û mecala digere wekî payê min bide. Hemikî hewas e çaxê dîna xwe didine te, lê ez eşkere divînim, wekî nêta wî tenê ev e, ku tevî min bikeve heleqetiya sêksûalî. Lê ezê nekevime ber bayê giliyên wîyî şîrin”. Belê, xeberên şîrin dila dihelînin, lê çaxê meriv nêta dilê wî kesî pêdihese, wî çaxî ew her tiştî fem dike. Û seva ku nêta wî merivî bizanibin, em gerekê serwaxt bin û her tiştî hildin hesab.

w00 15/7 29 ¶2

Hûn Dikarin Dinya Bênamûsda Temiz Bimînin

Axiriya bênamûsiyê mîna zirîçkê tel e û mîna şûrê dudevî tûj e. Bênamûsî dibe meniya êşa dil û hela hê meniya mirinê jî. Gelek car telaya kirên bênamûs dikarin bibine sebebê hemlebûnê, îsafa meriv dikare lê biçerçirîne, yan jî meriv dikare nexweşîke giran keve. De bidine hesabê xwe, ku mêr yan jina wî kesê neamin, êşeke çiqas mezin dikişîne. Neaminiya cotê zewacê dikare birîneke usa kûr dilê merivda bihêle, ya ku dikare temamiya emirê wî qenc nebe. Belê, bênamûsî bi rastî jî ziyaneke mezin tîne.

w00 15/7 29 ¶5

Hûn Dikarin Dinya Bênamûsda Temiz Bimînin

Em gerekê her tiştî bikin, wekî xwe dûrî merivên bênamûs bigirin. Em gerekê îzinê nedine xwe, wekî kilamên necayîz bibihên, programên bênamûsiyêva girêdayî û pornografiyayê binihêrin (Metelok 6:27; 1 Korintî 15:33; Efesî 5:3-5). Usa jî bêaqilayî ye, ku dîna kesekî bênamûs bi saya flîrtê, yan jî bi kincxwekirina necayîz bikişînin ser xwe (1 Tîmotêyo 4:8; 1 Petrûs 3:3, 4).

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 5:9, ÎM)

9 Yan na, tê rûmeta xwe bidî kesên din, tê salên xwe bidî merivên zulm.

(Metelok 28:26)

26 Yê xweda guman e, ew axmax e, lê yê serwaxtîyêda dijî wê azad be.

(Efesî 5:3, 4)

3 Lê heta navê qaviyê û her heramiyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cimeta Xwedê nakeve. 4 Usa jî gotinên bêmerîfetî, yan bêfemî, yan henekên qelpê xirab, ku li we nakevin, bira ji devê we derneyên, lê dewsê şikirdarî.

w00 15/7 29 ¶7

Hûn Dikarin Dinya Bênamûsda Temiz Bimînin

Bi van giliya Silêman dide kifşê, ku meriv çi unda dike gava bênamûsiyê dike. Gava meriv qaviyê dike ev qedirê xwe unda dike. Ev tiştekî çiqas nimiz e, wekî îzinê bidine xwe, ku hestên xweye gur, yan jî yên kesekî din, razî kin. Hergê em îzinê didine xwe, ku tevî wî merivî bikevine heleqetiya sêksûalî, yê ku hevalzewacê me nîne, ev yek dide kifşê ku em qedirê xwe nizanin.

24-30 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 6

(Metelok 6:6)

6 Bêxîreto! Here cem mûrîya, dîna xwe bide rê-dirbên wan û serwaxt be.

(Metelok 6:7, 8)

7 Ne axê wan heye, ne zapidê wan ne jî serwêr, 8 lê belê xurekê xwe ew havînê didin ser hev, xwarina xwe jî wextê nandirûnê top dikin.

(Metelok 6:9-11)

9 Bêxîreto, heta kengê tê paldî? Tê ji xewa xwe kengê hişyar bî? 10 Heta hinekî razêyî, hinekî biponijî, hinekî destên xwe bidî li ser hev paldî, 11 hingê kesîbîya teyê mîna rêwîkî diz li ser teda bigire, desttengîya teyê jî mîna qaçaxekî.

Em ji Mûristanga Çi Dikarin Hîn bin?

it-1 115 ¶1-2

Mûristang

Bîlaniya bi Înstînktê. Bîlaniya mûristanga ne ku ji hiş-aqilê wan e, lê ji înstînktê ye, ya ku Efirandar kiriye nava wan. Kitêba Pîroz dibêje ku mûristang xureka xwe “havînê didin ser hev” û “wextê nandirûnê top dikin” (Mtl. 6:8). Yek ji cûrên belabûyî ya mûristanga, yên ku Palêstînayêda hene, ev mûristangên pale ne (Messor semirufus). Biharê û havînê ewana xwera gelek genim top dikin, seva ku xwarina wan hingê jî hebe, gava çetin e destxin, mesele zivistanê. Wan kêzika dikarin wêderê bivînin, kîderê gelek toxim û genim heye. Mesele nêzîkî wan ciya, kîderê ku genim bê dixin. Hergê ji bo baranê toxim nêm dibin, hingê ev mûristang van toxima derdixin û ber tevê ziha dikin. Usa jî ewana çîlên genim dixwin, wekî wedê xweykirinê çîl şîn nebin. Mala wan mûristanga dikarin bi saya ciyê tepisandî têderxin, kîderê ku ewana diçin-tên û usa jî bi saya qalçikên genim.

Em ji Mûristanga Çi Dikarin Hîn bin. Hemû tiştên ku me jorê şêwir kir, didine kifşê wekî bi rastî jî hêja ye ji mûristanga hîn bin: “Here cem mûrîya, dîna xwe bide rê-dirbên wan û serwaxt be” (Mtl. 6:6). Hewas ne tenê ew e ku mûristang bi saya înstînktê bi xîret xwera xwarinê top dikin, lê usa jî wekî ewana wan tişta kaş dikin, çi ku du cara yan hê zêde ji kaşa wan zêdetir e. Riyên xil û xar jî wana nadine sekinandinê, hela hê hingê jî gava ewana ser van riya dişimitin û jorda dikevin. Ew kêzikên terbet, hêlûnên xwe temiz xwey dikin û bona mûristangên din jî xem dikin. Carna dikarin bivînin, ku ça ewana alîkariyê didine mûristanga birîndar yan jî westiyayî, ku ew bigihîje hêlûna xwe.

w00 15/9 26 ¶3-4

Navê Xwe Xwey ke

Em jî mîna mûristanga gerekê xebathez bin. Firqî tune kesek me divîne yan na, yeke em gerekê bi dil û can bixebitin û xebata xwe diha rind bikin. Hergê em mektebêda hîn dibin, dixebitin yan jî şixulên ruhanîva mijûl dibin, em gerekê bi xîret çi ji destê me tê bikin. Mûristang xebathez in û ev yek wanra karê tîne. Xwedê dixwaze, wekî em jî ji “hemû keda” destê xwe, şa bin (Waîz 3:13, 22; 5:18, ÎM). Xelata bona vê xebata giran, wê dilê rihet û îsafa temiz be (Waîz 5:12).

Bi saya van du pirsa, Silêman dixwaze wekî merivê tembel ser hişê xweda bê: “Bêxîreto, heta kengê tê paldî? Tê ji xewa xwe kengê hişyar bî?” Û xwexa jî Silêman ça bêjî bi dengê merivê tembel serda zêde dike: “Heta hinekî razêyî, hinekî biponijî, hinekî destên xwe bidî li ser hev paldî, hingê kesîbîya teyê mîna rêwîkî diz li ser teda bigire, desttengîya teyê jî mîna qaçaxekî” (Metelok 6:9-11). Heta ku merivê tembel destên xwe daye ser hev û palda ye, kesîbî û desttengî mîna qaçaxekî leze-lez hicûmî ser wî dike. Deştên wî bi stiriya û gezgezkêva tije dibe (Metelok 24:30, 31). Şixulê wî zirarê distîne û ew dikare xebata xwe unda ke. Gelo mezinê xebatê wê çiqas wext xebatçiyê tembel sebir ke? Û zara ku naxwaze mektebêda hîn be, gelo wê nîşanên baş bistîne?

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 6:16-19)

16 Vane şeş tiştên ku Xudan dijene wan, hela heft in ku li ber Wî heram in: 17 Çevên kubar, zimanê derewîn, destên ku xûna bêsûc dirêjin, 18 dilê ku tivdîra xirab dertîne, nigên ku bona xirabîyê zû direve, 19 şedê derew, ku derewa dike û bira berî hev dide.

w00 15/9 27 ¶3

Navê Xwe Xwey ke

Vê metelokêda derheqa heft tiştên sereke tê gotinê, yên ku hemû cûre zulmî têne hesabê. “Çevên kubar” û “dilê ku tivdîra xirab dertîne”, ev hene gunên ku meriv dilê xweda dike. “Zimanê derewîn” û “şedê derew, ku derewa dike”, ev hene gunên ku meriv bi xeberdana xwe dike. “Destên ku xûna bêsûc dirêjin” û “nigên ku bona xirabîyê zû direve”, ev hene kirên xirab. Yehowa îlahî wan meriva nefret dike, yên ku şa dibin gava edilayê orta wan merivada xirab dikin, yên ku dikaribûn yektiyêda bijîtana. Ev yek ku hejmara zulmiyê ji şeşa dibe heft, dide kifşê, ku wan rêzada derheqa hemû cûre zulmiyê nayê gotinê, çimkî meriv zulmiyêda timê pêşda diçin.

31 ADARÊ–6 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 7

(Metelok 7:7-9)

7 va ye nava cahilên saxikê dilê xweda, çevê min xortekî bêfem ket, 8 ku kûçêda nêzîkî enîşkê xwe li rîya mala wê girt, 9 êvar bû, ro çûbû ava, şev bû, terî ketibû erdê

(Metelok 7:10)

10 û va jineke kincê qava lê, bi dilê qancixî derkete pêşîya wî,

(Metelok 7:13-21)

13 Ewê ew xort girt ramûsa û bê şerma rû gote wî: 14 “Min dîyarîya heleqetîyê daye, sozê xwe îro anîye sêrî, 15 lema ez derketime pêşîya te, ku rûyê te bibînim, va min tu dîtî. 16 Min cî-nivîna xwe pê sipîçala misirêye reng-rengî xemilandîye. 17 Min nivîna xwe zimir, ûd û darçîn kirîye. 18 Were emê xwera bikevine kêf-heneka heta sibê, bi şabûnê tev derbaz kin. 19 Çimkî mêrê min ne li male, rêke dûrda ewa çûye, 20 kîsikê pera xwera birîye, xilazîya mehê ewê bê malê”. 21 Pê zarxweşîya xwe ew kire maşoqê xwe û zarê xweyî xweş, ser xwe bengî kir.

(Metelok 7:22, 23)

22 Hingê ewî zû da pey wê çû, çawa ga ku diçe qesabxanê û mîna heywaneke kapstûkirî, 23 heta ku tîr cegera wî bigire, çawa ku çivîk xwe telêra digihîne û nizane ku ew ruhistînê wê ye.

Xwe Dûr Bigirin ji Telika

w00 15/11 29 ¶5

“Temîyên Min Xwey ke û Tê Bijîyî”

Berî êvarê ye û hêdî-hêdî terî dikeve erdê. Silêman Padşa pencerêra dinihêre û xortekî divîne, kîjan ku yekî xam û neserwaxt e. Kifş e, ew zane ku hatiye kîjan mihalê û çi wêderê dikare bê serê wî. Ewî xwe “li rîya mala wê girt”. Gelo ev mala kê ye? Û çi hişê wê kulfetêda ne?

w00 15/11 30 ¶4-6

“Temîyên Min Xwey ke û Tê Bijîyî”

Lêvên vê kulfetê nazik in. Ewê şerma rûyê xwe unda kiriye û bi xeberdana xwe, dilê wî xortî dihelîne. Çaxê ew besa vê yekê dike, ku Xwedêra diyariya heleqetiyê, dêmek qurban aniye, ew dixwaze xwe usa bide kifşê, yan çi ew meriveke rast û ruhanî ye. Paristgeha Orşelîmêda ça diyariya heleqetiyê, goşt, ar, rûn û şerav dianîn (Qanûna Kahîntiyê 19:5, 6; 22:21; Jimar 15:8-10). Merivê ku qurban dianî, dikaribû parekê bona xwe û malbeta xwe hilda. Usa evê kulfetê da kifşê, ku mala wêda êpêce xwarin û vexwarin heye. Femdarî ye ku ew dixwaze bêje, wekî ew xort dikare wêderê wedekî baş derbaz ke. Ew kulfet hema bona vê yekê ji mal derket, wekî wî xortî bivîne. Dibeke kesek bêje, ew meriveke çiqas dil e. Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz dibêje, ku “ew bi rastî hîviya kesekî bû, lê gelo ew hema hîviya vî xortî bû? Tenê yekî mîna wî xortê bêfem dikaribû baweriya xwe giliyên wê kulfetê bianiya”.

Ev kulfet dîna vî xortî dikişîne ser xwe ne tenê bi kincê xweye nelayîq, zarê şîrin, hemêzê nazik û paçkirinê, lê usa jî jêra gilî dike derheqa cûre-cûre tiştên bînxweş. Ew dibêje: “Min cî-nivîna xwe pê sipîçala misirêye reng-rengî xemilandîye. Min nivîna xwe zimir, ûd û darçîn kirîye” (Metelok 7:16, 17). Belê, ewê dilê xwera cî-nivînê xwe xemilandibû û bînxweş kiribû.

Ew kulfet serê wî xortî tije dike û dibêje: “Were emê xwera bikevine kêf-heneka heta sibê, bi şabûnê tev derbaz kin”. Ewê ne ku tenê dixwest şîvê tevî wî xortî bixwe, lê hê zêde tişt dixwest. Ewê jêra soz da, ku wê serê xwe pêra dayne û ewana wê tevayî wedekî xweş derbaz kin. Bona gedê cahil, ew teglîfkirin gelek hewas hate kifşê. Xêncî vê yekê, ev jinika qav dibêje: “Mêrê min ne li male, rêke dûrda ewa çûye, kîsikê pera xwera birîye, xilazîya mehê ewê bê malê” (Metelok 7:18-20). Ew wî dide bawerkirinê, ku ewana bi temamî parastî ne, çimkî mêrê wê bona şixul çûye cîkî dûr û wê çendekî wêderê be. Ew bi hostetî vî xortê cahil dixalifîne! “Pê zarxweşîya xwe ew kire maşoqê xwe” û bi “zarê xweyî xweş, ser xwe bengî kir” (Metelok 7:21). Seva ku nekeve vê telikê, ewî xortî gerekê xwegirtineke mîna ya Ûsiv bida kifşê (Destpêbûn 39:9, 12). Gelo ev gedê cahil wê bikeve telika wê?

w00 15/11 31 ¶2

“Temîyên Min Xwey ke û Tê Bijîyî”

Xort dikeve ber bayê cêribandinê, hişê xwe unda dike û pey vê kulfetê diçe “çawa ga ku diçe qesabxanê”. Ew xofiyê navîne “heta ku tîr cegera wî bigire”, dêmek heta ku birîneke usa bistîne, ya ku dikare wî berbi mirina fîzîkî û ruhanî bibe. Ev dikare nexweşîke usa bistîne, ya ku ji heleqetiya sêksûalî pêşda tê û dikare bibe sebebê mirinê. Xêncî vê yekê, ev birîna sîmbolîk dikare bibe sebeba vê yekê, ku meriv ruhanîda bimire. Ev xort xofîke mezinda ne, çimkî ewî gunekî giran ber Xwedê kiriye. Ew ça bêjî dikeve hemêza mirinê, çawa ku çivîk xwexa dikeve telikê!

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 7:3)

3 Tilîyên xweva wan girêde, li ser textê dilê xwe binivîse.

w00 15/11 29 ¶1

“Temîyên Min Xwey ke û Tê Bijîyî”

Silêman nivîsî: “Tilîyên xweva wan [temiyên min] girêde, li ser textê dilê xwe binivîse” (Metelok 7:3). Em timê tiliyên xwe divînin û bi saya van em dikarin çi ku dixwazin bikin. Hema bi vî cûreyî em gerekê zanebûn û dersên ji Kitêba Pîroz bîra xweda xweyî kin û her derecên emirê xweda bidine xebatê. Em gerekê wana ser textê dilê xwe binivîsin, wekî ev bibine para şexsiyeta me.

7-13 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 8

(Metelok 8:1)

1 Serwaxtî gazî dike û bîlantî dike dengî!

(Metelok 8:4)

4 “Ez gazî we dikim gelî meriva û deng didime ewledên însên!

(Metelok 8:22)

22 Dema destpêkirina şixulê Xudan, ez cem Wî bûm, hê berî kirinên Wîye pêş.

(Metelok 8:30, 31)

30 hingê ez li cem Wî çîredest bûm. Ez şabûna Wîye her roj bûm, her tim li ber Wî şa dibûm, 31 ez bi her tiştên dinya Wîda şa dibûm û eşqa min ewledên însên bû.

(Metelok 8:32)

32 Û niha, gelî zara, guhdarîya min bikin. Xwezî li wan, yên ku rê-dirbên min xwey dikin!

(Metelok 8:35)

35 Çimkî kê ez dîtime, jîyîn dîtîye û ji Xudan wê keremê bistîne,

Guh Bidine Bîlaniyê

cf 131 ¶7

“Ez Bav Hez Dikim”

7 Rêza 22-da bîlanî dibêje: “Dema destpêkirina şixulê Xudan, ez cem Wî bûm, hê berî kirinên Wîye pêş”. Vê rêzêda xebera bîlanî diha zêde tişt tê hesabê. Yehowa timê hebû û ew timê bîlan bû, lema jî destpêka bîlaniya wî tune ye (Zebûr 90:2). Lê Kurê Xwedê, “Nixuriyê . . . ser hemû efirînara” ye (Kolosî 1:15). Ji efrînên Yehowa, ew yê pêşin bû. Ça ji kitêba Metelok tê kifşê, Kurê Xwedê hê gelek wext pêşiya efirandina erd û ezmên hebû. Ew Xeber bû, dêmek her tiştîda çi ku ewî digot, bîlaniya Yehowa eyan dikir (Yûhenna 1:1).

cf 131-132 ¶8-9

“Ez Bav Hez Dikim”

8 Gelo Kurê Xwedê heta ku bihata ser erdê, bêhesab sal ser ezmana çi dikir? Rêza 30-da tê gotinê, ku ew cem Xwedê hostekî cêribandî bû. Gelo ev çi tê hesabê? Kolosî 1:16-da tê şirovekirinê: “Bi destê wî her tiştên li erd û ezmana efirîne, . . . her tişt bi destê wî û bona wî efirîne”. Yehowa, ça Efirandar, Kurê xwe çawa hostekî cêribandî da xebatê, wekî meleka biefirîne, gerdûna mezin, planêta me, cûre-cûre heywan, şînkayî û usa jî meriv efirand. Dikarin bêjin wekî hevkariya orta Bav û Kurda mîna hevkariya orta arxîtêktor û avakarda ne. Avakar nêta arxîtêktor tîne sêrî. Çaxê em efrînara heyr-hujmekar dimînin, em pesinê Arxîtêktorê Girîng didin (Zebûr 19:1). Lê em gerekê derheqa Kur jî bîr nekin, yê ku hostekî cêribandî ye, û gelek wext bi şabûnê tevî Bavê xwe hevkarî dikir.

9 Çaxê du merivên gunekar tevayî hevkariyê dikin, wanra ne hertim hêsa ye ziman hevra bivînin. Lê Yehowa û Kurê wî gelek baş hevkariyê dikirin! Bêhesab sal Kur tevî Bavê xwe hevkarî dikir û ‘her tim li ber Wî şa dibû’ (Metelok 8:30). Belê, Bav û Kurra hewas bû tevayî hevkariyê bikin. Û roj bi roj Kur diha dibû mîna Bav û çev dida xeyset-hunurên wî. Lema jî Bav û Kur usa nêzîkî hev in. Tu hezkirin mîna hezkirina wan dirêj û qewî nîne.

w09 15/4 31 ¶14

Îsa Qîmet kin, Dêmek Dawidê Mezin û Silêmanê Mezin

14 Tenê merivek bi temamî ji Silêman bîlantir bû. Ew Îsa Mesîh bû, yê ku derheqa xwe got, wekî ew ji “Silêman mezintir” e (Met. 12:42). Îsa derheqa “jîyîna heta-hetayê” digot (Yûhn. 6:68). Mesele, Gotara ser Çiyê alî me dike diha baş prînsîpên ji metelokên Silêman fem bikin. Silêman derheqa çend tişta got, çiva jî bextewariya xizmetkarên Xwedê girêdayî ye (Metlk. 3:13; 8:32, 33; 14:21; 16:20). Îsa got, ku bextewariya rast xizmetiya Yehowava û sozên Wîva girêdayî ye. Ewî got: “Çiqas bextewar in kesên ku fem dikin, wekî ewana hewcê Xwedê ne, çimkî Padşatiya ezmana ya wan e” (Met. 5:3). Merivên ku li gora van prînsîpa dijîn, yên ku hînkirinên Îsada eyan dibin, diha nêzîkî Yehowa dibin, yê ku “kanîya jîyanê” ye (Zeb. 36:9; Metlk. 22:11; Met. 5:8). Îsa Mesîh bi temamî çev dide “serwaxtiya Xwedê” (1 Korn. 1:24, 30). “Ruhê . . . femdariyê” ser Îsa ye, çawa Padşê Padşatiya Xwedê (Îşa. 11:2, ÎM).

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 8:1-3)

1 Serwaxtî gazî dike û bîlantî dike dengî! 2 Ew li hêlanên jorin devê rîya û nava şiverîyada disekine. 3 Ew li ber dergehê ku dikevine bajêr, li ber derîyê kîjanîra derbaz dibin dike gazî:

g 5/14 16

Bîlanî “Dike Gazî”—Hûn Dengê Wê Dibihên?

▪ Ensîklopêdiyakêda tê gotinê, ku “kitêba lape belabûyî dinêda”, ev heye Kitêba Pîroz (The World Book Encyclopedia). “Ev diha zêde car û ser diha zêde zimana hatiye welgerandinê, ne ku kitêbên din”. Roja îroyîn Kitêba Pîroz bi temamî yan jî parên vê, ser weke 2 600 zimana heye, û 90 selefî zêdetir meriv dikarin vê kitêbê dest xin.

▪ Xêncî vê yekê, bîlanî ça bêjî raste-rast “dike gazî”. Metta 24:14-da tê gotinê: “Ev mizgîniya Padşatiyê wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê, ku hemû miletara bibe şedetî, û hingê xilazî wê bê”.

14-20 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 9

(Metelok 9:7, 8a)

7 Ewê ku pêkenî şîret dike, ew bêhurmetîyê ser xweda tîne û yê nepak hiltê, ew leka wî li xwe dixe. 8 Pêkenî şîret neke, ku nebe neyarê te, lê yê serwaxt şîret ke, ewê te hiz bike.

(Metelok 9:8b, 9)

8 Pêkenî şîret neke, ku nebe neyarê te, lê yê serwaxt şîret ke, ewê te hiz bike. 9 Yê serwaxt şîret ke û ewê hê serwaxt be, merivê rast hîn ke, zanebûna wîyê hê zêde be.

(Metelok 9:12)

12 Heger tu serwaxt î, ew kara te ye û heger pêkenî yî, tê zîyanê tenê bikişînî.

Merivekî Bîlan be, ne ku Qerfkar

w01 15/5 30 ¶1-2

Bi Saya Bîlaniyê Rojên Me wê Zêde bin

Rêaksiya merivê bîlan ser şîretkirinê ji ya merivê qerfkar cude dibe. Silêman nivîsî: “Yê serwaxt şîret ke, ewê te hiz bike. Yê serwaxt şîret ke û ewê hê serwaxt be” (Metelok 9:8b, 9a). Merivê bîlan zane, ku “rast e her şîretek wê demê dilê meriya şa nake, lê dêşîne, lê belê paşê yên ku bi wê hînbûyî ne, berê edilayiyê ji jiyîna rast diçinin” (Îbranî 12:11). Hemikî hêsa nîne şîretekê qebûl kin, lê nelazim e xwe heq derxin û kînê bajon, hergê ev şîret dikare me diha serwaxt ke.

Padşê bîlan Silêman serda zêde kir: “Merivê rast hîn ke, zanebûna wîyê hê zêde be” (Metelok 9:9b). Hînbûn tu car dereng nîne, û bîlanî her kesîra lazim e. Şabûneke çiqas mezin e, gava em divînin, ku meriv emirê xweyî mezinda rastiyê qebûl dike û emirê xwe tesmîlî Yehowa dike! Were em timê hîn bin û bîlaniyê qazanc kin.

w01 15/5 30 ¶5

Bi Saya Bîlaniyê Rojên Me wê Zêde bin

Ev cabdariya me her kesî ye ku qewatê bidine xebatê, wekî bîlaniyê qazanc kin. Seva ku vê yekê kifşê ke, Silêman got: “Heger tu serwaxt î, ew kara te ye û heger pêkenî yî, tê zîyanê tenê bikişînî” (Metelok 9:12). Hergê meriv bîlan e, ev yek jêra karê tîne, lê merivê qerfkar rûyê şaşiyên xweda diçerçire. Meriv çi diçîne, vê jî diçine, lema jî were em ‘guh bidine serwaxtîyê’ (Metelok 2:2).

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 9:17)

17 “Ava dizîyê şîrin e, nanê dizîva tê xwarinê tem e”.

w06 15/9 17 ¶5

Fikirên Sereke ji Kitêba Metelok

9:17—Çi ye “ava dizîyê” û çira ev “şîrin e”? Kitêba Pîroz heleqetiya sêksûalî beramberî avê dike, ya ku ji bîrê dikişe û meriva geş dike, lê “ava dizîyê”, ev heye heleqetiya bênamûsî, ya ku dizîkava tê kirinê (Metelok 5:15-17). Ev av şîrin tê kifşê, çimkî kê vê avê didize, difikire ku ewê ji bo vê xirabiya xwe neyê cezakirinê.

21-27 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 10

(Metelok 10:4, 5)

4 Destê xweranedîtîya mêriv belengaz dike, lê destê yê xîret dewletî dike. 5 Ewê ku havînê dide li ser hev, kurê bîlan e, kurê ku dema nandirûnê radizê, ew qara bavê ye.

(Metelok 10:15, 16)

15 Hebûka dewletîya bona wan, çawa bajarekî zor e, lê perîşanîya feqîra belengazîya wan e. 16 Keda rasta jîyîn e, qazinckirina nepaka gune.

(Metelok 10:22)

22 Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake.

Çi bi Rastî Emir Dewlemend Dike?

w01 15/7 25 ¶1-3

Merivê Rast Têne Keremkirinê

Merivên rast bi cûrekî mayîn jî têne keremkirinê. “Destê xweranedîtîya mêriv belengaz dike, lê destê yê xîret dewletî dike. Ewê ku havînê dide li ser hev, kurê bîlan e, kurê ku dema nandirûnê radizê, ew qara bavê ye” (Metelok 10:4, 5).

Giliyên Silêman îlahî bona wan meriva qîmet in, yên ku nandirûnêda kar dikin. Nandirûn wedê hêsabûnê nîne. Wedê nandirûnê gerekê xwe paş nexin, lê bi xîret ji berbangê heta êvarê bixebitin.

Çaxê Îsa besa nandirûnê dikir, ewî ne ku derheqa genim digot, lê derheqa meriva. Ewî gote şagirtên xwe: “Şixulê nandirûnê gelek e, lê xebatkar hindik in. Lema, hîvî ji Xweyê nandirûnê [Yehowa Xwedê] bikin, wekî nandirûna xwera xebatkara bişîne” (Metta 9:35-38). Sala 2000-da, 14 mîlyon meriv çûne ser Êvara Bîranîna mirina Îsa Mesîh, dêmek du cara ji hejmara Şedên Yehowa zêdetir. Gelo ev yek îzbat nake, wekî zevî ‘zer bûye û bona dirûnê hazir e’? (Yûhenna 4:35) Xizmetkarên Xwedêye rast li gora duayên xwe bi xîret nandirûnêda kar dikin û şagirta hazir dikin, û ji Xweyê xwe lava dikin, ku Ew diha zêde xebatkara bişîne, wekî komekê bidine wan (Metta 28:19, 20). Yehowa cefê wan gelekî kerem dike! Sala 2000-da ya sala xizmetiyê, 280 000 merivî zêdetir hatine nixumandinê. Ewana jî xîret dikin ku bibine dersdarên Xebera Xwedê. Were em wedê nandirûnê şabûnê bistînin û bi temamî kar bikin vê yekêda, ku şagirta hazir kin.

w01 15/9 24 ¶3-4

Riya Rastda Herin

Silêman da kifşê, wekî gelek ferz e merivne rast bin. Ew dibêje: “Hebûka dewletîya bona wan, çawa bajarekî zor e, lê perîşanîya feqîra belengazîya wan e. Keda rasta jîyîn e, qazinckirina nepaka gune” ye (Metelok 10:15, 16).

Çawa ku dîwarên bajêr dikarin bineliya biparêzin, usa jî hebûk dikare derecên çetinda meriya biparêze. Lê hergê qezî bê serê merivê kesîb, ev dikare emirê xwe unda ke (Waîz 7:12). Padşê bîlan, Silêman, dibeke usa jî dixwest bigota, ku çawa kesîbiyêda usa jî dewlemendtiyêda xofî heye. Merivê dewlemend dibeke gumana xwe tenê bide ser hebûka xwe û bifikire, ku hebûk “mîna sûreke bilind” dikare wî biparêze (Metelok 18:11). Lê merivê kesîb dikare şaş be û bifikire, ku gumana wî tune, çimkî ew kesîb e. Bi vî cûreyî herdu jî navê baş ber çevê Xwedê qazanc nakin.

it-1 340

Kerem

Yehowa Meriva Kerem Dike. “Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake” (Mtl. 10:22). Yehowa wan meriva kerem dike, kîjana ku qebûl dike. Ew wana diparêze, rêberiyê dide wan, alî wan dike wekî pêşdaçûyî bin û hewcên wan razî dike, ev hemû tişt timê karê wanra tîne.

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 10:22)

22 Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake.

w06 15/5 30 ¶18

Xweykirina Aminiyê Şabûnê Pêşda Tîne

18 Xizmetkarên Yehowa ruhanîda pêşda diçin, çimkî Yehowa wana kerem dike. Û em bawer in, ku ev kerem êşê serda zêde nake (Metelok 10:22). Lê hergê usa ne, çira gelek xizmetkarên Xwedêye amin rastî cûre-cûre çetinaya tên, çi ku êşê û kul-derda wanra tîne? Sê meniyên sereke hene. 1) Gunekariya me (Destpêbûn 6:5; 8:21; Aqûb 1:14, 15). 2) Mîrê-cina û cinên wî (Efesî 6:11, 12). 3) Eva dinya xirab (Yûhenna 15:19). Rast e, xizmetkarên Yehowa ji kul-derda xweykirî nînin, lê ev kul-derd ji Yehowa nînin. Bi rastî “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil ji jor e, ji Bav, ji Efirandarê ronaya tê xwarê” (Aqûb 1:17). Belê, keremên Yehowa êşê pêşda naynin.

28 NÎSANÊ–4 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 11

(Metelok 11:9)

9 Merivê bêxwedê pê devê xwe heval-hogira unda dike, lê yên rast bi zanistîyê xilaz dibin.

(Metelok 11:11)

11 Bi duayê rasta bajar gul dide, lê bi devê nepaka xirab dibe.

(Metelok 11:12, 13)

12 Kêmaqil cînarê xwe bêhurmet dike, lê merivê aqil xwe ker dike. 13 Gilîgero surê eyan dike, lê şîrhelal wê yekê vedişêre.

Miqatî Xeberdana Xwe bin!

w02 15/5 26 ¶4

Aminî Rêberiya Merivên Rast Dike

Aminiya merivên rast û qelpiya merivên xirab ser kesên din jî hukum dike. “Merivê bêxwedê pê devê xwe heval-hogira unda dike, lê yên rast bi zanistîyê xilaz dibin” (Metelok 11:9). Kê dikare înkar ke, wekî çilovîsk, buxdan, giliyên xirab û xeberdana pûç, ziyanê dide? Merivên rast giliyên usa didine xebatê, yên ku temiz, giran û bi qedir in. Zanebûn alî merivên rast dike û wana serwaxt dike, ku derewiya buxdanbêja têderxin.

w02 15/5 27 ¶2-3

Aminî Rêberiya Merivên Rast Dike

Bineliyên bajêr, yên ku xwe li riya rast girtine, edilayê pêşda tînin, kesên din hêlan û qewî dikin. Bi saya vê yekê bajar pêşdaçûyî dibe. Lê merivên ku buxdana davêje kesên din û dilê meriva dêşînin, xemgînî, cudetî, nefemdarî û zirarê pêşda tînin, îlahî hergê ew meriv ciyên bilind digirin. Şeherên usada wê timê tevlihevbûn û ruşet zêde be, lê aliyê nav-namûsiyê û êkonomîkêda dikare bikeve.

Prînsîpa ji Metelok 11:11, dikarin bona civatên me jî bidine xebatê. Van civatada, kîderê ku merivên ruhanî û amin hene, timê şabûn, xîret û hevkarî heye. Ev her tişt pesinê Yehowa dide û Ew ji aliyê xweda civatên usa kerem dike û ewana ruhanîda pêşda diçin. Lê carna hine meriv dikarin neqayîlbûn û nerazîbûnê hindava civatêda bidine kifşê. Merivên usa dibine mîna kokeke “tel”, ya ku gava şîn dibe, kesên din jerdadayî dike (Îbranî 12:15). Merivên usa gelek car dixwazin ciyê bilind bigirin, û usa jî giliya bela dikin, ku rûspiyên civatê û xûşk-bira heqiyê nakin, firqiyê dikin orta mileta û usa jî tiştên din. Xeberdana wan dikare tevlihevbûnê bike civatê. Dewsa ku guh bidine wan meriva, diha baş e em ruhanîda pêşda herin û civatêda yektî û edilayê xwey kin.

w02 15/5 27 ¶5

Aminî Rêberiya Merivên Rast Dike

De bidine hesabê xwe, wekî merivên ku serwaxtî têra wan nake, dikarin ziyaneke çiqas mezin bînin. Xeberdana wane necayîz, buxdan û neqayîlbûnê pêşda tîne. Rûspî gerekê derbêra vê yekê têderxin û nehêlin ku ev yek bela be. Serwaxtî têra merivê kêmaqil nake, lê yê aqil xwe ker dike û “surê eyan” nake, lê “vedişêre”. Merivê aqil zane, ku hergê ew zimanê xwe nikaribe, ew yek dikare ziyanê bîne, lema jî ew xûşk-birara amin e. Seva ku ziyanê nede wan, ew derheqa wan giliya bela nake. Bi rastî jî merivên amin bona civatê keremeke mezin in!

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 11:17)

17 “Merivê rem qencîyê li xwe dike, lê merivê bêrem xirabîyê li xwe dike”.

g20.1 11, çargoşe

Çawa Strêsê Alt kin

“BI QENCIYÊ STRÊSÊ ALT KE”

“Merivê rem qencîyê li xwe dike, lê merivê bêrem xirabîyê li xwe dike” (METELOK 11:17).

Kitêbekêda heye serî bi navê “Bi Qenciyê Strêsê Alt ke” (Overcoming Stress). Li gora giliyên avtorê vê kitêbê, Tîm Kantofêr, gava meriv hindava kesên dinda qenc e, ew diha bextewar û sihet-qewat e. Lê merivê hêrs û sert, bextewar nîne, çimkî kesên din xwe dûrî wî digirin.

Xêncî vê yekê, em dikarin strêsa xwe kêm kin, hergê hindava xweda jî qenc bin. Mesele, nelazim e gelek tiştên nerêalî ji xwe dewa kin û nelazim e xwe bêkêr hesab kin. Îsa got: “Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî” (Markos 12:31).

(Îbranî 13:17)

17 Guhdariya rêberêd xwe bikin û gura wanda bin. Ewana bona ruhê we xewê ji çevê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek karê nade we.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin