Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
© 2024 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
5-11 GULANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 12
(Metelok 12:11)
11 Yê erdê xwe bêcer dike, wê nanê xwe têr bixwe, lê yê dide pey tiştê pûç, ewa yekî bêhiş e.
(Metelok 12:24)
24 Destê merivê xîret serwêrîyê dike, lê xweranedîtî borcdar e.
(Metelok 12:14)
14 Meriv bi berê devê xwe xêr-xiznêva têr dibe û weke kirên desta ew para xwe distîne.
Xebata bi Xîret, Tê Keremkirinê
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 12:16)
16 Axmax pêra-pêra hêrsa xwe dide kifşê, lê yê aqil şaşîyê vedişêre.
8 Lê heger merivek bona xwexatiya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye û ji nebawera jî xirabtir e.
12-18 GULANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 13
(Metelok 13:9)
9 Çira merivên rast wê şewq bide, lê çira yê nepaka wê vêse.
(Metelok 13:20)
20 Hevalê serwaxta serwaxt dertê, hevalê axmaxa xirab dertê.
(Metelok 13:25)
25 Yê rast dixwe çevê wî xwarinêda namîne, lê zikê yê nepak nizane têrbûn çî ye.
Ji “Çira yê Nepaka” Neyê Xapandinê
it-2 196 ¶2-3
Çira
Xebitandina bi Cûrên Mayîn. Çira tê hesabê ev yek, çi ku meriv dide xebatê, wekî riya xwe ronayî ke. Mesele, kitêba Metelok 13:9-da, kîderê ku merivên rast himberî yên nerast dibin, usa tê gotinê: “Çira merivên rast wê şewq bide, lê çira yê nepaka wê vêse”. Çira merivên rast hêdî-hêdî diha şewq dide, lê çira merivên xirab çiqas ronayê bide jî, dêmek riya wana çiqas pêşdaçûyî bê kifşê jî, yeke Xwedê wê usa bike, ku axiriyêda ewana wê bikevine teriyê, kîderê wê eseyî bişimitin. Ev yek wê bê pêşiya wan meriva, yên ku xirabiyê dê-bavê xwera dixwazin (Mtl. 20:20).
Gava tê gotinê ku “çira yê nepaka wê vêse”, ev tê hesabê ku axiriya wî wê nebaş be. Metelokeke dinda jî usa tê gotinê: “Çimkî xêra axirîya yê xirab tune, çira yê nepak wê vêse” (Mtl. 24:20).
w12 15/7 12 ¶3
Xwedayê Azayêra Xizmet ke
3 Hergê Mîrê-cina karibû du merivên bêqisûr û îlahî gelek meleka jî bixalifîne, wekî ewana miqabilî serwêrtiya Xwedê derên, hemikî ewê bikaribe me jî bixalifîne. Ew dîsa jî van mêtoda dide xebatê, çi ku berê dida xebatê. Ew dixwaze me bide bawerkirinê, wekî normên Xwedê bargiran in û rûyê vê yekêda em şabûn û lezetê nastînin (1 Yûhenna 5:3). Hergê em timê tevî merivên usa hevaltiyê dikin, yên ku usa dişirmîş dibin, nihêrandina wan dikare ser me jî hukum ke. Xûşkeke meye 24 salî, ya ku bênamûsî kiribû, dibêje: “Hevaltiya tevî van meriva, yên ku xirabî dikirin, gelek ser min hukum dikir, çimkî ez ditirsiyam ku nihêrandina min wê ji ya hevalên min cude be”. Diqewime hûn jî rastî tiştekî usa hatine.
w04 15/7 31 ¶6
“Her Kesê Aqil bi Zanistîyê Dike”
Merivê rast û serwaxt, yê ku bi zanebûna rast hereket dike, wê bê keremkirinê. Silêman got: “Yê rast dixwe çevê wî xwarinêda namîne, lê zikê yê nepak nizane têrbûn çî ye” (Metelok 13:25). Yehowa zane ku çi bona me diha baş e malbetêda, xizmetiyêda, çaxê şîreta didine me û usa jî bona heleqetiya meye tevî meriva. Hergê em şîretên ji Xebera wî emirê xweda bidine xebatê, emê ser riya lape rast bimeşin.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 13:24)
24 Yê şiva şîretê nade xebatê, ew zara xwe hiz nake, lê yê hiz dike, ew zarotîyêda bi terbet şîret dike.
it-2 276 ¶2
Hezkirin
Hezkirin dikare bi cûrê nerast jî bê eyankirinê. Meriv tenê vî çaxî dikare bi cûrê rast hezkirinê bide kifşê, gava rêberiya ruhê pîroz digere û usa jî çaxê zanebûna ji Xebera Xwedê qazanc dike û emirê xweda dide xebatê. Mesele, hergê bavê ku zara xwe hez dike, ser hîmê hestên xwe hemû tiştî îzinê bide zara xwe, hingê hezkirina wî wê nerast bê eyankirinê. Bav wê hukumê xwe nerast bide xebatê û zara xwe ça lazim e şîret neke, û hela hê vî çaxî jî wî ceza neke, gava lazim e (Mtl. 22:15). Ev yek hezkirina rast nîne, lê eyankirina babaxiyê û xweheziyê ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku vê derecêda bav ne ku hezkirinê dide kifşê, lê nefretiyê, çimkî ev vê yekê nake, çi ku wê emirê zara wî xilaz ke (Mtl. 13:24; 23:13, 14).
19-25 GULANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 14
(Metelok 14:15)
15 Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe.
(Metelok 14:12)
12 Rê heye ku mêrivra rast xuya dike, lê xilazîya wê rîya mirinê ye.
(Metelok 14:7)
7 Ji merivê axmax dûr keve, tu zanebûnê devê wîda nabînî.
Wedê Qeziya Gavên Rast Bavêjin
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 14:15)
15 Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe.
26 GULANÊ–1 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 15
(Metelok 15:15)
15 Xweyê dilê kul her roj şînêda ye, lê xweyê dilê şa her tim şayêda ye.
(Metelok 15:17)
17 Qenc e xwarina pincarê bi hizkirinê, ne ku gayê dermalîkirî bi kîn-box.
(Metelok 15:23)
23 Meriv pê cabdayîna xweye rast şa dibe, çiqas xweşe her xeber wextê xweda!
(Metelok 15:30)
30 Ronaîya çeva dil şa dike, mizgînîya xêr jî hestûya dişidîne.
Alî Meriva Bikin Şabûnê Bistînin
w10 15/11 31 ¶16
Em Gerekê Bêqisûrtiyê Xwey kin!
16 Îbo merivekî mêvanhez bû (Îb. 31:31, 32). Diqewime em merivne dewletî nînin, lê dîsa jî em dikarin mêvanheziyê bidine kifşê (Rom. 12:13). Mesele, em dikarin tiştekî sivik bidine ber mêvana û bîr nekin, ku diha baş e “xwarina pincarê bi hizkirinê, ne ku gayê dermalîkirî bi kîn-box” (Metlk. 15:17). Çaxê em tevî xûşk-bira top dibin û bi hezkirinê wede derbaz dikin, vî çaxî hela hê xwarineke sivik jî mera şabûnê tîne û em ruhanîda hevdu qewî dikin.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 15:22)
22 Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî.
ijwbq 39 ¶3
Gelo Mesîhî Dikare Alîkariya Mêdîsînayê Qebûl ke?
2. Gelo lazim e nihêrandina doxdirên din jî pêbihesim? Belê, şîretên “gelek şîretkara” dikare kareke mezin bîne, îlahî gava meriv halekî giranda ne (Metelok 15:22).
2-8 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 16
(Metelok 16:3)
3 Şixulê xwe bide destê Xudan û tê bigihîjî nêt-meremê xwe.
(Metelok 16:20)
20 Kî şixulê xwe bi serwaxtîyê dike karê dikeve û yê ku xwe dispêre Xudan xwezilî ye.
(Metelok 16:7)
7 Gava Xudan rîya yekî begem dike, heta dijminê wî jî tevî wî li hev tîne.
(Metelok 16:25)
25 Rê heye ku mêrivra rast xuya dike, lê xilazîya wê rîya mirinê ye.
Sê Pirs ku Alî Me Dikin Safîkirinên Rast Bikin
w14 15/1 19-20 ¶11-12
Cahilno, Safîkirinên Bîlan Bikin
11 Gava em Yehowara xizmet dikin, ev yek şabûneke gelek mezin mera tîne (Metlk. 16:20). Bergirê Yêremya, Barûk, wextekî derheqa vê yekê bîr kir û ji xizmetiyê şabûn nedistand. Yehowa gote wî: “Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tişta! Çimkî hindik maye ku ez xirabiyê ser hemû beşerêva [meriva] bînim . . . li her dera ku tu herî, ezê canê te ji tera bikim malê talên” (Yêrem. 45:3, 5, ÎM). Hûn ça difikirin, çi dikaribû dilê Barûk şa kira? Tiştên mezin, ku ew pey diket, yan ev yek, ku wedê wêrankirina Orşelîmê ew sax ma? (Aqûb 1:12)
12 Birakî me bi navê Ramîro ji xizmetiyê şabûnê distîne. Ew dibêje: “Ez malbeteke kesîbda mezin bûme. Lema jî çaxê birê minî mezin gote min, ku ezê herim ûnîvêrsîtêtê û ewê perê hînbûna min bide, ev yek minra hewas hate kifşê. Lê çendek pêşiya vê yekê, ez hatime nixumandinê û mecaleke din minra hatibû dayînê. Pêşengekî ez teglîf kirim, wekî tevî wî herim bajarekî biçûkda xizmet kim. Ez çûme wêderê, hîn bûm ku pora bibirim û min destpêkir porê mêra bibirim. Me merivara derheqa hînbûna Kitêba Pîroz digot û wana jî bi şabûnê qebûl dikir. Paşê min destpêkir vê civatêda xizmet kim, ya ku teze hatibû sazkirinê û ser zimanê bineliyên wî ciyî dihate derbazkirinê. Eva îda 10 sal e, ku ez ça xizmetkarê hertim xizmet dikim. Tu şixul wê şabûneke usa mezin minra neaniya, çawa ku ez ji xizmetiyê distînim û alî meriva dikim ser zimanê xwe rastiyê pêbihesin”.
w13 15/9 17 ¶1-3
Gelo Hûn Têne Guhastinê?
SER me her kesî hukum dike ev yek, ku em kîderê mezin bûne û dijîn. Ev yek ku em çi kinca li xwe dikin, ça xwe didine kifşê, çi xwarinê hez dikin, gelek car derecên emirê meva û merivên der-dorê meva girêdayî ne.
2 Lê bi rastî tiştên diha ferz hene, ne ku xwarin û kincxwekirina me. Mesele, ji biçûktayêda em hîn dikirin, ku filan tişt rast e û îzin heye bikin, lê filan tişt jî na. Belê, ev yek safîkirin û nihêrandina merivva girêdayî ye. Û gelek car bijartinên me îsafa meva girêdayî ne. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku gelek car merivên ji miletên din “ku Qanûna wan tune, . . . bê hemdê xwe xwestinên Qanûnê diqedînin” (Rom. 2:14). Lê gelo ev tê hesabê ku gava bona hine pirsa raste-rast qanûn nehatiye dayînê, em îda dikarin bi nihêrandina xwe safî kin, çimkî em usa hatine mezinkirinê, yan jî ev nihêrandin mihala meda belabûyî ye?
3 Kêmî-kêm du menî hene, ku şirovedikin wekî çira Mesîhî usa dişirmîş nabin. Ya pêşin Kitêba Pîrozda tê gotinê ku: “Rê heye ku mêrivra rast xuya dike, lê xilazîya wê rîya mirinê ye” (Metlk. 16:25). Ji bo vê yekê ku em merivne gunekar in, em nikarin bi temamî rast rêberiya gavên xwe bikin (Metlk. 28:26; Yêrem. 10:23). Û ya duda jî, Mîrê-cina, yê ku “xwedayê vê dinyayê” ye, normên vê dinyayê kontrol dike (2 Korn. 4:4; 1 Yûhn. 5:19). Lema jî hergê em dixwazin, wekî Yehowa me qebûl ke û kerem ke, em gerekê guh bidine vê şîreta ji kitêba Romayî 12:2 (Bixûne).
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 16:22)
22 Hiş, bona xweyîhişa kanîya jîyînê ye, lê bona bêhişa şîret axmaxtî ye.
it-1 629
Şîretkirin
Çaxê Şîretê Qebûl Dikin, yan jî Înkar Dikin. Çaxê merivên xirab, axmax û yên ku normên nav-namûsiyê xwey nakin, şîretên Yehowa qebûl nakin, bi vê yekê ewana didine kifşê, wekî şîretên wî nefret dikin (Zb. 50:16, 17; Mtl. 1:7). Ji bo vê yekê ewana zirareke mezin distînin, dêmek cezakirineke sert. Metelokêda tê gotinê: “Bona bêhişa şîret axmaxtî ye” (Mtl. 16:22). Merivên usa xwexa xezebê ser xweda tînin, dêmek ewana dibine robet, kesîb, nexweş dikevin û dimirin. Ça em ji serhatiya miletê Îsraêlê pêdihesin, gava meriv şîreta înkar dike, ev zirareke mezin distîne. Îsraêliya guh nedidane temî û şîretên pêxembera. Çaxê Yehowa wana nediparast û kerem ser wanda nedibarand, dîsa jî wana guh nedida şîretên wî. Axiriyêda, çawa ku pêxembera digot, Îsraêlî hatine cezakirinê, dijmina ew alt kirin û birine dîltiyê (Yêr. 2:30; 5:3; 7:28; 17:23; 32:33; Hs. 7:12-16; 10:10; Sf. 3:2).
9-15 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 17
(Metelok 17:1)
1 Qenc e perî nanê hişk bi edilayê, ne ku maleke têre-tijî bi şer-dew.
(Metelok 17:9)
9 Yê xirabîyê dinixême hevalkar e, lê yê dike dengî hevalder e.
(Metelok 17:14)
14 Destpêbûna şêr mîna avberdanê ye, hê şer ku giran nebûye jê dûr keve.
Ji Edilaya Zewacêda Şabûnê Bistîne
g 9/14 11 ¶2
Ça Xeydê ji Dilê Xwe Derxin
Bi helalî dilê xwe lêkolîn kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku hine meriv hêrs dikevin û tevlihev dibin (Metelok 29:22). Gelo tu jî? Mesele, pirsên usa bide xwe: “Gelo ez xeydê dilê xweda xwey dikim? Gelo ez zû dixeyîdim? Gelo ez mêşekî dikime gamêşekî?” Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê xirabîyê dinixême hevalkar e, lê yê dike dengî hevalder e” (Metelok 17:9; Waîz 7:9). Vê yekê dikarin derheqa zewacê jî bêjin. Hergê hûn zû dixeyîdin, ji xwe bipirsin: “Gelo ez dikarim diha zêde sebirê hindava hevalzewacê xwe bidime kifşê?” (Prînsîpa Kitêba Pîroz: 1 Petrûs 4:8).
w08 1/5 10 ¶6–11 ¶1
Safîkirina Problêma
1. Wede bivînin, ku derheqa problêmê xeber din. “Wextê her tiştî heye, . . . dema hişbûnê û dema peyivînê [xeberdanê] heye” (Waîz 3:1, 7, ÎM). Hine çetinayî dikarin hêrsê pêşda bînin. Hergê tiştekî usa biqewime, xwegirtinê bidine kifşê û bînin bîra xwe ku “dema hişbûnê” heye. Hîviyê nîbin heta êmosiyên we bin kontrolê derên. Heleqetiya we wê ziyanê nestîne, hergê hûn guh bidine vê şîreta Kitêba Pîroz: “Destpêbûna şêr mîna avberdanê ye, hê şer ku giran nebûye jê dûr keve” (Metelok 17:14).
Lê wedê xeberdanê jî heye. Problêm mîna zîwanê ne, hergê vana kokêva dernexin, wê zû ji hev zêde bin. Hergê we xeberdana hevalzewacê xwe birî, qedir hindava wî bidine kifşê û soz bidin, ku hûnê paşê dîsa derheqa vê problêmê xeber din. Problêmê pişt guhê xweva nevêjin, çimkî problêm wê xwexa neyê safîkirinê. Ev yek wê alî we bike li gora vê şîreta ji Kitêba Pîroz bijîn: “Bira ro ser hêrsa wera neçe ava” (Efesî 4:26). Paşê eseyî sozê xwe bînin sêrî.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 17:24)
24 Serwaxtî li ber çevê femdara ye, lê çevên axmaxa virda-wêda dinihêrin.
it-1 790 ¶2
Çev
Hestên meriv bi saya çevên wî têne eyankirinê. Pê çevê meriv dikare bê kifşê, hela ew gunê xwe kesekî tîne yan na (Qn.Dc. 19:13). Merivên ku qerfên xwe kesekî dikin yan jî dixwazin dîna meriva bikişînin ser tiştekî, çevê xwe hevdura diqurçînin (Zb. 35:19; Mtl. 6:13; 16:30). Derheqa vî merivî, yê ku yan çi têdernaxe yan jî naxwaze alî kesekî bike, tê gotinê ku ew çevê xwe ser vê yekê dadide yan jî vedişêre (Mt. 13:15; Mtl. 28:27). Derheqa merivê axmax tê gotinê, ku çevên wî “virda-wêda dinihêrin” û fikirên wî her dera ne, ne ku ser tiştên ferz in (Mtl. 17:24). Usa jî pê çevê meriv tê kifşê, ku ew sihet-qewat e yan na, yekî ser xwe ye û bextewar e yan na (1 Sm. 14:27-29; Qn.Dc. 34:7; Îb. 17:7; Zb. 6:7; 88:9). Yehoşefat Padşa gote Yehowa: “Çevên me li ser te ne!” (2 Dr. 20:12).
16-22 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 18
(Metelok 18:4)
4 Gotinên devê mêriv avên kûr in, ji kanîya serwaxtîyê çem dikişin.
(Metelok 18:13)
13 Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye.
(Metelok 18:24)
24 Merivê xweyê gelek heval, bela serê wî ye, lê heval jî hene ji birakî çêtir in.
Berdiliyê Bide Wan Meriva, Yên ku Nexweş in
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 18:18)
18 Peşk-avîtin şer-dewa dide sekinandinê û yên zor li hev dide rûniştandinê.
it-2 271-272
Peşk
Wedê berê seva ku pirsekê safî kirana, peşk davîtin. Kevirên biçûke girover, yan jî cûre-cûre kidorên ji dar û kevir, ça peşk didane xebatê. Peşk dikirine pêşa xwe, yan jî derdanekê û hev dixistin. Ev meriv, peşka kê derdiket yan jî derdixistin, bona tiştekî dihate bijartinê. Mîna sondxwarinê, peşk-avîtin jî duava girêdayî bû. Dua yan bi dengê bilind dihate gotinê, yan jî xwexa peşk-avîtin dihate hesabê dua. Paşî avîtina peşk meriv hîviyê bûn, wekî Yehowa wê qirara xwe zelal bide kifşê. Xebera peşk (bi Îbranî goral) çawa raste-rast usa jî bi sîmbolîk didane xebatê û ev dihate hesabê ‘par’ û ‘risq’ (Yêş. 15:1; Zb. 16:5; 125:3; Îş. 57:6; Yêr. 13:25).
Ça dihate xebitandinê. Metelok 16:33-da tê gotinê, wekî peşk davêjine pêşa kincekî, lê hemû safîkirinên ku bi saya vê têne kirinê, ji Yehowa ne. Îsraêlêda peşk didane xebatê wekî şer-dewa bidine sekinandinê. Metelok 18:18-da tê gotinê: “Peşk-avîtin şer-dewa dide sekinandinê û yên zor li hev dide rûniştandinê”. Lê peşk nedidane xebatê seva xumarbaziyê, yan jî seva ku wedê xwe derbaz kin û pera qazanc kin. Ev ne bona kara paristgehê yan jî kahîna dihate xebitandinê, ne jî wekî komekê bidine kesîba. Lê eskerên Romayî, yên ku bona kincên Îsa peşk avîtin, çawa ku Zebûr 22:18-da hatibû pêxembertîkirinê, bona kara xwe vê yekê kirin (Mt. 27:35).
23-29 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 19
(Metelok 19:11)
11 Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe û rûspîtîya wî qusûr-nenihêrandin e.
(Metelok 19:17)
17 Yê ku alîkarîya kesîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke.
(Metelok 19:22)
22 Qenc e meriv heyra qencîkirinêda be, merivê kesîb ji yê derewîn çêtir e.
Bona Xûşk-Bira Hevalekî Amin be
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 19:21)
21 Dilê mêrivda gelek merem hene, lê tenê xwestina Xudan tê sêrî.
it-1 515
Şîret, Şîretkar
Yehowa Xwedayê bîlaniyê ye, û lema jî ew hewcê tu şîreta nîne (Îş. 40:13; Rm. 11:34). Kurê wî “Şîretkarê Pir Baş” e, yê ku rêberiyê dide, çimkî ewî guh dida şîretên Bavê xwe û li gora vê yekê dijît, û usa jî ruhê Xwedê ser wî ye (Îş. 9:6, DT; 11:2; Yn. 5:19, 30). Lema jî seva ku em şîreteke baş bidin, em gerekê nihêrandina Yehowa hildin hesab. Hemû şîretên ku miqabilî qirara Xwedê ne, bêkêr in û ev ne jî têne hesabê şîret (Mtl. 19:21; 21:30).
30 HEZÎRANÊ–6 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 20
(Metelok 20:24, 25)
24 Gavê meriv ji Xudanda têne avîtinê, îdî rîya xwe çawa dikare ew fem bike? 25 Berî sozdayîna dîyarîya xwe, tu rind bide aqilê xwe, ku poşman nebî û bikevî tela xwe.
(Metelok 20:18)
18 Merem bi şêwirê tê eseyîkirinê, bi rêdîtinê şer bide kirinê.
(Metelok 20:5)
5 Meremê dilê mêriv avên kûr in, lê merivên bîlan wan hildiçinin.
Şîretên bona Hevdunaskirinê
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 20:11)
11 Heta qencî yan xirabîya xeysetê zarê jî bi kirên wî kifş dibin.