KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Mijdar rûp. 2-3
  • 3-9 Mijdarê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 3-9 Mijdarê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Mijdar rûp. 2-3

3-9 MIJDARÊ

STIRANA SILÊMAN 1-2

Kilama 132 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Serhatiya Derheqa Hezkirina Amin

(10 deqe)

[Vêxe VÎDÊO Pêşxebera Derheqa Stirana Silêman.]

Silêman payê keçika ji Şûnemê dida û soz da ku wê hebûka mezin pêşkêşî wê bike (St.Sl. 1:9-11)

Keçika ji Şûnemê dergîstiyê xwe, ku şivan bû, hez dikir, lema jî wîra amin ma (St.Sl. 2:16, 17; w15 1/1 29-30 ¶9-10)

Keçika ji Şûnemê teglîfkirina Padşê Silêman înkar dike, ku bikeve konê wî. Ewê pişta xwe daye wî. Sê xulamên Silêman destê xweda pêşgîr, teşt û kûp girtine.

ŞÎRET: Çaxê hûn Stirana Silêman dixûnin, “Naveroka Kin” ji Welgerandina Dinya Teze bidine xebatê, seva ku fem bikin kê xeber dide.

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • St.Sl. 2:7—Keçika ji Şûnemê çima meseleke baş e bona Mesîhiyên azep? (w15 1/1 30 ¶11)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Lq. 2:40-52 (th dersa 12)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Merivra derheqa rastîkî ji elametiya zêde A, ji broşûra Meriva Hez kin, gilî ke (lmd dersa 1, abzasa 3).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) MAL BI MAL. Merivra derheqa rastîkî ji elametiya zêde A, ji broşûra Meriva Hez kin, gilî ke (lmd dersa 9, abzasa 3).

6. Şagirta Hazir kin

(5 deqe) lff dersa 18, pêşxeber û abzasa 1-3 (th dersa 8)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 46

7. Merivê Merd wê Bê Keremkirinê

(15 deqe) Şêwirkirina rûspî.

Çaxê em bi merdanî wede, qewat û tiştên din xerc dikin, seva ku alî meriva bikin, em keremên mezin distînin. Hemikî ew meriv, alî kîjanî ku em dikin, şa dibe, lê em jî şabûneke mezin distînin (Mtl. 22:9). Em şa dibin ne tenê ji bo vê yekê ku çev didine Efirandarê xwe, lê usa jî çimkî Ew me qebûl dike (Mtl. 19:17; Aqb. 1:17).

Keçikeke biçûk pere dike qutiya bona qurbankirinê.
Merivek bi saya planşêta xwe ser malpera me fûnksiyeke usa vêdixe, ku her meh pere qurban ke.

Vêxe VÎDÊO Merdanî Şabûnê Tîne. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Xûşk-birên ji vê vîdêoyê ça şabûn standin bi saya vê yekê, ku biratiya meye hemdinyayê merdaniyê dide kifşê?

  • Wana ça şabûn stand bi saya vê yekê, ku xwexa jî merdanî dane kifşê?

Hê Zêde ji Onlaynê Pêbihesin

Nîşana “Qurbankirin”, nexşa destê ku pere girtiye dide kifşê.

Tu çi cûreyî dikarî qurbana bikî, wekî piştgiriya şixulê Şedên Yehowa bikî? Aplîkasiya JW Library®-da bikeve rûpêla sêrî û xilaziya vê rûpêlê bitikîne “Qurbankirin”. Wêderê li para Pirsên Gelek Meriya, hûnê bivînin lînka Perequrbankirin bona Şedên Yehowa.

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) lfb dersa 32-33

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 137 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin