GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 46
KILAMA 17 “Dixwazim”
Kahînê Meyî Mezin, Îsa, Dilrem e
“Kahînê meyî mezin kêmasiyên me fem dike” (ÎBRANÎ 4:15).
VÊ GOTARÊDA
Emê pêbihesin ku Îsa yekî dilrem e û meriva fem dike, lema jî ew Kahînê Mezinî lapî baş e. Usa jî emê bivînin ku îro ew ça alî me dike.
1-2. a) Yehowa çima Kurê xwe şande ser erdê? b) Vê gotarêda emê derheqa çi xeber din? (Îbranî 5:7-9)
WEKE 2 000 sal pêşda, Yehowa Xwedê Kurê xweyî ezîz şande ser erdê. Yehowa ev yek kir, wekî însanetê ji gune û mirinê xilaz ke û zirara ku Mîrê-cina dayê, bide hildanê (Yûhenna 3:16; 1 Yûhenna 3:8). Yehowa zanibû, wekî jîyîna ser erdê wê alî Îsa bike ku ew halê meriva rind fem ke, dilşewat be û dilrem be. Usa ewê bikaribûya kifşkirina xwe, ku bibe Kahînê Mezin bi cûrê lapî baş, bianiya sêrî. Îsa Mesîh sala 29 D.M.-da, paşî nixumandina xwe bû Kahînê Mezin.a
2 Vê gotarêda emê bivînin, ku jîyîna Îsaye ser erdê ça alî wî kir, wekî ew halê meriva rind fem ke, dilrem be û bikaribe vê kifşkirina xwe bîne sêrî. Çiqas baş emê fem kin ku ça Îsa bona kifşkirina xwe “gihîşte kamiliyê”, haqas mera wê diha hêsa be Yehowara dua bikin, gava em ji bo gune û kêmasiyên xwe dilteng dibin (Bixûne Îbranî 5:7-9).
XWEDÊ KURÊ XWEYÎ HEZKIRÎ DIŞÎNE DINYAYÊ
3-4. Gava Îsa hate ser erdê, ew rastî kîjan çetinaya hat?
3 Gava em mala xwe bar dikin û diçin cîkî ji malbet û hevalên xwe dûr, ev yek dikare bona me gelek çetin be. Lê halê tu kesî mîna halê Îsa çetin nîbû. Ser ezmana ew nav melekada yê herî pêşin bû. Yehowa wî hez dikir, û ew jî timê bi şabûnê kêleka Bavê xwe bû û jêra xizmet dikir (Zebûr 16:11; Metelok 8:30). Lê çawa ku Fîlîpî 2:7 dide kifşê, ew hazir bû “terka her tiştî” bide û ser erdê nav merivên gunekarda bijî.
4 Usa jî, bide ber çevê xwe biçûktaya Îsa. Ji vê yekê ku dê-bavê wî paşî bûyîna wî qurbaneke erzan pêşkêş kirin, tê kifşê wekî ewana kesîb bûn (Qanûna Kahîntiyê 12:8; Lûqa 2:24). Gava Hêrodes Padşa derheqa bûyîna Îsa bihîst, ewî xwest wî bikuje. Lema jî, dê-bavê wî mecbûr bûn tevî wî birevine welatê Misirê û wêderê ça koçber bijîn (Metta 2:13, 15). Belê, jîyîna Îsaye ser erdê ji jîyîna wîye ser ezmana gelek cude dibû!
5. Îsa ser erdê çi didît, û ça ev tişt wî bona kifşkirina ku bibe Kahînê Mezin hazir kirin? (Binihêre usa jî şikil.)
5 Gava Îsa ser erdê bû, ewî kul-derdên meriva didîtin. Ça tê kifşê, ewî mirina çend heval û merivên xwe dît, mesele mirina zirbavê xwe Ûsiv. Lema jî ewî rind zanibû, ku êşa mirinê tiştekî çiqas giran e. Xizmetiya xweda ewî merivên kotî, kor û seqet didîtin, usa jî merivên ku zarên xwe unda kiribûn didît, û dilê wî ser wan hemûya dişewitî (Metta 9:2, 6; 15:30; 20:34; Markos 1:40, 41; Lûqa 7:13). Rast e gava ew hê ser ezmana bû ev tişt didîtin, lê ser erdê ew ça meriv îda bi cûrekî din kul-derdên meriva dît (Îşaya 53:4). Bi saya emirê xweyî ser erdê, Îsa rind fem dike ku meriv çi texmîn dikin, bona çi xemgîn dibin û êşeke ça dikişînin. Mîna merivên din, Îsa jî diwestiya, xemgîn dibû û ber xwe diket.
Îsa dikete heyra merivên ku ji bo kul-derda diçerçirîn, û dilê wî ser wan dişewitî (Binihêre abzasa 5)
ÎSA MESÎH YEKÎ DILREM E
6. Giliyên Îşaya pêxember derheqa dilremiya Îsa çi nîşanî me dikin? (Îşaya 42:3)
6 Wedê xizmetiya xwe, Îsa hindava kesên hêsîr û belengaz dilrem bû. Usa ewî tiştên ku pêşda derheqa wî hatibûn pêxembertîkirinê, anî sêrî. Nivîsarên Pîrozda, kesên dewletî û pêşdaçûyî carna beramberî baxçekî berdar yan darên mezin dibin (Zebûr 92:12; Îşaya 61:3; Yêremya 31:12). Lê kesên belengaz û kesîb beramberî “qamîşê perçiqandî” û “fitîla” ku ditemire dibin (Bixûne Îşaya 42:3; Metta 12:20). Ji bîna ber Xwedê, Îşaya pêxember bi saya van xebera pêşda da kifşê, ku Mesîh wê hindava merivên nimizkirî dilovan û dilrem be.
7-8. Îsa giliyên Îşaya pêxember ça anî sêrî?
7 Metta Mizgîniya xweda nîşan dike, wekî giliyên Îşaya pêxember ser Îsa hatine sêrî: “Ewê qamîşê ziyanketî neperçiqîne, û fitîla ku dû dike netemirîne”. Hine merivên ku xwe perçiqandî yan bêçare texmîn dikirin, ji keremetên Îsa kar standin. Mesele, mêrekî ku bi kotîbûnê nexweş bû, diqewime difikirî ku wê tu car nikaribe qenc be û vegere cem malbet û dostên xwe (Lûqa 5:12, 13). Usa jî mêrekî ker hebû, yê ku nikaribû bi zelalî xeber da. Hela bifikire ku gava kesên din bi şabûnê tevî hev xeber didan, ewî xwe ça texmîn dikir (Markos 7:32, 33).
8 Serda jî, rojên Îsada gelek Cihûiya bawer dikirin, wekî kesên nexweş ji bo gunên xwe yan gunên dê-bavê xwe, hatine cezakirinê (Yûhenna 9:2). Bona vê baweriya şaş, kesên din ser wan ça ser kesên nimiz dinihêrîn. Çawa ku Îşaya pêxember pêşda gotibû, Mesîh him merivên nexweş qenc dikir, him jî nîşanî wan dikir, ku Xwedê dikeve heyra wan. Ev yek çida me dide bawerkirinê?
9. Li gora Îbranî 4:15, 16, Kahînê meyî Mezin hindava meda çawa ne?
9 Bixûne Îbranî 4:15, 16. Em dikarin bawer bin, ku Îsa me fem dike. Gelo ev yek çi tê hesabê? Merivê femkar derdên kesên din divîne û hestên wan fem dike. Xebera Yûnanî, ya ku ça “fem dike” hatiye welgerandinê, tê hesabê ku dilê kesekî ser merivên ku derd dikişînin, dişewite. Rêzên ku besa keremetên Îsa dikin, didine kifşê, wekî dilê wî çiqas ser meriva dişewitî. Meniya sereke ku çima ewî meriv qenc dikirin ew nîbû ku ev borcdar bû, lê ew bû ku ewî meriv hez dikirin û dixwest alî wan bike. Mesele, gava ewî mêrê ku bi kotîbûnê nexweş bû qenc kir, ewî dikaribû hinekî dûrva wî qenc kira. Lê Îsa nêzîkî wî bû û destê xwe danî ser wî. Dibeke bi gelek sala tu kesî destê xwe nedabû wî. Usa jî, pêşiya ku Îsa mêrê ker qenc kira, ewî ew ji meriva dûr xist, wekî ew xwe rihet texmîn ke. Carekê jî, kulfeteke ku gunê xwe tobe dikir, nigên Îsa bi hêsirên xwe şûşt û bi porê xwe ziha kir. Fêrisî ser wê ça ser kesê nimiz nihêrî, lê Îsa pişta wê kulfetê girt û sert nihêrandina Fêrisî rast kir (Metta 8:3; Markos 7:33; Lûqa 7:44). Belê, Îsa xwe ji kesên nexweş yan ji kesên ku gunên giran kiribûn, dûr nedigirt, lê ewana qebûl dikirin û dilê wan qewî dikir. Em dikarin bawer bin ku ew hindava meda jî hema usa ne!
ÇEV BIDE KAHÎNÊ MEYÎ MEZIN
10. Em ça dikarin alî kesên ker û kor bikin? (Binihêre usa jî şikil.)
10 Em şagirtên Îsa ne, lema jî em dixwazin hezkirin, berdilî û dilremiyêda çev bidine wî (1 Petrûs 2:21; 3:8). Hemikî em nikarin merivên ker û kor qenc kin, lê em dikarin alî wan bikin bibine dostên Xwedê. Mesele, edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz îda ser zêdetirî 100 zimanên ker-lala hene. Bona merivên kor, edebyetên bi nivîsara Braîlê ser 60 zimanî zêdetir hene, û aûdîo-şirovekirinên vîdêoyên me ser 100 zimanî zêdetir têne derxistinê. Ev edebyet alî kesên ker û kor dikin, wekî ewana Yehowa û Kurê wî nas kin û nêzîkî wan bin.
Edebyetên me ser 1 000 zimanî zêdetir hene
Aliyê çepê: Zêdetirî 100 zimanên ker-lala
Aliyê rastê: Zêdetirî 60 zimanên bi nivîsara Braîlê
(Binihêre abzasa 10)
11. Teşkîleta Yehowa ça mîna Îsa bona hemû mileta xem dike? (Karên Şandiya 2:5-7, 33) (Binihêre usa jî şikil.)
11 Teşkîleta Yehowa xîret dike ku alî merivên ji hemû mileta bike. Paşî ku Îsa ji mirinê hatibû saxkirinê, ewî ruhê pîroz da şagirtên xwe, wekî hemû merivên ku Roja Pênciye Hesab top bibûn, bikaribin mizgîniyê ser zimanê xwe bibihên (Bixûne Karên Şandiya 2:5-7, 33). Li gora rêberiya Îsa, teşkîleta me edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz ser 1 000 zimanî zêdetir derdixe. Ser hine ji van zimana tenê hine meriv xeber didin. Mesele, hine zimanên miletên çermesor hene, yên ku li Amêrîkaya Bakurê û Başûrê dijîn, û merivên ku ser wan zimana xeber didin, gelek hindik in. Lê dîsa jî, edebyetên me bi zêdetirî 160 zimanên usa hatine welgerandinê, wekî merivên ku ser wan zimana xeber didin, mizgîniyê bibihên. Usa jî edebyetên me ser zêdetirî 20 zimanên Romanî têne derxistinê. Bi hezara kesên ku ser van zimana xeber didin, bûne xizmetkarên Yehowa.
Aliyê çepê: Zêdetirî 160 zimanên miletên çermesor
Aliyê rastê: Zêdetirî 20 zimanên Romanî
(Binihêre abzasa 11)
12. Teşkîleta Yehowa dîsa ça alî meriva dike?
12 Xêncî vê yekê ku teşkîleta Yehowa rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike, ew alîkariyê dide kesên ku ji bo teşqelên tebiyetê zirarê distînin. Bi hezara meriv hazir in alî wan xûşk-bira bikin. Teşkîleta me usa jî odên civata ava dike, wekî meriv bikaribin wêderê top bin û derheqa hezkirina Xwedêye hindava wan pêbihesin.
KAHÎNÊ MEYÎ MEZIN DIKARE ALÎ TE BIKE
13. Îsa ça alî me dike?
13 Îsa şivanê meyî qenc e, lema jî ew dîna xwe dide hewcên meye şexsî, wekî em bikaribin heleqetiya nêzîk tevî Yehowa xwey kin (Yûhenna 10:14; Efesî 4:7). Carna ji bo tiştên ku têne serê me, dibeke em xwe mîna fitîleke ku ditemire, yan mîna qamîşekî perçiqandî texmîn kin. Dibeke em ji bo nexweşîke giran, şaşîke xwe yan problêmeke ku orta me û xûşk yan birakîda heye, xemgîn bin. Yan jî diqewime mera çetin e dîna xwe bidine gumana xwe û bona derdên xwe ber xwe nekevin. Lê bîr neke, ku Îsa halê te divîne û hestên te fem dike. Ew dilrem e, û hazir e alî te bike. Mesele, gava qidûmê te tune, ew dikare bi alîkariya ruhê pîroz qewatê bide te (Yûhenna 16:7; Tîto 3:6). Usa jî Îsa dikare him bi alîkariya rûspiyên ku bona me “ça pêşkêş” in, him jî bi alîkariya xûşk-birên din hêlanê bide me û piştgiriya me bike (Efesî 4:8).
14. Gava em dilteng dibin, em çi dikarin bikin?
14 Hergê tu dilteng bûyî, bîne bîra xwe ku Îsa Kahînê meyî Mezin e. Yehowa ew şandibû ser erdê ne tenê seva ku ew emirê xwe ça qurban bide, lê usa jî wekî ew derdên merivên gunekar diha baş fem ke. Gava em ji bo gune û kêmasiyên xwe dilteng dibin, Îsa hazir e alî me bike (Îbranî 4:15, 16).
15. Çi alî birakî kir, ku ji keriyê Yehowa dûr ketibû, wekî ew vegere civatê?
15 Îsa usa jî alî xizmetkarên Xwedê dike, wekî ewana kesên ku ji keriyê Yehowa dûr ketine, bivînin û alîkariyê bidine wan (Metta 18:12, 13). Mêrekî bi navê Stêfano,b donzdeh sal paşî vê yekê ku civatêda hatibû elamkirinê, wekî ew îda Şedê Yehowa nîne, safî kir here civatê. Ew dibêje: “Minra çetin bû herime civatê, lê min gelek dixwest dîsa vegerim malbeta Yehowa. Gava rûspiya ez civatêda dîtim, ewana gelek şa bûn. Carna min xwe bêqîmet texmîn dikir û ez difikirîm ku çare tune û ezê îda nikaribim dîsa bibime Şedê Yehowa. Lê rûspiya anî bîra min, ku Yehowa û Îsa dixwazin, wekî ez berdewam kim qewatê bidime xebatê û ruhanîda pêşda herim. Gava ez civatêda dîsa hatime qebûlkirinê, hemû xûşk-bira nêzîkî min bûn û wana bi dilgermî ez û malbeta min qebûl kirin. Wede şûnda, kulfeta min jî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir û îro em tevayî Yehowara xizmet dikin”. Gava xûşk-birên ku gunê xwe tobe dikin, alîkariyê distînin seva ku vegerine civatê, Kahînê meyî Mezin bê şik gelekî şa dibe!
16. Tu çima şêkirdar î ku Îsa Kahînê meyî Mezin e?
16 Gava Îsa ser erdê bû, ewî alî gelek meriva dikir. Îro jî em dikarin bawer bin, ku gava em hewcê alîkariyê ne, ew hazir e alî me bike. Dinya tezeda ewê alî merivên guhdar bike, wekî ewana ji hukumê gune bi temamî aza bin. Em gelek razî ne ku Yehowa bi hezkirin û dilovanî Kurê xwe kifş kiriye, wekî ew bibe Kahînê Mezin, yê ku dilrem e û me fem dike!
KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye
a Seva ku hê zêde pêbihesî derheqa vê yekê, ku ça Îsa dewsa kahînê mezinî berê girt, binihêre gotara bi navê “Xizmetiya Xweye Paristgeha Ruhanîda Qîmet ke”, ji Birca Qerewiliyê, meha Cotmehê, sala 2023, rûp 26, abz. 7-9.
b Nav hatiye guhastinê.