Qotiya Pirsa
◼ Çi çax dikarin hînkirina Kitêba Pîroz bidine sekinandinê?
Hergê şagirt ruhanîda pêşda naçe, hingê dikarî bi taktîkî hînkirina Kitêba Pîroz bidî sekinandinê (Mt. 10:11). Bifikirin: Ew bernama hînkirina Kitêba Pîroz bernade? Ew seva dersa, xwe pêşda hazir dike? Ew qe hatiye civatê? Ew yên dinênara gilî dike, ewê yekê çi ku pêdihese? Ew nav xweda hine guhastina dike li gora prînsîpên Kitêba Pîroz? Hemikî em gerekê fem bikin ku ji bo sal û feresetên xwe, her bende bi cûrê xwe ruhanîda pêşda diçe. Xêncî wê yekê, hergê tu hînkirina Kitêba Pîroz didî sekinandinê, heleqetiya xwe tevî wî neqetîne, seva ku hergê lazim bê li axriyêda dîsa jî hînkirinê tezeda destpêkî (1 Tîm. 2:4).