Tê Bîra We?
We rind dîna xwe da gotarên ji Birca Qerewiliyê yên vê salê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên van pirsa bidin:
Em çira şikiriyê didine Yehowa?
Em şikiriyê didine Yehowa, çimkî em qedirê wî digirin û wî hez dikin. Usa jî, em vê yekê dikin, çimkî em dixwazin ku kesên din jî wî nas bikin (w25.01, rûp. 3).
Gava kesek dilê me dêşîne, em çawa dikarin bibaxşînine wan?
Em hestên xwe pişt guhê xweva navêjin, lê gava em xeyd û hêrsê ji dilê xwe derdixin, ev yek alî me dike ku em hindava kesên din dilsar nebin (w25.02, rûp. 15-16).
Markos çira bona birên cahil meseleke baş e?
Markos hazir bû ku xizmet bike. Rast e ew dibeke ji bo derecekê xemgîn bibû, lê ewî xizmetiya xwe nedida sekinandinê. Ewî dostiya xwe tevî Pawlos û xûşk-birên gihîştî qewî dikir (w25.04, rûp. 27).
Îsa duayê xweda usa got: “Min navê te wanra eyan kir”. Ev gilî çi dihatine hesabê? (Yûhenna 17:26)
Şagirtên Îsa Mesîh îda zanibûn navê Xwedê çi ye. Lê Îsa wanra eyan kir ku pişt navê Yehowa çi ye, dêmek nêt, kar û hunurên Xwedê bi cûrekî bedew eyan kir (w25.05, rûp. 20-21).
Hergê em milûk in, em gerekê çi qebûl kin?
Gerekê em qebûl bikin ku em hine tişta nizanin. Mesele, em nizanin ku xilaziya vê dinyayê wê kengê bê, yan Yehowa wê çawa vê yekê bike. Usa jî, em nizanin ku sibê çi wê biqewime yan Yehowa me çiqas rind nas dike (w25.06, rûp. 15-18).
Çi dikare alî me bike ku em ji gotara karê bistînin?
Em dikarin ji xwe bipirsin: “Kîjan îzbatî têne xebitandinê, wekî guhdara hindava hînkirineke Kitêba Pîroz bidine bawerkirinê? Gava ez kesekîra besa vê rastiyê bikim, gelo ez dikarim çi meselê bidime xebatê? Ev têma kêra dikare hewas be?” (w25.07, rûp. 19).
Ev yek ku Yehowa hindava Dawidda ça bû, derheqa baxşandina wî çi mera eyan dike?
Dawid gunên giran kiribûn, lê gava ewî ji dil tobe kir, Yehowa baxşande wî (1 Padşatî 9:4, 5). Gava Yehowa dibaxşînine me, ew îda dîna xwe nade gunên me û wan nayne bîra me (w25.08, rûp. 17).
Hergê xwendekarekî Kitêba Pîrozra pirsek çetin e ku fem ke, tu dikarî çi bikî?
Hergê jêra pirsek çetin e ku fem ke, tu dikarî têmeke din tevî wî berdewam kî, û wede şûnda dîsa vegerî ser vê pirsê û jêra şirovekî (w25.09, rûp. 24).
Kitêba Pîroz dibêje ku gune dikare bixapîne (Îbranî 3:13). Çawa?
Gune dikare me bixalifîne ku em tiştên nerast bikin. Usa jî, gunekariya me dikare bibe sebeb ku şik bikeve dilê me, ku Yehowa me hez dike yan na (w25.10, rûp. 16).
Çi sê tişt dikarin alî me bikin ku em bi cûrekî diha baş Yehowara dua bikin?
1) Ser hunurên Yehowa bifikirin. 2) Pêşiya ku dua bikin, em dikarin bifikirin ku derdê me çi ye, mesele dibeke em gerekê bibaxşînine kesekî. 3) Leze-lez dua nekin. Duayên dirêj dikarin mecaleke diha baş bidin ku em dilê xwe Yehowara vekin (w25.10, rûp. 19-20).
Em ça dikarin alî kesên emirda mezin bikin?
Em dikarin teseliya wan bikin yan jî wanra têlê xin. Usa jî em dikarin tevî wan herin bal hekîm. Yan jî em dikarin tevî wan cûre-cûre xizmetiyêda hevkariyê bikin (w25.11, rûp. 6-7).
Dewata Mesîhiya gerekê ça derbaz be?
Xwe li qanûnên dewletê bigirin. Usa jî bira dewatêda hunurên ruhê pîroz eyan bin. Kincên maqûl xwe kin û ji edetên ku miqabilî Kitêba Pîroz in, birevin. Gava hûn pêşda safî dikin ku dewat ça derbaz be, derheqa her tiştî hûr bi hûr şêwir kin (w25.12, rûp. 21-24).