Sêşem, 30 Îlonê
Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin (1 Korn. 10:13).
Seva ku tu bikaribî cêribandinada amin bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa duayên xweda soz dabû Yehowa, wekî tu îda para wî yî. Mesele, gelo teyê îzin bida, wekî dilê te biketa kesekî zewicî? Hemikî na, çimkî te safî kiribû ku tuyê tiştekî usa nekî. Hergê tu îzin nedî ku xwestinên xirab bikevine dilê te, wê nelazim be wekî tu xwestinên usa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Rîya xirabada negere” (Metelok 4:14, 15). Bîne bîra xwe ku Îsa dixwest her tiştîda dilê Bavê xwe şa ke. Mîna wî, her tiştên ku dikare dilê Xwedê bêşîne, înkar ke (Metta 4:10; Yûhenna 8:29). Çaxê tu rastî tengasî û cêribandina têyî, tu dikarî nîşan kî, wekî tu ji dil dixwazî berdewam kî pey Îsa herî. Hergê tu usa bikî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. w24.03 9-10 ¶8-10
Çarşem, 1 Cotmehê
Serwaxtiya jorin, . . . guhdar e (Aqûb 3:17, DT).
Gelo qe usa dibe ku cara tera çetin e guhdar bî? Ev yek bona Dawid Padşa jî ne hêsa bû, lema jî ewî Xwedêra dua kir: “Bi ruhekî razî [hazirbûnê, DT] min bingeh ke” (Zebûr 51:12). Dawid Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, bona Dawid cara ne hêsa bû guh bide rêberiyê, û ev yek cara bona me jî ne hêsa ye. Gelo çira? Ya pêşin, neguhdarîbûn derbazî ser me hemûya bûye. Ya duda, Mîrê-cina timê her tiştî dike, wekî em çev bidine wî û miqabilî Yehowa derên (2 Korintî 11:3). Ya sisiya, em nava merivên usada dijîn, “yên ku ne gura Xwedêda” nin (Efesî 2:2). Em gerekê ji aliyê xweda her tiştî bikin, wekî ne ku tenê himberî xwestinên xweye gunekar şer bikin, lê usa jî himberî hukumê Mîrê-cina û dinya wî. Usa jî, em gerekê guh bidine Yehowa û wan meriva, kîjanara Ewî hukum daye. w23.10 6 ¶1
Pêşem, 2 Cotmehê
Te şerava rind heta niha xwey kiriye (Yûhn. 2:10).
Em dikarin ji vê keremeta Îsa çi hîn bin? Em derheqa milûktiyê hîn dibin. Îsa tu cara payê xwe nedida û xwe qure nedikir, ku ewî keremet dikirin. Dewsa vê yekê, ewî hertim bi milûktî Bavê xwe rûmet dikir (Yûhenna 5:19, 30; 8:28). Mîna Îsa, hergê em jî bi milûktî ser xwe bifikirin, emê tu car payê xwe nedin û xwe qure nekin, gava tiştekîda pêşda diçin. Gerekê em payê xwe nedin, lê pesinê Yehowa Xwedê bidin (Yêremya 9:23, 24). Belê, Yehowa hêjayî rûmetê ye. Bê alîkariya Xwedê, em qe nikarin pêşdaçûyî bin (1 Korintî 1:26-31). Hergê em milûk bin, emê dîna kesên din nekişînin ser qenciya ku me kiriye. Yehowa her tiştî divîne û qenciya me dişêkirîne (Beramber kin Metta 6:2-4; Îbranî 13:16). Hergê em çev didine milûktiya Îsa, emê dilê Yehowa şa bikin (1 Petrûs 5:6). w23.04 4 ¶9; 5 ¶11-12