Duşem, 29 Îlonê
Xwezî li wî bendeyî, ku neheqîyên wî hatine afûkirinê û guneyên wî hatine baxşandinê! (Zeb. 32:1)
Derheqa sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê kûr bifikire. Te ev gav avîtin, çimkî te dixwest aliyê Yehowa bigirî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer kî, wekî te riya rast dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, te destpêkir wî qîmet kî û hiz kî. Baweriya te diha qewî bû û te gunên xwe tobe kir. Te terka kirên xweye nerast da û jîyîna xwe li gora xwestina Xwedê guhast. Û tu gelek şa bûyî gava pêhesiyayî, wekî Xwedê gunê te baxşandiye (Zebûr 32:2). Tu çûyî civîna û te kesên dinra besa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha tu ça xizmetkarekî Xwedêyî nixumandî, ser riya ku dibe berbi jîyînê dimeşî û her tiştî dikî, wekî ji vê rê dernekevî (Metta 7:13, 14). Timê Yehowara amin be û guh bide temiyên wî. w23.07 17 ¶14; 19 ¶19
Sêşem, 30 Îlonê
Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin (1 Korn. 10:13).
Seva ku tu bikaribî cêribandinada amin bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa duayên xweda soz dabû Yehowa, wekî tu îda para wî yî. Mesele, gelo teyê îzin bida, wekî dilê te biketa kesekî zewicî? Hemikî na, çimkî te safî kiribû ku tuyê tiştekî usa nekî. Hergê tu îzin nedî ku xwestinên xirab bikevine dilê te, wê nelazim be wekî tu xwestinên usa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Rîya xirabada negere” (Metelok 4:14, 15). Bîne bîra xwe ku Îsa dixwest her tiştîda dilê Bavê xwe şa ke. Mîna wî, her tiştên ku dikare dilê Xwedê bêşîne, înkar ke (Metta 4:10; Yûhenna 8:29). Çaxê tu rastî tengasî û cêribandina têyî, tu dikarî nîşan kî, wekî tu ji dil dixwazî berdewam kî pey Îsa herî. Hergê tu usa bikî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. w24.03 9-10 ¶8-10
Çarşem, 1 Cotmehê
Serwaxtiya jorin, . . . guhdar e (Aqûb 3:17, DT).
Gelo qe usa dibe ku cara tera çetin e guhdar bî? Ev yek bona Dawid Padşa jî ne hêsa bû, lema jî ewî Xwedêra dua kir: “Bi ruhekî razî [hazirbûnê, DT] min bingeh ke” (Zebûr 51:12). Dawid Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, bona Dawid cara ne hêsa bû guh bide rêberiyê, û ev yek cara bona me jî ne hêsa ye. Gelo çira? Ya pêşin, neguhdarîbûn derbazî ser me hemûya bûye. Ya duda, Mîrê-cina timê her tiştî dike, wekî em çev bidine wî û miqabilî Yehowa derên (2 Korintî 11:3). Ya sisiya, em nava merivên usada dijîn, “yên ku ne gura Xwedêda” nin (Efesî 2:2). Em gerekê ji aliyê xweda her tiştî bikin, wekî ne ku tenê himberî xwestinên xweye gunekar şer bikin, lê usa jî himberî hukumê Mîrê-cina û dinya wî. Usa jî, em gerekê guh bidine Yehowa û wan meriva, kîjanara Ewî hukum daye. w23.10 6 ¶1