Înî, 3 Cotmehê
Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere (Fîlî. 2:4).
Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî xûşk-bira hêlan dikir, wekî ewana diha zêde bikevine heyra merivên din. Em ça dikarin vê şîretê civatêda bidine xebatê? Em gerekê bîr nekin, wekî kesên din jî dixwazin caba xwe bidin. Were em derheqa vê meselê bifikirin. Besa xeberê tu tevî hevalekî xwe xeber didî. Gelo tenê tuyê xeber dî û qe mecalê nedî wî ku ew jî xeber de? Bêşik tuyê bixwazî ku ew jî fikirên xwe bêje. Hema bi vî cûreyî, civatêda jî, em dixwazin mecalê bidine kesên din jî ku cabên xwe bidin. Gelo mecala here baş kîjan e ku em civatêda hevdu hêlan kin? Em dikarin mecalê bidin xûşk-bira, ku ewana pê cabên xwe baweriya xwe eyan kin (1 Korintî 10:24). Bira cabên me kin bin. Usa wê diha zêde wede bimîne wekî kesên din jî caba xwe bidin. Rûspî û mizgînvanên cêribandî dikarin vê yekêda bibine meseleke baş. Gava em cabeke kin didin, were em gelek fikira nebêjin. Hergê em hemû fikirên abzasêda bêjin, bona kesên din wê mecal nemîne ku caba xwe bidin. w23.04 22-23 ¶11-13
Şemî, 4 Cotmehê
Van hemû tişta ez îdî bona Mizgîniyê dikim, wekî ez bibime heval-parê dua-dirozgên ser wê (1 Korn. 9:23).
Em gerekê bîr nekin ku çiqas ferz e wekî em berdewam kin alî kesên din bikin, îlahî bi saya xizmetiyê. Gerekê em hazir bin ku xizmetiya xwe li gora dereca meriva biguhêzin. Em rastî merivên ji gelek mileta tên, bawerî û kûltûra kîjana cude ye. Vê yekêda Pawlosê şandî meseleke baş mera hîştiye. Îsa ew ça “şandiyê necihûya” bijartibû (Romayî 11:13). Pawlos şedetî dida Cihûya, Yûnaniya, merivên xwendî, cotkara, kesên qedirbilind û padşa. Seva ku mizgîniyê bigihîne dilê merivên cûre-cûre, Pawlos bona “her kesî” bû her tişt (1 Korintî 9:19-22). Ewî rind dîna xwe dida milet, kûltûra û baweriya meriva û mêtoda xizmetiya xwe li gora hewcê wan diguhast. Hergê em jî xizmetiya xwe li gora hewcên meriva biguhêzin, xizmetiya me jî wê diha pêşdaçûyî be. w23.07 23 ¶11-12
Led, 5 Cotmehê
Li xulamê Xudan nakeve, ku şer bike, lê hindava hemûyada berbihêr be (2 Tîmt. 2:24).
Milûktî qewat e, ne ku kêmasî ye. Dereca çetinda, seva ku meriv rihetiyê xwey ke, qewat lazim e. Milûktî yek ji hunurên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Bi zimanê Yûnanî, xebera “milûktî” cara hindava hespekî beyanî didine xebatê, yê ku dihate hînkirinê. Rast e hespê usa hêdî-hêdî nerm dibe, lê dîsa jî ew qewî ye. Lê em ça dikarin him milûk bin, him jî qewî bimînin? Bi qewata xwe em nikarin vê yekê bikin. Em gerekê bona ruhê pîroz dua bikin û ji Xwedê bixwazin, wekî Ew alî me bike. Serhatiyên gelek meriva nîşan dikin, ku ev yek ferz e. Mesele, gava meriv dixwestin xûşk-birên mera bikevine dewê, yan hêrsa wan rakin, yeke ewana berbihêr û milûk diman. Milûktiya wan ser kesên din hukum dikir û ewana îda derheqa Şedên Yehowada baş difikirîn (2 Tîmotêyo 2:24, 25). w23.09 15 ¶3