KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr24 Adar rûp. 1-15
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
  • Binserî
  • 4-10 ADARÊ
  • 11-17 ADARÊ
  • 18-24 ADARÊ
  • 25-31 ADARÊ
  • 1-7 NÎSANÊ
  • 8-14 NÎSANÊ
  • 15-21 NÎSANÊ
  • 22-28 NÎSANÊ
  • 29 NÎSANÊ–5 GULANÊ
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
mwbr24 Adar rûp. 1-15

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania

4-10 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 16-17

“Yehowa bona Min Kaniya Qenciyê ye”

w18.12 26 ¶11

Cahilno, Hûn Dikarin Emirê Xwera Şa bin

HEVALÊN RAST XWERA QAZANC KIN

11 Bixûne Zebûr 16:3. Dawid zanibû çawa hevalên rast xwera bivîne. Ewî xwera ça heval merivên usa dijbart, yên ku Yehowa hiz dikirin. Ewî wana nav kir “pîroz”, çimkî ewana nav-namûs û helal bûn. Zebûrbêjekî din jî derheqa bijartina hevala giliyên usa got: “Ez hogirê xofkêşên Te me, ku xwey dikin qanûnên Te” (Zeb. 119:63). Çawa me gotara pêşiya vêda dît, hûn jî dikarin gelek hevalên baş xwera bivînin, yên ku Yehowa ditirsin û gura wî dikin. Lê femdarî ye, hûn dikarin ne tenê nava cahilada hevala xwera bijbêrin.

w14 15/2 29 ¶4

“Timê Qenciya Yehowa Bivînin”

Dawid digot: “Xudan e para mine jibare û risqê min, destê Wîda ye axirî-aqûbeta min. Cî-warên rind para min ketin” (Zb. 16:5, 6). Dawid “risqê” xwe qîmet dikir, dêmek heleqetiya xweye baş tevî Yehowa û usa jî dişêkirand ku qedirekî mezin jêra hatiye dayînê wekî Wîra xizmet ke. Rast e, mîna Dawid em jî dikarin rastî gelek çetinaya bên, lê yeke em ruhanîda gelek têne keremkirinê! Lema jî were em timê xizmetiyêda şabûnê bistînin û timê “heyra Paristgeha” Wîye ruhanîda bin.

w08 15/2 3 ¶2-3

Timê Dîna Xwe Bide ser Yehowa

2 Her kes ji me dikare gelek tişt hîn be ji xizmetkarên Yehowaye navdar ça Birahîm, Sera, Mûsa, Rût, Dawid, Ester, Pawlosê şandî û gelek kesên din. Lê em dikarin ji serhatiyên kesên ne usa navdar jî karê bistînin. Hergê em derheqa serhatiyên Kitêba Pîroz bifikirin, ev yek wê alî me bike, li gora van giliyên zebûrbêj kar bikin: “Xudan her tim ber çevê min e, Ew li milê minî rastê ye, nefsa minê nelikume” (Zb. 16:8). Ev gilî çi têne hesabê?

3 Esker pê destê rastê şûr digirt, lema jî milê wîyî rastê xweykirî nîbû, çimkî mertal destê wîyî çepêda bû. Lê hevalê wîyî amin, yê ku aliyê rastê bû, dikaribû wî xwey ke. Hergê Yehowa timê bîra meda ye û em her tiştî li gora xwestina wî dikin, ewê me xwey ke. Were em dîna xwe bidinê, ku çawa Xebera Xwedê dikare baweriya me qewî ke, wekî Yehowa “her tim ber çevê” me be.

Xizna Kitêba Pîroz

it-2 714

Bîbok

Ser zimanê Îbranî, çaxê xebera îşon (Qn.Dc. 32:10; Mtl. 7:2) tevî xebera ayîn (çev) tê xebitandinê, ev raste-rast tê hesabê “merivê biçûk yê çev”, lê çaxê tevî xebera bat tê xebitandinê, ku Lûrînên Yêremya 2:18-da hatiye nivîsarê, wî çaxî ev tê hesabê “qîza çev”, dêmek her du jî bîboka çev têne hesabê. Ev xeber Zebûra 17:8-da hatine xebitandinê, ku bidine kifşê wekî ev yek raste-rast tê hesabê “merivê biçûk, qîza çev”. Ça kifş e, ev xeber vê yekêva girêdayî ne, ku meriv dikare xwe çevê merivê dinda bivîne.

Çev para bedenêye nazik e û hêsa dikare ziyanê bistîne. Çaxê bijang yan toz dikeve çevê meriya, meriv derbêra eciz dibe. Meriv gerekê perda çevê xwe bibe xweyî, ya ku sipîka çev xwey dike. Çimkî hergê ev ziyanê bistîne, yan jî ji bo nexweşîkê şêlû be, ronaya çev dikare xirab be û meriv dikare hela hê kor be jî. Çaxê Kitêba Pîrozda xebera bîboka çev tê xebitandinê, ev tiştekî nazik dide kifşê û ferzbûna vê yekê, ku filan tişt gerekê bê xweykirinê. Hema bi vî cûreyî em gerekê Qanûna Xwedê xwey kin (Mtl. 7:2). Çaxê Mûsa derheqa xemkirina Yehowa hindava Îsraêliya digot, ewî got ku Xwedê mîna “ronayîya çevên xwe” miqatî wan dibû (Qn.Dc. 32:10). Dawid dua dikir, wekî Xwedê wî biparêze û bona wî xem bike, mîna “ronayîya çeva” (Zb. 17:8). Ewî dixwest wekî Xwedê derbêra bê hewara wî, çaxê dijmin hicûmî ser wî kin (Beramber ke Zek. 2:8, kîderê ku xeberên Îbranî têne xebitandinê bavat ayîn, dêmek bîboka çev. Binihêre ÇEV).

(Zebûr 17:8)

8 Mîna ronayîya çeva Tu min xwey ke, bin sîya perê Xweda min binixême,

(Metta 15:1-15)

1 Hingê ji Orşelîmê, Fêrisî û qanûnzan hatine bal Îsa, û ji wî pirsîn: 2 “Çima şagirtên te edetên kal-bava erdê dixin? Mesele, ewana pêşiya nanxwarinê destên xwe naşon”. 3 Îsa caba wan da: “Lê hûn çima bona xatirê edetên xwe temiya Xwedê erdê dixin? 4 Mesele, Xwedê gotiye ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Kesê ku tiştên xirab dê yan bavê xwera bêje, gerekê bê kuştinê’. 5 Lê hûn dibêjin, ‘Kî ku dê yan bavê xwera dibêje: “Her tişt, bi çi jî min dikaribû alîkarî bida te, min soz daye wekî Xwedêra qurban kim”, 6 ew îda borcdar nîne qedirê bavê xwe bigire’. Bi vî awayî, we xebera Xwedê bona xatirê edetên xwe pûç û betal kiriye. 7 Durûno, Îşaya pêxember ser we çiqas rast got: 8 ‘Ev cimet bi zarê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e. 9 Ewana badîhewa min dihebînin, çimkî hînkirinên wan ser hîmê temiyên meriva ne’”. 10 Hingê Îsa gazî xelqê kir û wanra got: “Rind guh bidin û fem bikin. 11 Ne ku tiştê dikeve devê mêriv, wî diherimîne, lê tiştê ku ji devê mêriv derdikeve, ew wî diherimîne”. 12 Paşê şagirtên Îsa hatine bal wî û wîra gotin: “Tu zanî wekî Fêrisî ji bo gotinên te eciz bûn?” 13 Îsa caba wan da: “Her dara ku Bavê minî ezmana daneçikandiye, wê kokêva bê rakirinê. 14 Ji wan vegerin. Ewana rêberên kor in. Hergê yê kor rêberiyê yekî kor bike, her du jî wê bikevine çelê”. 15 Petrûs wîra got: “Vê meselê mera şiroveke”.

11-17 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 18

“Xudan e . . . Xilazkirê Min”

w09 1/5 14 ¶4-5

Şabûna Yehowa Qewata Me ye

Kitêba Pîroz Yehowa usa jî beramberî tiştên nebînber dike. Ew tê navkirinê ça “Zinarê Îsraîl”, “Kela” û “Qeya” (2 Samûyêl 23:3; Zebûr 18:2; Qanûna Ducarî 32:4). Gelo çira ev beramberkirin layîqî Yehowa ye? Çimkî çawa ku qeya qewî ye û ciyê xwe naleqe, usa jî Yehowa dikare bona me bibe sitargeha qewî.

Kitêba Zebûrda gelek xeberên sîmbolîk hene, kîjan ku cûre-cûre hunurên Yehowa didine kifşê. Zebûra 84:11-da tê gotinê, ku Yehowa ro û “mertal e”. Ev tê hesabê ku Xwedê kaniya ronayê û jîyînê ye, û him jî ew piştgiriya me dike û me diparêze. Lê Zebûra 121:5-da tê gotinê, ku “Xudan sîya ser te ye, li milê teyî rastê ye”. Çawa sî bona me dibe sitargeh û ji germayê me xwey dike, usa jî Yehowa wedê xezeba dikare bona xizmetkarên xwe bibe sitargeh, û bin siya destê xweda, yan “bin sîya perê” xweda wana veşêre (Îşaya 51:16; Zebûr 17:8; 36:7).

it-2 1161 ¶7

Deng

Xwedê dengê xizmetkarên xwe dibihê. Kesên ku bi ruh û rastiyê Xwedêra xizmet dikin, dikarin jêra dua bikin û bawer bin, wekî ewê dengê wan bibihê, firqî tune ser çi zimanî ewana jêra dua dikin. Hela hê gava meriv dilê xweda dua dike û qe dengê xwe nake jî, Xwedêyê ku dilê meriva zane, duayên usa dibihê û pişt guhê xweva navêje (Zb. 66:19; 86:6; 116:1; 1 Sm. 1:13; Nm. 2:4). Xwedê dengê hêsîr û belengaza dibihê, yên ku hewar-gaziya wî dikin. Ew usa jî dengê wan meriva dibihê, yên ku miqabilî wî û xizmetkarên wî dertên, û ew nêt-meremên wan zane (Dsp. 21:17; Zb. 55:18, 19; 69:33; 94:9-11; Yêr. 23:25).

w22.04 3 ¶1

Tu Ça Dikarî ber Xemên Xwe Sebir kî?

2. Bîne bîra xwe: Tê bîra te ku bi saya alîkariya Yehowa, te çawa ber hine tengasiya sebir kiribû? Gava em tînin bîra xwe ku Yehowa çawa piştgiriya me û xizmetkarên xweye berê kiriye, qewata me zêde dibe, û em diha zêde xwe dispêrin wî (Zebûr 18:17-19). Rûspîkî bi navê Coşûa usa dibêje: “Min xwera başqe cabên duayên xwe nivîsiye. Ev yek alî min dike wekî ez bînim bîra xwe ku çawa Yehowa ev tişt dabû min, çi ku minra lazim bû”. Belê, heger em ser tiştên ku Yehowa îda bona me kiriye, kûr bifikirin, emê tezeda qewatê bistînin wekî ber diltengiyê sebir kin.

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 432 ¶2

Xêrûb

Hine meriv difikirin, wekî ev şikil hatibûne çêkirinê mîna tiştên xofe tirs pê per, ber kîjana miletên pûtparist serê xwe datanîn, lê bi rastî usa nîne. Çawa ku nivîsarên Cihûyaye berêda hatiye nivîsarê (Kitêba Pîrozda nayê gotinê), rûyê wan xêrûba mîna ya meriva bû. Ev neqişkirinên gelek bedew bûn, ser kîjana ku melekên gelek bedew neqişkirî bûn, û ewana “xût usa” hatibûne çêkirinê, çawa ku Yehowa Mûsara nexş nîşan kiribû (Drk. 25:9). Pawlosê şandî got, ku “ser sindoqê, xêrûbên rûmeta Xudan . . . dikirine sî” (Îbr. 9:5). Ew xêrûb didane kifşê, ku ça bêjî Yehowa wêderê ye: “Ezê wira rastî te bêm tevî te xeber dim, ji ser qalpaxê baxşandinê nava her du xêrûbên ku ser Sindoqa Şedetîyê ne” (Drk. 25:22; Jm. 7:89). Lema jî derheqa Yehowa tê gotinê, ku ew ser xêrûba rûniştiye, yan jî “nav xêrûbada textê xwe danîbû, ÎM” (1 Sm. 4:4; 2 Sm. 6:2; 2 Pd. 19:15; 1 Dr. 13:6; Zb. 80:1; 99:1; Îş. 37:16). Bi sîmbolîk xêrûb dihatine hesabê erebe, ser kîjanî ku Yehowa siyar dibû (1 Dr. 28:18), lê perên wan bona lezaya rêwîtiyê û parastinê bûn. Lema jî stirana poêtîkîda Dawid got, ku gava Yehowa hate hewara wî, Ew “xêrûbekî siyar bû û firiya, li ser baskên bayê bilind bû, ÎM” (2 Sm. 22:11; Zb. 18:10).

(Zebûr 18:10)

10 Xêrûb sîyar bû û firî, ser baskên bê Ew sililî.

(Metta 15:16-32)

16 Îsa wanra got: “Hûn jî hela hê fem nakin? 17 Çima hûn nizanin, her tiştê ku dikeve dêv, zikra derbaz dibe û paşê dertê der? 18 Lê tiştên ku ji dêv dertên, ji dil tên, û hema ev tişt mêriv diherimînin. 19 Mesele, fikirên xirab, kuştin, qavî, zinêkarî, diztî, şedetiya derew û kifir ji dil derdikevin. 20 Ev hemû tişt mêriv diherimînin, lê xwarina bi destên neşûştî meriva naherimîne”. 21 Îsa ji wêderê çû herêma Sûr û Saydayê. 22 Jineke ji Fînîkyayê, ya ku wêderê dijît, hat û kire gazî: “Xudan, Kurê Dawid, gunê xwe min bîne. Qîza min cina ketiye, gelek diçerçire”. 23 Lê Îsa qe caba wê neda. Hingê şagirtên wî hatine bal wî û gotin: “Lê bişîne, bira here, çimkî ew pey me tê û dike qare-qar”. 24 Îsa cab da: “Ez tenê bona pezên Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê”. 25 Lê ev jinik hat, ber Îsa kete ser çoka û got: “Xudan, alî min bike!” 26 Îsa caba wê da: “Ne rast e nanê ber zara hildin û bavêjine ber tûla”. 27 Ewê jî got: “Belê, Xudan, lê tûle jî hûrikên ku ji sifra xweyên wan dikevin erdê, dixwin”. 28 Hingê Îsa jinikêra got: “Baweriya te çiqas mezin e! Bira anegorî xwestina te tera be”. Hema wê demê qîza wê qenc bû. 29 Îsa ji wêderê çû û nêzîkî Bera Celîlê bû. Ew hilkişiya ser çiyê û wêderê rûnişt. 30 Gelek meriv hatine bal wî. Nav wanda, kesên topal, seqet, kor, lal û gelek nexweşên din jî hebûn. Wana ew anîn, dane ber piyên Îsa û ewî hemû qenc kirin. 31 Gava meriva dîtin wekî yên lal xeber didin, seqet qenc dibin, topal rê diçin û kor divînin, gelek ecêbmayî man, û pesinê Xwedayê Îsraêlê dan. 32 Îsa gazî şagirtên xwe kir û got: “Gunê min vê elaletê tê. Îda 3 roj e ewana tevî min in û xwarina wan nemaye. Ez naxwazim wana birçî bişînim, çimkî ewana rêda dikarin qidûm kevin”.

18-24 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 19-21

“Ezman bona Rûmeta Xwedê Dibêjin”

w04 1/1 8 ¶1-2

Bira Hemû Derheqa Rûmeta Yehowa Bêjin

DAWID, kurê Yêşa, ji biçûktayê herêma Beytlehmê pez diçêrand. Gava ewî pezên bavê xwe diçêrand, diqewime şev çaxê dengê her tiştî diseqirî, gelek car ewî dîna xwe dida steyrkên ezmana. Bê şik, ew her tişt bîra wîda bû, gava ewî ji bîna ber Xwedê kilam ber xwe derdixist û Zebûra 19 distira: “Ezman bona rûmeta Xwedê dibêjin, erşê ezmên şixulên destê Wî kifş dikin. Lê şedetîya wan bela dibe temamîya erdê û gotinên wan digihîjine serê dinê” (Zebûr 19:1, 4).

2 Ezman, çêkirina destê Yehowa ye, ev bê zar-ziman şev û roj Yehowa rûmet dike. Belê, efrîn timê rûmeta Yehowa eyan dikin û me dikeve bi milûktî dîna xwe bidinê, ku çawa şedetiya wane bê zar-ziman ser “temamîya erdê” digihîje hemû bineliya. Lê tenê şedetiya efrîna bes nîne, gerekê dengê merivên amin jî bê bihîstinê. Zebûrbêjekî xizmetkarên aminra ji bîna ber Xwedê usa got: “Bidine Xudan rûmet û qudret. Şikirîyê bidine rûmeta navê Xudan” (Zebûr 96:7, 8). Dostên Yehowa bi şabûnê vê teglîfê qebûl dikin. Lê gelo çi tê hesabê rûmetê bidine Xwedê?

w04 1/6 11 ¶8-10

Efirîn Rûmeta Yehowa Eyan Dikin!

8 Dawid paşê dîsa gilî dike derheqa efrînekî Yehowaye hujmekar: “Xwedê ezmênda bona tevê konek vegirt, mîna zevayê ji bin perdê ku dertê, mîna mêrxasekî ku pê reva xwe şa ye. Ew ji alîkî ezmên dertê, diçe heta aliyên dinê û ji germa wê tu tişt nayê veşartinê” (Zebûr 19:4-6).

9 Himberî steyrkên din, çapa tevê mezin nîne. Belê, ew steyrkeke mexsûs e, û çapa wê himberî planêtên ku dora wê dizivirin, diha mezin e. Li gora kitêbekê, giraniya tevê “2 mîlyardê, mîlyardê mîlyarda ye”, çi ku dike 99.9 % giraniya temamiya sîstêma tevê! Bi saya deşta gravîtasiya tevê, erd li ser dorgeha xwe dimîne, û 150 mîlyon kîlomêtr dûrî tevê ye, û ew ne dûrî tevê dikeve û ne jî dikeve ser tevê. Tenê nîv mîlyard ênêrjiya tevê digihîje planêta me, û ew bes e wekî jîyîn ser planêta me hebe.

10 Zebûrbêj derheqa tevê bi zimanê bedew û sîmbolîk xeber dide, û tev beramberî “mêrxasekî” kir, yê ku nava rojêda ser ezmên ji niçekî direve niçê din, lê çaxê terî dikeve erdê, ew dikeve “konê” xwe. Gava tev diçe ava, bineliyên erdêra usa tê kifşê, ku tê bêjî ew kete “konê” xwe, ku hêsa be. Şebeqê gava sibeh safî dibe, tev dîsa mîna “zevayê ji bin perdê . . . dertê”. Dawid şivan bû, lema ewî zanibû ku şev dikare çiqas sar be (Destpêbûn 31:40). Ewî dikire bîra xwe, ku ça tev derbêra wî û erd germ dikir. Eşkere ye, ku tev ji “rêwîtiya” xwe nediwestiya û mîna “mêrxasekî” hazir bû ça bêjî rêwîtiya xwe dubare ke, ji rohilatê heta roavayê.

g95 11/8 7 ¶3

Neqişkarê Herî Bîrkirî Wedê Meda

Çaxê em kûr fem dikin, ku tebiyet çiqas bedew û reng-rengî hatiye neqişkirinê, ew yek alî me dike wekî diha baş Efirandarê xwe nas kin, çimkî ew her tişt çêkirina destê wî ye. Carekê Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana dîna xwe bidine kulîrkên deştên Celîlê. Îsa got: “Ji sosinên çolê hîn bin, ku ewana çawa şîn dibin. Ewana ne dixebitin û ne jî kinca didirûn. Lê ez wera dibêjim: Hela hê Silêman Padşa jî temamiya xêr-xizna xweda mîna yekî ji wan, kinc li xwe nedikir” (Metta 6:28, 29). Bedewiya van sosinên çolê tînin bîra me, wekî Xwedê bona hewcên meriva xem dike.

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 1073

Îbranî, II

Forma din ew heye paralêlîzma sîntêtîkî (yan strûktûrî), kîderêda para duda ya cimlê, ne ku fikira pêşin diwekilîne, yan jî firqî nîşan dike, lê dewsê fikir hê vedike û zêde dike. Mesele, dîna xwe bidine Zebûr 19:7-9:

Hînkirina Xudan kamil e,

mêriv ew nûyejîyîn dike.

Temiyên Xudan bêxêlif in,

sadeya ew serwaxt dikin.

Qanûnên Xudan rast in,

dilê mêriv şa dikin.

Fermanên Xudan zelal in,

çevên mêriv ronayî dikin.

Xofa Xudan xalis e,

heta-hetayê dimîne.

Qirarên Xudan heq in,

temamîya xweva ew rast in.

Em dikarin têderxin, wekî para duda ya cimlekî, fikira para vêye pêşin temam dike. Bi vî cûreyî dertê ku şêr bi temamî ev heye hevgirêdana du komponênta. Tenê bi saya para duda yên cimla, mesele “meriv ew nûyejîyîn dike” û “sadeya ew serwaxt dikin” diha femdarî ye ku çi cûreyî “hînkirina Xudan kamil e” û “temiyên Xudan bêxêlif in”. Paralêlîzma sîntêtîkîda orta para duda ya cimlê û para vêye pêşinda paûza rîtmîkî çêdibe. Bi saya vê yekê ku têkst usa hatiye sazkirinê, ne ku tenê fikira vê zelal dibe, lê usa jî strûktûra rêzê tê xweykirinê, dêmek paralêlîzma forma vê. Lema jî paralêlîzma vî cûreyî cara tê navkirinê formalî yan strûktûrî.

(Zebûr 19:7-9)

7 Hînkirina Xudan kamil e, mêriv ew nûyejîyîn dike. Temîyên Xudan bêxêlif in, sadeya ew serwaxt dikin. 8 Qanûnên Xudan rast in, dilê mêriv şa dikin. Fermanên Xudan zelal in, çevên mêriv ronayî dikin. 9 Xofa Xudan xalis e, heta-hetayê dimîne. Qirarên Xudan heq in, temamîya xweva ew rast in.

(Metta 16:1-13)

1 Megedanêda, Fêrisî û Sadûqî hatin bal Îsa, wekî wî bicêribînin, û jê xwestin ku nîşanekê ji ezmana nîşanî wan ke. 2 Îsa caba wan da: “Gava roj diçe ava, hûn dibêjin, ‘Wê hewa xweş be, çimkî ezman sor e’. 3 Serê sibehê jî hûn dibêjin, ‘Îro wê hewa xirab be û baranê bibare, çimkî ezman sor e, lê ewrayî ye’. Hûn li ezmên dinihêrin û têderdixin hewa wê çawa be, lê mena nîşanên ku niha diqewimin hûn têdernaxin. 4 Nisilekî xirab û neamin timê nîşanekê digere, lê xêncî nîşana Ûnis pêxember, jêra tu nîşan wê neyê dayînê”. Paşî vê yekê, Îsa ew hîştin û çû. 5 Şagirtên wî derbazî aliyê berêyî din bûn, lê bîr kirin nan xwera hildin. 6 Îsa wanra got: “Haş ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiya xwey kin”. 7 Ewana nav xweda fikirîn û gotin: “Dibeke me nan xwera hilnedaye, lema ew usa dibêje”. 8 Îsa zanibû ew çi dibêjin û ji wan pirsî: “Kêmbawerno, hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tune? 9 Hûn hê fem nakin? Nayê bîra we ku çawa bi 5 nana 5 000 mêr têr bûn, û we çiqas sevet bermayî tije kirin? 10 Yan nayê bîra we, ku çawa pê 7 nana 4 000 mêr têr bûn û we çend sevetên mezin jî tije kirin? 11 Hûn ça fem nakin, wekî min bona nan wera negot? Lê ez dixwazim, wekî hûn xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiya xwey kin”. 12 Hingê wana fem kir, ku Îsa nedixwest bigota wekî xwe ji hevîrtirşkê nan dûr bigirin, lê ewî got ku xwe ji hînkirinên Fêrisî û Sadûqiya dûr bigirin. 13 Gava Îsa gihîşte herêma Qeyserya Fîlîpoyê, ewî ji şagirtên xwe pirsî: “Xelq çi dibêje? Kurê însên kî ye?”

25-31 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 22

Hine Pêxembertiyên Derheqa Mirina Îsa

w11 15/8 15 ¶16

Wana Mesîh Dît!

16 Usa dihate kifşê wekî Xwedê Îsa înkar kiribû (Bixûne Zebûr 22:1). Li gora pêxembertiyê “Siheta sisiya [nîvro nêzîkî siheta sisiya] Îsa bi dengekî bilind kire qîrîn û got: ‘Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?’” ku tê hesabê: “Xwedêyê min, Xwedêyê min, te çima ez hiştim?” (Markos 15:34). Îsa baweriya xwe hindava Bavê xweyî ezmana unda nekir. Xwedê Îsa neparast û îzin da wekî dijmin wî bigirin, ku bêqisûrtiya wî bi temamî bê cêribandinê. Çaxê Îsa pêşiya mirina xwe gazî Xwedê kir, bi vê yekê pêxembertiya ji Zebûr 22:1 hate sêrî.

w11 15/8 15 ¶13

Wana Mesîh Dît!

13 Dawid pêxembertî kir, wekî Îsa wê bê bêhurmetkirinê (Bixûne Zebûr 22:7, 8). Îsa hate bêhurmetkirinê, çaxê ew ser stûna cefayê diçerçirî, çawa ku Mettada tê gotinê: “Kesên ku ber wîra derbaz dibûn, wî bêhurmet dikirin, serê xwe dihejandin, û digotin: “Ne teyê paristgeh hilşanda û sê rojada çêkira? De xwe xilaz ke! Hergê tu kurê Xwedê yî, de ji vê stûnê berjêr be!”. Usa jî kahînên mezin, qanûnzan û rûspî pê dikeniyan û digotin: “Ewî xelq xilaz kirin, lê nikare xwe xilaz ke! Ew Padşê Îsraêlê ye, de bira niha ji stûnê berjêr be, û emê wî bawer kin. Ewî gumana xwe daye ser Xwedê, hergê Xwedê ji wî razî ye, de bira wî xilaz ke. Çimkî ewî digot: ‘Ez Kurê Xwedê me’” (Met. 27:39-43). Lê ev her tişt Îsa neşkênand. Ewî mera meseleke baş hîşt!

w11 15/8 15 ¶14

Wana Mesîh Dît!

14 Seva kincê Mesîh wê peşk bê avîtinê. Zebûrbêj nivîsî: “Kincên min nava xweda bela dikin û ser kinca min peşk davêjin” (Zb. 22:18). Ev yek qewimî “Çaxê [eskerên Romê] [Îsa] ser stûnê mix kir, ser kincên wî peşk avîtin û nav xweda parevekirin” (Met. 27:35; bixûne Yûhenna 19:23, 24).

Xizna Kitêba Pîroz

w06 1/11 29 ¶7

Qedir Hindava Civînên Pîroz Didine Kifşê

7 Em dikarin qedir hindava civînên me bidine kifşê. Gelo çawa? Mesele em dikarin ser civata kilama bistirên. Gelek ji wan kilama, dikarin bêjin ça dua ne û lema jî gerekê bi qedir bêne stiranê. Çaxê Pawlos Zebûra 22 diwekiland, ewî derheqa Îsa got: “Derheqa navê teda ezê xûşk-birayên xwera bêjim, civînêda ezê pesinê te bidim” (Îbranî 2:12). Em gerekê xwera nêt daynin, wekî pêşda ciyê xwe bigirin, heta ku bira hê kilam elam nekiriye, û paşê bistirên û bi temamî dîna xwe bidine giliyên kilamê. Bira stirandina weda xût ev yek bê kifşê, çi ku zebûrbêj ser xwe texmîn dikir: “Ezê bi dil şikirîyê bidime Xudan, nava civata rasta û cimetêda” (Zebûr 111:1). Kilamên ku em bona pesindayîna Yehowa distirên, gelek ferz in, lema jî em gerekê wededa bêne ser civatê û heta xilaziyê bimînin.

w03 1/9 20 ¶1

“Civata Mezinda” Pesinê Yehowa Bidin

Rojên meda, çawa berê, em dikarin civatêda baweriya xwe bidine kifşê. Çaxê wedê civatê pirs têne dayînê, wî çaxî bal her kesa mecal heye ku caba xwe bide. Em gerekê tu car nefikirin ku kara vê yekê tune. Mesele, cabên usa ku çawa çetinaya alt kin û xwe ji problêma xwey kin, alî xûşk-bira dikin, wekî emirê xweda prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê. Çaxê em rêzên abzasêda şirovedikin, sîtatên kîjana nehatine dayînê, yan jî van fikira dibêjin, yên ku me wedê hînbûna şexsî lêkolîn kiriye, ev yek dikare guhdara hêlan ke, ku bi xîret Kitêba Pîroz lêkolîn kin.

(Zebûr 22:22)

22 Ezê navê Te biratîya xwera salix kim, nava civînêda pesinê Te bidim.

(Metta 16:14-28)

14 Wana caba wî da: “Hinek dibêjin Yûhennayê Nixumdar, hinekên din dibêjin Êlyas, lê hinekên mayîn jî dibêjin Yêremya yan jî yek ji pêxembera”. 15 Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi difikirin, ez kî me?” 16 Şimhûn Petrûs caba wî da: “Tu Mesîh î, Kurê Xwedayê sax”. 17 Îsa wîra got: “Tu çiqas bextewar î, Şimhûnê kurê Ûnis, çimkî ev yek ne ku meriva, lê Bavê minî ezmana tera eyan kir. 18 Û ez tera dibêjim: Tu Petrûs î, û ezê civata xwe ser vî zinarî ava kim, û dergehên Gorê wê nikaribin lê bindest kin. 19 Ezê kilîtên Padşatiya ezmana bidime te. Her tiştê ku tu ser rûyê erdê girêdî, ew îda li ezmana wê girêdayî be. Û her tiştê ku tu ser rûyê erdê vekî, ew îda li ezmana wê vekirî be”. 20 Paşê ewî temî da şagirtên xwe, wekî ewana tu kesîra nebêjin ku ew Mesîh e. 21 Ji wî çaxî, Îsa destpêkir şagirtên xwera şiroveke, ku ew gerekê here Orşelîmê û ji destê rûspiya, serokên kahîna û qanûnzana gelek cefa bikişîne, bê kuştinê û roja 3 ji mirinê bê rakirinê. 22 Hingê Petrûs ew bire alîkî û gazin wî kir, got: “Hindava xweda qenc be, Xudan! Ev hemû tişt wê neyê serê te”. 23 Lê Îsa pişta xwe da Petrûs û wîra got: “Ji min dûr keve, Şeytan! Tu bona min kevirê likumandinê yî, çimkî tu ne ku mîna Xwedê difikirî, lê mîna însana”. 24 Paşê Îsa şagirtên xwera got: “Hergê yek ji we bixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî. Ew gerekê stûna xweye cefê hilgire û pey min bê. 25 Çimkî yê ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê unda ke. Lê yê ku emirê xwe bona min unda ke, ewê dîsa bivîne. 26 Hergê meriv temamiya dinyayê qazanc ke, lê emirê xwe unda ke, kara wî çi ye? Yan jî meriv çi dikare bide, wekî emirê xwe qazanc ke? 27 Çimkî Kurê însên wê rûmeta Bavê xweda tevî melekên xwe bê, û hingê wê her kesîra anegorî kirên wî bidê. 28 Ez rast wera dibêjim: Niha nav weda hine meriv hene, yên ku wê nemirin, heta nevînin ku Kurê însên Padşatiya xweda tê”.

1-7 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 23-25

“Xudan Şivanê Min e”

w11 1/5 31 ¶3

“Xudan Şivanê Min e”

Yehowa rêberiya pezên xwe dike. Pez dikarin hêsa bê şivan unda bin. Em jî hewcê alîkariyê ne, wekî riya rast bivînin (Yêremya 10:23). Çawa ku Dawid şirovekir, Yehowa xizmetkarên xwe dibe ciyên “mêrgên şîn” û “ser avên nerme edil”. Ew wana “şiverîyên rastîyêda” dibe (rêzên 2, 3). Ev mesele me dide bawerkirinê, ku em dikarin bi temamî îtbariya xwe Xwedê bînin. Hergê em pey rêberiya Yehowa diçin, ya ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, wî çaxî emê lezetê ji emirê xwe bistînin û xwe bêxofiyêda texmîn kin.

w11 1/5 31 ¶4

“Xudan Şivanê Min e”

Yehowa pezên xwe diparêze. Pez gelek tirsonek in û nikarin xwe biparêzin, îlahî çaxê şivan kêleka wan nîne. Yehowa xizmetkarên xwera dibêje, ku ewana gerekê hela hê hingê jî netirsin, gava “gelîyê sîya mirinêda” derbaz bin, dêmek çaxê ewana bikevine halê giran û bêçare (rêza 4). Dîna Yehowa timê ser wan e û ew hazir e alî wan bike. Ew dikare bîlanî û qewatê bide wan, ku ewana bikaribin çetinayada sebir kin (Fîlîpî 4:13; Aqûb 1:2-5).

w11 1/5 31 ¶5

“Xudan Şivanê Min e”

Yehowa pezên xwe têr dike. Çawa pez nikarin bê şivan xwera xurekê destxin, usa jî em nikarin bê alîkariya Yehowa hewcên xweye ruhanî razî kin (Metta 5:3). Yehowa bi merdanî sifira ruhanî ber xizmetkarên xwe rast dike (rêza 5). Kitêba Pîroz û edebyetên bona lêkolînkirinê, xwarina ruhanî ye, bi saya kîjana em fem dikin nêta jîyînê çi ye û qirara Xwedê seva me çi ye.

Xizna Kitêba Pîroz

w11 15/2 24 ¶1-3

Bi Temamiya Dilê Xwe Rastiyê Hez Bikin

YEHOWA bi saya Xebera xwe û ruhê pîroz, cimeta xwe “şiverîyên rastîyêda” dibe (Zb. 23:3). Lê ji bo vê yekê ku em merivne gunekar in, mera hêsa nîne xwe rastiyê bigirin. Û seva ku paşda vegerin ser vê rê qewat û xîret lazim e. Lê çi dikar vê yekêda alî me bike? Mîna Îsa em gerekê vê yekê hez bikin çi ku rast e (Bixûne Zebûr 45:7).

2 Çi tê hesabê “şiverîyên rastîyêda” bimeşin? Ev tê hesabê xwe li normên rast bigirin, yên ku Yehowa saz kirine. Ser zimanê Îbranî û Yûnanî xebera ‘rastî’ tê hesabê “çi ku heq û rast e” û usa jî tê hesabê ku hemû prînsîpên nav-namûsiyê gerekê bêne xweykirinê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Yehowa sitara rastiyê ye, lema jî xizmetkarên wî rêberiyê ji wî dixwazin, wekî bikaribin riya rast bivînin, ser kîjanî ewana gerekê herin (Yêr. 50:7).

3 Tenê wî çaxî Xwedê wê bi temamî ji me razî be, hergê em bi dil û can li gora normên wîye rast bijîn (Qan. Dcr. 32:4). Bona vê yekê, berî pêşin em gerekê derheqa Yehowa ji Xebera wî gelek tişt pêbihesin. Çiqas zêde em wî nas kin, haqas zef emê nêzîkî wî bin û rastiya wî hez kin (Aqûb 4:8). Û çaxê em safîkirinên ferz dikin, em gerekê prînsîpên ji Xebera Wî hildin hesab.

(Zebûr 23:3)

3 nefsa min Ew nûyejîyîn dike. Şiverîyên rastîyêda Ew min dibe, bona xatirê wî navê Xwe.

(Metta 17:1-15)

1 Paşî 6 roja, Îsa tevî xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhenna hildan û hilkişiya ser çiyakî bilind. Li wir ewana tenê bûn. 2 Û ber çevê wan Îsa rûva hate guhastinê. Sifetê wî mîna tevê şewq da, û kincên wî mîna ronayê çîl-qerqaş bûn. 3 Nişkêva Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û tevî wî xeber didan. 4 Petrûs Îsara got: “Xudan, ça baş e ku em vira ne! Hergê tu bixwazî, ezê 3 holika çêkim, yekê bona te, yekê bona Mûsa û yekê jî bona Êlyas”. 5 Hê ewî xeber dida, ewrekî ronayî ser wan kire sî, û dengek ji vî ewrî hat û got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike. Guh bidine wî”. 6 Gava şagirta ev yek bihîst, tirseke mezin kete dilê wan, û wana xwe deverû avîtine erdê. 7 Lê Îsa nêzîkî wan bû, destê xwe da wan û got: “Rabin, netirsin”. 8 Gava wana serê xwe bilind kir, xêncî Îsa tu kes nedîtin. 9 Çaxê ewana ji çiyê daketin, Îsa temî da wan û got: “Heta Kurê însên ji mirinê neyê rakirinê, tiştên ku we dîtin tu kesîra nebêjin”. 10 Şagirta ji Îsa pirsî: “Çima qanûnzan dibêjin, ku pêşiyê Êlyas gerekê bê?” 11 Îsa caba wan da: “Êlyas bi rastî tê, û ewê her tiştî tezeda çêke. 12 Lê ez wera dibêjim, Êlyas îda hatiye, lê wana ew nas nekir. Dilê wan ça xwest, usa serê wî kirin. Hema usa, Kurê însên jî wê ji destê wan biçerçire”. 13 Hingê şagirta fem kir, ku Îsa derheqa Yûhennayê Nixumdar got. 14 Gava ewana nêzîkî elaletê bûn, merivek hate bal Îsa, kete ser çoka û wîra got: 15 “Xudan, gunê xwe kurê min bîne. Ew bi êpîlêpsiyê nexweş e û halê wî giran e. Ew gelek cara dikeve nav agir yan jî nav avê.

8-14 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 26-28

Dawid Çawa Bêqisûrtiya Xwe Xwey Dikir

w04 1/12 14 ¶8-9

Ser Riya Bêqisûr Bimeşin

8 Dawid dua dikir: “Min enene ke Xudan û min bicêribîne, nêt û dilê min Tu parzûn ke” (Zebûr 26:2). Gurçik bedena merivda ciyê kûrda ne. Ev bi sîmbolîk fikir û hestên kûr eyan dikin. Lê ‘dil’ tê hesabê ku em hindurda merivne çi cûreyî ne, dêmek nêt, hest û fikirên me. Çaxê Dawid gote Yehowa, wekî wî bicêribîne, ewî dixwest ku Yehowa rind wî enene ke û fikir û hestên wîye kûr pêbihese.

9 Dawid ji Yehowa lava dikir, wekî ew gurçik û dilê wî temiz ke. Gelo Yehowa ça navdilê meye sîmbolîk temiz dike? Dawid distira: “Pesinê Te ezê bidim, Xudanê şîretkar, heta şev jî dil nav minda dibe dersdar” (Zebûr 16:7). Gelo ev çi tê hesabê? Ev tê hesabê wekî şîretên Xwedê digihîşte kûraya dilê Dawid, wî şîret dikirin, fikir û hestên wî rast dikirin. Em jî dikarin vê yekê ser xwe texmîn kin, hergê bi razîbûnê ser şîretên ji Xebera Xwedê difikirin û bi dil û can şîretên Wî ji birên cabdar û teşkîleta Wî qebûl dikin. Were em timê ji Yehowa lava kin, ku ew dilê meye sîmbolîk enene ke û temiz ke, wekî em bikaribin bêqisûrtiya xwe xwey kin.

w04 1/12 15 ¶12-13

Ser Riya Bêqisûr Bimeşin

12 Dawid got ku dîsa çi alî wî dikir, wekî bêqisûrtiyê xwey ke: “Ez tevî derewîna rûnanîm û tevî durûya rê naçim. Ez dijenime civata xiraba û tevî nepaka rûnanîm” (Zebûr 26:4, 5). Dawid tevî nepaka rûnedinişt û rex xiraba nediket.

13 Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Dibeke em bi saya bernamên têlêvîziyonê, fîlma, malperên Întêrnêtê û bi cûrên din, tevî nepaka rûdinên? Gelo em xwe ji merivên usa dûr digirin, yên ku kirên xwe vedişêrin? Hine meriv mektebêda yan jî ser xebatê dikarin xwe usa bidine kifşê, ku yan çi hevalên me ne, lê bi rastî nêtên wan dikarin xirab bin. Gelo em dixwazin hevaltiya nêzîk tevî merivên usa bikin, yên ku ser riya rast nînin? Usa jî merivên raber hene, yên ku xwe usa didine kifşê, tê bêjî ewana merivne helal in, lê bi rastî dixwazin me ji riya rast derxin. Lê çi dikarin bêjin derheqa wan meriva, yên ku him têne civata, him jî bi emirê durû dijîn. Ewan jî rûyê xweye rast vedişêrin. Cahiltiyêda hevalên Cêyson, yê ku ça berdestiyê civatê xizmet dikir, hema usa bûn. Ew dibêje: “Carekê yek ji wan minra got: ‘Ferz nîne em îro ça dijîn, çimkî gava dinya teze bê, yeke emê sax nemînin, emê usa jî fem nekin ku me çi unda kir’. Giliyên wî ez hişyar kirim, min ne dixwest bimirim gava dinya teze bê”. Cêyson safîkirina rast kir û heleqetiya xwe tevî van cahila birî. Pawlosê şandî got: “Nexapin! ‘Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike’” (1 Korintî 15:33). Belê, gelek ferz e xwe ji merivên xirab dûr bigirin!

w04 1/12 16 ¶17-18

Ser Riya Bêqisûr Bimeşin

17 Îsraêlêda ciyê sereke bona hebandina Yehowa, konê pîroz û qurbangeh bû. Dawid bi hujmekarî digot: “Xudano! Ez hiz dikim Xana Te, ew cîyê mayîna rûmeta Te” (Zebûr 26:8).

18 Gelo me xweş tê tevayî top bin, wekî hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin? Rojên meda ciyê sereke bona hebandina Yehowa, Odên Civatên me ne, wedê kîjana em hînkirina ruhanî distînin. Xêncî vê yekê, her sal civatên mezin derbaz dibin. Ser van civîna em ji Yehowa şîreta distînin. Hergê em temiyên Xwedê gelekî hez dikin, emê bi dil û can herine ser civînên me û rind guh bidine bernamê (Zebûr 119:167). Em çiqas şa ne, ku dikarin tevî xûşk-bira top bin, yên ku ji dil bona me xem dikin û alî me dikin xwe li riya rast bigirin! (Îbranî 10:24, 25)

Xizna Kitêba Pîroz

w06 15/7 28 ¶15

Yehowa Merivên Dilteng Xilaz Dike

15 Dawidê zebûrbêj usa distira: “Heger dîya min û bavê min, ew dest ji min bikişînin, lê Xudan wê qebûl ke min” (Zebûr 27:10). Dilê me çiqas rihet e ku em zanin, wekî hezkirina Yehowa ji hezkirina dê-bava zêdetir e. Hergê dê-bav hindava teda sar û sert bûn jî, yan jî te hîştine, yeke dilê Yehowa ser te dişewite û ew bona te xem dike (Romayî 8:38, 39). Bîr neke, Yehowa wan meriva dikişîne berbi xwe, kîjana ku hez dike (Yûhenna 3:16; 6:44). Firqî tune meriv hindava teda çi cûreyî ne, Bavê teyî ezmana te gelekî hez dike!

(Zebûr 27:10)

10 Heger dîya min û bavê min, ew dest ji min bikişînin, lê Xudan wê qebûl ke min.

(Metta 18:1-15)

1 Wî çaxî şagirt hatin bal Îsa û ji wî pirsîn: “Padşatiya ezmanada kî ye yê herî mezin?” 2 Îsa gazî zarekê kir, ew nav wanda da sekinandinê, 3 û got: “Ez rast wera dibêjim: Hergê hûn xwe neguhêrin û nebine mîna zara, hûnê tu cara nekevine Padşatiya ezmana. 4 Lema, kî xwe mîna vê zarê milûk ke, Padşatiya ezmanada ew e yê herî mezin. 5 Û kî ku zareke usa bona xatirê navê min qebûl ke, ew min jî qebûl dike. 6 Lê kî bibe sebeb wekî yekî ji van biçûka, yê ku baweriya xwe min tîne, ji rê derê, bona wî hê baş e wekî kevirekî mezin stûyê wîva bê girêdanê û berêda bixeniqe. 7 Wey li dinyayê, çimkî ew meriva ji rê derdixe! Hemikî ev tişt wê hebe, lê wey li wî, yê ku dibe sebeb ku meriv ji rê derdikevin! 8 Hergê dest yan nigê te, te ji rê derdixe, wî jêke û bavêje. Diha baş e tu pê destekî yan pê nigekî jîyînê qazanc kî, ne ku bi her du destên xwe, yan bi her du nigên xwe bêyî avîtinê nav agirê heta-hetayê. 9 Û hergê çevê te, te ji rê derdixe, wî derxe û bavêje. Diha baş e tu bi çevekî jîyînê qazanc kî, ne ku bi her du çeva bêyî avîtinê nava agirê Gêhênayê. 10 Haş ji xwe hebin, ku hûn yekî ji wan biçûka bêhurmet nekin. Çimkî ez wera dibêjim, li ezmana melekên wan timê rûyê Bavê minî ezmana divînin. 11 —— 12 Hûn ça difikirin? Hergê 100 pezên merivekî hebin û 1 ji kerî dûr keve û unda be, gelo ewê 99 pezên xwe nav çiyada nehêle û neçe, ku peza undabûyî bigere? 13 Ez rast wera dibêjim, hergê ew peza undabûyî bivîne, ewê bona wê hê zêde şa be, ne ku bona 99 pezên dine ku unda nebûne. 14 Usa jî Bavê minî li ezmana naxwaze, ku yek ji van biçûka unda be. 15 Hergê birê te himberî te gune bike, jêra bêje şaşiya wî çida ne, gava hûn her du tenê ne. Hergê ew guh bide te, te birê xwe qazanc kir.

15-21 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 29-31

Şîretkirin, Eyankirina Hezkirina Xwedê ye

it-1 802 ¶3

Sifet

Xebera “rûyê Xwe veşart”, çend cûre tişt tê hesabê. Çaxê Yehowa rûyê xwe vedişart, bi vê yekê ewî dida kifşê, ku ew filan kesî qebûl nake û piştgiriya wî nake. Ewî usa dikir, gava kesek yan jî komek, mesele cimeta wî, gura wî nedikir (Îb. 34:29; Zb. 30:5-8; Îş. 54:8; 59:2). Hine derecada ev yek dihate hesabê, ku Yehowa tu tişt nedikir, yan nedigot û hîviyê bû heta wedê vê yekê bê (Zb. 13:1-3). Çaxê Dawid gote Xwedê “pişta Xwe bide guneyên min”, bi vê yekê ewî ji Xwedê lava dikir, wekî gunên wî bibaxşîne wî (Zb. 51:9; beramber ke Zb. 10:11).

w07 1/3 19 ¶1

Bi Şabûnê Hîviya Yehowa ne

Kara şîretkirina Yehowa mîna êmîşê ye, ya ku hêdî-hêdî şîn dibe û digihîje. Derheqa şîretkirina Yehowa Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yên ku bi wê hînbûyî ne, berê edilayiyê ji jiyîna rast diçinin” (Îbranî 12:11). Çawa ku bona êmîş wede lazim e wekî bigihîje, usa jî mera wede lazim e, seva ku hînkirina Yehowa qebûl kin û nihêrandina xwe biguhêzin. Mesele, hergê ji bo kirên xweye nerast em hine cabdariyên xwe civatêda unda kin, wî çaxî hazirbûna me, ku hîviya Yehowa bin wê alî me bike, wekî dilteng nebin û şabûna xwe unda nekin. Derecên usada, ev giliyên Dawid yên ku ewî ji bîna ber Xwedê nivîsî, wê me qewî kin: “Hêrsa [Xwedê], çawa çev bigirî-vekî, lê şîrinaya Wî temamîya emir e, êvarê şîn e û girî ye, lê sibehê zû eşq û şayî ye” (Zebûr 30:5). Hergê em bi nihêrandina rast hîviya Yehowa ne û şîretên ji Xebera wî û teşkîleta wî qebûl dikin, wî çaxî wê dilê meda “eşq û şayî” be.

w21.10 6 ¶18

Çi ye bi Rastî Tobekirin?

18 Heger kesê ku ji civatê hatiye derxistinê dixwaze nîşan ke, wekî ew ji dil tobe dike, gerekê ew here hemû civîna û li gora şîreta rûspiya timê dua bike û Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Usa jî, gerekê ew xwe ji tiştên usa dûr bigire, yên ku dikarin wî dîsa berbi guna bivin. Heger ew xîret bike dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bike, Yehowa wê bi temamî bibaxşîne wî û rûspî wê wî vegerînin civatê. Hilbet lazim e ku rûspî bîr nekin, wekî dereca her kesî ji hev cude dibe û gerekê ewana sert dîwanê nekin.

Xizna Kitêba Pîroz

w06 15/5 19 ¶13

Fikirên Sereke ji Pareke Kitêba Zebûr

31:23—Çi cûreyî xezeb ser merivên babaxda dibare? Xezeb tê hesabê cezakirin. Yehowa merivên rast, yên ku bê hemdê xwe şaşiya dikin, bi vê yekê ceza dike, ku wana şîret dike. Lê merivên babax, yên ku naxwazin bêne rastkirinê, Yehowa “xezebê ser wanda dibarîne”, dêmek sert wana ceza dike (Metelok 11:31; 1 Petrûs 4:18).

(Zebûr 31:23)

23 Xudan hiz kin, hemû aminên Wî, Xudan şîrhelala xwey dike, lê yên xwe babaxîyê girtine, xezebê ser wanda dibarîne.

(Metta 18:16-30)

16 Lê hergê ew guh nede te, yek yan du kesa xwera bive, seva ku her tişt bi devê 2 yan 3 şeda bê îzbatkirinê. 17 Hergê ew nexwaze guh bide wan, civatêra bêje, û hergê ew guh nede civatê jî, bira ew îda bona te bibe mîna kesekî ji miletên din, yan jî mîna xercgir. 18 Ez rast wera dibêjim, her tiştê ku hûn ser rûyê erdê girêdin, ewê îda li ezmana girêdayî be. Û her tiştê ku hûn ser rûyê erdê vekin, ewê îda li ezmana vekirî be. 19 Dîsa ez rast wera dibêjim: Hergê 2 kes ji we ser rûyê erdê hevra bişêwirin, wekî bona pirseke ferz dua bikin, Bavê minî li ezmana wê evê yekê bîne sêrî. 20 Çimkî kîderê 2 yan 3 kes bi navê min tevayî top bin, ezê jî wêderê nava wanda bim”. 21 Paşê Petrûs hate bal Îsa û ji wî pirsî: “Xudan, hergê birê min himberî min gune dike, ez çend cara gerekê bibaxşînime wî? Heta 7 cara?” 22 Îsa caba wî da: “Ez tera dibêjim, ne ku 7 cara, lê 77 cara. 23 Çimkî Padşatiya ezmana mîna padşakî ye, yê ku ji xulamên xwe deynên xwe xwest. 24 Gava padşa destpêkir deynên xwe top ke, yek anîne cem wî, ku 10 000 telant deyndarê wî bû. 25 Lê çimkî ewî merivî nikaribû deynê wî bide, padşa ferman da ku ew, jina wî, zarên wî û hemû mal-milkê wî bêne firotanê, seva ku deynê wî bê dayînê. 26 Lema ev xulam ber padşê kete ser çoka û ji wî reca kir: ‘Hinek wede bide min, ezê hemû deynê te bidim’. 27 Dilê padşa ser wî şewitî, ewî ew berda û deynê wî baxşandê. 28 Lê gava ev xulam derkete derva, ewî xulamekî din dît, yê ku 100 dînara deyndarê wî bû. Ewî dest kire xeneqa wî û got: ‘Deynê min bide!’ 29 Hingê evî xulamî, xwe avîte nigên wî û reca kir: ‘Hinek wede bide min, ezê deynê te bidim’. 30 Lê ewî nexwest guh bidê, çû û ew avîte kelê, heta ku ew deynê xwe bide.

22-28 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 32-33

Çira Gerekê Gunê Giran Bidine Rûyê Xwe?

w93 15/3 9 ¶7

Rema Yehowa Me ji Diltengiyê Xwey Dike

7 Hergê me miqabil qanûna Xwedê gunê giran kiriye, diqewime mera çetin e gunê xwe bidine rûyê xwe, hela hê Yehowara jî. Gelo derecên usada çi dikare biqewime. Zebûra 32-da Dawid anî ser xwe: “Gava min guneyê xwe neda rûyê xwe, hestûyên min helîyan-maşîyan, ji dest zarînîya mine temamîya rojê. Çimkî şev û roj destê Te ser min giran bû, terayîya min bû mîna zihaya havînê” (rêzên 3, 4). Çaxê Dawid dixwest gunê xwe veşêre û guh nedida îsafa xwe, ya ku wî diçerçirand, ew qidûm ket. Ew haqas ber xwe diket, ku qewat wîda nema û ew bû mîna dareke ziha û bê av. Ça kifş e, ev yek aliyê fîzîkî û êmosiyalîda wî sist dikir. Çi jî hebû, ewî şabûna xwe unda kir. Hergê kesek ji me bikeve dereceke usa, gelo em gerekê çi bikin?

cl 262 ¶8

Xwedêyê ku Hazir e Bibaxşîne

8 Dawid gunê xwe da rûyê xwe û got: “Hingê min guneyê xwe Teva eyan kir û neheqîya xwe veneşart. . . . Û Te neheqîya guneyê min baxşand” (Zebûr 32:5). Xebera Îbranî ya ku hatiye welgerandinê ça “baxşand”, heçî zef tê hesabê “hilgirînin” yan jî “bivin”. Vê derecêda ev tê hesabê “gune, şaşî, û nepakî bivin”. Yehowa ça bêjî gunê Dawid hilda û bir. Bê şik, paşî vê yekê îsafa Dawid îda haqas lê nediçerçirand (Zebûr 32:3). Em dikarin bawer bin, wekî Xwedê wê gunên me jî bive, hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin û ji Wî lava dikin, wekî gunên me bibaxşîne me (Metta 20:28).

w01 1/6 30 ¶1

Tobekirin Qenc Dike

Çaxê Dawid gunê xwe da rûyê xwe, ewî îda xwe bêkêr hesab nedikir. Ji zebûrên wî tê kifşê, ku çaxê ewî gunê xwe da rûyê xwe, dilê wî rihet bû û ewî safî kir bi aminî Xwedêra xizmet ke. Were em dîna xwe bidine Zebûra 32. Rêza 1-da tê gotinê: “Xwezî li wî bendeyî, ku neheqîyên wî hatine afûkirinê û guneyên wî hatine baxşandinê!” Gunê meriv çiqas giran be jî, ew dikare şabûnê bistîne, hergê bi helalî gunê xwe bide rûyê xwe. Meriv dikare helaliyê bide kifşê, hergê hazir e axiriya kirên xweye xirab bikişîne, çawa Dawid (2 Samûyêl 12:13). Ewî ber Yehowa xwe heq dernedixist û gunên xwe ne davîte ser kesên din. Rêza 5-da tê gotinê: “Hingê min guneyê xwe Teva eyan kir û neheqîya xwe veneşart, min got: ‘Ezê şaşîya xwe li ber Xudan bidime rûyê xwe’. Û Te neheqîya guneyê min baxşand”. Çaxê meriv bi helalî gunê xwe dide rûyê xwe, bîna wî fire dibe û îda îsafa wî bona gunên wîyî berê lê naçerçirîne.

Xizna Kitêba Pîroz

w06 15/5 20 ¶1

Fikirên Sereke ji Pareke Kitêba Zebûr

33:6—Çi tê hesabê “bîna ber” Yehowa? Ev heye qewata Yehowa yan jî ruhê pîroz, bi saya çi jî Ewî ezman efirand (Destpêbûn 1:1, 2). Ev hatiye navkirinê “bîna ber” Xwedê, çimkî ev mîna ruhekî qewî dikare bê şandinê wêderê, kîderê lazim be, ku qirara Xwedê bîne sêrî.

(Zebûr 33:6)

6 Bi xebera Xudan ezman efirîn, bi bîna ber Wî hemû erşên wan.

(Metta 19:1-15)

1 Gava Îsa gotinên xwe xilaz kirin, ew ji Celîlê derket û hate sînorê Cihûstanê, aliyê dine Çemê Ûrdunê. 2 Gelek meriv jî pey wî çûn, û ewî wêderê ewana qenc kirin. 3 Fêrisî hatine bal Îsa, seva ku wî bicêribînin. Lema wana ji wî pirsî: “Gelo li gora qanûnê îzin e, wekî mêr bona her menîkê, jina xwe berde?” 4 Îsa cab da û got: “We qe nexwendiye, wekî yê ku ew efirandine, serê sêrîda ew ça jin û mêr efirandin, 5 û got: ‘Lema jî, mêr wê dê û bavê xwe bihêle û tevî jina xwe bijî, û her du wê bibine yek’? 6 Awa îda ewana ne dudu ne, lê yek in. Lema yên ku Xwedê ew kirine yek, bira însan ji hevdu neqetîne”. 7 Hingê Fêrisiya ji Îsa pirsî: “Lê Mûsa çima temî da, ku gerekê mêr kaxaza hevqetandinê bide jina xwe û lê berde?” 8 Îsa wanra got: “Ji bo dilkeviriya we Mûsa îzin da, wekî hûn jinên xwe berdin, lê destpêkêda usa nîbû. 9 Ez wera dibêjim: Kî ku bêyî sebebiya zinêkariyê jina xwe berde û kesekî din bistîne, qaviyê dike”. 10 Şagirta Îsara got: “Hergê usa ne, hê baş e merî qe nezewice”. 11 Îsa caba wan da: “Her kes nikare usa bijî. Lê tenê ew, kîjanara ça pêşkêş hatiye dayînê. 12 Hine kes usa hatine bûyînê ku nikarin bizewicin, hine kes ji destê meriva usa bûne, û hine kesên din jî bona xatirê Padşatiya ezmana nazewicin. Yê ku dikare usa bijî, bira usa bijî”. 13 Hingê meriva zarên biçûk anîn bal Îsa, seva ku ew wana kerem ke û bona wan dua bike, lê şagirtên wî riya wan digirtin. 14 Lema jî Îsa wanra got: “Bihêlin bira zar bêne bal min, riya wan negirin. Çimkî Padşatiya ezmana wê bona yên mîna wan be”. 15 Ewî zar kerem kirin û ji wêderê çû.

29 NÎSANÊ–5 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 34-35

“Her Gav Pesinê Yehowa Bidin”

w07 1/3 22 ¶11

Were Em Tevayî Pesinê Yehowa Bidin

11 “Her gav pesinê Xudan ezê bidim, şikirdayîn wê ji zarê min kêm nebe” (Zebûr 34:1). Ji bo vê yekê ku Dawid timê direviya, wekî emirê xwe xilaz ke, diqewime ew ji aliyê matêrîalîda hewcê gelek tişta bû. Lê ji giliyên wî eyan e, wekî xemên herrojî xwestina wî kêm nedikirin, ku pesinê Yehowa bide. Çaxê em rastî çetinaya tên em dikarin çev bidine mesela wîye baş. Firqî tune em kîderê ne, mektebêda, ser xebatê, tevî xûşk-bira yan jî xizmetiyêda, xwestina meye sereke ev e, ku pesinê Yehowa bidin. De bidine hesabê xwe çiqas menî bona vê yekê hene! Mesele em dikarin timê dîna xwe bidine efrînên Yehowa û ji vê yekê şabûnê bistînin. Bifikire derheqa vê yekê ku bi saya teşkîleta xweye ser erdê Ew çiqas tişt dike! Rast e, merivên vê teşkîletêda neqedandî ne, lê dîsa jî rojên meda Yehowa bi saya wan xizmetkarên xweye amin şixulên mezin dike. Gelo em dikarin kirên van meriva, pesinê kîjana vê dinêda didin, beramberî kirên Xwedê bikin? Em bi temamî tevî van giliyên Dawid razî ne, yê ku got: “Xudano, nava xwedêyada yekî mîna Te tune, ne jî mîna kirên Te, kir hene” (Zebûr 86:8).

w07 1/3 22 ¶13

Were Em Tevayî Pesinê Yehowa Bidin

13 “Nefsa min pê Xudan difire, bira yên milûk bibihên û şa bin” (Zebûr 34:2). Dawid xwe bi pêşdaçûyîna xwe qure nedikir. Mesele, ewî xwe qure nedikir bi vê yekê, ku çawa ewî padşê Gatê xapand. Ewî fem dikir, wekî heta ku ew Gatêda bû, Yehowa wî diparast û ew bi saya Yehowa xilaz bû (Metelok 21:1). Belê, Dawid ne ku pesinê xwe dida, lê pesinê Yehowa. Ji bo vê yekê merivên milûk hêlan dibûn, ku nêzîkî Yehowa bin. Îsa jî navê Yehowa rûmet dikir û ev yek merivên milûk, yên ku hazir bûn hîn bin, dikişande berbi Xwedê. Îro jî merivên dilsax û milûk ji cûre-cûre mileta, tevî civata Mesîhiyên bi ruh kifşkirî dibine yek, Serwêrê kîjanî ku Îsa Mesîh ye (Kolosî 1:18). Gava merivên usa dibihên, ku çawa xizmetkarên Xwedê yên milûk navê Wî rûmet dikin, û çaxê ewana mizgîniyê dibihên û bi saya ruhê pîroz fem dikin, ev yek dilê wan digire (Yûhenna 6:44; Karên Şandiya 16:14).

w07 1/3 23 ¶15

Were Em Tevayî Pesinê Yehowa Bidin

15 “Ez Xudan gerîyam û Ewî caba min da, ez ji hemû xof-tirsa xilaz kirim” (Zebûr 34:4). Dawid bîra xweda xwey dikir ku Xwedê bona wî çi kiribû û ev yek qîmet dikir. Ewî got: “Evî feqîrî kire gazî, Xudan bihîst û ew ji hemû tengasîyên wî xilaz kir” (Zebûr 34:6). Çaxê em tevî xûşk-bira xeber didin, gelek mecalên me hene ku hevra gilî kin, wekî Yehowa çetinayada ça alî me kir û bi vê yekê hevdu hêlan kin û qewî kin. Ev yek baweriya xûşk-birên me hema usa dişidîne, çawa ku giliyên Dawid baweriya piştgirên wî qewî dikir. Piştgirên Dawid, “yên ku [Yehowa] dinihêrin dibiriqin, û rûyên wanê şerma sor nebin” (Zebûr 34:5). Rast e wana xwe ji Şawûl Padşa vedişart, lê wana şerm nedikir. Ewana bawer bûn, ku Yehowa piştgiriya Dawid dikir û rûyê wan dibiriqîn, dêmek şewq didan. Hema bi wî cûreyî, kesên ku teze rastiyê pêdihesin û merivên ku gelek wext ser riya rastiyê ne, Yehowa “dinihêrin”, dêmek alîkariyê ji wî dixwazin. Sifetên wan şewq didin bi vê yekê, ku ewana hazir in Yehowara amin bimînin, çimkî alîkariya Wî ser xwe texmîn kirine.

Xizna Kitêba Pîroz

w06 15/5 20 ¶2

Fikirên Sereke ji Pareke Kitêba Zebûr

35:19—Çira Dawid ji Xwedê lava dike, wekî dijminên wî “çeva hevra nekin”, dêmek çevê xwe hevdura nequrçînin? Çaxê dijminên Dawid çevê xwe hevra diqurçandin, ev yek dihate hesabê wekî nêtên wane xirab hindava Dawid dihatine sêrî, û ewana şa dibûn ku zulmiyê wî dikirin. Dawid lava dikir, wekî ev yek neqewime.

(Zebûr 35:19)

19 Bira dilê xwe min şa nekin, yên bê sebeb bûne dijmin, bira bi çeva hevra nekin, yên cîyê amî-tam dijenine min.

(Metta 19:16-30)

16 Hingê kesek hate cem Îsa û gotê: “Dersdar, ez gerekê çi qenciyê bikim, wekî jîyîna heta-hetayê bistînim?” 17 Îsa caba wî da: “Tu çima ji min dipirsî, ku çi ye qencî? Tenê Xwedê qenc e. Hergê tu dixwazî jîyînê bistînî, her gav temiyên Xwedê bîne sêrî”. 18 Ewî pirsî: “Kîjan temiya?” Îsa caba wî da: “Nekuje, qaviyê neke, nedize, şedetiya derew nede, 19 qedirê dê-bavê xwe bigire, û meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”. 20 Ewî xortî jêra got: “Ez van hemû tişta dikim, dîsa çi min kêm e?” 21 Îsa caba wî da: “Hergê tu dixwazî bêkêmasî bî, here mal-milkê xwe bifiroşe û bide kesîba. Hingê wê xizna te li ezmana hebe. Û paşê pey min were”. 22 Gava ewî xortî ev yek bihîst, gelek xemgîn bû û çû, çimkî mal-milkê wî gelek bû. 23 Hingê Îsa şagirtên xwera got: “Ez rast wera dibêjim, bona merivê dewletî wê çetin be bikeve Padşatiya ezmana. 24 Dîsa ez wera dibêjim, deve wê qula derziyêra diha hêsa derbaz be, ne ku yê dewletî bikeve Padşatiya Xwedê”. 25 Gava şagirta ev yek bihîstin, gelek ecêbmayî man û gotin: “Îda kî dikare bi rastî xilaz be?” 26 Îsa li wan nihêrî û got: “Bona meriva ev tiştekî nebûyî ye, lê bona Xwedê her tişt dibe”. 27 Hingê Petrûs jêra got: “Awa me hemû tişt hîştine û pey te hatine. Lê emê çi bistînin?” 28 Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, wedê tezekirina her tiştî, gava Kurê însên ser textê xweyî rûmet rûnê, hûn yên ku pey min hatin, hûnê ser 12 texta rûnên û bibine hakimên 12 eşîrên Îsraêlê. 29 Û her kesê ku bona xatirê navê min mal, yan xûşk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zar, yan erdê xwe hîştiye, ewê 100 carî zêdetir bistîne û jîyîna heta-hetayê war be. 30 Lê gelek kesên pêşin wê bibine yên paşin, û kesên paşin wê bibine yên pêşin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin