Gotûbêja Dawîn
Piraniya mirovan li civînên mezin ên Şahidên Yehowa tên bin av kirin. Di dawiya gotara binavbûnê de, gotarvan wê ji kesên ku dixwazin bin av bibin re bibêje ku bila ew rabin ser piyan û cewabên van du pirsan bi dengekî bilind bidin:
1. Gelo te ji gunehên xwe tobe kiriye, jiyana xwe daye destê Yehowa û riya xelasbûnê qebûl kiriye, ya ku Yehowa bi saya Îsa Mesîh vekiriye?
2. Gelo tu fehm dikî ku binavbûna te nîşan dide ku tu êdî Şahidê Yehowa û para teşkîlata Yehowa yî?
Bi gotina “Erê”, kesên ku wê bin av bibin bi eşkereyî nîşan didin ku ew baweriya xwe bi fîdyeyê tînin û ku wan jiyana xwe bi temamî daye destê Yehowa (Rom. 10:9, 10). Wê baş be ku ew ji berê de li ser van pirsan kûr bifikirin û dua bikin û paşê li dema gotarê ji dil cewabê bidin.
Gelo te bi navgîniya duayê soz daye Yehowa ku tuyê tenê ji wî re îbadetê bikî û di jiyana xwe de herî zêde bala xwe bidî daxwaza wî?
Gelo tu ji dil bawer î ku wext êdî hatiye ku tu bin av bibî?
Çi cure kinc ji bo binavbûnê minasib in? (1. Tîm. 2:9, 10; Yûh. 15:19; Flp. 1:10)
Gerek em kincên “bi edeb” li xwe bikin ji bo ku em eşkere bikin ku em “di riya Xwedê de diçin”. Loma, kesên ku dixwazin bên bin av kirin gerek mayoyên vekirî yan kincên bi nivîsan li xwe nekin. Gerek ew kincên bi rêk û pêk, ên ku ji bo binavbûnê minasib in, li xwe bikin.
Gava kesek tê bin av kirin, wê çima baş be ku ew xwe giran xwedî bike? (Lûqa 3:21, 22)
Di warê binavbûnê de, em Îsa Mesîh ji xwe re dikin emsal. Wî dizanibû ku binavbûn gaveke cidî ye, û wî ev yek bi hal û hereketên xwe xuya kir. Loma gerek kesên ku tên bin av kirin li cihê binavbûnê henekên neminasib nekin, nelîzin, avjeniyê nekin û hereketên din nekin, yên ku cidiyeta binavbûnê kêm dixin. Wekî din, kesên ku nû hatine bin av kirin gerek wisa hereket nekin mîna ku wan zafereke mezin bi dest xistiye. Binavbûn me her çi qas dilxweş dike jî, wê baş be ku em dilxweşiya xwe bi sergiranî xuya bikin.
Ev yek ku tu herî hemû civînan û bi xwişk û birayan re hevaltiyê bikî wê çawa alî te bike ku tu li gor sonda xwe bijî?
Piştî binavbûnê, çima muhîm e ku tu ji bo lêkolîna şexsî û xizmetê bernameyeke baş çêkî?
RÊBERIYA JI BO KALÊN CIVATÊ
Gava mizgînvanekî nebinavbûyî dibêje ku ew dixwaze bin av bibe, wê baş be ku ew “Pirsên ji bo Kesên ku Dixwazin Bin Av Bibin” (rûpelên 12 heta 48an) rind lêkolîn bike. Kalên civatê gerek bala wî bikişînin ser “Nameya ji bo Mizgînvanê Nebinavbûyî” (rûpela 7an), a ku nîşan dide ku mizgînvan çawa dikare xwe ji bo gotûbêjên bi kalên civatê re hazir bike. Wek berê hatibû gotin, mizgînvan dikare notên xwe yên şexsî û vê kitêbokê di dema gotûbêjan de bi kar bîne. Lê belê, ne lazim e ku kesek van pirsan berî gotûbêjan bi wî re dubare bike.
Gava kesek dixwaze bin av bibe, gerek ew vêya ji koordînatorê koma kalên civatê re bibêje. Piştî ku têra xwe wext derbas bûye ku mizgînvan “Pirsên ji bo Kesên ku Dixwazin Bin Av Bibin” bixwîne, koordînator gerek ji wî bipirse ka wî bi destê duayeke şexsî ji Yehowa re soz daye ku ew êdî aîdî wî ye. Eger wî ev soz daye Yehowa, koordînator wê ji bo gotûbêja li ser “Pirsên ji bo Kesên ku Dixwazin Bin Av Bibin” du kalên civatê hilbijêre. Wê baş be ku ji bo her du qismên van pirsan kalekî din bê hilbijartin. Ji bo van gotûbêjan ne hewce ye ku kalên civatê li bendê bisekinin ku tarîxa civîneke mezin bê îlan kirin.
Bi normalî, her yek ji van du qisman dikare di hundirê saetekê de bê xelas kirin. Eger hewce be, gotûbêj helbet dikare zêdetirî saetekê bikişîne. Her gotûbêj gerek bi duayê dest pê bike û biqede. Wê baş be ku mizgînvan û kalên civatê pirsên binavbûnê zû zû derbas nekin. Kalên civatê yên hilbijartî gerek ji bo van gotûbêjên muhîm têra xwe wext veqetînin.
Wê baş be ku gotûbêja li ser pirsên binavbûnê tenê bi yek mizgînvanekî re bê îdare kirin, ne bi çend kesan re. Gava mizgînvan cewabên pirsan dide, kalên civatê wê bi zelalî bibînin ku fehmkirina wî çi qas kûr e, û ewê karibin qerarê bidin ka ew bi rastî ji bo binavbûnê hazir e yan na. Wekî din, eger mizgînvan bi tena serê xwe be, ev yek wê fersendê bide wî ku ew fikrên xwe bi rihetî bîne zimên. Lê belê, jin û mêr dikarin pirsên binavbûnê bi hev re derbas bikin.
Gava xwişkek dixwaze bin av bibe, bila gotûbêjên bi wê re ber çavên kesên din bên îdare kirin, lê neyên bihîstin. Eger lazim e ku kalê civatê vê gotûbêjê tevî birayekî din îdare bike, gerek ev bira yan kalekî civatê yan jî alîkarekî xizmetê be (li gor qismê ku wê bê derbas kirin; li paragrafa jêrîn binêre).
Eger kalên civatê hindik in, alîkarên xizmetê yên jêhatî dikarin “Qisim 1: Baweriyên Şagirtên Îsa” îdare bikin. Lê belê, “Qisim 2: Jiyana Şagirtên Îsa” gerek tenê ji aliyê kalên civatê ve bê îdare kirin. Eger di civatê de bi têra xwe birayên jêhatî tune ne, ji nazirê herêmê bipirsin ka kalên civateke din dikarin alî we bikin.
Eger kesê ku dixwaze bin av bibe hê ne reşîd e, gerek dê û bavê bawermend (yan yek ji wan) li gotûbêjan hazir bin. Eger dê û bav (yan yek ji wan) nikarin bên, gerek her gotûbêj ji aliyê du kalên civatê ve (yan ji aliyê kalekî civatê û alîkarekî xizmetê ve; li gor qismê ku wê bê derbas kirin) bê îdare kirin.
Kalên civatê gerek emîn bin ku mizgînvan rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz bi dereceyeke maqûl fehm kirine. Wekî din, gerek ew emîn bin ku mizgînvan ji dil qîmetê dide rastiyê û qedrê teşkîlata Yehowa digire. Eger mizgînvan hin rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz hê fehm nekirine, kalên civatê gerek ji bo wî alîkariya şexsî tedarek bikin da ku ew demeke bi şûn de ji bo binavbûnê hazir be. Belkî ji bo hin kesan wext lazim e ku zêdetir qîmetê bidin xizmetê yan tertîbên teokratîk. Kalên civatê gerek xwe bi xwe qerarê bidin ku wexta gotûbêja her qismî (weke yek saet) çawa bi kar bînin da ku ew rind fehm bikin ka mizgînvan ji bo binavbûnê hazir e yan na. Gotûbêja hin pirsan her çi qas kin yan dirêj be jî, lazim e ku hemû pirs bên pirsîn.
Piştî qismê diduyan, kalên ku qismê yekê û qismê diduyan îdare kirin gerek li hev top bibin û qerarê bidin ka mizgînvan ji bo binavbûnê hazir e yan na. Kalên civatê gerek kultur, qabiliyet û halê mizgînvan bikin hesabê. A herî muhîm ev e ku mizgînvan ji dil bi Yehowa ve girêdayî be û rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz fehm kiribe. Bi alîkariya dilovan a kalên civatê, kesên ku tên bin av kirin wê bibin xizmetkarên berdar.
Paşê, yek yan her du kalên hilbijartî gerek bi mizgînvan re li hev top bibin û ji wî re bibêjin ka ew ji bo binavbûnê hazir e yan na. Eger ew hazir e, gerek kalên civatê “Gotûbêja Dawîn” (rûpelên 51 heta 53an) bi wî re îdare bikin. Eger kesê ku dixwaze bin av bibe lêkolîna kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! hê xelas nekiribe, lazim e ku kalên civatê wî teşwîq bikin ku ew kursa xwe piştî binavbûnê berdewam bike. Ji kesê ku wê bê bin av kirin re bibêjin ku tarîxa binavbûna wî wê li Qeyda Mizgînvanê Civatê ya wî bê nivîsandin. Ji wî re bibêjin ku kalên civatê vê melûmata şexsî qeyd dikin da ku teşkîlat karibe bi fealiyetên dînî yên Şahidên Yehowa yên li seranserê dinyayê eleqedar bibe û ku mizgînvan karibe tev li fealiyetên civatê bibe û alîkariya ruhî bistîne. Wekî din, wê baş be ku kalên civatê ji mizgînvanên nû re bibêjin ku melûmatên şexsî li gor Siyaseta Cîhanî ya Şahidên Yehowa ya ji bo Parastina Daneyan (a ku li jw.org tê nîşan dayîn), tên bi kar anîn. Ji bo vê gotûbêjê herî zêde 10 deqe lazim e.
Salek piştî binavbûna mizgînvan, lazim e ku du kalên civatê bi wî re li hev top bibin ku wî teşwîq bikin û şîretên bifeyde bidin wî. Gerek yek ji van kalan nazirê koma wî be. Eger kesê nû hê ne reşîd e, wê baş be ku dê û bavê wî jî hazir bin (eger ew Şahidên Yehowa ne). Bila sohbet germ û teşwîqdar be. Kalên civatê gerek pêşveçûna wî ya ruhî binirxînin û tewsiyeyan bidin wî ku ew çawa dikare ji bo lêkolîna şexsî, xwendina Kitêba Pîroz, îbadeta malbatê, xizmet û civînan bernameyeke baş çêke (Ef. 5:15, 16). Eger wî lêkolîna kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! hê xelas nekiribe, gerek kalên civatê ji kesekî bixwazin ku kursa wî berdewam bike. Gerek kalên civatê ji dil pesnê wî bidin. Bi normalî, bes e ku 1-2 şîret yan tewsiye bên dayîn.