KILAM 79
Bila Xwendekarên Me Serkeftî Bibin
- 1. Wexta ku toximê rastiyê - gav bi gav mezin dibe - û mirov guh didin mizgînê, - dilê me pir şa dibe. - (DÎSGOTIN) - Yehowa, alî wan bike, - miyên xwe tim biparêze. - Em ji bo wan dua dikin: - Xwedayê me, bila ew serkeftî bibin! 
- 2. Roj bi roj, em xema wan dixwin, - bi niyaz û duayan. - Bila ew qayîm bisekinin - li dijî tengasiyan. - (DÎSGOTIN) - Yehowa, alî wan bike, - miyên xwe tim biparêze. - Em ji bo wan dua dikin: - Xwedayê me, bila ew serkeftî bibin! 
- 3. Bila ew her tim dewam bikin, - bi xîret û bawerî. - Bi sebat ewê bigihîjin - bereketên bêdawî. - (DÎSGOTIN) - Yehowa, alî wan bike, - miyên xwe tim biparêze. - Em ji bo wan dua dikin: - Xwedayê me, bila ew serkeftî bibin! 
(Li van ayetan jî binêre: Lûqa 6:48; Kar. 5:42; Flp. 4:1)