KILAM 141
Jiyan Hediyeyeke Mezin e
(Zebûr 36:9)
- 1. Tîrêjên rojê, ava baranê, - her zarokê nûbûyî, pelên darê – - kerema Xwedê ji wan eyan e. - Belê, jiyan hediyeyeke mezin e! - (DÎSGOTIN) - Madem ku Yehowa ew qas comerd e, - ma ne lazim e ku her kes jê re spas bike? - Xwedê jiyan daye, jiyan mucîze ye, - îsbata kerem û hezkirina wî ye. 
- 2. Îro hin însan seba zehmetan - mîna pîreka Eyûb dikin îsyan. - Jiyan zor be jî, em wisa nakin. - Em ji bo her roja nû pir şikurdar in. - (DÎSGOTIN) - Madem ku Yehowa ew qas comerd e, - ma ne lazim e ku her kes jê re spas bike? - Xwedê jiyan daye, jiyan mucîze ye, - îsbata kerem û hezkirina wî ye. 
(Li van ayetan jî binêre: Eyûb 2:9; Zeb. 34:12; Waiz 8:15; Met. 22:37-40; Rom. 6:23)