KILAM 81
Jiyana Pêşengan
(Waiz 11:6)
- 1. Li serê sibehê, berî ku roj hiltê, - xewa me hebe jî, - em hazir in ku bikevin rê. - Hin mirov guh didin, hinek guh nadin me. - Cewaba mirovan çi be jî, - em diçin xizmetê. - (DÎSGOTIN) - Jiyana me ev e! - Em guh didin Xwedê - roj bi roj em îşê wî dikin. - Em ji vê jiyanê - pir kêfê distînin, - çimkî em ji Yehowa gelek hez dikin. 
- 2. Gava em êvarê vedigerin malê, - dilê me pir şa ye - seba bereketên xizmetê. - Yehowa îşekî pir muhîm daye me. - Em ji dil spas dikin - ji bona vê kerema Xwedê. - (DÎSGOTIN) - Jiyana me ev e! - Em guh didin Xwedê - roj bi roj em îşê wî dikin. - Em ji vê jiyanê - pir kêfê distînin, - çimkî em ji Yehowa gelek hez dikin. 
(Li van ayetan jî binêre: Yêşû 24:15; Zeb. 92:2; Rom. 14:8)