Roja Pêncşemê, 13 Mijdar
Her giraniyê … ji ser xwe bavêjin (Îbranî 12:1).
Kitêba Pîroz jiyana xizmetkarên Xwedê dişibîne bezekê. Bezvanên ku bi serkeftî digihîjin hedefê bi jiyana bêdawî tên xelatkirin (2. Tîmotêyos 4:7, 8). Gerek em çi ji destê me tê bikin ku beza xwe dewam bikin, çimkî hedef pir nêzîk e. Pawlosê şandî anîbû zimên ku çi wê alî me bike ku em jî bi ser bikevin. Wî wisa gotibû: “Her giraniyê … ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin”. Gelo Pawlos dixwest bigota ku gerek xizmetkarên Xwedê tu barekî hilnegirin? Na! Mexseda gotinên wî ew bû ku gerek em hemû giraniyên nelazim ji ser xwe bavêjin. Barên wisa dikarin ji me re bibin asteng û me gelekî biwestînin. Ji bo ku em li ber xwe bidin, gerek em zû pê derxin ku kîjan barên nelazim li ser pişta me ne û wan ji ser xwe bavêjin. Di eynî wextê de, em naxwazin barên ku gerek em hilgirin ji ser xwe bavêjin. Eger em barên xwe yên mecbûr hilnegirin, emê di bezê de nemînin (2. Tîmotêyos 2:5). w23.08 26 par. 1-2
Roja Înê, 14 Mijdar
Bila xemla we ne bi tiştên berbiçav … be (1. Petrûs 3:3).
Maqûlî alî me dike ku em qedrê nêrînên kesên din bigirin. Mesela, hinek xwişkên me hez dikin ku xwe makyaj bikin, lê hinek jî hez nakin. Hinek xizmetkarên Xwedê bi maqûlî alkolê vedixwin, lê kesên din xwe ji alkolê dûr digirin. Hemû xizmetkarên Xwedê siheteke baş dixwazin, lê ew tedawiyên cuda hildibijêrin. Eger em bi qerar û nêrînên xwe gelekî bawer bin û hewl bidin ku li ser xwişk û birayan tesîr bikin, dibe ku em bibin sebebê terpilîna wan û parçebûna civatê (1. Korîntî 8:9; 10:23, 24). Yehowa ji me re nabêje ku gerek em çi li xwe bikin, lê wî prensîp dane me, da ku em qerarên baş bidin. Gerek em cil û kincên ku rûmetê didin Xwedê li xwe bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em kincên maqûl, “li gor edebê û bi awayekî pîvangî” li xwe bikin (1. Tîmotêyos 2:9, 10, KP). Loma, em naxwazin bala kesên din bi zêdeyî bikişînin ser şekl û şemala xwe. Prensîpên Kitêba Pîroz alî rîspiyan dikin ku ew li gor dilê xwe qaîdeyan daneynin. w23.07 23-24 par. 13-14
Roja Şemiyê, 15 Mijdar
Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne (Îşaya 55:2, Mizgînî).
Yehowa rêya dilxweşiyê nîşanî me dide. Yên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin difikirin ku gunehkirina bi dizî tiştekî şîrîn e. Rêya wan di “binê qebrê” de diqede (Methelokên Silêman 9:13, 17, 18). Halê kesên ku teklîfa hîkmeta rastîn qebûl dikin bi temamî cuda ye (Methelokên Silêman 9:1). Em dielimin ku çawa ji tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, hez bikin û ji tiştên ku ew ji wan nefret dike, nefret bikin (Zebûr 97:10). Wekî din, em bi dilxweşî kesên din jî teklîfî mala hîkmeta rastîn dikin. Tu dibêjî qey em li meydana bajêr wisa bang dikin: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Hemû kesên ku guh didin vê bangê dikarin ne tenê îro, lê her û her “li pêy rêya aqil herin” (Methelokên Silêman 9:3, 4, 6). w23.06 24 par. 17-18