Roja Înê, 14 Mijdar
Bila xemla we ne bi tiştên berbiçav … be (1. Petrûs 3:3).
Maqûlî alî me dike ku em qedrê nêrînên kesên din bigirin. Mesela, hinek xwişkên me hez dikin ku xwe makyaj bikin, lê hinek jî hez nakin. Hinek xizmetkarên Xwedê bi maqûlî alkolê vedixwin, lê kesên din xwe ji alkolê dûr digirin. Hemû xizmetkarên Xwedê siheteke baş dixwazin, lê ew tedawiyên cuda hildibijêrin. Eger em bi qerar û nêrînên xwe gelekî bawer bin û hewl bidin ku li ser xwişk û birayan tesîr bikin, dibe ku em bibin sebebê terpilîna wan û parçebûna civatê (1. Korîntî 8:9; 10:23, 24). Yehowa ji me re nabêje ku gerek em çi li xwe bikin, lê wî prensîp dane me, da ku em qerarên baş bidin. Gerek em cil û kincên ku rûmetê didin Xwedê li xwe bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em kincên maqûl, “li gor edebê û bi awayekî pîvangî” li xwe bikin (1. Tîmotêyos 2:9, 10, KP). Loma, em naxwazin bala kesên din bi zêdeyî bikişînin ser şekl û şemala xwe. Prensîpên Kitêba Pîroz alî rîspiyan dikin ku ew li gor dilê xwe qaîdeyan daneynin. w23.07 23-24 par. 13-14
Roja Şemiyê, 15 Mijdar
Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne (Îşaya 55:2, Mizgînî).
Yehowa rêya dilxweşiyê nîşanî me dide. Yên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin difikirin ku gunehkirina bi dizî tiştekî şîrîn e. Rêya wan di “binê qebrê” de diqede (Methelokên Silêman 9:13, 17, 18). Halê kesên ku teklîfa hîkmeta rastîn qebûl dikin bi temamî cuda ye (Methelokên Silêman 9:1). Em dielimin ku çawa ji tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, hez bikin û ji tiştên ku ew ji wan nefret dike, nefret bikin (Zebûr 97:10). Wekî din, em bi dilxweşî kesên din jî teklîfî mala hîkmeta rastîn dikin. Tu dibêjî qey em li meydana bajêr wisa bang dikin: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Hemû kesên ku guh didin vê bangê dikarin ne tenê îro, lê her û her “li pêy rêya aqil herin” (Methelokên Silêman 9:3, 4, 6). w23.06 24 par. 17-18
Roja Yekşemê, 16 Mijdar
Kesê zû hêrs nabe, ji mêrxasekî, kesê hay ji nefsa xwe heye, ji kesê fetha bajaran kiriye çêtir e (Methelokên Silêman 16:32, Mizgînî).
Gava hevalkar yan hevaldersek li ser baweriya te tiştekî dipirse, gelo tu biheyecan dibî? Ev yek tiştekî normal e. Pirsa kesekî din eşkere dike ku ew çawa difikire yan bi çi bawer dike. Bi vî şeklî, fersend dikeve destê me ku em jê re behsa xebera xêrê bikin. Lê car caran, niyeta hin kesan ew e ku li ser baweriya me minaqeşe bikin. Em ji vê yekê re ecêbmayî namînin, çimkî hin kesan fikrên şaş li ser baweriya me bihîstine (Karên Şandiyan 28:22). Wekî din, di van “rojên dawîn” gelek kes “lihevneker” û heta “har” in jî (2. Tîmotêyos 3:1, 3, KP). Belkî tu ji xwe dipirsî: “Gava kesên din dixwazin li ser baweriya min minaqeşe bikin, ez çawa dikarim sakîn û dilrihet bimînim?” Çi wê alî te bike? Bi gotinekê – sernermî. Kesekî sernerm, gava tê acizkirin yan jî ne emîn e ku çawa cewabê bide, ew zû hêrs nabe, lê bi xwe dikare. w23.09 14 par. 1-2