Roja Şemiyê, 27 Îlon
Hezkirina Xwedê bi destê ruhê pîroz, ê ku ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me (Romayî 5:5, NWT).
Wek ava çemekî, hezkirina Xwedê “rijiyaye dilê” kesên hilbijartî. Ew emîn in ku ew ji aliyê Yehowa ve “tên hezkirin” (Cihûda 1). Yûhenayê şandî bi van gotinan behsa hîsên wan kir: “Binêrin, Bav çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin!” (1. Yûhena 3:1). Gelo Yehowa tenê ji kesên hilbijartî hez dike? Na. Yehowa îsbat kiriye ku ew ji me hemûyan hez dike. Îsbata herî mezin a hezkirina Yehowa Xwedê çi ye? Helbet fîdye! Bi destê fîdyeyê, Yehowa nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike (Yûhena 3:16; Romayî 5:8). w24.01 28 par. 9-10
Roja Yekşemê, 28 Îlon
Roja ez bang bikim, dijminên min, wê bi şûn ve vekişin. Ez dizanim, Xwedê ji alî min e (Zebûr 56:9).
Ayeta îroyîn bala me dikişîne ser vê yekê ku çi alî Dawid kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe. Canê wî her çi qas di talûkeyê de bû jî, wî anî ber çavê xwe ku di pêşerojê de, Yehowa wê ji bo wî çi bike. Dawid dizanibû ku di wexta rast de, Yehowa wê wî xelas bike. Jixwe, Yehowa gotibû ku Dawid wê bibe padîşahê Îsraîlê (1. Samûyêl 16:1, 13). Dawid emîn bû ku her soza Yehowa wê bê cih. Gelo Yehowa çi soz daye me? Em helbet dizanin ku îro, Yehowa hemû tengasiyan ji me dûr naxe. Lê belê, wî soz daye ku li dinyaya nû, ewê me ji wan hemûyan xelas bike (Îşaya 25:7-9). Em emîn in ku wê demê, Xwedê wê miriyan rake, me ji nexweşiyan qenc bike û muxalefetê ji holê rake (1. Yûhena 4:4). w24.01 6 par. 12-13
Roja Duşemê, 29 Îlon
Xwezî li mirovê ku serîhildana wî hatiye efû kirin, gunehên wî hatine nuxumandin! (Zebûr 32:1, KP).
Li ser sonda xwedayînê û li ser binavbûna xwe kûr bifikire. Te ev gav avêtin, çimkî te dixwest li aliyê Yehowa bisekinî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer bikî ku te heqîqet dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, qedrê wî girt û ji wî hez kir. Baweriya te xurttir bû û te ji gunehên xwe tobe kir. Te dev ji adet û kirinên şaş berda û jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê serrast kir. Û ji ber ku Xwedê tu efû kirî, dilê te rihet bû (Zebûr 32:2). Tu çûyî civînan û te ji kesên din re behsa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha, tu wek xizmetkarekî Xwedê yê binavbûyî li ser rêya ku dibe jiyanê dimeşî û xîret dikî ku ji vê rêyê dernekevî (Meta 7:13, 14). Em dixwazin ji Yehowa re amin û sadiq bimînin û guh bidin qanûnên wî. w23.07 17 par. 14; 19 par. 19