Peyxam
15 Hingê min li ezmên nîşaneke din a mezin û ecêb dît: Heft melek heft belayan tînin. Ev belayên dawîn in, çimkî xezeba Xwedê bi wan temam dibe.
2 Û min tiştekî wek behreke* ji camê dît, a ku bi êgir tevlihev bû. Û min kesên ku li hember heywanê wehşî, sûretê wî û hejmara navê wî bi ser ketin jî dîtin. Ew li ber behra ji camê sekinî bûn, û di destê wan de çengên Xwedê hebûn. 3 Û wan kilama xulamê Xwedê Mûsa û kilama Berx distrandin û digot:
“Ya Yehowa Xwedê, yê ku qudreta te bêsînor e, karên te mezin û ecêb in. Ya Hukimdarê herheyî, rêyên te rast û adil in. 4 Ya Yehowa, kî ji te natirse û rûmetê nade navê te? Çimkî bi tenê tu dilsoz î. Hemû milet wê bên û ji te re îbadetê bikin, çimkî eşkere ye ku hukmên te adil in.”
5 Piştî vê yekê min dît ku li ezmên îbadetgeha konê şahidiyê* vebû. 6 Û heft melekên ku heft belayan tînin ji îbadetgehê derketin. Cilên wan ji kitanê paqij bûn û dibiriqîn, û singên wan bi qayîşa zêrîn pêçayî bû. 7 Yekî ji çar kerûban ji heft melekan re heft tasên zêrîn dan. Ev tas bi xezeba Xwedayê ku her û her dijî ve tije bûn. 8 Û îbadetgeh ji ber rûmeta Xwedê û qudreta wî bi dûman ve tije bû. Heta ku heft belayên heft melekan temam bûn, tu kesî nikaribû bikeve îbadetgehê.