KILAM 56
Rêya Rastiyê Hilbijêre
(Methelokên Silêman 3:1, 2)
- 1. Rêya rastiyê rêya herî bilind e, - Xwedê ew nîşanî me daye. - Her şîreta wî gelekî biqîmet e, - bi gotinên wî bawer be! - (DÎSGOTIN) - Rêya rast ev e, - jê tu caran şaş nebe! - Eger tu - vê rêyê hilbijêrî, - tuyê qet poşman nebî! 
- 2. Em xizmet dikin di îşê Yehowa de, - keda me badîhewa nîne. - Dinyayeke nû êdî li ber derî ye, - Xwedê wê dereng nemîne. - (DÎSGOTIN) - Rêya rast ev e, - jê tu caran şaş nebe! - Eger tu - vê rêyê hilbijêrî, - tuyê qet poşman nebî! 
- 3. Em wek zarok in, em hemû qisûrdar in, - em hewceyî rêberiyê ne. - Loma roj bi roj, bila em rind guh bidin - hemû şîretên Bavê xwe! - (DÎSGOTIN) - Rêya rast ev e, - jê tu caran şaş nebe! - Eger tu - vê rêyê hilbijêrî, - tuyê qet poşman nebî! 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 26:3; Mtl. 8:35; 15:31; Yûh. 8:31, 32)