KILAM 40
Em Aîdî Kê ne?
- 1. Tu aîdî kê yî? - Guhdariya kê dikî? - Yê ku tu jê re xizmet dikî, - axayê te ye bi rastî. - Tu nikarî bibî - xulamê du axayan. - Loma gerek tu qerarê bidî, - ji bo te kî ye Xudan. 
- 2. Tu aîdî kê yî? - Xwedayê te kîjan e? - Gelo dilê te bi eslê xwe - bi çi ve girêdayî ye? - Bi rêya Xwedê ve - yan bi vê dinyayê ve? - Guh bide Xwedê, dilsoz bimîne, - ewê te xwedî bike. 
- 3. Ez aîdî kê me? - Min êdî qerar daye: - Yehowa Efendiyê min e, - Xwedayê min tenê ew e. - Ezê bi dil û can - pêk bînim daxwaza wî. - Ezê roj bi roj li rêya Xwedê - bimeşim bi dilrastî. 
(Li van ayetan jî binêre: Yêşû 24:15; Zeb. 116:14, 18; 2. Tîm. 2:19)