KILAM 42
Duaya Xizmetkarê Xwedê
- 1. Rebê jorîn, Xwedayê ezmanan, - tu yî tenê hêjayî hemû pesnan. - Em bawer in bi qudreta te, - tuyê pêk bînî her daxwaza xwe. - Em dua dikin, Xwedê, - ku qerara te pêk bê. 
- 2. Ey Yehowa, em pir şikurdar in, - qenciyên te bi rastî bêhesab in. - Çavkaniya jiyanê tu yî, - tu hîkmet û ronahiyê didî. - Van bereketên mezin - em ji dil teqdîr dikin. 
- 3. Em muhtacî teseliya te ne, - çimkî îro, derdê me pir giran e. - Em barê xwe didin destê te, - qewetê bide, alî me bike. - Emê heta dawiyê - guh bidin te, ya Xwedê! 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 36:9; 50:14; Yûh. 16:33; Aqûb 1:5)