KILAM 88
Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide
(Zebûr 25:4)
- 1. Yehowa Xwedê, tu şivanê me yî, - em şa ne ku em miyên te ne. - Ji bo gavên me Peyva te çira ye, - ji bo rêya me ronahî ye. - (DÎSGOTIN) - Qanûnên te gişt adil û rast in, - me ji xerabiyê diparêzin. - Me hîn bike, me perwerde bike - û rêyên xwe nîşanî me bide! 
- 2. Xwedê, çi qas mezin e hîkmeta te, - her şîreta te bêemsal e. - Xizmetkarên te gelekî kêfxweş in - bi rêberiya ku te daye. - (DÎSGOTIN) - Qanûnên te gişt adil û rast in, - me ji xerabiyê diparêzin. - Me hîn bike, me perwerde bike - û rêyên xwe nîşanî me bide! 
(Li van ayetan jî binêre: 2. Mû. 33:13; Zeb. 1:2; 119:27, 35, 73, 105)