KILAM 95
Ronahî Her ku Diçe Zêde Dibe
(Methelokên Silêman 4:18)
- 1. Xwedê bi destê Nivîsarên Pîroz - mizgîna xelasiyê daye. - Mesîh wê azadiya rastîn bîne, - dinyayeke nû ava bike. - Ev roj hatiye, Mesîh hukim dajo, - li ser text ew rûniştî ye. - Xwedê van tiştan nîşanî me dide, - sira xwe ji me re vedike. - (DÎSGOTIN) - Ronahî çi qas zêde bûye, - em her tiştî rind dibînin. - Xwedê çavên me vekirine, - em mexseda wî fehm dikin. 
- 2. Efendî bi destê xulamê dilsoz - di wextê de xwarinê dide. - Şewqa rastiyê îro zêde bûye, - gihîştiye hiş û dilê me. - Wek tîrêjên tavê li rojeke xweş - ew rêya me ronî dike. - Yehowa çavkaniya rastiyê ye, - Xwedê rêberiya me dike. - (DÎSGOTIN) - Ronahî çi qas zêde bûye, - em her tiştî rind dibînin. - Xwedê çavên me vekirine, - em mexseda wî fehm dikin. 
(Li van ayetan jî binêre: Rom. 8:22; 1. Kor. 2:10; 1. Ptr. 1:12)