KILAM 139
Dinyaya Nû Xeyal Bike
- 1. Dinyaya nû xeyal bike, - sozên Xwedê bîne ber çavê xwe. - Emê êdî azad bibin, - tiştên xerab wê winda bibin. - Serweriya Xwedayê me - wê tim û tim serkeftî bibe. - Hemû kul û derd wê bên safîkirin, - emê bi vê stranê - pesnê Xwedê bidin: - (DÎSGOTIN) - “Şikur, ya Xwedê, ji bo her tiştî, - tu çi qas qenc û destvekirî yî! - Tu hêjayî hemû rûmet û pesnan î, - dilê me dicoşe bi kêf û spasdarî.” 
- 2. Wê dema xweş xeyal bike, - dinyaya nû bîne ber çavê xwe. - Em hesreta wê rojê ne, - Xwedê wê her tiştî nû bike. - Şîn û girîn wê tune bin, - tiştên berê wê derbas bibin. - Kesên mirî wê dîsa bên jiyanê, - ewê tevî me - rûmetê bidin Xwedê: - (DÎSGOTIN) - “Şikur, ya Xwedê, ji bo her tiştî, - tu çi qas qenc û destvekirî yî! - Tu hêjayî hemû rûmet û pesnan î, - dilê me dicoşe bi kêf û spasdarî.” 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 37:10, 11; Îşa. 65:17; Yûh. 5:28; 2. Ptr. 3:13)