Roja Duşemê, 27 Cotmeh
Her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike (Efesî 5:28).
Yehowa dixwaze ku zilamek ji jina xwe hez bike, hemû hewcedariyên wê pêk bîne, jê re hevalekî baş be û alî wê bike ku ew nêzîktirî Yehowa bibe. Fikirîna kûr, hurmetdayîna jinan û pêbawerî, pir bifeyde ne. Piştî zewacê, dibe ku tu bibî bavê zarokan. Tu dikarî ji Yehowa hîn bibî ku bibî bavekî baş (Efesî 6:4). Yehowa bi eşkereyî ji Kurê xwe Îsa Mesîh re got ku ew jê hez dike û jê razî ye (Meta 3:17). Eger tu rojekê bibî bav, her roj ji zarokên xwe re bibêje ku tu ji wan hez dikî. Ji bo kirinên wan ên baş pesnê wan bide. Bavên ku Yehowa ji xwe re dikin emsal alî zarokên xwe dikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Tu çawa dikarî ji niha ve ji bo vê wezîfeyê xwe hazir bikî? Ji dil li maliyên xwe û li xwişk û birayên civatê xwedî derkeve û teqdîr û hezkirina xwe ji wan re nîşan bide (Yûhena 15:9). w23.12 28-29 par. 17-18
Roja Sêşemê, 28 Cotmeh
[Yehowa] wê we … xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Wek her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiyan tên û nexweş dikevin. Bi ser de, Şahidên Yehowa ji destê kesên ku ji wan hez nakin zilm û zordariyê dibînin. Yehowa helbet her zehmetiyê ji me dûr naxe, lê wî soz daye ku ewê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin dilxweş bimînin, qerarên baş bidin û li hemberî zehmetiyan jî ji wî re dilsoz bimînin. Li gor Kitêba Pîroz, emê “aştiya Xwedê” bistînin (Filîpî 4:6, 7). Maneya vê ev e ku hizûr wê bikeve dilê me ji ber ku em dostên Yehowa ne. “Aştiya Xwedê … di ser her têgihîştinê re ye” û ji her tiştê ku em dikarin xeyal bikin xweştir e. Belê, hizûra ku dikeve dilê me piştî ku em ji dil dua dikin, “aştiya Xwedê” ye. w24.01 20 par. 2; 21 par. 4
Roja Çarşemê, 29 Cotmeh
Ey canê min, Xudan pîroz ke! Pesnê navê wî yê pîroz bide (Zebûr 103:1).
Dawid dizanibû ku gava mirov pesnê navê Yehowa dide, ew bi eslê xwe pesnê Yehowa dide. Wexta ku em navê Yehowa dibihîzin, şexsiyeta wî, sifetên wî û kirinên wî tên ber çavê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, yanî bi dil û can pesnê navê Xwedê bide û wî pîroz bike. Ji bo Lêwiyan jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî pir muhîm bû. Wan bi nefsbiçûkî fehm dikir ku gotinên wan têra pesnê navê Yehowa nakin (Nehemya 9:5). Yehowa bê guman ji pesnên ku wan bi dil û can û bi nefsbiçûkî dida wî, pir razî dibû. w24.02 9 par. 6