-
Qisim 1: Baweriyên Şagirtên Îsa‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt û Wan Bin Av Bikin’
-
-
PIRSÊN JI BO KESÊN KU DIXWAZIN BIN AV BIBIN
Qisim 1: Baweriyên Şagirtên Îsa
Bi saya kursa Kitêba Pîroz, tu rastiyê elimiyî. Wekî din, tu hîn bûyî ku tu çawa dikarî dostaniya Yehowa bi dest bixî û di bin Padîşahiya Xwedê de heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijî. Baweriya te ya bi gotinên Xwedê xurttir bûye, û bi destê hevaltiya te ya bi civatê re, te gelek bereket stendine. Te bi xwe dîtiye ku Yehowa îro çawa piştgiriya xizmetkarên xwe dike (Zek. 8:23).
Gava tu xwe ji bo binavbûnê hazir dikî, kalên civatê wê baweriyên esasî yên Şagirtên Îsa bi te re dubare bikin (Îbr. 6:1-3). Her ku tu xîret bikî ku tu Yehowa zêdetir nas bikî, bila ew te her tim bibereket bike û xelata sozdayî bide te (Yûh. 17:3).
Tu çima dixwazî bin av bibî?
Yehowa kî ye?
“Li jor li ezmanan û li jêr li erdê XUDAN, ew Xwedê ye; wekî din nîne” (5. Mû. 4:39).
“Bila mirov zanibin ku tu – ku navê te Yehowa ye – li ser tevahiya erdê yê herî bilind tenê tu yî” (Zeb. 83:18, NWT).
Çima muhîm e ku tu navê Xwedê bînî zimên?
“Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be” (Met. 6:9).
“Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe” (Rom. 10:13).
Li gor Kitêba Pîroz, hin taybetiyên Yehowa çi ne?
“Xwedayê abadîn, XUDAN, ... nîçikên dinê afirandiye” (Îşa. 40:28).
“Bavê me yê li ezmanan” (Met. 6:9).
“Xwedê hezkirin e” (1. Yûh. 4:8).
Tu dikarî çi bidî Yehowa Xwedê?
“Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike” (Mar. 12:30).
“Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike” (Lûqa 4:8).
Tu çima dixwazî ji Yehowa re dilsoz bimînî?
“Lawê min, bi zaniyarî bike ku, bila dilê min kêfxweş bibe, da ku, bersivê bidim yê ku min dişermîne” (Mtl. 27:11).
Gerek em ji kê re dua bikin, û bi navê kê?
“Bi rastî ez [Îsa] ji we re dibêjim, hûn bi navê min her çi ji Bav bixwazin, ewê bide we” (Yûh. 16:23).
Em dikarin ji bo çi dua bikin?
“Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be. Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih. Nanê me yê rojane roj bi roj bide me. Û li deynên me bibihûre, wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine. Û me nebe ceribandinê, lê me ji Yê Xerab xilas bike” (Met. 6:9-13).
“Cesareta me ya li ber wî ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûh. 5:14).
Yehowa guh nade kîjan duayan?
“Li wê demê, ewê ji Yehowa re bikin hawar, lê belê ewê cewabê nede wan. Seba kirinên wan ên xerab, ewê pişta xwe bide wan” (Mîka 3:4, NWT).
“Çavên Xudan li ser yên rast in û guhên wî ji bo duayên wan vekirî ne. Lê rûyê Xudan li hember xerabkaran e” (1. Ptr. 3:12).
Îsa Mesîh kî ye?
“Tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî” (Yûh. 11:27).
Îsa Mesîh ji bo çi hat dinyayê?
“Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide” (Met. 20:28).
“Divê ez [Îsa] Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin” (Lûqa 4:43).
Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji bo qurbanbûna Îsa şikurdar î?
“Ew ji bo hemûyan mir, da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî yê ku ji bo wan mir û hat rakirin, bijîn” (2. Kor. 5:15).
Çi otorîte ji Îsa re hatiye dayîn?
“Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn” (Met. 28:18).
“Xwedê ew gelek bilind kir û navê di ser her navî re da wî” (Flp. 2:9).
Gelo tu bawer dikî ku Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa “xulamê dilsoz û şehreza” ye, yê ku ji aliyê Îsa ve hatiye tayîn kirin?
“Xulamê dilsoz û şehreza kî ye? Ewê ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan” (Met. 24:45).
Em ji ku dizanin ku ruhê pîroz ne kes e?
“Milyaket lê vegerand û got: ‘Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin’” (Lûqa 1:35).
“Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13).
Yehowa ruhê pîroz çawa bi kar tîne?
“Ezman bi peyva Xudan, roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran” (Zeb. 33:6).
“Gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û ... heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min” (Kar. 1:8).
“Tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye. Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine” (2. Ptr. 1:20, 21).
Padîşahiya Xwedê çi ye?
“Di rojên wan padîşahan de, wê Xwedayê Ezmanan padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe û qet nekeve destê gelên din. Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê herdem li ser piyan bimîne” (Dan. 2:44).
Tuyê ji Padîşahiya Xwedê çi feydeyan bibînî?
“Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn” (Pey. 21:4).
Tu ji ku dizanî ku wexta ku tuyê bereketên Padîşahiyê bistînî nêzik e?
“Şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: ‘Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?’ Îsa bersîva wan da û got: ‘... Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin. Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê’” (Met. 24:3, 4, 7, 14).
“Di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên. Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak, bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê, xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin. Wê şiklê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe” (2. Tîm. 3:1-5).
Tu çawa dikarî nîşan bidî ku Padîşahiya Xwedê ji bo te muhîm e?
“Hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin” (Met. 6:33).
“Îsa ji şagirtên xwe re got: ‘Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje [dîreka] xwe û li pey min bê’” (Met. 16:24).
Îblîs Şeytan û cin kî ne?
“Hûn ji bavê xwe Îblîs in ... Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû” (Yûh. 8:44).
“Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê” (Pey. 12:9).
Şeytan li ser Yehowa û xizmetkarên wî çi iftîra avêtin?
“Hewayê wisa cewab da: ‘Em dikarin ji mêweya darên baxçe bixwin. Lê ji bo mêweya dara ku di nava baxçe de ye Xwedê wisa got: “Jê nexwin, û dest nedin wê, ku hûn nemirin.”’ Û mar ji pîrekê re got: ‘Hûn qet namirin. Çimkî Xwedê dizane ku roja ku hûn ji mêweya vê darê bixwin, çavên we wê vebin û hûnê bibin mîna Xwedê û qencî û xerabiyê bizanin’” (1. Mû. 3:2-5, NWT).
“Îblîs, bersivê da XUDAN û got: ‘Dêvla çerman çerm; belê, mirov bona canê xwe, heger çiyî wî hebe, dide’” (Eyûb 2:4).
Tu çawa dikarî îsbat bikî ku îdîayên Şeytan ne rast in?
“Bi hemûya dil ... ji [Xwedê] re qûlitiyê bike” (1. Dîr. 28:9).
“Heta ku ez hilma xwe yî dawîn bidim, ez ê bêsûciya [dilrastiya] xwe ji xwe ve neqetînim!” (Eyûb 27:5).
Însan çima dimirin?
“Çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir” (Rom. 5:12).
Halê miriyan çi ye?
“Yên ku dijîn dizanin ku dê bimirin; lê belê mirî bi tiştekî nizanin” (Waiz 9:5).
Ji bo miriyan çi hêvî heye?
“Wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûh. 5:28, 29).
Çend kes wê li ezmanan bi Îsa re hikum bajon?
“Min dît ku va ye, Berx li ser Çiyayê Siyonê disekinî û bi wî re sed û çil û çar hezar mirov hebûn ku li ser eniya wan navê wî û navê Bavê wî nivîsî bûn” (Pey. 14:1).
-
-
Qisim 2: Jiyana Şagirtên Îsa‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt û Wan Bin Av Bikin’
-
-
PIRSÊN JI BO KESÊN KU DIXWAZIN BIN AV BIBIN
Qisim 2: Jiyana Şagirtên Îsa
Ji lêkolîna Kitêba Pîroz, tu hîn bûyî ku Yehowa ji te çi dixwaze û tu çawa dikarî li gor qanûnên wî bijî. Bi saya tiştên ku tu hîn bûyî, belkî lazim bû ku tu hal û hereketên xwe û nêrîna xwe ya li ser jiyanê biguherînî. Niha, ji ber ku te qerar daye ku tuyê êdî li gor qanûnên Yehowa bijî, tu hazir î ku ji wî re xizmet bikî.
Dubarekirina pirsên vî qismî wê alî te bike ku tu daxwaz û qanûnên Yehowa di bîra xwe de rind xwedî bikî. Bi saya vê melûmatê, tuyê hê rindtir fehm bikî ku çi qas muhîm e ku tu her tiştî bi wijdanekî pak û ji bo rûmeta Yehowa bikî (2. Kor. 1:12; 1. Tîm. 1:19; 1. Ptr. 3:16, 21).
Niha tu bê guman dixwazî teslîmî hikumdariya Yehowa bibî û bibî para teşkîlata wî. Bi alîkariya pirs û ayetên vî qismî, tu dikarî bibînî ka te rind fehm kiriye ku Yehowa li civatê, li malbatê û li dewletê çawa dinêre. Wekî din, ev qisim wê alî te bike ku tu zêdetir qîmetê bidî tertîbên Yehowa yên ji bo perwerde û avakirina ruhî ya xizmetkarên xwe. Ji bo ku tu ji van tertîban feydeyê bistînî, pir muhîm e ku tu dev ji civînan bernedî.
Ji xeynî vê, ev qisim wê rêyî te bide ku çi qas muhîm e ku tu mizgînê bi xîret belav bikî û alî kesên din bikî ku ew jî Yehowa nas bikin û mexseda wî ya ji bo însanan bizanibin (Met. 24:14; 28:19, 20). Di dawiyê de, ev qisim wê nîşan bide ku sonda xwedayînê û binavbûn gavên çi qas cidî ne. Bawer be ku Yehowa pir dilşad e ku tu kerema wî ji dil qebûl dikî!
Ji bo şagirtên Îsa, standarda zewacê çi ye? Li gor Kitêba Pîroz, ji bo hevberdanê tenê kîjan sebeb heye?
“Ma we nexwendiye ku Afirandar di destpêkê de ew ‘nêr û mê afirandin’ û got: ‘Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.’ Wusa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in. Ji ber vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin ... kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike” (Met. 19:4-6, 9).
Eger jin û mêr bi hev re dijîn, çima lazim e ku zewaca wan resmî be? Eger tu zewicî yî, gelo tu emîn î ku zewaca te li gor qanûnên dewletê hatiye qeyd kirin?
Di malbatê de rola te çi ye?
“Lawê min, guh bide îkazên bavê xwe, ji hînkariyên diya xwe neqete!” (Mtl. 1:8).
“Çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye ... Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir ... bila her kes ji jina xwe hez bike” (Ef. 5:23, 25).
“Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Ef. 6:4).
“Zarokno, di her tiştî de serî li ber dê û bavê xwe deynin, çimkî ev li Xudan xweş tê” (Kol. 3:20).
“Jinno, ... bi ya mêrê xwe bikin” (1. Ptr. 3:1).
Çima lazim e ku em qîmetê bidin jiyanê?
“Xwedayê ... yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e. Çimkî em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene” (Kar. 17:24, 25, 28).
Xwedê li jiberkirina zarokan û li kuştinê çawa dinêre?
“Ger zilam şer bikin û li pîrekek ducanî kevin û ... ger xesar bibe, wê gavê dê li dêvila canê, can [bide]” (2. Mû. 21:22, 23).
“Hê di malzaroka dê de çavên te ez dîtim; hemû rojên ku ji bo min hatibûn veqetandin, beriya ku yek ji wan jî bê, tev di kitêba te de hatibûn nivîsandin” (Zeb. 139:16).
Yehowa ji “destên ku xwîna bêsûcan dirijîne” nefret dike (Mtl. 6:16, 17).
Qanûna Xwedê ya di heqê xwînê de çi ye?
“Xwe ... ji xwînê, ji heywanên mirar ... dûr bixin” (Kar. 15:29).
Gerek em çima ji xwişk û birayan hez bikin?
“Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûh. 13:34, 35).
Ji bo ku nexweşiyên giran derbasî kesên din nebin: (a) Çima lazim e ku kesekî nexweş neke ku kesên din hembêz bike yan maç bike? (b) Çima gerek kesekî nexweş nexeyîde eger kesên din wî gazî mala xwe nekin? (c) Berî ku xwişk û birayek dest bi hevnaskirinê bikin, çima lazim e ku kesekî ku merûzî nexweşiya giran maye xwîna xwe bide test kirin? (ç) Berî binavbûnê, çima lazim e ku kesekî bi nexweşiyeke ku dikare derbasî kesên din bibe, xeberê bide koordînatorê koma kalên civatê?
“Ji hevhezkirinê pê ve ji bo tu tiştî nebin deyndarê tu kesî. ... ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.’ Hezkirin xerabiyê li cîran nake” (Rom. 13:8-10).
“Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre” (Flp. 2:4).
Yehowa çima dixwaze ku em kesên din efû bikin?
“Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin” (Kol. 3:13).
Eger xwişk yan birayekî îftira avêtibe ser te yan heqê te xwaribe, wê baş be ku tu çi bikî?
“Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir. Lê eger ew guhdariya te neke, kesek an du kesên din jî bi xwe re bibe, ‘da ku her gotin bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.’ Lê eger ew nexwaze guhdariya wan jî bike, ji civîna bawermendan re bêje. Îcar, eger ew nexwaze guhdariya civîna bawermendan jî bike, bila êdî ew ji bo te bibe wek yekî pûtperest û bacgir” (Met. 18:15-17).
Yehowa li van gunehan çawa dinêre?
▪ Bêexlaqiya cinsî
▪ Pûtperestî
▪ Homoseksueltî
▪ Dizîkirin
▪ Qumar
▪ Serxweşî
“Neyên xapandin! Yên ku fuhûşê dikin, an pûtperest, an zînakar, an ... [homoseksuel, KP], an diz, an çavbirçî, an serxweş, an çêrker an jî nijdevan, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin” (1. Kor. 6:9, 10).
Li warê bêexlaqiya cinsî, yanî li cinsîtiya li derveyî zewacê, tuyê çi bikî?
“Ji fuhûşê birevin” (1. Kor. 6:18).
Eger sebebên tibî tune bin, çima lazim e ku em xwe ji narkotîkan dûr bigirin?
“Hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e. Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye” (Rom. 12:1, 2).
Hin adetên cindariyê, yên ku Xwedê qedexe dike, çi ne?
“Divê di nav we de ... remildar, an jî sitêrknas, an jî sêrbaz, an jî efsûnkar, an jî sêhrker, an jî cinkar, an jî nêrînvan, an jî yê ku bi miriyan re dişêwire tune be” (5. Mû. 18:10, 11).
Eger kesek gunehekî giran kiribe û dixwaze ku Yehowa wî efû bike, gerek ew hemen çi bike?
“Min ji te re diyar kir gunehê xwe, min nenuxamt sûcê xwe. Min ji Xudan re got, ‘Ezê serhildanên xwe bêjim’” (Zeb. 32:5).
“Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin. Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin” (Aqûb 5:14, 15).
Eger tu pê bihesî ku kesekî li civatê guneheke giran kiriye, gerek tu çi bikî?
“Eger yekî guneh dike ji ber ku wî banga şahidiyê bihîstiye û ew ji tiştekî re bûye şahid yan wî tiştek dîtiye yan pê hesiya, lê dengê xwe nake, sûcê wî wê li ser stuyê wî be” (3. Mû. 5:1, NWT).
Eger îlanek bê kirin ku filan kes êdî ne Şahidê Yehowa ye, gerek em bi wî re çawa bin?
“Bi yekî ku bira tê gotin, lê zînakar, çavbirçî, pûtperest, çêrker, serxweş an nijdevan be, pê re têkiliyê nekin, heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin” (1. Kor. 5:11).
“Eger yek bê ba we û vê hînkirinê neyne, wî nehewînin malê û silavê nedinê” (2. Yûh. 10).
Wê çima baş be ku tu bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re dostiyê bikî?
“Yê ku bi zaniyaran ve rûdine û radibe, dibe zaniyar; lê belê yê ku bi bêaqilan ve dibe heval, dixesire” (Mtl. 13:20).
“Neyên xapandin, ‘Hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike’” (1. Kor. 15:33).
Şahidên Yehowa çima ji aliyê siyasî ve bêteref dimînin?
“Çawa ku ez [Îsa] ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne” (Yûh. 17:16).
Gerek tu çima guhdariya dewletê bikî?
“Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike; çimkî hukûmeta ku ne ji aliyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn” (Rom. 13:1).
Eger qanûnên dewletê li dijî qanûnên Yehowa bin, tuyê çi bikî?
“Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin” (Kar. 5:29).
Gava tu ji xwe re li îşekî digerî, kîjan ayet dikarin alî te bikin ku tu xwe ji dinyayê cihê bigirî?
“Dê gel li dijî gelî şûr raneke û êdî hînî cengê nebin” (Mîka 4:3).
“Ya gelê min, ji wê [Babîla Mezin] derkevin, da ku hûn nebin hevparên gunehên wê û ji belayên wê parê nestînin” (Pey. 18:4).
Tuyê kîjan mijûliyan hilbijêrî û kîjan red bikî?
“Yehowa ... ji her kesê ku ji zordariyê hez dike, nefret dike” (Zeb. 11:5, NWT).
“Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin” (Rom. 12:9).
“Çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin” (Flp. 4:8).
Şahidên Yehowa çima tevî dîn û baweriyên din îbadetê nakin?
“Hûn nikarin hem ji kasa Xudan û hem ji kasa cinan vexwin” (1. Kor. 10:21).
“Veqetin, dest nedin tiştê murdar. Hingê ezê we qebûl bikim” (2. Kor. 6:17).
Kîjan prensîp dikarin alî te bikin ku tu qerarê bidî ka tu kîjan cejnan pîroz bikî yan nekî?
“[Îsraêlî] bi miletan re ketin nav hev, û karên wan hîn bûn. Bi ser de perizîn pûtên wan, bi vî awayî ketin dafika wan” (Zeb. 106:35, 36).
“Mirî bi tiştekî nizanin” (Waiz 9:5).
“Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne” (Yûh. 17:16).
“Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir” (1. Ptr. 4:3).
Kîjan serpêhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu qerarê bidî ka tu roja bûyînê pîroz bikî yan nekî?
“Di roja xwe yî bûyînê de, Fîrawûn dawetek da hemû wezîfedarên xwe. Û li ber wezîfedarên xwe, serokmeyger û serfirnevanê xwe ji zîndanê ve derxist. Û ... serokmeygerê xwe da wezîfa wî yî kevin. ... Lê belê wî serokfirnevan daliqand” (1. Mû. 40:20-22).
“Di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat û wî soz da û sond xwar ku keçik her çi jê bixwaze, ewê bide wê. Keçika ku ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin, ji Hêrodês re got: ‘Serê Yûhennayê [Yehyayê] imadkar, li vir li ser sêniyekê bide min.’ Wî şand û di zîndanê de serê Yûhennayê [Yehyayê] imadkar da jêkirin” (Met. 14:6-8, 10).
Tu çima dixwazî li gor rêberiya kalên civatê hereket bikî?
“Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin. Guh bidin wan, da ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi dilxweşî bikin. An na, wê ji bo we bê kêr be” (Îbr. 13:17).
Çima muhîm e ku tu û malbata te her roj ji bo xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz wext veqetînin?
“Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire. Yên weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn, meywa xwe di demê de dide, pelê wê naçilmise. Her karê ku dike qenc dike” (Zeb. 1:2, 3).
Tu çima ji civînan û ji cewabdayînê kêfê distînî?
“Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim, li nav civatê pesnê te bêjim” (Zeb. 22:22).
“Em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin. Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû” (Îbr. 10:24, 25).
Îşê herî muhîm ê ku Îsa daye me çi ye?
“Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan ... imad [bin av] bikin, hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin” (Met. 28:19, 20).
Gava em bi bexşên xwe piştgiriya îşê Padîşahiyê û xwişk û birayan dikin, gerek em vêya bi çi niyetê bikin?
“Bi hebûn[a] ... xwe, XUDAN bi rûmet bike” (Mtl. 3:9).
“Ne bi bêdilî an ji mecbûrî, lê bila her kes wek ku xistiye dilê xwe bide. Çimkî Xwedê ji yê ku bi rûgeşî dide, hez dike” (2. Kor. 9:7).
Şagirtên Îsa dikarin rastî çi cure tengasiyan bên?
“Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan, çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e. Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin. Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we jî” (Met. 5:10-12).
Ev yek ku tu bin av dibî û dibî Şahidê Yehowa çima îmtiyazeke mezin e?
“Gotinên te ji min re bûn kêfxweşî û ji dilê min re bûn şabûn; ji ber ku ez bi navê te ve tême bang kirin, ya Xwedayê artêşan XUDAN!” (Yêr. 15:16).
-