GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 45
KILAMA 111 Meniya Şabûnê
Gava Miqatî Merivê Xweyî Nexweş Dibin Şabûna Xwe Unda Nekin
“Yên ku pê hêsira direşînin, pê eşq û şabûnê wê bidirûn” (ZEBÛR 126:5).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin wekî merivên ku miqatî heval yan merivên xweyî nêzîk dibin, yên ku nexweş in yan emirda mezin in, dikarin çi bikin ku nava çetinayên xweda şabûna xwe unda nekin.
1-2. Yehowa çi difikire derheqa kesên ku miqatî merivên xweyî nexweş dibin? (Metelok 19:17) (Binihêre usa jî şikil.)
BIRAKÎ ji Korêyayê, navê kîjanî Jên-yal e, usa dibêje: “Îda 32 sal e ez û jina min zewacêda nin û eva pênc sal e ez miqatî wê dibim. Ew bi nexweşiya Parkînson nexweş e û wêra hela hê jî çetin e bilipite. Ez jina xwe hez dikim û qîmet dikim, û min xweş tê miqatî wê bim. Şev, ew nivîneke mexsûsda radizê. Ez jî kêleka wê radizêm, û em destê hev digirin”.
2 Gelo tu jî miqatî kesekî dibî, mesele dê yan bavê xwe, jin yan mêrê xwe, zarê xwe yan hevalekî xwe? Tu wî hez dikî, lema jî şa yî ku dikarî alî wî bikî. Usa jî, ev yek ku tu lê xwey dikî, dide kifşê ku tu Yehowa hez dikî (1 Tîmotêyo 5:4, 8; Aqûb 1:27). Dîsa jî, dibeke tu rastî çetinayên usa têyî, yên ku kesên din navînin. Lema jî diqewime tu difikirî, wekî tu kes te fem nake, çimkî ji rûyê te nayê kifşê, ku dilê te çiqas giran e (Zebûr 6:6). Lê Yehowa derdên te rind zane (Beramber ke Derketin 3:7). Ew hêsirên te divîne û qurbana te qîmet dike (Zebûr 56:8; 126:5). Ew hemû tişt divîne çi ku tu dikî, seva alî heval yan merivê xweyî nexweş yan emirda mezin bikî. Hela hê Kitêba Pîroz jî dide kifşê, wekî Yehowa xwe deyndarê te hesab dike û soz dide ku wê te xelat ke (Bixûne Metelok 19:17).
Tu jî miqatî merivê xweyî hezkirî dibî, yê ku nexweş e? (Binihêre abzasa 2)
3. Gava Birahîm û Serah miqatî Têrah dibûn, dibeke ewana rastî çi çetinaya dihatin?
3 Kitêba Pîroz besa çend meriva dike, yên ku miqatî merivên xwe dibûn. Mesela Birahîm û Serayê bide ber çevê xwe. Gava ewana ji bajarê Ûrê derketin, bavê wan Têrah weke 200 salî bû. Dîsa jî Têrah tevî wan çû bajarê Haranê. Ev riya wan weke 960 kîlomêtr kişand (Destpêbûn 11:31, 32). Birahîm û Serayê bê şik Têrah hez dikirin, lê hela bifikire ku wanra çiqas çetin bû wî xwey kin, îlahî rêda. Ça tê kifşê, ewana li kera yan deva siyar bibûn, û dibeke ev yek bona Têrahê kal gelekî zemet bû. Belê, halê Birahîm û Serayê qe hêsa nîbû, û dibeke ewana carna gelek diwestiyan. Çawa ku Yehowa qewat dida wan, wekî cabdariya xwe bînin sêrî, hema usa ewê te jî qewî ke (Zebûr 55:22).
4. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?
4 Gava tu miqatî kesekî dibî, şabûn dikare alî te bike ku teyax kî (Metelok 15:13). Emir çiqas zemet be jî, tu dikarî şabûna xwe unda nekî (Aqûb 1:2, 3). Gelo ça? Yehowara dua bike, wekî ew alî te bike nihêrandina pozîtîv xwey kî. Vê gotarêda emê bivînin ku tu çi dikarî bikî, wekî şabûna xwe unda nekî. Usa jî, emê bivînin ku kesên din ça dikarin alî te bikin. Pêşiyê were em bivînin, çima wan merivara, yên ku miqatî kesekî dibin, carna çetin dibe şabûna xwe xweyî kin.
XWEYÎKIRINA KESEKÎ NEXWEŞ, ÇA DIKARE SER TE HUKUM KE?
5. Çima ferz e wekî kesên ku miqatî nexweşa dibin, şabûna xwe xwey kin?
5 Hergê ewên ku miqatî dost yan merivên xweyî nexweş dibin, şabûna xwe unda kin, ewana wê zû qidûm kevin (Metelok 24:10). Û gava ewana westiyayî bin, dibeke wanra wê çetin be hindava kesê nexweş heyf bin û hazir bin alî wî bikin. Gelo çi dikare bibe sebeb wekî kesê ku miqatî nexweşa dibe, şabûna xwe unda ke?
6. Hine kes çima bêtaqet dibin?
6 Kesên ku miqatî heval yan merivên xwe dibin, dikarin bêtaqet bin. Xûşkeke bi navê Lîa usa dibêje: “Gava tu miqatî kesê nexweş dibî, ev yek gelek qewata êmosiyalî ji te distîne. Xilaziya rojê, ez carna haqas bêtaqet dibim ku nikarim cabên sms-a jî binivîsim”. Hinekara jî nayê standinê ku çiqas lazim e hêsa bin û xewa xwe bistînin. Xûşkeke bi navê Înês usa dibêje: “Xew nakeve çevê min. Gelek cara, ez şevê du siheta carekê radibim, wekî xasiya xwe binihêrim. Îda çend sala ez û mêrê min, em nikarin herin cîkî ku hêsa bin”. Ewên ku mecbûr in temamiya rojê tevî kesê nexweş derbaz kin, nikarin wedê xwe tevî hevalên xwe derbaz kin yan jî civatêda kifşkirina qebûl kin. Ji bo vê yekê dibeke ewana xwe tenê û girtî texmîn kin.
7. Hine kes çima gelek xemgîn dibin yan jî xwe sûcdar dikin?
7 Merivên ku miqatî kesê nexweş dibin, carna gelek xemgîn dibin yan jî xwe sûcdar dikin. Xûşkeke bi navê Cêsîka usa dibêje: “Ez gelek cara difikirim, wekî ez gerekê hê zêde dîna xwe bidime bavê xwe. Gava ez hêsa dibim, ez xwe xirab texmîn dikim, çimkî xwe ça yeke xwehez hesab dikim”. Hine kes bona vê yekê xwe sûcdar dikin, ku carna diwestin miqatî kesê nexweş bin, û difikirin ku gerekê diha zêde alîkariyê bidine wî. Hine kes jî ser wî merivî miqatî kîjanî dibin, carna hêrs dikevin û giliyên tûj wîra dibêjin, paşê jî poşman dibin (Aqûb 3:2). Hine kes gelek xemgîn dibin, gava divînin ça merivê ku berê yekî serxwe bû, çiqas diçe diha xirab dibe û qewata xwe unda dike. Xûşkeke bi navê Barbara usa dibêje: “Bona min gelek çetin e bivînim ku halê merivê ku ez wî hez dikim roj bi roj diha xirab dibe”.
8. Çi dikare qewatê bide wî, yê ku miqatî kesê nexweş dibe?
8 Hine kesên ku miqatî merivên nexweş dibin, difikirin ku tu kes emekê wan navîne. Gelo çima? Çimkî tenê hindik meriv bona emekê wan payê wan didin. Lê çaxê razîbûnê wanra didine kifşê, ev yek dikare wana qewî ke (1 Têsalonîkî 5:18). Xûşkeke bi navê Mêlîsa usa dibêje: “Carna ez eciz dibim û digirîm. Lê gava kesên ku ez miqatî wan dibim, minra dibêjin: ‘Xwedê sihetê bide te’, ez gelek şa dibim! Giliyên usa alî min dikin her roj bi dil û can miqatî wan bim”. Birakî bi navê Emed û jina wî qîza baltûza wî xweyî dikin, ya ku bi êpîlêpsiyê nexweş e û cem wan dimîne. Gava keçik razîbûna xwe Emed û jina wîra, dêmek xatiya xwera, dide kifşê, ewana gelek şa dibin. Birê me usa dibêje: “Dibeke ew nizane ku bona me çiqas çetin e miqatî wê bin, lê gava ew mera razîbûnê dide kifşê yan jî dinivîse, ‘Ez we hez dikim’, dilê min gelek şa dibe”.
TU ÇA DIKARÎ ŞABÛNA XWE XWEY KÎ?
9. Ewê ku miqatî kesê nexweş dibe, ça dikare bide kifşê ku ew sînorên xwe zane?
9 Serwaxt be (Metelok 11:2). Wede û qewata her kesî sînorkirî ye, lema jî tu gerekê serwaxt bî û têderxî ku tu çi dikarî bikî û çi na. Carna, gava meriv tiştekî ji te hîvî dikin, dibeke tera lazim be bêjî “na”. Ev yek normal e! Hergê kesek bixwaze alî te bike, alîkariya wî qebûl ke. Birakî bi navê Cêy usa dibêje: “Meriv nikare her tiştî bike. Seva ku meriv şabûna xwe unda neke, ew gerekê sînorên xwe bizanibe û xwe li wan bigire”.
10. Çima ferz e wekî merivê ku miqatî kesê nexweş dibe, femkar be? (Metelok 19:11)
10 Femkar be (Bixûne Metelok 19:11). Hergê tu fem bikî ku merivê nexweş çima bi cûrekî xeber dide yan xwe dide kifşê, ev yek wê alî te bike rihetiya dil xwey kî. Hine nexweşiyên kronîkî dikarin bibin sebeb ku meriv xwe bi cûrê ecêb bide kifşê (Waîz 7:7). Mesele, ji bo nexweşiya xwe, merivê ku heyf û dilrem e, dikare bibe yekî şerûd. Yan jî, dibeke ew gazinên xwe bike û tu tiştîra razî nîbe. Hergê tu alî kesekî dikî yê ku giran nexweş e, diqewime wê baş be wekî tu derheqa nexweşiya wî hê zêde înformasiyayê lêkolîn kî. Hergê tu nexweşiya wî rind fem bikî, tuyê têderxî wekî ew neheq nîne bona rabûn-rûniştina xwe, lê ew ji bo nexweşiyê xwe usa dide kifşê (Metelok 14:29).
11. Merivên ku miqatî kesên nexweş dibin, gerekê her roj wede bona çi veqetînin? (Zebûr 132:4, 5)
11 Wede veqetîne, wekî dostiya xweye tevî Yehowa qewî kî. Car-cara dibeke lazim be wekî tu terka hine şixula bidî, seva ku bikaribî dîna xwe bidî “tiştên diha ferz” (Fîlîpî 1:10). Yek ji van ‘tiştên ferz’ ev e ku dostiya xweye tevî Yehowa qewî kî. Gelek şixulên Dawid Padşa hebûn, lê dîsa jî, ewî herî zêde dîna xwe dida hebandina xweye Yehowara (Bixûne Zebûr 132:4, 5). Bona te jî ferz e her roj dua bikî û Kitêba Pîroz bixûnî. Xûşkeke bi navê Alîşa dibêje: “Gava ez dua dikim û li ser giliyên xweş ji kitêba Zebûr kûr difikirim, ev yek alî min dike şabûna xwe unda nekim. Tiştê ku herî zêde qewatê dide min, dua ye. Seva ku ez dilrihet bimînim, ez rojêda gelek cara Yehowara dua dikim”.
12. Çima merivên ku miqatî kesên nexweş dibin, gerekê miqatî sihet-qewata xwe bin?
12 Wede veqetîne, wekî miqatî sihet-qewata xweye fîzîkî bî. Bona merivên ku gelek şixulên wan hene, carna çetin e wede bivînin wekî xwarina kêrhatî xwera çêkin. Lê xwarina kêrhatî û sport bona sihet-qewata fîzîkî û êmosiyalî gelek ferz in. Lema şixulên te çiqas gelek bin jî, wede bivîne wekî xwarina baş bixwî û sportêva mijûl bî (Efesî 5:15, 16). Usa jî, xîret ke ku xewa xwe bistînî (Waîz 4:6). Lêkolînkara îzbat kirine ku bi saya xewê, toksîn dêmek jer ji mejiyê me derdikevin û ew qenc dibe. Li gora gotareke mêdîsînî, gava meriv xewa xwe distîne, ev yek dikare xemên wî diha kêm ke û alî wî bike ku ew strêsêda jî rihetiyê xweyî ke. Xêncî vê yekê, carna lazim e ku tu bona hêsabûnê wede veqetînî (Waîz 8:15). Xûşkeke ku miqatî merivekî xwe dibe dibêje ku çi alî wê dike şabûna xwe unda neke: “Gava hewa xweş e, ez derdikevim derva ku ber tevê bigerim. Herî kêm mehê rojekê ez tevî hevaleke xwe wede derbaz dikim”.
13. Çima baş e ku meriv bikene? (Metelok 17:22)
13 Meniya bivîne ku bikenî (Bixûne Metelok 17:22; Waîz 3:1, 4). Ken bona siheta fîzîkî û êmosiyalî gelek baş e. Gava tu miqatî kesekî dibî, gelek cara tiştên usa diqewimin ku tu hîviyê nîbûyî. Hergê tu bona tiştên usa gelek ber xwe nekevî, lê dewsê bikenî, wê tera diha hêsa be wan derecada teyax kî. Usa jî, hergê tu miqatî kê dibî tevî wî bikenî, ev yek dikare heleqetiya we diha baş ke.
14. Çima wê baş be ku tu dilê xwe hevalekî xwera vekî?
14 Dilê xwe hevalekî xwera veke. Tu çiqas xîret bikî ku şabûna xwe unda nekî, dîsa jî carna dibeke tu texmîn kî ku hal ketî. Gava usa diqewime, dilê xwe hevalekî xwera veke, yê ku hazir e guh bide te û te sûcdar neke (Metelok 17:17). Ev yek ku ew bikeve heyra te û xeberên dilgerm tera bêje, dikare alî te bike şabûna xwe vegerînî (Metelok 12:25).
15. Fikirandina derheqa sozên Xwedê ça dikare ser me hukum ke?
15 Bide ber çevê xwe ku Cinetêda emirê te wê çi cûreyî be. Gava Yehowa merivên pêşin efirand, nêta wî ew nîbû ku meriv miqatî kesên nexweş yan emirda mezin bin (2 Korintî 4:16-18). Lê “jîyîna rast” pêşiya me ye, û wî çaxî emê usa bijîn, çawa ku Yehowa serê-sêrîda qirar kiribû (1 Tîmotêyo 6:19). Tevî heval yan merivê xwe derheqa vê yekê xeber din, ku hûnê Cinetêda çi bikin. Ev yek dikare şabûnê bike dilê we (Îşaya 33:24; 65:21). Xûşkeke bi navê Hêtêr usa dibêje: “Ez gelek cara wan merivara, miqatî kîjana dibim, dibêjim ku wext nêzîk e gava emê tevayî kinca bidirûn, birevin û bîsîklêtê bajon. Emê bona kesên ku ji mirinê bêne saxkirinê, nan bipêjin û xwarinê hazir kin. Çaxê em derheqa vê gumanê difikirin, em tevayî Yehowara razîbûna xwe didine kifşê”.
KESÊN DIN ÇA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDIN?
16. Em ça dikarin alîkariyê bidine wan xûşk-bira, yên ku miqatî kesê nexweş dibin? (Binihêre usa jî şikil.)
16 Alî wan xûşk-bira bikin, yên ku miqatî merivên nexweş dibin, wekî ewana bikaribin hêsa bin. Em dikarin alîkariyê bidine wan xûşk-bira bi vê yekê, ku cara dewsa wan tevî kesê nexweş yan emirda mezin bimînin. Ev yek wê barê kesê ku lê dinihêre, sivik ke û mecalê bide wî, wekî ew bikaribe şixulên xweye şexsî bike (Galatî 6:2). Bona vê nêtê, hine xûşk-bira ser heftêkî grafîkê çêdikin, ku kê kengê dikare alîkariyê bide. Xûşkeke bi navê Natalya, ya ku miqatî mêrê xweyî seqet dibe, usa dibêje: “Heftê carekî yan du cara, birakî ji civata me tê mala me, wekî tevî mêrê min wede derbaz ke. Ewana tevayî xizmet dikin, xeber didin û fîlma dinihêrin. Ev yek him mêrê min gelek xweş tê, him jî mecalê dide min, ku ez şixulên xwe bikim û hêsa bim, mesele derva hinek xwera bigerim”. Hine derecada em hela hê dikarin şev ber kesê nexweş bimînin, wekî kesê ku lê dinihêre, bikaribe rihet razê.
Gelo tu ça dikarî alî kesekî bikî, yê ku miqatî merivê nexweş yan emirda mezin dibe? (Binihêre abzasa 16)a
17. Wedê civatê em ça dikarin alîkariyê bidine wan, yên ku miqatî nexweşa dibin?
17 Wedê civatê, alîkariyê bide wan, yên ku miqatî kesekî dibin. Bona wan dibeke carna zor e pakî guh bidine civîn û civatên mezin, çimkî dîna wan bi temamî ser nexweşa ye. Lema jî wedê wan civîna em dikarin temamiya bernamê yan jî wedekî kin tevî kesê nexweş rûnên. Hergê kesê nexweş timê malda ne, dibeke em dikarin herine mala wî û tevî wî bi saya întêrnêtê guh bidine civînê, wekî ewê ku miqatî wî dibe, bikaribe here civînê.
18. Em dîsa çi dikarin bikin bona wan xûşk-bira, yên ku miqatî kesekî dibin?
18 Payê wan xûşk-bira bide, yên ku miqatî kesekî dibin û bona wan dua bike. Rûspî gerekê timê dilê wan xûşk-bira qewî kin (Metelok 27:23). Û dereca me çi be jî, her kes ji me dikare timê payê wan xûşk-bira bide. Em usa jî dikarin reca Yehowa bikin, wekî ew berdewam ke qewatê bide wan xûşk-bira û alî wan bike ku ewana şabûna xwe unda nekin (2 Korintî 1:11).
19. Em hîviya çi ne?
19 Demeke nêzîkda Yehowa wê hemû hêsira ji çevên meriva paqij ke. Nexweşî û mirin wê îda tune bin (Eyantî 21:3, 4). Kesên seqet wê mîna “xezalê” banz din (Îşaya 35:5, 6, ÎM). “Tiştên berê”, mesele nexweşî û kalbûn-pîrbûn, wê îda “neyên bibîranîn” (Îşaya 65:17, ÎM). Lê îro jî, heta ku ev sozên Yehowa bêne sêrî, ewê tu cara terka me nede. Hergê em xwe bispêrine wî, ewê alî me bike ku em “bikaribin bi sebir û bi şabûn teyax kin” (Kolosî 1:11).
KILAMA 155 Şabûna Heta-Hetayê
a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Du xûşkên cahil diçine bal xûşkeke emirda mezin wekî xûşka ku miqatî wê dibe, bikaribe hinekî ji malê derkeve.